Doza Kobanê: Şahid îfadeya xwe ya li emniyetê red kir

  • rojane
  • 14:24 4 Nîsan 2022
  • |
img
ENQERE - Şahid Samî Baran ku di Doza Kobanê de hat guhdarîkirin, diyar kir ku dema îfadeyên xwe yên li Emniyeta Antalyayê nexweş bûye û bêyî parêzer îfadeyên wî hatine girtin û ev tişt got: "Derbarê kesan de li emniyetê nîşe hebûn, van ji min pirsîn."
 
Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên şermezarkirinê yên 6-8'ê cotmeha 2014'an ên li dijî êrişa DAIŞ'ê ya ser Kobanê Hevserokên Giştî yên berê û endamên Lijneya Birevebirina Navendî ya  HDP'ê ji di nav de li 10 siyasetmedaran hatibû vekirin, di roja 5'an de li Qampûsa Girtîgeha Sîncanê bi danişîna koma 11'emîn berdewam dike. Sîyasetmedarên girtî yên li Girtîgeha Sîncanê anîn danişînê, girtiyên li girtîgehên din jî bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê kirin. Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Umît Dede û parlamenterên HDP'ê Kemal Bulbul, Kemal Pekoz, Mûrat Çepnî, Celadet Gaydali, endamên MYK'ê û rêveberên HDP'ê danişînê şopandin. 
 
Danişînê bi hatina heyeta dadgehê dest pê kir. Heyeta dadgehê careke din daxwaza parêzeran a ji bo ku şahid û gilîker neyên guhdarîkirin red kir.  
 
'DEWLET KÛR LI SER KAR BÛ'
 
Piştre şahîd Samî Baran ji Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû. Baran, hema bibêje hemû kesên ku navê wan di doznameyê de derbas dibe û ji aliyê serokê dadgehê ve hat xwendin diyar kir ku nas dike û ev tişt got: "Lewre 3 serdeman di Meclisa Partiyê (PM) de mam. Nêzî 40 salan di nav têkoşîna siyasî ya kurd cih girt. Pêvajoyeke gelek giran jiyam. Ji sala 2017'an ve nexweşiyên min ên giran hene. Bûyerên ku hûn qal dikin plansaziyeke ku gelek beşan derbas dike bû. Çiqas hêzên kûr hebûn di nav 3-4 rojan de ketin dewrê. Ji bo ku gelê kurd û tirk bên dijberî hev çi destê wan hat kirin. Nikarim bibêjim ku filan kes kir. Min di Partiya Meclisê de cih girt, çûm bajar û navçeyan. Cemaet bibêjî kê dibêjî nizanim li nav xwînê de hiştin."
 
ÎFADEYA XWE YA LI EMNIYETÊ RED KIR
 
Baran, da zanîn ku tiştên hatine serê wî li ser hesabê xwe yê medya sanal aşkera kiriye û wiha axivî: "Pêvajoyen hin girantir jiyam. Wisa hatim û îfadeya xwe da. Weke zilam tu kes jî nizane ku jin çi dikin. Ji ber ku di Meclisa Partiyê de bûm hemû siyasetmedaran nas dikim. Di îfadeyên min ên Antalyayê de memûran dibe ku agahiyên di destê xwe de ji min pirsî bin. Nexweşiyeke min a giran heye. Di guhên min de problem heye. Dibe ku tiştekî pirsî bin û min gotibe erê. Dema ku min ev gotine hişê min ne li serê min bûye. Şansê min ê ku bizanibim kê çi dike û çi telîmatê girtiye. Weke kurdekê cara yekemîn min li dijî vê rêxistinê li ser hesabê xwe yê medya sanal daxuyanî da. Sûcekî min tuneye, tiştên bizanibim ez ê bibêjim. Di destê dewletê de bi sedan rûpel agahiyên flash belekan hene. Derbarê rêxistinê de navê min derbas nabe, lewre ne di nav mekanîzmayê de me. Bûyer, provakasyoneke ku HDP'ê û gelek tiştan derbas dikir bû. Dewleta kûr ket dewrê, gel û dewletê anî dijberî hev. Çi ji destê wan hat kirin û li cihêkî bi ser jî ketin."
 
