‘Armanceke Ocalan hebû û ji bo bigihê wê armancê hewl dida'

  • rojane
  • 09:15 3 Nîsan 2022
  • |
img

RIHA - Mehmet Ocalan, bi boneya 73'yemîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, behsa hin bîranên xwe yên bi birayê xwe re kirine û got: "Armancek wî hebû û ji bo xwe bigihê wê armancê hewl dida." A rast li xwe digeriya." 

Mehmet Ocalan, birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi boneya 73'yemîn rojbûna Ocalan behsa bîranên xw eyên bi birayê xwe re kirin. 
 
Mehmet Ocalan bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir "Axirê birayê min e, axirê ez bi wî re mezin bûm." Bira Ocalan destnîşan kir ku birayê wî bandorek mezin li wî kiriye ûhê di zarokatiyê de hin tişt di birayên xwe de ferq kirine û got: "Armancek wî hebû. Ji bo bigihê wê armancê hewl dida. Ez salekê jê biçûktir im. Xwezî em hîn bêtir li cem hev du bimana. Lê ji ber ku ew tim li derve bû, li dibistanê bû, em pir li cem hev neman. Gava dihat malê em bi hev re diçûn nav erd, em dixebitîn. Gava kar tunebûna tim pirtûk dixwend. Navbera wî û her kesî pri xweş bû. Hevalên wî hemû jê hez dikirin. Dinya çi qas sar bûna jî diçû li derveyî gund digeriya û me jî bi xwe re dibir. Pir ji kewan hez dikir. Wan zevt dikir û dianî malê. Wê çaxê em pir ji maran ditirsin, lê ew qet neditirsiya." 
 
Ocalan, diyar kir ku birayê wî hê di zarokatiyê de biryarên xwe bi xwe digirt û got: "Ji zarokatiya xw eve gava tiştek bikira bi malbatê nedişêwirî. Xw ebixwe biryarên xwe digirtin. Dê û bavên min bi taybetî ji bo wî digotin 'arê sor e' nasekine.' Dêya min xwişkên me Gulsume, Aynî, Hawa û Fatmayê didan dû me ji bo zanibe ka em li ku ne." 
 
Ocalan got: "Di nava lêgerînekê de bû tim. Hê em biçûk bûn, lê min ev tişt ferq kir. A rast li xwe digeriya. Armancên wî hebûn. Hê di dibistana seretayî de ders didan hevalê xwe, bi wan re sohbet dikir." Mehmet Ocalan, bilêv kir ku gava birayê wî li Zanîngeha Enqereyê dixwend, rojekê hatiye malê û derbarê "lêgerîna wî de" hin pirs jê kirine û got: "Min jê re got, gundî dibêjin 'ew diçe dixwîne, lê armanca wî tiştekî din e.' Ji min re got, 'Ger ez bixwazim bi vê dibistanê ez dikarim bibim dîplomat. Ez bixwazim ez geh li vir geh li Ewropayê bim. Ez ê karibim bi awayekî herî luks bijîm. Lêgerînek min heye.' Lê demê ji me re behsa vê lêgerîna xw enekir, lê kêm zêde me ji liv û tevgerên wî fêm dikir bê ka dixwaze çi bike." 
 
