Partî û rêxistinan bo azadiya Ocalan bang kir û gel jî piştgirî da

  • rojane
  • 11:22 3 Nîsan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - 9 partiyên di Xebata Tifaqa Kurdistanî de cih digirin ji bo berdana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bang kir. 
 
Tevî êrişên dijwar ên AKP-MHP’ê yên li dijî gelê kurd jî, Newroza îsal bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” û bi tevlibûna milyonan kesan hat pîrozkirin. Newroza 2022’yan ku bi xwe re geşedanên girîng anî, her wiha yekitiya di navbera partiyên kurd de jî xurtir kir. Starta Newrozê di 10’ê adarê de bi deklarasyona hevpar a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), PDK-Bakur, Partiya Azadî, Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) û Komeleya Şoreşger û Demokratîk a Kurd (DDKD) hate dayîn. 
 
ÊRIŞÊN TIRKIYEYÊ 
 
Di deklarasyona hevpar de têkildarî operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Herêma Kurdistanê û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha hat gotin: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku bi xeyalên neo-osmanî li dijî gelê kurd şerekê topyekûn daye destpêkirin, li dijî Rojava û başûrê Kurdistanê polîtîkaya îlhaqkirinê dimeşîne. Li pêş çavên hemû cîhanê çekên kîmyewî bi kar tînin û bi vê yekê re li dijî mirovahiyê sûc dikin. Ji bo ku destkeftiyên gelê me ku encama bedelên giran e tune bikin, ji Başûr heta Şengalê, ji Mexmûrê heta Rojava li dijî seranseriya erdnîgariya Kurdistanê bênavber êrişên hewayî pêk tînin.”
 
JI BO YEKITIYA NETEWEYÎ BANG
 
Partiyên kurd di berdewama deklarasyonê de destnîşan kiribûn ku desthilatdariya AKP-MHP’ê hêza xwe ji rewşa parçebûyî ya gelê kurd digire û wiha didomand: “Yek ji daxwazên sereke ya gelê me ew e ku partî û hêzên kurd li gorî hesasiyetên neteweyî tevbigerin û dev ji helwest û polîtîkayên li dijî berjewendiyên gel berdin. Banga me ji bo hemû partî û tevgerên me ew e ku li hemberî êrişên mêtingerî û faşîst bi dirûşma ‘Roj roja yekitiya neteweyî ye’ tevbigerin û bi vê yekê re hem yekitiya neteweyî ava bikin û hem jî destkeftiyên me biparêzin.” 
 
AZADÎ JI OCALAN RE
 
Bi domdarî partiyên kurd bal dikişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ev tişt parve kiribûn: “Birêz Ocalan tevî hewldanên aştî û çareseriyê jî ev 23 sal in li Girtîgeha Îmraliyê bi rengekî derhiqûqî di bin pergala tecrîd û îşkenceyê de tê ragirtin. Ev yek, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Li zindanên ku bi polîtîkayên tecrîdê re veguherîne warên mirinê, di serî de girtiyên nexweş bi giştî hemû girtiyên siyasî terkî mirinê hatine kirin. Girtiyên siyasî yên ku dema girtina wan xelas bûye bi awayekî keyfî nayên berdan, ji bo girtiyên nexweş raporên ku dikarin di girtîgehê di bimînin tên dayîn û Saziya Tipa Edlî (ATK) jî biryarên siyasî yên derhiqûqî dide. Banga me ji bo hikûmetê ew e ku di serî de birêz Ocalan, di zûtirin dem de hemû girtiyên nexweş û siyasî berde.” 
 
GIRÎNGIYA ZIMANÊ DAYIKÊ
 
Yek ji xalên din ên deklarasyonê jî zimanê dayikê bû. Ji bo ziman jî di deklarasyonê de ev tişt hatibûn parvekirin: “Bi destê rejîma xespê ya qeyûman re di serî de vîna gelê kurd, li dijî ziman, nasname û çanda kurdan polîtîkayên qirkirinê tên meşandin. Zimanê kurdî ku yek ji qedîmtirîn zimanên Rojhilata Navîn e, ev nêzî sed sal in hatiye qedexekirin. Nûnerê vê zîhniyeta înkar û qedexeker a herî dawî jî desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Rêveberiya AKP-MHP’ê li rexekî di qenala fermî ya dewletê de li dijî kurdan bi kurdî propagandayê dike û li rexa din jî dersa bijarte weke lûtfekê pêşkeşî hilbijêran dike. Yek ji mezintirîn daxwaza gelê kurd, daxwaza zimanê dayikê ye û di tu şert û mercan de em ê dev ji vê daxwazê bernedin. Em dixwazin ku ji dibistana seretayî heta zanîngehê, di her astên perwerdeyê de zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Ji bo vê jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
9 PARTÎ Û RÊXISTINAN BANG KIR
 
Nûnerên KCD, TJA, DBP, HDP, KKP, Partiya Azadî, PÎA, PDK/Bakur û Platforma Jinan a Kurdistanê ku di Newroza Amedê de derketibûn ser dikê, gel silav kirin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz li ser navê Xebata Tifaqa Kurdistanî bangî gel kir û ji bo 3 xalên di deklarasyonê de erêkirina gel xwest. 
 