'10 QAT NAV NAS DIKIM'
 
Baran, li ser pirsa serokê dadgehê, "Kesên ku navê wan dixwînim girêdana wan bi rêxistinê re heye?" wiha bersivand: "Nizanim, hebe jî ji min re nabêje. Piranî wan ji Meclisa Partiyê nas dikim. Min herkesî li wir nas kir. 3 deman di Meclisa Partiyê de mam. 10 qatê van navên ku we xwend nas dikim. Şansê min ku bizanibim kê çi kiriye tuneye. Şansê min ê rojekê jî tevlî civînên wan bibim tuneye."
 
Serokê dadgehê, derbarê endamê berê yê MYK'a HDP'ê Mesût Bagcik de jî pirsan ji Baran kir. Baran, diyar kir ku Bagcik nas dike û li emniyetê derbarê Bagcik de îfade nedaye. 
 
'ŞAHID ARESTE NEKIN'
 
Li ser van pirsên heyeta dadgehê parêzer Cîhan Aydin, bertek nîşanî heyeta dadgehê da û ev tişt got: "Dema ku we muwekîlê me nîşan da bi navê wan xîtabî wî nekin. Heke kê nas bike bila ew bibêje kê nas dike. Di rewşeke berovajî wê bibe arestekirin. Şahid berê jî bi wekîlên me re nehatiye rû bi rû. Girtekên ku hin wêne nîşanî wan hatine dayîn û ji vir teşhîs kirine hene. Navê muwekîlên me nîşan nedin bila ew bixwe nîşan bide û navê wî bibêje. Rêbazeke wiha li gorî hiqûqê ye."
 
YEK BI YEK SIYASETMEDARAN NÎŞAN DAN
 
Dadgehê dîmenên siyasetmedaran yek bi yek zom kir û nîşanî Baran dan û pirsa ku "tu wan nas dikî" jê kirin. 
 
'LI CEM PARÊZER TUNEYE'
 
Piştre dozger, ev pirs ji Baran kir: "Ji ber nexxweşiyên we îfadeyên ku we dayê nayên bîra we yan naveroka beyanên we ne rast in?" Baran, ve pirsê wiha bersivand: "Dema ku min li Antalyayê îfade da nexweşiyên min ên giran bebûn. Derbarê kesan de li emniyetê nîşe hebûn, pirsa ku 'tiştek wiha heye' ji min dikirin. Agahiya min derbarê vê de tuneye. Ji bilî qada siyasî nizanim ku van mirovan çi dikin. Lewre ez ne di nav wê mekanîzmayê de me. Tiştên ku li qada siyasî hatine serê min bi hûrgulî ji raya giştî re ragihand. Ji ber ku rêxistinê vê li min kiriye, nikarim vê bikim, vê bêwijdaniyê nakim."
 
Dozger, ji Baran pirsî ku dema girtina îfadeyê wî parêzer li cem hebûye ya na kir û Baran got ku parêzer li cem wî tunebûye.
 
'ÎMZE YA MIN E LÊ MIN NEXWEND'
 
Baran, pirsa serokê dadgehê, 'we bi zext û gefê îfade da?' jî wiha bersivand: "Îmzeyên li bin îfadeyan ên min in. Rewşa min a xwendinê tuneye. Rewşa min a fizîkî, derûnî û rûhî tuneye. Siberojê bi awayekî derbarê min de tiştekî siyasî derkeve ez ê qiyametê rakim. Min îmze avêt lê min van tiştan jî got. Êdî wan çawa kiribe, li gorî agahiyên li ber destê xwe kiribin ez vê nizanim.Min pêwistî bi parêzer jî nedît."
 
