Rewşa 3 rojnamevanên girtî giran e: Divê demildest bên berdan

  • rojane
  • 10:34 2 Nîsan 2022
  • |
img
AMED - Hevserokê DFG’ê Serdar Altan bal kişand ku rewşa 3 rojnamevanên girtî giran e û wiha bang kir: “Ji bo ku di şert û mercên baş de werin dermankirin divê demildest bên berdan.”
 
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di girtîgehan de 605 jê giran hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Li gorî Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) ya Marmarayê jî ji wan nexweşan 68 jê giran in. Li gorî rapora Cîgira Serokê Giştî yê CHP’ê Gulîzar Bîçer a di 28’ê Kanûna 2021’an de aşkera kir jî di 5 salên dawî de 100 girtiyên tevî nexweşiyên xwe ve nehatin berdan jiyana xwe ji dest dan û 91 girtî jî ji ber şertên giran ber bi întîharê ve hatine dehfdan. Li gorî daneyên HDP’ê di 21’ê Sibatê de parvekirin jî di 5 salên dawî de 89 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane. Raporên ku hatine aşkera kirin rewşa girtîgehan radixe li ber çavan û her roj di girtîgehan de mirineke din çêdibe. Piştî raporan jî herî kêm cenazeyê 8 girtiyan ji girtîgehan derket. Mirinên li girtîgehan û daneyên li ser girtiyên nexweş ji parvenekirina daneyan a hikumetê pêk tê. Desthilat şûna li nexweşxaneyên baş raporan esas bigire, raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) ku zanîstî û bêalîbûna wê ji aliyê derdora tipe yên serbixwe ve biguman tê pêşwazîkirin esas digire. 
 
ROJNAMEVANÊN NEXWEŞ ÊN GIRTΠ
 
Desthilat helwesta xwe têkildarî rojnamevanên nexweş de jî didomîne. Rayedarên desthilatê di her daxuyaniya xwe de îdia dike ku tu rojnamevan di girtîgehê de nînin û rojnamevanên girtî jî weke “endamên rêxistinê” îlan dike. Lê daneyên ku rêxistinên rojnamevanan aşkere dikin, desthilatê derewînin. Li gorî Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) di girtîgehan de 63 rojnamevan tên ragirtin. Ji van rojnamevanan jî 3 jê nexweş in. 
 
DEVRÎM AYIK 
 
Yek ji rojnamevanên ku DFG’ê di nava rojnamevanên nexweş ên girtî de nîşan dide xebatkarê Kovara Gelê Azad Devrîm Ayik e. Ayik ê ku di nava lîsteya ÎHD’ê ya ji 38 kesan pêk tê ya “divê demildest bên berdan” nexweşê penceşêra kolonê ye. Rapora ayik a ji sedî astengdar e heye, çavekî wî bi temamî çavê din jî ji sedî 30 nabîne. 
Girtiyê nexweş ê giran Ayik ku di sala 2015'an de bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin û niha li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê tê ragirtin, ji ber nexweşiya xwe di Cotmeha 2019’an de bê tedawîkirin hat berdan. Dema dermankirina Ayik berdewam dikir, di 4’ê Kanûnê de careke din hat girtin. Ayik li ser nexweşiya wî lê pîr bû di 17’ê Adara 2020’an de careke din hate berdan. Lê beyî ku dermankirina wî temam bibe dîsa di Çileya 2021’an de careke din hate girtin û birin Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê. 
 
Derbarê Ayik ê roj bi roj nexweşiya wî lê pîr dibe de tu hikum nehatiye dayîn. Ayik wê di 8’ê Nîsanê de careke din li Dadgeha 2’yemîn a Cezayê Giran a Îzmîrê derkeve pêşberî dadgehê. 
 
FERHAT ÇÎFTÇÎ
 
Rojnamevanekî din ê nexweş ê girtî jî Nûnerê rojnameya kurdî Azadiya Welat a bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatiye girtin ê Dîlokê Ferhat Çîftçî ye. Çîftçî di 16’ê Sibata 2011’an de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” hate girtin. Dadgeha 6’emîn a Cezayê Giran 19 sal û 8 meh li Çîftçî birî. Çîftçî yê sirgûnî li girtîgehên cuda hate kirin niha li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê de tê ragirtin. Çîftçî yê ku demekî dirêj nikarîn teşhîsê danîn ser nexweşiya wî heta ku pêvajoya teşhîs û dermankirina wî dest pê kir, hate asta ku nikare pêdiviyên xwe tena serê xwe pêşwazî bike. 
 