BINÇAVKIRINA EWIL
 
Mehmet Ocalan, diyar kir ku Rêberê PKK'ê û hevrêyên xwe cara ewil di 21'ê Adara 1973'yan de li BEndava Çûbûkê ya Enqereyê agirê Newrozê vêxistine û agirê ku di Newroza 2022'yan de hat vêxistin jî heman agir e. Ocalan, da zanîn ku ew jî di sala 1973'yan de li Enqereyê esker bûye û behsa binçavkirin û girtina ewil a birayê xwe kir: "Rojekê Serok hat cem min. Ji min re got, 'wer xuya ye ez ê bêm girtin.' Ew û hevalên xwe qetilkirina Mahîr Çayan û hevalên wî boykot kirine. Got, ji ber vê li wî digerin. Hefteyek bi şûn de pê hesiyam ku hatiye girtin. Wî xisitibûn Girtîgeha Mamakê ya Jimare 2'yan. Ev, binçavkirin û girtina wî ya ewil bû. Name ji min re şand û got, dikare were serdanê. Pişt vê min jî amadekariyên xw ekirin û ez çûm girtîgeghê. Ez çûm qawîşa girtiyên siyasî. Her kes çû cem xizmên xwe, lê ez demeke dirêj mam sekinî. Gazî min nekirin. Piştî demekê du esker hatin cem min û ez binçav kirim. Gotin, 'Tu esker î, tu çawa tê serdana girtiyekî siyasî, qedexe ye.' Ez birim dadgeha eskerî û 10 roj cezayê dîsîplînê li min hat birîn. Birayê min bû, lê min nikaribû biçim cem wî. Paşê cardin name şand û got çima tu nehatiyî. Min jî got, qedexe ye. Di nameya xwe de gotibû, 'Dewlet li gor qanûnên xw ehereket nake, mafê te yê ku tu serdana min bikî heye.' PIştî şeş mehan hat berdan." 
 
CARA DAWΠ
 
Mehmet Ocalan, destnîşan kir ku birayê wî herî dawî piştî mirina bavê wî (17'ê Mijdara 1975'an) bı du mehan hatiye Amarayê. Bira Ocalan, bilêv kir ku Ocalan tevî du hevalên xwe hatiye Amarayê û 2-3 rojan maye û wê çaxê li gundê Erehê bi xwendekaran re civiyaye û civîna wan 3 saetan dewam kiriye. Mehmet Ocalan, diyar kir ku piştî vê civînê derbarê birayê wî de biryara zevtkirinê hatiye dayîn û got: "Dewletê êdî fam kiribû ku ew siyasetê dike û ji ber vê biryara zevtkirinê dabû. Salek bi şûn de min ew li Dîlokê dît. Dozeke erseyan hebû, ji ber wê çûm Dîlokê cem wî. ME hev dît. Li derve gava em digeriyan, em leqayî polîsan hatin. Wê kêliyê çû wî aliyê rê û winda bû. Piştî wê heya 22 salan min ew nedît." 
 
PIŞTÎ 22 SALAN
 
Mehmet Ocalan, bilêv kir ku piştî wê hevdîtina dawî di radyoyayn de agahî ji birayê xwe girtine û pê hesiyane ku PKK hatiye avakirin. Ocalan, têkildarî komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Ocalan jî ev tişt gotin: "Di sala 1999'an de ez li Edeneyê dimam. Hatibûm sirgûnkirin. Ez di radyoya BBC'yê de pê hesiyam ku hatiye girtin. Pêvajoyek pir zehmet bû. Piştî 22 salan me li Îmraliyê hev dît. Piştî girtinê bi 2 mehan em bi parêzeran re çûn cem wî. Gava çav bi min ket, got 'tu neguheriyî.' PIştî wê me çend carênd in jî hev dît. Herî dawî ez çûm cem wî." 
 
Mehmet Ocalan, diyar kir ku ji 25'ê Adara 2021'ê heya niha tu xeberê ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nagirin û got: "Helwesta ji bo birêz Ocalan helwesta ji bo gelê kurd e. Heya meseleya kurdî çareser nebe ne demokrasî tê Tirkiyeyê ne jî pirsgirêk çareser dibin. Kesên dibêjin em mirov in divê li be rbêhiqûqîtiya li Îmraliyê rabin. Rêxistinên hiqûqê hemû divê li ber vê rabin. Em vê yekê qebûl nakin. Kurd divê di çaçroveyeke demokratîk de li qadan li dijî vê tecrîdê rabin. Ew xwedîderketina di NEwrozê de divê hîn xurtir bibe." 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