Danişîna Doza Kobanê berdewam dike. 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

05/04/2022
12:53 Doza Kobanê: Hûn di şexsê me de gelê me didarizînin
12:40 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:26 7 salên piştî 5’ê Nîsanê: Şer, krîzên piralî û têkçûn
12:18 Şaredariya Wêranşarê ku 80 TL'yî simît kirî ji bo polisan wesayît kirê kir
11:54 Li Bodrumê 30 kes hatin binçavkirin
10:35 Doza SES’ê xwe dispêre beyanên ‘şahidên’ Doza Kobanê
10:30 Jin Jinnewsê çeteleya tundiyê: Di adarê de 26 jin hatin kuştin
10:20 Ji girtîgehê derket, du jin qetil kirin, zarokek birîndar kir
10:07 Gelek navdarên cîhanê ji bo Ocalan banga azadiyê kirin
09:04 'Heya tecrîd hebe dê rewşa Kurdistan û Tirkiyeyê xerabtir be'
09:03 'Kes nizane Remezan e, mirov her roj birçî ne'
09:03 Pirsa 'Hûn ji bo weazan xoce dixwazin an na?' ji girtiyan kirine
09:03 Masîvan ji ber bihabûnê kelekên xwe difiroşin
09:03 Kesî xwe neda ber îhaleya qeyûm
09:03 Kamaç: Berjewendiyên partiyê zirarê didin destkeftiyên kurdan
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2022'YAN
04/04/2022
17:24 ÎHD’ê bertek nîşanî îşkenceya eskeran a li Timoqê da
17:06 Serokê TBB'ê serdana HDP'ê kir
16:58 Li Mêrdînê 2 karker birîndar bûn
16:57 Li Ewropa û Rûsyayê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin
16:42 DÎSK’ê bo 1’ê Gulanê bang kir: Têkoşîna me dê pergalê biguherîne
16:28 Li gelek navendan pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê: Divê Ocalan azad bibe
16:09 Di Nobeta Edaletê de rojbûna Ocalan pîroz kirin
16:03 Ciwanên kurd li pêşiya CPT’yê bûn: Azadî ji Ocalan re
15:42 Leşkeran kîs xist serê wî û 4 rojan îşkence lê kirin!
15:35 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
15:20 Jinên ku xwe gihandin Xelfetiyê: Azadiya Ocalan azadiya me ye
15:18 HDP’ê şerh danî ber teklîfa qanûnê
14:43 Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê: Serokê dadgehê delîl tune kirin
14:28 Li gundê Kobanê ku Ocalan lê mabû 4’ê Nîsanê bi coş hate pîrozkirin
14:24 Dadgehê cezayê li rojnameger Dogan hatibû birîn betal kir
14:24 Doza Kobanê: Şahid îfadeya xwe ya li emniyetê red kir
14:23 Malbata Şenyaşar: Em bang li rayedaran dikin ku biwijdan bin
13:53 Li Xelfetiyê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê: Kurdan li Kurdistanê dîsa aj da
13:40 Rojbûna Ocalan li mala ku lê ji dayik bû hate pîrozkirin
13:39 'Em ê her xelatê bidin nûçeyên xwe’
13:32 16 binçavkiriyên li Îzmîrê hatin berdan
13:14 Îşkence lê kirin, hêstira wî kuştin û rapora derbkirinê jî nedanê
12:58 Li Colemêrgê zexta ‘operasyona derveyî sînor’ li cerdevanan tê kirin
12:35 MXDŞ: Civaka êzdî bi saya fikrên Ocalan rê li ber fermanan girt
12:20 Li Erziromê 3 endamên HDP’ê hatin binçavkirin
12:02 Li Colemêrgê yek jê zarokê 3 salî 6 kes hatin binçavkirin
11:48 Gelê kurd diherike Amarayê
11:27 TUÎK: Enflasyon ji sedî 61 e
ENAG: Enflasyon ji sedî 142 ye
11:26 Lîstikvana Amedsporê: Em ê serê xwe netewînin
11:15 Îstînafê rojnameya Sabahê mehkûm kir
11:04 Li Esenyurtê jinek hate qetilkirin
10:53 Kaya: Ji ber ku em pêşeng in em di hedefê de ne
10:45 Li gundê Amarayê şitil hatin danîn
10:33 Di Doza Kobanê de bêyî ku dozname bê xwendin beyanên gilîkeran tê girtin
