Di Doza Kobanê de bêyî ku dozname bê xwendin beyanên gilîkeran tê girtin

img

ENQERE - Di Doza Kobanê de hin gilîkerên ku li bajarên cuda bi telîmatê îfadeyê wan hatiye girtin di pergala ÛYAP'ê de bêyî ku dozname bê vekirin beyanên wan hatine girtin. Parêzer Alî Bozan, derbarê mijarê de ev tişt got: "Dema ku em bêusûliyên dadgehê tînin ziman dibêjin, 'hûn ê îtîrazên xwe li dadgeha bilindtir bikin'. Qebûl dike ku bêusûliyê dike." 

Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên şermezarkirinê yên 6-8'ê cotmeha 2014'an ên li dijî êrişa DAIŞ'ê ya ser Kobanê Hevserokên Giştî yên berê û endamên Lijneya Birevebirina Navendî ya  HDP'ê ji di nav de li 10 siyasetmedaran hatibû vekirin, bi danişîna koma 11'emîn berdewam dike. Di danişînan de careke din parêzeran got ku divê gilîker bi awayekî bêusûl bi telîmatê neyên guhdarîkirin. Hat angaştkirin ku di hin beşên beyanên gilîkeran ku bi telîmatê hatine girtin û ketine dosyaya dozê de doznameya 3 hezar û 530 rûpel û zêdetirî hezar zêdekên wê hatine xwendin. Di hin kesan de jî bêyî ku dozname bê vekirin îfadeyên gilîkeran hatine girtin. Di beyanên 3 gilîkerên ku hê nû ketine dosya dozê de jî careke din derket holê ku hewl tê dayîn dosya bi lez û bez û bêhiqûqî bê qedandin. 
 
HEM DOZNAME HEM JÎ ZÊDEKÊN WAN HATINE XWENDIN
 
Doznameya ku hê ji aliyê 22'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê ve bi temamî nehatiye xwendin, di girteka îfadeya U.Y ku îfadeya wî li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Osmaniyeyê hatiye girtin de hatiye gotin ku dozname û zêdekên wê hatine xwendin. Di heman demê de gilîker, di îfadeya xwe de gotibû ku 22'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê lê geriyaye. 
 
BÊYÎ KU DOZNAMEYÊ BIZANIBE GILÎ KIRIYE'
 
Di girteka îfadeyê ya gilîker M.A. ku bi telîmatê îfadeya wî li 2'yemîn Dadgeha Ceza ya Esliyeyê ya Tetwanê hatiye girtin de jî nehatiye diyarkirin ku dozname hatiye xwendin an na. Dîsa li 22'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê dadgerê ku bi telîmatê îfade girtiye di girtekê de ev tişt gotiye: "Ji ber ku dozname di pergala ÛYAP'ê de venebûyte nehat xwendin." Di doznameya ku nehatiye xwendin de E.K. ku weke gilîker îfadeya wî hatiye girtin giliya siyasetmedarên tên darizandin kiriye. 
 
Ji parêzerê Doza Kobanê Alî Bozan, israra guhdarkirina dadgehê ya gilîker û şahidan û asta ku doz hatiyê nirxand. 
 
'TIŞTA DADGEH DIKE LI DIJÎ HIQÛQÊ YE'
 
Parêzer Bozan, diyar kir ku li gorî Qanûna Cezaya Mihakemeyan (CMK) gilîker û şahid piştî ku parastina kesên tên darizandin bi dawî bibe dikarin bên guhdarîkirin û wiha got: "Lê rexmî vê jî 22'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê ji dadgehên cuda yên bajar û navçeyan re telîmatan dinivisîne. Tişta ku dadgeh dike li dijî hiqûqê ye. Me her car vê anî ziman û xwest ku dev ji vê biryara xwe ya navberê berde. Lê ji ber zexta siyasî ya li ser xwe dadgehê bêusûliyê berdewam kir. Di dosyayê de zêdetirî 2 hezarî de gilîker/mexdûr hene. Ji bo girtina îfadeyê wan bi telîmatê dadgehên bajarên cuda îfadeyê wan digirin. Lê îfadeyê wan li dijî usûlê tê girtin. Li gorî usûlê dema ku îfadeyê kesekî bê girtin divê dozname jê re bê xwendin û an jî jê re bê kurtekirin. Lê em dibînin ku gelek dadgehan gotiye li ser ÛYAP'ê dozname venabe û rexmî vê jî îfadeyan girtine. Ev li girtekan jî hatine nivîsandin. Ne pêkan e ku dozname di rojekê de bê xwendin. Lê hin dadgehan gotiye ku dozname hatiye xwendin. Asta ku gihîştiyê dosya êdî ji dosyayê derketiye."
 
