Amedî: Heke şer hebe halxweşî tuneye

  • rojane
  • 09:03 4 Nîsan 2022
  • |
img

AMED - Amediyan, bertek nîşanî zemên ku li ser tên dan û destnîşan kirin ku sedema bingehîn a qrîzê polîtîkayên şer in û ji bo çareseriyê ev pêşniyar kirin: "Ji rêveberiyê pirtir divê pergal biguhere."

Mirov her roj bi agahiya zemên nû şiyar dibin. Ji sotemenî, gaza sirûştî û ceyranê bigire heta pêwistiyên bingehîn ên mîna şekir, goşt û arvan gelek biha bûne û zem hatine ser wan. Bi zemên ku gihîştine ji sedî 50 gotina "em êdî nikarin nan bikirin" bûye rastiye. Li navçeya dîrokî Sûra Amedê, welatiyên ku me mîqrefon dirêjî wan kir, destnîşan kirin ku sedema bingehîn a zeman û qrîza aborî polîtîkayên şer in.  
 
JI BO HIKÛMETÊ: DESTPÊKÊ LI WELAT BINÊRE
 
Welatî Mehmet Daşdan, diyar kir ku hewl dide bi mûçeyê teqawitiyê debara xwe bike û wiha got: "Êdî kes nikare fatoreyên xwe razîne. Tenê bi hevjîna xwe re dijîm lê em bi zorê debara xwe dikin. Dahata welat ne mirov, xebatkar û hilberîneran re ye. Li çeteya 5 endam re ye. Kesên ku heqdesta asgarî digirin tên eciqandin, biçûk tên dîtin û zem li ser kesên xizan tê hiştin. Xesara zeman ji siyasetmedar, mirovên paye bilind û çeteya 5 endam re tuneye."
 
Di berdewamê de Daşdan, da zanîn ku mirovên di hêla aborî de rewşên wan ne baş piştî zeman nikarin loqek nan bibine mala xwe û ev tişt anî ziman: "Kesên ji şatafatê hez dikin hikûmet in. Dema ku qeyûm ji vir derbas dibe 1*-20 wesayît parastvan pê re ne. Heke tu ji nav vî gelî derketibî û û muxatabî vî gelî bî çima bi 20 wesayîtên parastvanan digerî? Heke tu ji xwe nebawer bî û nikaribî bi hêsanî di nav vî gelî de bigerî çi karê te li wê paldankê heye? Jixwe ew paldank ji te re nehatiye dayîn, te ew dagir kiriye. Ev hemû têkildarî Pirsgirêka Kurd in. Heke şerê li welat bi dawî bibe wê her tişt asayî bibe. Rabûn danîna balefirekî bi trilyonan e. Divê hikûmet Rûsya û Ûkraynayê deyne aliyekî û destpêkê gel û welatê xwe di nav aştiyê de bide jiyandin."
 
'SEDAMA QRÎZÊ ŞER E'
 
Welatî Îlyas Gursoy jî bi lêv kir ku sedema pirsgirêkên heyî pergal e û ji bo çareserkirina pirsgirêkan "guhertina pergalê" şert e û wiha got: "Bi taybetî ji sedî 90 mirovên li herêmê bêkar in. Divê ev zihniyet demildest biguhere. Heta ku serhildana gel çênebe wê ev zilm wiha bidome. Divê gel biherike kolanan serî hilde. Em ne li dijî tu mirovên li vir in. Em tenê mirovahiyê dixwazin. Em çiqas aştiyê dixwazin ew ewqas hewl didin me tune bikin. Sedema tekane ya vê qrîza aborî şer e. Bi neaxaftina gel rewş aloztir dibe."
 
'BI KEVÇÎ DIDIN BI ÇOÇIKÊ DIGIRIN'
 
Huseyîn Olçek jî zeman weke "zilmê" bi nav kir û ev tişt got: "Vî gelî teşfîqê serlhildanê dikin. Mirovên ku nikarin goşt û loqek nan bibin mala xwe hene. Ew li qesrê ji xwe re kêf dikin millet jî di nav sergo de ji xwe re li loqek nan digere. Her sal dibêjin, 'em li pişta birayê xwe yên kurd in'. Lê piştî ku ji Rihayê derbas dibin gotina xwe ya "biratiyê" ji bîr dikin. Qrîza aborî û şerê ku tê meşandin girêdayî hev in."
 
