AMED- Nûnerê DÎHA'yê Amedê Kadrî Kaya û nûçegihanê DÎHA yê Êlihê Erdogan Altan jî di nav de, li 3 jê rojnamevan 6 kesan herkê 2 sal û mehek ceza hatibû birîn, lê belê Dadgeha Bilind ji ber kêmaniyan hincetan ceza xera kir.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Êlihê de, di 15'ê Nîsana 2011'an de li Amed û Êlihê bi awayekî hevwext Nûnerê Buroya Herêma Amedê ya DÎHA'ya ku bi KHK'ê hat girtin Kadrî Kaya û nûçegihanê DÎHA yê Êlihê Erdogan Altan jî di nav de 8 kes hatibûn binçavkirin û paşê 5 kes jê hatibûn girtin. Di îdianameya ku wê demê ji aliyê dozgerê erka taybet ve hatibû amadekirin de, bi îdiayên "endamtiya rêxistinê", "alîkariya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" 20 sal ceza ji wan re hatibû xwestin. Paşê di doza ku li Dadgeha Cezayê Giran a 7'emîn a Amedê ya Erka Taybet pêk hat de, Kaya û Altan di 28'ê Adara 2012'an de hatibûn berdan.
Lê belê doza ku li her kesî 2 sal û mehek ceza hatibû birîn, ji temyîzê re hatibû şandin. Dadgeha Bilind, di biryara xwe de diyar kir ku hincetên cezayê ku bi tawanbariya "endamtiya rêxistina çekdarî û alîkariya rêxistinê" li Altan, Kaya û nûçegihanê Rojnameya Postayê yê Êlihê Mehmet Karabaş jî di nav de li 6 kesan hatiye birîn, kêm in û ji ber vê ceza xera kir.
Ji ber ku Dadgehên Erka Taybet (OYM) di sala 2014'an de hatin girtin, wê doz di 6'ê Adarê de li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yemîn a Êlihê pêk bê.