'BÊHIQÛQIYÊ QEBÛL DIKE'
 
Bozan, da zanîn ku daxwazên wan ên ji bo devjêberdana gilîkeran ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin û derbarê mijarê de ev tişt got: "Em daxwaz dikin ku gilîker li dadgeha ku darizandin lê tê kirin bên guhdarîkirin. Em dizanin ku gilîkerên ku li dadgehê tên amadekirin an jî bi SEGBÎS'ê tên guhdarîkirin û em pirsan ji wan dikin hema bibêje bi temamî dev ji giliya xwe ber didin. Heta welatiyekî berdana siyasetmedaran xwest. Rexmî ku me bi bêusûlî û bêhiqûqiyan bi girtek û delîlan daniye holê jî dadgeh girtina îfadeyên şahid û gilîkeran didomîne. Ev ji ber zexta desthilata siyasî ye. Bi awayekî zelal dibêjin, 'demildest vê dadgehê biqedînin û ceza bidin siyasetmedarên HDP'î'. Dema ku em bêusûliyên dadgehê tînin ziman dibêjin, 'hûn ê îtîrazên xwe li dadgeha bilindtir bikin'. Qebûl dike ku bêusûliyê dike." 
 
LÊPIRSÎNA ATADEDELER
 
Di berdewamê de Bozan, bal kişand ser angaştên derbarê serokê berê yê dadgehê Bahtiyar Çolak û daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP'ê Dewlet Bahçelî û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû û axaftina xwe wiha domand: "Bihiqûqî û gumanên ser dosyayê bi angaştên ku derbarê serokê berê yê dadgehê Bahtiyar Çolak de derketin holê bi delîl bûn. Berî ku derbarê Çolak de lêpirsîn bê destpêkirin me li Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) giliya wî kir. Îro Çolak ku me giliya wî kir di lêpirsîna 'Atadedeler' de hatiye binçavkirin, li mala wî lêgerîn hatiye kirin û derbarê wî de biryara hefsa malê hatiye dayîn. Bifikirin serokê dadgehekê ku bi mehan darizandinê kiriye û azadiya mirovan bi sînor kiriye mirovê duyemîn ê çeteyekê dertê. Dema ku doz hat qebûlkirin Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî rabû daxuyanî da û banga girtina HDP'ê kir. Çawa ku darizandinê dest pê kir Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû bi dîmenek 3 deqe û 45 saniye bi awayekî ku zextê li dadgehe bike parlamenterên me hedef nîşan da. Îro jî tê angaştkirin ku çeteya Çolak mirovê wê yê duyemîn e bi agahiya Bahçelî û Soylû hatiye avakirin."
 
'KIRARIYÊN ÇOLAK DI HIKMÊ TUNEBÛNÊ DE NE'
 
Bozan, destnîşan kir ku lêpirsîna derbarê Çolak de tê birêvebirin ne lêpirsîneke hêsane û wiha axivî: "Di vê pêvajoyê de divê ku Doza Kobanê bê rawestandin. Kirariyên ku serokê dadgehê yê niha ki ber karên çetetiyê di hefsa malê de ye kiriye di hikmê tunebûnê de ne û nederbasdar in. Piştî vê pêvajoyê diviya ku dadgehê li HSK'ê lêpirsîna Çolak lêkolîn bikira. Dîsa diviya ku lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqerê derbarê Çolak de daye destpêkirin jî  lêkolîn bikira. lê mixabin serokê dadgehê biryara navberê çênekir. Daraza cemaetê di bin navê KCK'ê de bi deh hezaran kurdî û muxalîfî girt û ceza li wan birî. Kesên ku van cezayan birîn endam û rêveberên rêxistineke ne qanûnî derketin. Lê bi biryarên ku van kesan dane bi hezaran kurd ji dozên KCK'ê girtî ne. Îro jî rêxistineke ne qanûnî ku Çolak mirovê wê yê duyemîn e mijara gotinê ye. Derbarê vê rêxistinên de angaştên micid hene. Tê angaştkirin ku li derveyî welat mesayan ava kiriye û komên wê yên Whatsappê hene. Lê kirariyên ku Çolak kirine derbasdar in. 22'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê jî li kirariyên bêusûl ên beriya niha xwedî derdikeve."
 