3 mijarên ku Aydenîz dixwest gel erê bike ev bûn:
 
* Ji bo ku di her astên perwerdeyê de zimanê kurdî bibe zimanê perwerde-hînkirinê em ê têbikoşin. 
 
* Ji bo azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Tirkiyeyê em ê têkoşîneke hevpar bidin. 
 
* Ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî em ê bi hev re têbikoşîn. 
 
Bi xwendina her sê xalan re zêdetirî milyonek kesan demekî dirêj çepik lê dan, tililî avêtin û bi vî rengî ev xal erê kiribûn. 
 

Sernavên din

05/04/2022
12:53 Doza Kobanê: Hûn di şexsê me de gelê me didarizînin
12:40 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:26 7 salên piştî 5’ê Nîsanê: Şer, krîzên piralî û têkçûn
12:18 Şaredariya Wêranşarê ku 80 TL'yî simît kirî ji bo polisan wesayît kirê kir
11:54 Li Bodrumê 30 kes hatin binçavkirin
10:35 Doza SES’ê xwe dispêre beyanên ‘şahidên’ Doza Kobanê
10:30 Jin Jinnewsê çeteleya tundiyê: Di adarê de 26 jin hatin kuştin
10:20 Ji girtîgehê derket, du jin qetil kirin, zarokek birîndar kir
10:07 Gelek navdarên cîhanê ji bo Ocalan banga azadiyê kirin
09:04 'Heya tecrîd hebe dê rewşa Kurdistan û Tirkiyeyê xerabtir be'
09:03 'Kes nizane Remezan e, mirov her roj birçî ne'
09:03 Pirsa 'Hûn ji bo weazan xoce dixwazin an na?' ji girtiyan kirine
09:03 Masîvan ji ber bihabûnê kelekên xwe difiroşin
09:03 Kesî xwe neda ber îhaleya qeyûm
09:03 Kamaç: Berjewendiyên partiyê zirarê didin destkeftiyên kurdan
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2022'YAN
04/04/2022
17:24 ÎHD’ê bertek nîşanî îşkenceya eskeran a li Timoqê da
17:06 Serokê TBB'ê serdana HDP'ê kir
16:58 Li Mêrdînê 2 karker birîndar bûn
16:57 Li Ewropa û Rûsyayê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin
16:42 DÎSK’ê bo 1’ê Gulanê bang kir: Têkoşîna me dê pergalê biguherîne
16:28 Li gelek navendan pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê: Divê Ocalan azad bibe
16:09 Di Nobeta Edaletê de rojbûna Ocalan pîroz kirin
16:03 Ciwanên kurd li pêşiya CPT’yê bûn: Azadî ji Ocalan re
15:42 Leşkeran kîs xist serê wî û 4 rojan îşkence lê kirin!
15:35 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
15:20 Jinên ku xwe gihandin Xelfetiyê: Azadiya Ocalan azadiya me ye
15:18 HDP’ê şerh danî ber teklîfa qanûnê
14:43 Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê: Serokê dadgehê delîl tune kirin
14:28 Li gundê Kobanê ku Ocalan lê mabû 4’ê Nîsanê bi coş hate pîrozkirin
14:24 Dadgehê cezayê li rojnameger Dogan hatibû birîn betal kir
14:24 Doza Kobanê: Şahid îfadeya xwe ya li emniyetê red kir
14:23 Malbata Şenyaşar: Em bang li rayedaran dikin ku biwijdan bin
13:53 Li Xelfetiyê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê: Kurdan li Kurdistanê dîsa aj da
13:40 Rojbûna Ocalan li mala ku lê ji dayik bû hate pîrozkirin
13:39 'Em ê her xelatê bidin nûçeyên xwe’
13:32 16 binçavkiriyên li Îzmîrê hatin berdan
13:14 Îşkence lê kirin, hêstira wî kuştin û rapora derbkirinê jî nedanê
12:58 Li Colemêrgê zexta ‘operasyona derveyî sînor’ li cerdevanan tê kirin
12:35 MXDŞ: Civaka êzdî bi saya fikrên Ocalan rê li ber fermanan girt
12:20 Li Erziromê 3 endamên HDP’ê hatin binçavkirin
12:02 Li Colemêrgê yek jê zarokê 3 salî 6 kes hatin binçavkirin
11:48 Gelê kurd diherike Amarayê
11:27 TUÎK: Enflasyon ji sedî 61 e
ENAG: Enflasyon ji sedî 142 ye
11:26 Lîstikvana Amedsporê: Em ê serê xwe netewînin
11:15 Îstînafê rojnameya Sabahê mehkûm kir
