HELEB – Bi hezaran welatiyên Helebê, bi armanca şerê Tirkiye yê li ser Efrînê şermezar bike piştgirî da berxwedana gelê Efrînê û meşiyan.
Şerê TSK û OSO yê li ser Efrînê di roja 45'an de berdewam dike. Meş û çalakiyên li dijî şerê li ser Efrînê jî zêde dibin. Bi hezaran welatiyên Helebê li dijî şerê li ser Efrînê daketin qadan. Gelê Helebê ji bo piştgiriyê bidin gelê Efrînê bi beşdariya hemû pêkhateyan meşek li dar xist. Xwepêşandêran wêneyên birîndar û kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane bilind kirin. Xwepêşandan li pêşiya Hola Civînan a rojavayê Taxa Şêxmeqsûdê kom bûn. Piştre li kolanên taxê geriyan. Girsê di meşê de bê navber dirûşme berz kirin û şer şermezar kir. Disa bêdengiya welatên cîhanê ya li dijî şerê li ser Efrînê jî şermezar kirin.
Girse, li pêşiya Meclîsa Şaredariya Helebê ya rojavayê Taxa Şêxmeqsûdê rawestiya, deqeyekê rêz girt. Piştre Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya PYD?ê Îsa Mistefa û rêvebirê Yekîtiya Ciwanên Rojava Ehmed Ibrahîm axaftin kirin. Di daxuyaniye de û diyar kirin ku Berxwedana gelê Efrînê li hemberî TSK'ê û kevneşopiya dewleta Osmanîye.
Xwepêşandan bi berzkirina dirûşmeyên, “Bijî Berxwedana Serdemê” bi dawî bû.