AMED - Dadgeha Îstinafê, cezayê girtîgehê yê salek û 5 meh û 15 roj ê Parlamenterê HDP’a Rihayê Osman Baydemîr ê bi îdîaya “Hiqaret li polîsan kirin” bi hincet dibe ku li dijî hiqûqê be, xira kir.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Osman Baydemîr, gava sala 2012’an Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê bû, xwest ji bo balê bikişîne ser greva birçîbûnê ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ên li girtîgehan, mîtîngekê pêk bîne, lê walîtiya amedê mîtîng qedexe kir. Li ser vê yekê Baydemîr çû walîtiyê û li ber walîtiyê bihevketin çû û bi îdîya “Heqaret li polîsan kir” derbarê Baydemîr de ji salekê heya 3 salan cezayê girtîgehê xistin doz hat vekirin.
Di doza li 4’emîn Dadgeha Cezayê Aslî ya Amedê hat dîtin, dadgehê di 5’ê Cotmeha 2017’an de, bi îdîaya “Heqaret kirin” salek û 5 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Baydemîr birî.
Dadgeha Îstînaf bi yek dengî cezayê Baydemîr xerab kirin û biryara destpêkirina amadekariyên danişîna bê dîtin da. Dê yekem danişîna dozê di 15’ê Adarê li 9’emîn Daîreya Cezayê Dadgeha Edliyê ya Herêma Dîlokê bê dîtin