ÎZMÎR - Rêxistina HDP'ê ya Îzmirê li Bornovayê bi gel re civîn pêk anî. Parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê Ertuğrul Kurkçu, diyar kir ku 2 salên dijwar li pêş wan in û wiha got: "Çanda 100 salan a parlamentoyê ketiye bin piyan. Têkoşîna demokrasiyê ya kurdan, bingeha têkoşîna demokrasiyê ya li Sûriye Îran û Iraqê ye."
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmirê bi şîara “Em bi hevre têkoşînek xurttir pêş bixin" bi gelê navçeya Bornova re hatin cem hev. Rexistina HDP'ê li taxa Çamkule ya Bornovayê civîna gel pêk anî. Di civînê de parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê Ertuğrul Kurkçu û gelek welatî amade bûn. Hevserokê HDP'ê yê Îzmirê Çerkez Aydemir, diyar kir ku çalakî û xebatên wan ên civînên gel berdewam bikin.
Parlamenterê HDP'ê Ertugrul Kurkçu, jî diyar kir ku piştî HDP’ê di 11'ê Sibatê de kongreya xwe pêk ani dê civînên bi gel re zêdetir bikin û wiha got: "Di pevajoya ku em hatine êdî ne em û ne jî gel nikare bi riya darazê encamekê bistîne. 2 salên li pêş me dê dijwar derbas bibin. Ji bo vê yekê divê em têkoşîna xwe xurttir bikin. Li Tirkiye bi taybetî piştî referanduma bi lîstik û hîle, rejîmê serdemek nû daye destpêkirin. Di diroka 100 salên meclîsê de heta niha çanda meclisê ew qas neketiye bin piyan. Qanûna bingehîn ku hemû erk û rayeyê dixe bin destê yekî guhertin.
DIVÊ EM TEKOŞÎNA YEKBÛYÎ Û BI HEVRE XURT BIKIN
Kurkçu, anî ziman ku rejîma nû xwe li ser şer bi teşe dike û wiha got: "Divê em li dijî vê rejîmê hemû beşên civakê û kesên azadî, demokrasî û edaletê dixwazin di bin baneya têkoşîna hevpar û yekbûyî de bi rêxistin bikin. Em di vê mijarê de bi biryar in. Yek ji milê têkoşînê têkoşîna azadiya gelê kurd û tirk e. Çavkaniya tekoşîna demokrasiyê ya kurdan di heman demê de çavkaniya têkoşîna demokrasî û azadiya gelê Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê ye.
DEMOKRASÎ PÊŞ NEKEVE AKP DÊ CIVAKÊ BIKE YEK TÎP
Kurkçu, anî ziman ku armanc ne mayîna li parlamento ye û wiha got: "Armanc li hemû qadên jiyanê pêşxistina demokrasiyê ye. Ger ku tekoşîna demokrasiyê bi ser nekeve, hikûmeta AKP'ê dê dê bawerî, fikr, zayendî, tarza jiyanê ya hemû civakê li gorî xwe bi teşe bike.