Welatiyê bi navê Alî Karahan ku 4 zarokên wî hene jî derbarê qrîzê de wiha axivî: "Heqdesta asgarî derxistin 4 hezar û 250 TL'yî. Lê zemên ku hatin hezkirina gel di qirêkê de hiştin. Rojeke piştî zemkirina heqdesta asgarî ceyran, gaza sirûştî jî zem kirin. Niha dîsa gaza sirûştî ji sedî 35 zem kirin. Ji vê saetê şûn de tu zem neyê jî zema ku hatiye ser mazotê bes e. Hikûmet bi kevçî dide bi çoçikê digire. Bêkariya li Tirkiyeyê li tu derî tuneye. Pirsgirêka heî mezin a Tirkiyeyê Pirsgirêka Kurd û bêkarî ye. Divê hin tişt bên sererastkirin. Hatim vî temenî, min rewşeke wiha nedîtiye. Mirov nikarin dan û standinê bikin. Her roj zem tê ser tiştekî."
 
'HEKE ŞER HEBE HALXWEŞÎ TUNEYE'
 
Huseyîn Korkûtay, got ku li cihê şer lê hebe divê neyê fikirin ku li wir asta halxweşiyê bilind bibe û wiha axivî: "Sê artêşên ku şer wan bi xwe re tîne hene. Mirî, diz û kesên şînê digirin. Niha em serdena artêşa dizan dijîn. Piştî şer jî em dema mirî û kesê şîn digirin bijîn. Tansû Çîler got, Modela Baskê', Suleyman Demîrel got, 'Em realîteya kurd nas dikin', Mesût Yilmaz got, 'Rêya Yekitiya Ewropayê di Amedê re derbas dibe'. Ev (AKP) hatin gotin, 'Em Pirsgirêka Kurd nas dikin, pirsgirêka min e, ez ê çareser bikim'. Tişta jê re dibêjin 'çareserî' alozî û qrîz e. Armanceke tenê ya kapîtalîzmê heye ew jî bidestxistina rantê ye. Çiyayan bombe dikin. Tapoyê welat girtine. Kesên beriya vana jî ne baş bûn lê hinek be jî ditirsiyan. Vana diziyê meşrû kiriye. Êdî edalet, ewlehî û wekhevî tuneye."
 
'DIVÊ PERGAL BIGUHERE'
 
Di berdewama axaftina xwe de Korkûtay, muxalefetê jî bi "tirsandinê û fikirandina kêrhatina xwe" sûcdar kir û ev tişt got: "Digotin, 'Em ê deyn bidin Fona Pere ya Navneteweyî (IMF)'. Aboriya welat bilind, rantxur li derve hatin hiştin. Dema ku mirov pere bavêje hewzeke ava zelal wê bê dîtin. Lê heke mirov bavêje hewzeke şolî wê neyê dîtin. Vana hewaya şolî hez dikin. Li xwîna mirov dimjin. Qeyûm tayînî şaredariyan kirin. Mirovan bi KHK'an ji karê wan derxistin. Heke ji hezara yekê ku anîn serê HDP'ê û gelê kurd bihata serê AKP'ê niha wê tiştek li ser navê AKP'ê nemana. Rexmî vê jî gelê kurd li ser piyaye. Ji rêveberiyê wêdetir divê pergal bê guhertin. Pergala kapîtalîst wiha çerxa xwe digerîne. Her tiştî meşrû dikin, nebaşiyê jî meşrû dikin. Li ser navê başiyê tiştekî nabêjin. Mirovan bê kar dihêlin û hewceyî 3 qurişan dikin. Mirov ewqas neheqiyê heq nakin."
 