MA / Berîvan Altan
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

05/04/2022
12:53 Doza Kobanê: Hûn di şexsê me de gelê me didarizînin
12:40 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:26 7 salên piştî 5’ê Nîsanê: Şer, krîzên piralî û têkçûn
12:18 Şaredariya Wêranşarê ku 80 TL'yî simît kirî ji bo polisan wesayît kirê kir
11:54 Li Bodrumê 30 kes hatin binçavkirin
10:35 Doza SES’ê xwe dispêre beyanên ‘şahidên’ Doza Kobanê
10:30 Jin Jinnewsê çeteleya tundiyê: Di adarê de 26 jin hatin kuştin
10:20 Ji girtîgehê derket, du jin qetil kirin, zarokek birîndar kir
10:07 Gelek navdarên cîhanê ji bo Ocalan banga azadiyê kirin
09:04 'Heya tecrîd hebe dê rewşa Kurdistan û Tirkiyeyê xerabtir be'
09:03 'Kes nizane Remezan e, mirov her roj birçî ne'
09:03 Pirsa 'Hûn ji bo weazan xoce dixwazin an na?' ji girtiyan kirine
09:03 Masîvan ji ber bihabûnê kelekên xwe difiroşin
09:03 Kesî xwe neda ber îhaleya qeyûm
09:03 Kamaç: Berjewendiyên partiyê zirarê didin destkeftiyên kurdan
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2022'YAN
04/04/2022
17:24 ÎHD’ê bertek nîşanî îşkenceya eskeran a li Timoqê da
17:06 Serokê TBB'ê serdana HDP'ê kir
16:58 Li Mêrdînê 2 karker birîndar bûn
16:57 Li Ewropa û Rûsyayê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin
16:42 DÎSK’ê bo 1’ê Gulanê bang kir: Têkoşîna me dê pergalê biguherîne
16:28 Li gelek navendan pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê: Divê Ocalan azad bibe
16:09 Di Nobeta Edaletê de rojbûna Ocalan pîroz kirin
16:03 Ciwanên kurd li pêşiya CPT’yê bûn: Azadî ji Ocalan re
15:42 Leşkeran kîs xist serê wî û 4 rojan îşkence lê kirin!
15:35 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
15:20 Jinên ku xwe gihandin Xelfetiyê: Azadiya Ocalan azadiya me ye
15:18 HDP’ê şerh danî ber teklîfa qanûnê
14:43 Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê: Serokê dadgehê delîl tune kirin
14:28 Li gundê Kobanê ku Ocalan lê mabû 4’ê Nîsanê bi coş hate pîrozkirin
14:24 Dadgehê cezayê li rojnameger Dogan hatibû birîn betal kir
14:24 Doza Kobanê: Şahid îfadeya xwe ya li emniyetê red kir
14:23 Malbata Şenyaşar: Em bang li rayedaran dikin ku biwijdan bin
13:53 Li Xelfetiyê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê: Kurdan li Kurdistanê dîsa aj da
13:40 Rojbûna Ocalan li mala ku lê ji dayik bû hate pîrozkirin
13:39 'Em ê her xelatê bidin nûçeyên xwe’
13:32 16 binçavkiriyên li Îzmîrê hatin berdan
13:14 Îşkence lê kirin, hêstira wî kuştin û rapora derbkirinê jî nedanê
12:58 Li Colemêrgê zexta ‘operasyona derveyî sînor’ li cerdevanan tê kirin
12:35 MXDŞ: Civaka êzdî bi saya fikrên Ocalan rê li ber fermanan girt
12:20 Li Erziromê 3 endamên HDP’ê hatin binçavkirin
12:02 Li Colemêrgê yek jê zarokê 3 salî 6 kes hatin binçavkirin
11:48 Gelê kurd diherike Amarayê
11:27 TUÎK: Enflasyon ji sedî 61 e
ENAG: Enflasyon ji sedî 142 ye
11:26 Lîstikvana Amedsporê: Em ê serê xwe netewînin
11:15 Îstînafê rojnameya Sabahê mehkûm kir
11:04 Li Esenyurtê jinek hate qetilkirin
10:53 Kaya: Ji ber ku em pêşeng in em di hedefê de ne
10:45 Li gundê Amarayê şitil hatin danîn
10:33 Di Doza Kobanê de bêyî ku dozname bê xwendin beyanên gilîkeran tê girtin
