EFRÎN - Bi hezaran welatiyên navenda bajarê Efrînê berê xwe dan navçeya Cindirêsê ku şerekî dijwar lê diqewime û bomberdûmaneke giran tê kirin.
Tevî biryara agirbesta Konseya Neteweyên Yekbûyî TSK bi tang û topan êrîşî gund û navçeyên Efrînê dike. Şerê TSK'ê yê li ser Efrîn û navçeyên wê di roja 45'an de berdewa dike. Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê van rojên dawî êrîşên gelekî giran tên kirin. Balafirên şer ên TSK'ê bi rengekî bê navber bombeyan li navenda navçeyê û derdora wê dibarînin. Li dijî erîşên TSK OSO yên li ser herêma Cindirêsê Meclîsa Kantona Efrînê li qada Efrînê daxuyanî da û êrîş şermezar kirin. Meclîsê diyar kir ku ew dê jiyanek azad bijîn an jî dê li ser axa xwe şehît bikevin Di daxuyaniyê de melcîsê xwest hemû gelê cîhanê wan bibhîze ku bi biryarin û biryara xwe pêk tînin. Meclîsê da zanîn ku ew tu carî qebûl nakin ku warê Arîn, Awestayan bibin warê çeteyan. Melcîsê bang li hemû cîhanê kir ku bêdeng nemînin û cîhan bêdeng bikin jî dê dîsa bi vîn û biryara xwe li dijî êrîşan di ber xwe bidin. Meclîsê diyar kir ku niha şerekî giran li herêma Cindirêsê didome û ew dê berê xwe bidin Cindirêsê. Meclîsê da zanîn ku gelê Efrînê bi biryare berê xwe bidin navçeya Cindirêsê û serkeftin dê ya gelê Efrînê be.
Piştî daxwuyaniyê bi hezaran kesan bi dirûşmeya "Şehît namirin", "Bijî Serok Apo" berê xwe dan navçeya herêma Cindirêsê. Girseya gel a li ber nexweşxaneya Dersimê ya li Efrînê li hev civiya, bi konvoyan berê xwe da navçeyê.