10:12 Wezaret xwedî li DEDAŞ’ê derket û got: Di mirina Yûnûs ê 2 salî de xemsarî tune ye!
10:10 Qeyûm li Geverê erseyan derxist ber firotinê
09:22 Celalettîn Can: Ocalan vîneke siyasî ya dîrokî ye
09:03 Xûça girtiyê nexweş Yilmaz: Heke bimire jî bila li mala xwe bimire!
09:03 Malbatên li Stenbolê Nobeta Edaletê digirin: Em ê qedexeyan nas nekin
09:03 Amedî: Heke şer hebe halxweşî tuneye
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2022'YAN
03/04/2022
22:28 Li Qamişlo teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn
20:41 Sifreya fitarê ya Malbata Şenyaşar fireh bû
18:44 Li Qoserê hemşîrekî întihar kir
18:33 Otela tomarkirî ku Mûsa Anter midurtiya wê kiribû hat hilweşandin
17:51 Serokê Odeya Bijîşkan a Şirnexê Kûnî ji peywirê hat dûrxistin
17:40 Ji girtiyan peyama 4'ê Nîsanê
17:08 AYM’ê girtina Yuksekdag a ji Doza Kobanê weke binpêkirin qebûl nekir
16:24 Li Wanê Nobeta Edaletê: Daxwazên malbatan qebûl bikin
16:08 Artêşa Iraqê li Şengalê bi ser gundên ereban de girtin û gef lê xwarin
15:55 Girtiya jin tedawiya bikelemçe red kir û bijîşk gef lê xwar
15:31 Jinan ji bo rojbûna Ocalan şitil danîn
15:11 Bi hezaran kes tev li Kongreya Meletiyê bû: Çareserî, Rêya 3’yemîn e
14:16 Xelkê Îslahiyeyê ji bo protestokirina kanên madenê rê girt
13:30 Zilamekî hevjîn û kurê xwe qetil kir
12:54 Malbata Şenyaşar: Hiqûq, ezmûna xwe ya herî girîng li pêşiya edliyeyê dide
12:46 TJA: Em ê 4’ê Nîsanê bi coşa Newrozê pîroz bikin
12:31 JINNEWS hat astengkirin: Nûçeyên me wan aciz dike
11:51 Amara bi şilêran xemilî
11:32 Tirkiye û komên girêdayî wê êrişî Eyn Îsayê kir
11:22 Partî û rêxistinan bo azadiya Ocalan bang kir û gel jî piştgirî da
10:40 Ocalan: Azadiya min girêdayî azadiya gelê kurd e
10:00 TJA’yê ji bo Amarayê bang kir: Di 4’ê Nîsanê de qedera kurdan guherî
09:33 Ji ber wêneyên Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya doz li muzîkjen Bayrakoglû hat vekirin
09:17 Ji bo girtî derve nebînin paceyan bi qartonan digirin
09:15 ‘Armanceke Ocalan hebû û ji bo bigihê wê armancê hewl dida'
09:12 Qadeke nû ya tecrîdê: Girtîgehên Tîpa S
09:10 Hatûn Alataş: Metîn hat îşkencekirin lê paş de gav neavêt
09:08 Bêyî ku haya wî jê hebe ew kirine endamê AKP'ê
09:04 Qileban a mîna bihûştê bi bendavan talan dikin
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamus: Hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re ne rewa ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2022'YAN
02/04/2022
18:15 Nivîskarê ermenî Migirdîç Marosyan jiyana xwe ji dest da
16:45 Nobeda Edaletê ya Wanê berdewam dike
16:45 Di meha Adarê de li 13 rojnamevanan 32 sal ceza hat birîn
15:58 Jinan bi boneya 4’ê Nîsanê şitil çandin
15:39 Rewşa Menteş ê ji sedî 68 astengdar e xerab dibe
15:31 Xizmên Windakiriyan: Ji bo edaletê wê têkoşîn bidome
15:14 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî banga berdanê
15:01 Li Hezroyê 3 kes hatin binçavkirin
14:50 Yuksekdag: Em ê berxwedana xwe zêdetir bikin
14:38 PENa Kurd êrişa li dijî Ferhad Merdê şermezar kir
14:16 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsî
13:50 Malbata Turkoglu yê 26 sal berê hat windakirin: Em dest jê bernadin