Çîftçî yê teşhîsa nexweşiya İnflamatuar Demiyelinizan Polinoropati a Kronîk (CIDP) ku fîzîknasê navdar Stephen Hawkîng jî pê ketibû û ji 100 hezaran di navbera 1 û 8 kes pê dikevin danîn ser, di serî de bi awayekî erênî bersiv da dermankirinê. Çîftçî yê hate asta ku dikarî bi tena serê xwe pêdiviyên xwe pêşwazî bike, ji ber vîrûsa koronayê dermankirina wî di nivî de ma û rewşa wî dîsa xerab bû. Çîftçî yê di lîsteya nexweşan a ÎHD’ê de jî cih digire, 10 sal in di girtîgehê de ye. Ji dema berdana Çîftçî re 3 sal û 7 meh mane. 
 
Çîftçî di nameya xwe ya di 20’ê Sibatê de ji DFG’ê re şandibû de têkildarî nexweşiya xwe wiha gotibû: “Di şertên girtîgehê de nexweşî zehmettir dibin. Koronayê şert zehmetîtir kirin. Derfetên ku bisînor bûn, bi sînortir kirin. Her sê mehan careke diçim mûayene dibin. Lê derfet nîne ku dema em dixwazin an jî pêdivî çêdibe xwe bigihînin bijîşk. Mehên ewil rewşa min baş bibe jî herî dawî dîsa ber bi nebaşiyê ve diçe. Di demekî nêzîk de dîsa ez ê mûayane bim. Ka em binêrin dê çi derkeve.”
 
ZIYA ATAMAN
 
Yek rojnamevanê din ê nexweş jî Ziya Ataman e. Ataman dema nûçegihanê stajyer yê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de hatibû girtin bû bi îdiayên “agahiyên dewletê ji hin deren din re biriye” û “kesekî ku ji rêxistinê reviyaye girtiye û radestî rêxistinê kiriye” di 11’ê Nîsana 2016’an de hatibû girtin, bi îfadeya xizmê xwe Kadîr Ataman hate darizandin. Derbarê Ataman de bi hêceta ku tevlî çalakiya PKK'ê ya Elkê bûye û hewl daye Qeymeqamê Elkê Kadîr Guntepe yê ku ji FETO'yê hatibû girtin bikuje îdianame hate amadekirin.
Xizmê Ataman, Kadîr Ataman her çiqas ji dadgehê re bibêje ku dema binçavan de bi îşkence û gefxwarinê îfade dane jî Dadgeha 1’emîn a Cezayê Giran a Şirnexê di danişîna 24’ê Cotmehê hatibû dîtin de bi îdiaya endamtiya rêxistinê 14 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Pêvajoya Ataman ê niha li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê dimîne berdewam dike. 
 
Nexweşiya Ataman ku dema negirtî bû destpê kir di asta dermankirinê de bû lê li girtîgehê ji kontrolê derket. Ataman ê ji roviyên xwe nexweş e, piştî ku di girtîgehê de bi koronayê ket nexweşiya wî girantir bû. Ataman têkildarî tenduristiya xwe bi nameyekê dane û agahî ji Pisporê Nexweşiyên Hundirîn Dr Cornelia Rohr re parve kiribûn. Dr. Cornelia Rohr ev tespît kiribû: “Di nameya ku Ziya ji min re şand de nîşaneyên ku wî behskirine xetereya jiyanî dide nîşandan. Ji ber vê yekê divê demildest bê berdan û dermankirina wî li cihekî hijyenîk bê kirin. Heke dê nexweşiya Ziya zêdetir belav bibe û ev jî rîska ku ev şewb li girtiyên din belav bibe derdixîne holê.”
 
BIRÎNA NAYÊ KEWANDIN
 
Hevserokê DFG’ê Serdar Altan ê rewşa rojnamevanên nexweş nirxand, bi lêv kir ku rewşa girtîgehan “birîneke nayê kewandin e” û wiha got: “Pirsgirêka sereke rewşa girtiyên nexweş e. Dema mirov li rewşa wan dinêre divê demildest bên berdan. Lê hema bêje her roj di girtîgehan de cenaze derdikevin. Di nava van girtiyên nexweş de rojnamevan jî hene. Li gorî rapora me hêj 63 rojnamevanên girtî hene. Di nava van de yên ku me tespît kirin û em bêjin nexweş in 3 hevalên me hene.”
 
‘DIVÊ BÊN BERDAN’
 
Altan, da zanîn ku hin nexweşiyên rojnamevanên girtî yên din jî hene û wiha axivî: “Polîtîkayeke cidî bi ser girtiyên nexweşên giran ku bûne prisgirêka welat tê birêvebirin. Hema bêje terkî mirinê hatine kirin. Hevalên me yên rojnamevan jî ji vê nesîbê xwe digirin. Ev yek bandorê hem li wan hem li malbatên wan dike. Ev yek nayê qebûl kirin. Divê hemû rojnamevan bên berdan. Lê hevalên me yên rewşên wan giran in divê demildest bên berdan. Ji bo ku di şert û mercên baş de werin dermankirin divê bên berdan.”
 