11:04 Li Esenyurtê jinek hate qetilkirin
10:53 Kaya: Ji ber ku em pêşeng in em di hedefê de ne
10:45 Li gundê Amarayê şitil hatin danîn
10:33 Di Doza Kobanê de bêyî ku dozname bê xwendin beyanên gilîkeran tê girtin
10:12 Wezaret xwedî li DEDAŞ’ê derket û got: Di mirina Yûnûs ê 2 salî de xemsarî tune ye!
10:10 Qeyûm li Geverê erseyan derxist ber firotinê
09:22 Celalettîn Can: Ocalan vîneke siyasî ya dîrokî ye
09:03 Xûça girtiyê nexweş Yilmaz: Heke bimire jî bila li mala xwe bimire!
09:03 Malbatên li Stenbolê Nobeta Edaletê digirin: Em ê qedexeyan nas nekin
09:03 Amedî: Heke şer hebe halxweşî tuneye
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2022'YAN
03/04/2022
22:28 Li Qamişlo teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn
20:41 Sifreya fitarê ya Malbata Şenyaşar fireh bû
18:44 Li Qoserê hemşîrekî întihar kir
18:33 Otela tomarkirî ku Mûsa Anter midurtiya wê kiribû hat hilweşandin
17:51 Serokê Odeya Bijîşkan a Şirnexê Kûnî ji peywirê hat dûrxistin
17:40 Ji girtiyan peyama 4'ê Nîsanê
17:08 AYM’ê girtina Yuksekdag a ji Doza Kobanê weke binpêkirin qebûl nekir
16:24 Li Wanê Nobeta Edaletê: Daxwazên malbatan qebûl bikin
16:08 Artêşa Iraqê li Şengalê bi ser gundên ereban de girtin û gef lê xwarin
15:55 Girtiya jin tedawiya bikelemçe red kir û bijîşk gef lê xwar
15:31 Jinan ji bo rojbûna Ocalan şitil danîn
15:11 Bi hezaran kes tev li Kongreya Meletiyê bû: Çareserî, Rêya 3’yemîn e
14:16 Xelkê Îslahiyeyê ji bo protestokirina kanên madenê rê girt
13:30 Zilamekî hevjîn û kurê xwe qetil kir
12:54 Malbata Şenyaşar: Hiqûq, ezmûna xwe ya herî girîng li pêşiya edliyeyê dide
12:46 TJA: Em ê 4’ê Nîsanê bi coşa Newrozê pîroz bikin
12:31 JINNEWS hat astengkirin: Nûçeyên me wan aciz dike
11:51 Amara bi şilêran xemilî
11:32 Tirkiye û komên girêdayî wê êrişî Eyn Îsayê kir
11:22 Partî û rêxistinan bo azadiya Ocalan bang kir û gel jî piştgirî da
10:40 Ocalan: Azadiya min girêdayî azadiya gelê kurd e
10:00 TJA’yê ji bo Amarayê bang kir: Di 4’ê Nîsanê de qedera kurdan guherî
09:33 Ji ber wêneyên Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya doz li muzîkjen Bayrakoglû hat vekirin
09:17 Ji bo girtî derve nebînin paceyan bi qartonan digirin
09:15 ‘Armanceke Ocalan hebû û ji bo bigihê wê armancê hewl dida'
09:12 Qadeke nû ya tecrîdê: Girtîgehên Tîpa S
09:10 Hatûn Alataş: Metîn hat îşkencekirin lê paş de gav neavêt
09:08 Bêyî ku haya wî jê hebe ew kirine endamê AKP'ê
09:04 Qileban a mîna bihûştê bi bendavan talan dikin
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamus: Hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re ne rewa ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2022'YAN
02/04/2022
18:15 Nivîskarê ermenî Migirdîç Marosyan jiyana xwe ji dest da
16:45 Nobeda Edaletê ya Wanê berdewam dike
16:45 Di meha Adarê de li 13 rojnamevanan 32 sal ceza hat birîn
15:58 Jinan bi boneya 4’ê Nîsanê şitil çandin
15:39 Rewşa Menteş ê ji sedî 68 astengdar e xerab dibe
15:31 Xizmên Windakiriyan: Ji bo edaletê wê têkoşîn bidome
15:14 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî banga berdanê
15:01 Li Hezroyê 3 kes hatin binçavkirin
14:50 Yuksekdag: Em ê berxwedana xwe zêdetir bikin
14:38 PENa Kurd êrişa li dijî Ferhad Merdê şermezar kir
14:16 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsî
13:50 Malbata Turkoglu yê 26 sal berê hat windakirin: Em dest jê bernadin