05/04/2022
12:53 Doza Kobanê: Hûn di şexsê me de gelê me didarizînin
12:40 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:26 7 salên piştî 5’ê Nîsanê: Şer, krîzên piralî û têkçûn
12:18 Şaredariya Wêranşarê ku 80 TL'yî simît kirî ji bo polisan wesayît kirê kir
11:54 Li Bodrumê 30 kes hatin binçavkirin
10:35 Doza SES’ê xwe dispêre beyanên ‘şahidên’ Doza Kobanê
10:30 Jin Jinnewsê çeteleya tundiyê: Di adarê de 26 jin hatin kuştin
10:20 Ji girtîgehê derket, du jin qetil kirin, zarokek birîndar kir
10:07 Gelek navdarên cîhanê ji bo Ocalan banga azadiyê kirin
09:04 'Heya tecrîd hebe dê rewşa Kurdistan û Tirkiyeyê xerabtir be'
09:03 'Kes nizane Remezan e, mirov her roj birçî ne'
09:03 Pirsa 'Hûn ji bo weazan xoce dixwazin an na?' ji girtiyan kirine
09:03 Masîvan ji ber bihabûnê kelekên xwe difiroşin
09:03 Kesî xwe neda ber îhaleya qeyûm
09:03 Kamaç: Berjewendiyên partiyê zirarê didin destkeftiyên kurdan
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2022'YAN
04/04/2022
17:24 ÎHD’ê bertek nîşanî îşkenceya eskeran a li Timoqê da
17:06 Serokê TBB'ê serdana HDP'ê kir
16:58 Li Mêrdînê 2 karker birîndar bûn
16:57 Li Ewropa û Rûsyayê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin
16:42 DÎSK’ê bo 1’ê Gulanê bang kir: Têkoşîna me dê pergalê biguherîne
16:28 Li gelek navendan pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê: Divê Ocalan azad bibe
16:09 Di Nobeta Edaletê de rojbûna Ocalan pîroz kirin
16:03 Ciwanên kurd li pêşiya CPT’yê bûn: Azadî ji Ocalan re
15:42 Leşkeran kîs xist serê wî û 4 rojan îşkence lê kirin!
15:35 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
15:20 Jinên ku xwe gihandin Xelfetiyê: Azadiya Ocalan azadiya me ye
15:18 HDP’ê şerh danî ber teklîfa qanûnê
14:43 Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê: Serokê dadgehê delîl tune kirin
14:28 Li gundê Kobanê ku Ocalan lê mabû 4’ê Nîsanê bi coş hate pîrozkirin
14:24 Dadgehê cezayê li rojnameger Dogan hatibû birîn betal kir
14:24 Doza Kobanê: Şahid îfadeya xwe ya li emniyetê red kir
14:23 Malbata Şenyaşar: Em bang li rayedaran dikin ku biwijdan bin
13:53 Li Xelfetiyê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê: Kurdan li Kurdistanê dîsa aj da
13:40 Rojbûna Ocalan li mala ku lê ji dayik bû hate pîrozkirin
13:39 'Em ê her xelatê bidin nûçeyên xwe’
13:32 16 binçavkiriyên li Îzmîrê hatin berdan
13:14 Îşkence lê kirin, hêstira wî kuştin û rapora derbkirinê jî nedanê
12:58 Li Colemêrgê zexta ‘operasyona derveyî sînor’ li cerdevanan tê kirin
12:35 MXDŞ: Civaka êzdî bi saya fikrên Ocalan rê li ber fermanan girt
12:20 Li Erziromê 3 endamên HDP’ê hatin binçavkirin
12:02 Li Colemêrgê yek jê zarokê 3 salî 6 kes hatin binçavkirin
11:48 Gelê kurd diherike Amarayê
11:27 TUÎK: Enflasyon ji sedî 61 e
ENAG: Enflasyon ji sedî 142 ye
11:26 Lîstikvana Amedsporê: Em ê serê xwe netewînin
11:15 Îstînafê rojnameya Sabahê mehkûm kir
11:04 Li Esenyurtê jinek hate qetilkirin
10:53 Kaya: Ji ber ku em pêşeng in em di hedefê de ne
10:45 Li gundê Amarayê şitil hatin danîn
10:33 Di Doza Kobanê de bêyî ku dozname bê xwendin beyanên gilîkeran tê girtin
