EFRÎN – Partiyên siyasî yên ji herêma Cizîrê û Bakurê Sûriyê ku serdana Efrînê dikin, li ber navenda Meclîsa Rêveber a Efrînê daxuyaniyeke hevbeş dan û bang li Konseya Ewlekarî ya Navneteweyî kirin û xwestin erka xwe ya li hemberî Efrînê pêk bînin.
15 partiyên siyasî yên herêma Cizîrê û Bakurê Sûriyê ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê ya Efrînê, hatin li Efrînê daxuyaniyeke hevbeş dan û piştgiriya xwe anîn ziman. Berdevkê PYD`ê Ciwan Mustefa daxuyanî da û xwest Neteweyên Yekbûyî (NY) erka xwe pêk bîne.
Berdevkê PYD'ê Ciwan Mustefa li ser navê 15 partiyan daxuyanî xwend û wiha got: "Berxwedana Serdemê ya Efrînê ku kete roja xwe 42`an, her roj israra berxwedanê li dijî artêşa Tirk a dagirker a Osmanî û çeteyên wê zêde dibe. Armanca vê êrîşê ew e ku planên parçekirinê, şofînistî, qutkirina herêman û tevlîbûna wê ya dewleteke din û guhartina demograhiya herêmê û paşê tevlîkirina wê nava Tirkiyê, pêk bînin. Ev şerê dewleta Tirk ji roja destpêkê ya aloziya Sûriyê li dijî projeya demokratîk a ku xebat û hevkariya hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê bi pêş dikeve, hate destpêkirin."
Mustefa, anî ziman ku gelê Bakurê Sûriyê ji ber destekdayîna dewleta Tirkiye ji hêzên Cebhet El-Nusra, DAIŞ û hwd, gelek êş dît û wiha axivî: "Hemû planên dewleta Tirk a bi destekdayîna terorê û çandina fikrê teror û fitneyê di navbera pêkhateyên gelê me de, li hemberî berxwedana dîrokî û têkoşîna demokratîk ku li Bakurê Sûriyê bi rêya tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ku xwe dispêrin felsefeya Neteweya Demokratîk pêş dikeve, têk çûn."
Mustefa, destnîşan kir ku êrîşên Tirkiye li dijî desteftiyên demokratîk e û wiha lê zêde kir: "Tiştê ku îro dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê dikin, xelekeke herî berfireh û destwerdaneke yekser li dijî tecrûbeya me ya demokratîk e. Her wiha tiştên ku dewleta Tirk û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra îro Ii dijî gelê me li Efrînê dike sûcên dijî mirovhiyê ne û li dijî mafê mirovan in. Efrîn cihê herî bi ewle yên bi sed hezaran koçberên ên ji parêzgehên Sûriyê ne. Sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê ne tenê li dijî sivîlan bûn, di heman demê de binesaziya Efrînê xerab kir û Bendava Meydankê û cihên dîrokî yên mîna Eyn Darê kirin armanca êrîşên xwe. Di heman demê de, bûyereke din a xeter ew ku dewleta Tirk a ku yek ji endamên NY ye, artêşa wê gaza kilorê li dijî gundê Erendê yê girêdayî navçeya Şiyê bi kar anî."
KUŞTIN Û WÊRANKIRINA TIRKIYE ŞERMEZAR KIRIN
Mustefa, bal kişand ser êrîşên TSK, kuştin û talankirina Tirkiye şermezar dikin: "Em wekî partiyên ku me ev daxuyanî derxistiye, di demeke ku em siyaseta kuştin û wêrankirinê ya ku artêşa Tirk bi kar tîne şermezar, dikin, di heman wextê de em piştgiriya xwe bi berxwedana gelê Efrînê û koç û xortên wê yên YPG/YPJ û QSD`ê radighînin. Tevî ku Rêveberiya Xweser a Efrînê ji dewleta Sûriyê xwest ku bi erka xwe ya parastina serweriya Sûriyê rabibe û ruxmî biryara navneteweyî ya 2401, lê dewleta Tirk heta niha biryarên civaka naveteweyî bin pê dike."
Mustefa, anî ziman ku berxwedana Efrînê beriya her tiştî berxwedaneke rewa û civakî ye wiha bi dawî kir: "Gelê Efrînê berxwedana rewa nîşan dide. Planên dijminan ên ne rewa û ne qanûnî vala derdixe. Ev êrîş û dijminahî armanc dike ku şerê Sûriyê dewam bike û aloziya Sûriyê bi rêya siyasî neyê çareserkirin. Dewleta Tirk a îro wekî beriya 8 salên ji aloziya Sûriyê ku wekî aliyekî ji bo xerabkirina çareseriya demokratîk tê naskirin. Isbateke din dewleta Tirk yekemîn aliyê ku biryara Konseya Ewlekariyê 2401 a îlankirina agirbestê li tevahiya Sûriyê binpê kir. Lê herêmên di bin kontrola DAIŞ û El-Nusra de dewleta Tirk ev biryar bi cih anî. Ji ber vê yekê jî em dengê xwe û dengê hêzên demokratîk û welatparêz ên li Sûriyê, Rojhilata Navîn û cîhanî bilind dikin da ku NY û Konseya Ewlekarî ya Navneteweyî derbarê bûyerên ku li Efrîna berxwedêr çêdibe, bi erka xwe rabin.
Pariyên ku ev daxuyanî derxistine wiha ne: Partiya Lîbral a Kurdistanî, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Heyet Tensîq a Wetenî-Tevgera Guhartinên Demokratîk, Pariya Muhefizkarên Demokratîk, Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê, Partiya Aştî ya Demokratîk a Kurdistanî, Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê (Yekîtî), Partiya Nûbûn a Kurdistanî, Partiya Kesk a Kurdistanî, Partiya Guhartinên Demokratîk a Kurdistanî, Partiya Kedkarên Kurdistanê, Partiya Yekîtiya Suryanî, Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanî, Partiya Biratî ya Kurdistanî, Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê, Desteya Niştimanî ya Erebî.