WAN – Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Mûrat Melet, got li girtîgehan binpêkirina mafan du qat zêde bûye û di 3 mehên dawî de 2 girtiyan xwe şewitandiye. Her wiha Melet destnîşan kir ku piştî Rewşa Awarte hatiye îlankirin, li girtîgehan polîsên taybet û TEM'ê dest bi kar kirine.
Piştî îlankirina Rewşa Awarte, li girtîgehan binpêkirina mafan û çewisandin du qat zêdetir bûn. Li gor sala 2016'an di sala 2017'an de binpêkirinên mafan zêdetir bûne û sedema vê yekê jî pêkanînên kêfî ne. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mûrat Melet, têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rû didin got: "Li gor girtîgehan zext û zorî jî diguherin. Li girtîgehan îdareyên girtîgehan û û karmedên girtîgehan bi awayekî kêfî tev digerin. Mesela pêkanînên du girtîgehên li nêzî hevdu ne wekî hev in."
‘DI 3 MEHAN DE 2 GIRTÎ XWE ŞEWITANDIN'
Melet destnîşan kir ku her diçe li girtîgehan binpêkirinên mafan zêdetir dibin. Melet got, di nav 3 mehan de ji ber binpêkirinên mafan û çewisandinan 2 girtiyan xwe şewitandiye û mirine. Melet got: "A rastî dema mirov tenê li vê bûyerê binihêre jî, mirov dikare bibîna ka şert û mercên li girtîgehan çi qasî zehmet bûne. Yanî şert û merc hatine wê astê ku êdî mirov xwe dikujin. Ev yek jî derhuqûqiya li girtîgehan rû dide nîşan dide. Her wiha li gor girtîgehan zext û zorî diguherin. Li girtîgehan îdareyên girtîgehan û karmedên girtîgehan bi awayekî kêfî tev digerin."
POLÎSÊN TAYBET LI GIRTÎGEHAN HATINE PEYWIRDARKIRIN
Serokê ÎHD'a Wanê Melet, diyar kir ku ji ber Rewşa Awarte valahiyek xwe daye der û hin kes vê valahiyê li gor xwe şîrove dikin û disepînin. Melet got: "Li hin girtîgehan hin kesên ku berê wekî polîsên taybet an jî yên li şaxa TEM'ê xebitîne wekî karmend dixebitin. Ev kes jî li girtîgehan bi awayekî kêfî wekî hesab bipirsin tev digerin. Têkildarî pêkanînên li girtîgehan heta niha lêkolîn û lêpirsîneke cidî nehatiye kirin. Di şert û mercên wisa de em nikarin behsa lêpirsîneke rasteqîne bikin."
DI SALA 2017'AN DE BINPÊKIRINÊN MAFAN 2 QATAN ZÊDE BÛ
Melet destnîşan kir ku her ku sal derbas dibin binpêkirinên mafan zêdetir dibin û got: "A rastî ev yek jî nîşan dide ku îktîdara siyasî ya heyî nikare polîtîkayan hilberîne an jî polîtîkayên hildiberîne jî ne li gor pêdiviyên civakê ne. Ji dêvla ku polîtîkayên îktîdarê xizmeta demokrasiyê bikin, mexdûriyetan û binpêkirinên mafan kêm bikin, berevajî vê wan zêdetir dikin. Binpêkirinên mafan ên sala 2016'an, di sala 2017'an de du qat zêdetir bûn. Ev yek di raporên me de cih girtiye. Em dikarin bibêjin ku her diçe binpêkirinên mafan zêdetir dibin."
MA / Mahmut Ruvanas