10:12 Wezaret xwedî li DEDAŞ’ê derket û got: Di mirina Yûnûs ê 2 salî de xemsarî tune ye!
10:10 Qeyûm li Geverê erseyan derxist ber firotinê
09:22 Celalettîn Can: Ocalan vîneke siyasî ya dîrokî ye
09:03 Xûça girtiyê nexweş Yilmaz: Heke bimire jî bila li mala xwe bimire!
09:03 Malbatên li Stenbolê Nobeta Edaletê digirin: Em ê qedexeyan nas nekin
09:03 Amedî: Heke şer hebe halxweşî tuneye
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2022'YAN
03/04/2022
22:28 Li Qamişlo teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn
20:41 Sifreya fitarê ya Malbata Şenyaşar fireh bû
18:44 Li Qoserê hemşîrekî întihar kir
18:33 Otela tomarkirî ku Mûsa Anter midurtiya wê kiribû hat hilweşandin
17:51 Serokê Odeya Bijîşkan a Şirnexê Kûnî ji peywirê hat dûrxistin
17:40 Ji girtiyan peyama 4'ê Nîsanê
17:08 AYM’ê girtina Yuksekdag a ji Doza Kobanê weke binpêkirin qebûl nekir
16:24 Li Wanê Nobeta Edaletê: Daxwazên malbatan qebûl bikin
16:08 Artêşa Iraqê li Şengalê bi ser gundên ereban de girtin û gef lê xwarin
15:55 Girtiya jin tedawiya bikelemçe red kir û bijîşk gef lê xwar
15:31 Jinan ji bo rojbûna Ocalan şitil danîn
15:11 Bi hezaran kes tev li Kongreya Meletiyê bû: Çareserî, Rêya 3’yemîn e
14:16 Xelkê Îslahiyeyê ji bo protestokirina kanên madenê rê girt
13:30 Zilamekî hevjîn û kurê xwe qetil kir
12:54 Malbata Şenyaşar: Hiqûq, ezmûna xwe ya herî girîng li pêşiya edliyeyê dide
12:46 TJA: Em ê 4’ê Nîsanê bi coşa Newrozê pîroz bikin
12:31 JINNEWS hat astengkirin: Nûçeyên me wan aciz dike
11:51 Amara bi şilêran xemilî
11:32 Tirkiye û komên girêdayî wê êrişî Eyn Îsayê kir
11:22 Partî û rêxistinan bo azadiya Ocalan bang kir û gel jî piştgirî da
10:40 Ocalan: Azadiya min girêdayî azadiya gelê kurd e
10:00 TJA’yê ji bo Amarayê bang kir: Di 4’ê Nîsanê de qedera kurdan guherî
09:33 Ji ber wêneyên Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya doz li muzîkjen Bayrakoglû hat vekirin
09:17 Ji bo girtî derve nebînin paceyan bi qartonan digirin
09:15 ‘Armanceke Ocalan hebû û ji bo bigihê wê armancê hewl dida'
09:12 Qadeke nû ya tecrîdê: Girtîgehên Tîpa S
09:10 Hatûn Alataş: Metîn hat îşkencekirin lê paş de gav neavêt
09:08 Bêyî ku haya wî jê hebe ew kirine endamê AKP'ê
09:04 Qileban a mîna bihûştê bi bendavan talan dikin
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamus: Hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re ne rewa ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2022'YAN
02/04/2022
18:15 Nivîskarê ermenî Migirdîç Marosyan jiyana xwe ji dest da
16:45 Nobeda Edaletê ya Wanê berdewam dike
16:45 Di meha Adarê de li 13 rojnamevanan 32 sal ceza hat birîn
15:58 Jinan bi boneya 4’ê Nîsanê şitil çandin
15:39 Rewşa Menteş ê ji sedî 68 astengdar e xerab dibe
15:31 Xizmên Windakiriyan: Ji bo edaletê wê têkoşîn bidome
15:14 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî banga berdanê
15:01 Li Hezroyê 3 kes hatin binçavkirin
14:50 Yuksekdag: Em ê berxwedana xwe zêdetir bikin
14:38 PENa Kurd êrişa li dijî Ferhad Merdê şermezar kir
14:16 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsî
13:50 Malbata Turkoglu yê 26 sal berê hat windakirin: Em dest jê bernadin