AMED - Bijîşk Fesîh A yê berpirsiyariya minina pitika mîjoya şîr Aslan, piştî hat darizandin, rastî 80 roj ceza hat û cezayê wî hat taloqkirin.
Di 25'ê Adara 2013'an de, Îmişan Aslan a ducanî çû Nexweşxaneya Nexweşiya Zarok û Welidîna Jinan a Amedê. Aslan li nexweşxaneyê zarokek keç jêre bû. Piştî zarok jêre bû, pitika keç şandin serwiza zarokên nû çêbûne. Piştî Pitik Aslan şirê dayika xwe nexwar û her dem giriya, dayikê agahî da bijişkan. Ji ber ku bijîşk Îbrahim H nehat nexweşxaneyê û personelan xwe negîhandin wî, pitik nîşanî Bijîşkê Pispor ê li serwîsê erkdak Fesih A (38) dan. Lê bijîşk Fesih A. got "Tiştekî wê tune ye" û dîsa şand cem dayiak wê. Piştî rojek din rewşa pitikê giran bû û jiyana xwe ji dest da. Li ser vê yekê dayika pitikê Îmişan û bav Veysi Aslan, der barê bijişk û rayedarên nexweşxaneyê de li Serdozgerê Komarê yê Amedê gilî kirin.
Piştî bûyerê dozger der barê bijîşk Fesih A. de bi îdîaya "bi zanebûn bûye sedema mirine" ji 2 salan heta 6 salan ceza xwest û di 2014'an de îdianame da 7'emîn Dadgeha Cezayê Asliye. Heyeta 7'emin Dadgeha Cezayê Asliye piştî darizandina 2 salan di 7'ê Mijdara 2017'an de bi sucdariya "Erka xwe xerab pêk anîye" 3 meh ceza da bijîşk Fesîh A. Pişte ceza kêm kir û ceza daxist 2 meh û 20 rojan. Heyeta dagehe piştre ceza birî cezayê 80 rojan heta 5 salan taloq kir. Dayik û bavê pitikê Îmişan û Veysi Aslan bi riya parêzerên xwe Mehdi Ozdemir, ji bo kêm ceza li Fesih A. hatiye birin îtîraz bikin dê li Dadgeha Cezayên Giran a Nobedar îtiraz bikin.b
MA / Deniz Tekîn