ÎZMÎR – Endamên TÎHV’a Îzmîrê, çalakiya Mahîr Kiliç û hevalên wî ya di roja 111’emîn de didome ziyaret kirin.
Endamên Koma Xebatkarên Tenduristiyê ya ji bo Mafê Mirovan a Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) çalakiya Mahîr Kiliç û hevalên wî yên ji bo vegerin karê xwe ziyaret kirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Kiliç û hevalên wî ji kar derxist û wan jî 111 roj berê dest berê li ber avahiya şaredariyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Kiliç û hevalên xwe ji bo serdanê malovaniya endamên TÎHV’ê kir.
Li ser navê TÎHV’ê Dr. Habîbe Guneş axivî û got ku ew ji bo Kiliç û hevalên xwe paş de bigirin kar hatine serdanê. Guneş anî ziman ku bêyî ku demek dereng derbas bibe xwest şaredarî wan paş ve bigire kar û divê rayedar demil dest ji bo çalakvanan bikevin nav tevgerê.
Piştî serdanê endamên TÎHV’ê ji cihê bûyerê veqetiyan.