10:12 Wezaret xwedî li DEDAŞ’ê derket û got: Di mirina Yûnûs ê 2 salî de xemsarî tune ye!
10:10 Qeyûm li Geverê erseyan derxist ber firotinê
09:22 Celalettîn Can: Ocalan vîneke siyasî ya dîrokî ye
09:03 Xûça girtiyê nexweş Yilmaz: Heke bimire jî bila li mala xwe bimire!
09:03 Malbatên li Stenbolê Nobeta Edaletê digirin: Em ê qedexeyan nas nekin
09:03 Amedî: Heke şer hebe halxweşî tuneye
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2022'YAN
03/04/2022
22:28 Li Qamişlo teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn
20:41 Sifreya fitarê ya Malbata Şenyaşar fireh bû
18:44 Li Qoserê hemşîrekî întihar kir
18:33 Otela tomarkirî ku Mûsa Anter midurtiya wê kiribû hat hilweşandin
17:51 Serokê Odeya Bijîşkan a Şirnexê Kûnî ji peywirê hat dûrxistin
17:40 Ji girtiyan peyama 4'ê Nîsanê
17:08 AYM’ê girtina Yuksekdag a ji Doza Kobanê weke binpêkirin qebûl nekir
16:24 Li Wanê Nobeta Edaletê: Daxwazên malbatan qebûl bikin
16:08 Artêşa Iraqê li Şengalê bi ser gundên ereban de girtin û gef lê xwarin
15:55 Girtiya jin tedawiya bikelemçe red kir û bijîşk gef lê xwar
15:31 Jinan ji bo rojbûna Ocalan şitil danîn
15:11 Bi hezaran kes tev li Kongreya Meletiyê bû: Çareserî, Rêya 3’yemîn e
14:16 Xelkê Îslahiyeyê ji bo protestokirina kanên madenê rê girt
13:30 Zilamekî hevjîn û kurê xwe qetil kir
12:54 Malbata Şenyaşar: Hiqûq, ezmûna xwe ya herî girîng li pêşiya edliyeyê dide
12:46 TJA: Em ê 4’ê Nîsanê bi coşa Newrozê pîroz bikin
12:31 JINNEWS hat astengkirin: Nûçeyên me wan aciz dike
11:51 Amara bi şilêran xemilî
11:32 Tirkiye û komên girêdayî wê êrişî Eyn Îsayê kir
11:22 Partî û rêxistinan bo azadiya Ocalan bang kir û gel jî piştgirî da
10:40 Ocalan: Azadiya min girêdayî azadiya gelê kurd e
10:00 TJA’yê ji bo Amarayê bang kir: Di 4’ê Nîsanê de qedera kurdan guherî
09:33 Ji ber wêneyên Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya doz li muzîkjen Bayrakoglû hat vekirin
09:17 Ji bo girtî derve nebînin paceyan bi qartonan digirin
09:15 ‘Armanceke Ocalan hebû û ji bo bigihê wê armancê hewl dida'
09:12 Qadeke nû ya tecrîdê: Girtîgehên Tîpa S
09:10 Hatûn Alataş: Metîn hat îşkencekirin lê paş de gav neavêt
09:08 Bêyî ku haya wî jê hebe ew kirine endamê AKP'ê
09:04 Qileban a mîna bihûştê bi bendavan talan dikin
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamus: Hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re ne rewa ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2022'YAN
02/04/2022
18:15 Nivîskarê ermenî Migirdîç Marosyan jiyana xwe ji dest da
16:45 Nobeda Edaletê ya Wanê berdewam dike
16:45 Di meha Adarê de li 13 rojnamevanan 32 sal ceza hat birîn
15:58 Jinan bi boneya 4’ê Nîsanê şitil çandin
15:39 Rewşa Menteş ê ji sedî 68 astengdar e xerab dibe
15:31 Xizmên Windakiriyan: Ji bo edaletê wê têkoşîn bidome
15:14 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî banga berdanê
15:01 Li Hezroyê 3 kes hatin binçavkirin
14:50 Yuksekdag: Em ê berxwedana xwe zêdetir bikin
14:38 PENa Kurd êrişa li dijî Ferhad Merdê şermezar kir
14:16 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsî
13:50 Malbata Turkoglu yê 26 sal berê hat windakirin: Em dest jê bernadin