MA / Ceylan Şahînlî
 
 

Sernavên din

05/04/2022
12:53 Doza Kobanê: Hûn di şexsê me de gelê me didarizînin
12:40 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:26 7 salên piştî 5’ê Nîsanê: Şer, krîzên piralî û têkçûn
12:18 Şaredariya Wêranşarê ku 80 TL'yî simît kirî ji bo polisan wesayît kirê kir
11:54 Li Bodrumê 30 kes hatin binçavkirin
10:35 Doza SES’ê xwe dispêre beyanên ‘şahidên’ Doza Kobanê
10:30 Jin Jinnewsê çeteleya tundiyê: Di adarê de 26 jin hatin kuştin
10:20 Ji girtîgehê derket, du jin qetil kirin, zarokek birîndar kir
10:07 Gelek navdarên cîhanê ji bo Ocalan banga azadiyê kirin
09:04 'Heya tecrîd hebe dê rewşa Kurdistan û Tirkiyeyê xerabtir be'
09:03 'Kes nizane Remezan e, mirov her roj birçî ne'
09:03 Pirsa 'Hûn ji bo weazan xoce dixwazin an na?' ji girtiyan kirine
09:03 Masîvan ji ber bihabûnê kelekên xwe difiroşin
09:03 Kesî xwe neda ber îhaleya qeyûm
09:03 Kamaç: Berjewendiyên partiyê zirarê didin destkeftiyên kurdan
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2022'YAN
04/04/2022
17:24 ÎHD’ê bertek nîşanî îşkenceya eskeran a li Timoqê da
17:06 Serokê TBB'ê serdana HDP'ê kir
16:58 Li Mêrdînê 2 karker birîndar bûn
16:57 Li Ewropa û Rûsyayê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin
16:42 DÎSK’ê bo 1’ê Gulanê bang kir: Têkoşîna me dê pergalê biguherîne
16:28 Li gelek navendan pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê: Divê Ocalan azad bibe
16:09 Di Nobeta Edaletê de rojbûna Ocalan pîroz kirin
16:03 Ciwanên kurd li pêşiya CPT’yê bûn: Azadî ji Ocalan re
15:42 Leşkeran kîs xist serê wî û 4 rojan îşkence lê kirin!
15:35 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
15:20 Jinên ku xwe gihandin Xelfetiyê: Azadiya Ocalan azadiya me ye
15:18 HDP’ê şerh danî ber teklîfa qanûnê
14:43 Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê: Serokê dadgehê delîl tune kirin
14:28 Li gundê Kobanê ku Ocalan lê mabû 4’ê Nîsanê bi coş hate pîrozkirin
14:24 Dadgehê cezayê li rojnameger Dogan hatibû birîn betal kir
14:24 Doza Kobanê: Şahid îfadeya xwe ya li emniyetê red kir
14:23 Malbata Şenyaşar: Em bang li rayedaran dikin ku biwijdan bin
13:53 Li Xelfetiyê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê: Kurdan li Kurdistanê dîsa aj da
13:40 Rojbûna Ocalan li mala ku lê ji dayik bû hate pîrozkirin
13:39 'Em ê her xelatê bidin nûçeyên xwe’
13:32 16 binçavkiriyên li Îzmîrê hatin berdan
13:14 Îşkence lê kirin, hêstira wî kuştin û rapora derbkirinê jî nedanê
12:58 Li Colemêrgê zexta ‘operasyona derveyî sînor’ li cerdevanan tê kirin
12:35 MXDŞ: Civaka êzdî bi saya fikrên Ocalan rê li ber fermanan girt
12:20 Li Erziromê 3 endamên HDP’ê hatin binçavkirin
12:02 Li Colemêrgê yek jê zarokê 3 salî 6 kes hatin binçavkirin
11:48 Gelê kurd diherike Amarayê
11:27 TUÎK: Enflasyon ji sedî 61 e
ENAG: Enflasyon ji sedî 142 ye
11:26 Lîstikvana Amedsporê: Em ê serê xwe netewînin
11:15 Îstînafê rojnameya Sabahê mehkûm kir
11:04 Li Esenyurtê jinek hate qetilkirin
10:53 Kaya: Ji ber ku em pêşeng in em di hedefê de ne
10:45 Li gundê Amarayê şitil hatin danîn
10:33 Di Doza Kobanê de bêyî ku dozname bê xwendin beyanên gilîkeran tê girtin
