ÎZMÎR – Lîstikvanê şanoyê Mehmet Jiyan Elma yê ji Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê berdan behsa binpêkirinên li girtîgehê kir û got ku rêveberiya girtîgehê Qurana Kerîm jî nedan girtiyan.
Lîstikvanê Şanoyê Mehmet Jiyan Elma di rojên borî de ji Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê bi biryara navber de hat berdan. Elma behsa binpêkirina mafan û zextên li ser girtiyan kir. Elma got ku li girtîgehê her roja ku diçe li dijî girtiyan zext zêde dibe. Elma anî ziman ku girtî li dijî binpêkirina mafan û zextan her tim çalakiyên greva birçîbûnê û çalakiyên cuda li pêk tînin û got: “Berxwedana girtiyan bi sirgûnan dişkênin. Demeka kurt beriya niha 350 girtî şandin sirgûnê. Her tim liv û tevger heye. Yên ji Şirnexê şandin sirgûnê jî rastî zextan tên. Çalakiyên girtiyan didomin.”
‘QURANA KERÎM JÎ QEDEXE YE’
Elma diyar kir ku rêveberiya girtîgehê destûr nade tu pirtûkê bikeve girtîgehê û got: “Hevalên me yên Qurana Kerîm dixwînin hene. Malbatên wan ku Qurana Kerîm ji bo wan şandin jî bêhincet nedan girtiyan. Pirtûkên mîna matematîkê, ferhengên îngilîzî û gramerê jî nadin girtiyan.”
‘CEZAYÊ DÎSÎPLÎN Û HUCRE DAN’
Elma destnîşan kir ku ji ber girtiyan dirûşm berz kirine, govend gerandine û çalakiya greva birçîbûnê pêk anîne bi cezayên dîsîplîn û hucreyan re hevrû mane û ji nameyan heta radyoyan her tişt qedexe kirine û destûr nadin tu tiştekî. Elma got ku her tim serdegirtina qawîşan jî pêk tê û hemû mafên girtiyan ên civakî hatine desteserkirin.