10:12 Wezaret xwedî li DEDAŞ’ê derket û got: Di mirina Yûnûs ê 2 salî de xemsarî tune ye!
10:10 Qeyûm li Geverê erseyan derxist ber firotinê
09:22 Celalettîn Can: Ocalan vîneke siyasî ya dîrokî ye
09:03 Xûça girtiyê nexweş Yilmaz: Heke bimire jî bila li mala xwe bimire!
09:03 Malbatên li Stenbolê Nobeta Edaletê digirin: Em ê qedexeyan nas nekin
09:03 Amedî: Heke şer hebe halxweşî tuneye
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2022'YAN
03/04/2022
22:28 Li Qamişlo teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn
20:41 Sifreya fitarê ya Malbata Şenyaşar fireh bû
18:44 Li Qoserê hemşîrekî întihar kir
18:33 Otela tomarkirî ku Mûsa Anter midurtiya wê kiribû hat hilweşandin
17:51 Serokê Odeya Bijîşkan a Şirnexê Kûnî ji peywirê hat dûrxistin
17:40 Ji girtiyan peyama 4'ê Nîsanê
17:08 AYM’ê girtina Yuksekdag a ji Doza Kobanê weke binpêkirin qebûl nekir
16:24 Li Wanê Nobeta Edaletê: Daxwazên malbatan qebûl bikin
16:08 Artêşa Iraqê li Şengalê bi ser gundên ereban de girtin û gef lê xwarin
15:55 Girtiya jin tedawiya bikelemçe red kir û bijîşk gef lê xwar
15:31 Jinan ji bo rojbûna Ocalan şitil danîn
15:11 Bi hezaran kes tev li Kongreya Meletiyê bû: Çareserî, Rêya 3’yemîn e
14:16 Xelkê Îslahiyeyê ji bo protestokirina kanên madenê rê girt
13:30 Zilamekî hevjîn û kurê xwe qetil kir
12:54 Malbata Şenyaşar: Hiqûq, ezmûna xwe ya herî girîng li pêşiya edliyeyê dide
12:46 TJA: Em ê 4’ê Nîsanê bi coşa Newrozê pîroz bikin
12:31 JINNEWS hat astengkirin: Nûçeyên me wan aciz dike
11:51 Amara bi şilêran xemilî
11:32 Tirkiye û komên girêdayî wê êrişî Eyn Îsayê kir
11:22 Partî û rêxistinan bo azadiya Ocalan bang kir û gel jî piştgirî da
10:40 Ocalan: Azadiya min girêdayî azadiya gelê kurd e
10:00 TJA’yê ji bo Amarayê bang kir: Di 4’ê Nîsanê de qedera kurdan guherî
09:33 Ji ber wêneyên Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya doz li muzîkjen Bayrakoglû hat vekirin
09:17 Ji bo girtî derve nebînin paceyan bi qartonan digirin
09:15 ‘Armanceke Ocalan hebû û ji bo bigihê wê armancê hewl dida'
09:12 Qadeke nû ya tecrîdê: Girtîgehên Tîpa S
09:10 Hatûn Alataş: Metîn hat îşkencekirin lê paş de gav neavêt
09:08 Bêyî ku haya wî jê hebe ew kirine endamê AKP'ê
09:04 Qileban a mîna bihûştê bi bendavan talan dikin
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamus: Hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re ne rewa ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2022'YAN
02/04/2022
18:15 Nivîskarê ermenî Migirdîç Marosyan jiyana xwe ji dest da
16:45 Nobeda Edaletê ya Wanê berdewam dike
16:45 Di meha Adarê de li 13 rojnamevanan 32 sal ceza hat birîn
15:58 Jinan bi boneya 4’ê Nîsanê şitil çandin
15:39 Rewşa Menteş ê ji sedî 68 astengdar e xerab dibe
15:31 Xizmên Windakiriyan: Ji bo edaletê wê têkoşîn bidome
15:14 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî banga berdanê
15:01 Li Hezroyê 3 kes hatin binçavkirin
14:50 Yuksekdag: Em ê berxwedana xwe zêdetir bikin
14:38 PENa Kurd êrişa li dijî Ferhad Merdê şermezar kir
14:16 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsî
13:50 Malbata Turkoglu yê 26 sal berê hat windakirin: Em dest jê bernadin