Sernavên din

05/04/2022
12:53 Doza Kobanê: Hûn di şexsê me de gelê me didarizînin
12:40 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:26 7 salên piştî 5’ê Nîsanê: Şer, krîzên piralî û têkçûn
12:18 Şaredariya Wêranşarê ku 80 TL'yî simît kirî ji bo polisan wesayît kirê kir
11:54 Li Bodrumê 30 kes hatin binçavkirin
10:35 Doza SES’ê xwe dispêre beyanên ‘şahidên’ Doza Kobanê
10:30 Jin Jinnewsê çeteleya tundiyê: Di adarê de 26 jin hatin kuştin
10:20 Ji girtîgehê derket, du jin qetil kirin, zarokek birîndar kir
10:07 Gelek navdarên cîhanê ji bo Ocalan banga azadiyê kirin
09:04 'Heya tecrîd hebe dê rewşa Kurdistan û Tirkiyeyê xerabtir be'
09:03 'Kes nizane Remezan e, mirov her roj birçî ne'
09:03 Pirsa 'Hûn ji bo weazan xoce dixwazin an na?' ji girtiyan kirine
09:03 Masîvan ji ber bihabûnê kelekên xwe difiroşin
09:03 Kesî xwe neda ber îhaleya qeyûm
09:03 Kamaç: Berjewendiyên partiyê zirarê didin destkeftiyên kurdan
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2022'YAN
04/04/2022
17:24 ÎHD’ê bertek nîşanî îşkenceya eskeran a li Timoqê da
17:06 Serokê TBB'ê serdana HDP'ê kir
16:58 Li Mêrdînê 2 karker birîndar bûn
16:57 Li Ewropa û Rûsyayê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin
16:42 DÎSK’ê bo 1’ê Gulanê bang kir: Têkoşîna me dê pergalê biguherîne
16:28 Li gelek navendan pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê: Divê Ocalan azad bibe
16:09 Di Nobeta Edaletê de rojbûna Ocalan pîroz kirin
16:03 Ciwanên kurd li pêşiya CPT’yê bûn: Azadî ji Ocalan re
15:42 Leşkeran kîs xist serê wî û 4 rojan îşkence lê kirin!
15:35 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
15:20 Jinên ku xwe gihandin Xelfetiyê: Azadiya Ocalan azadiya me ye
15:18 HDP’ê şerh danî ber teklîfa qanûnê
14:43 Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê: Serokê dadgehê delîl tune kirin
14:28 Li gundê Kobanê ku Ocalan lê mabû 4’ê Nîsanê bi coş hate pîrozkirin
14:24 Dadgehê cezayê li rojnameger Dogan hatibû birîn betal kir
14:24 Doza Kobanê: Şahid îfadeya xwe ya li emniyetê red kir
14:23 Malbata Şenyaşar: Em bang li rayedaran dikin ku biwijdan bin
13:53 Li Xelfetiyê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê: Kurdan li Kurdistanê dîsa aj da
13:40 Rojbûna Ocalan li mala ku lê ji dayik bû hate pîrozkirin
13:39 'Em ê her xelatê bidin nûçeyên xwe’
13:32 16 binçavkiriyên li Îzmîrê hatin berdan
13:14 Îşkence lê kirin, hêstira wî kuştin û rapora derbkirinê jî nedanê
12:58 Li Colemêrgê zexta ‘operasyona derveyî sînor’ li cerdevanan tê kirin
12:35 MXDŞ: Civaka êzdî bi saya fikrên Ocalan rê li ber fermanan girt
12:20 Li Erziromê 3 endamên HDP’ê hatin binçavkirin
12:02 Li Colemêrgê yek jê zarokê 3 salî 6 kes hatin binçavkirin
11:48 Gelê kurd diherike Amarayê
11:27 TUÎK: Enflasyon ji sedî 61 e
ENAG: Enflasyon ji sedî 142 ye
11:26 Lîstikvana Amedsporê: Em ê serê xwe netewînin
11:15 Îstînafê rojnameya Sabahê mehkûm kir
11:04 Li Esenyurtê jinek hate qetilkirin
10:53 Kaya: Ji ber ku em pêşeng in em di hedefê de ne
10:45 Li gundê Amarayê şitil hatin danîn
10:33 Di Doza Kobanê de bêyî ku dozname bê xwendin beyanên gilîkeran tê girtin
10:12 Wezaret xwedî li DEDAŞ’ê derket û got: Di mirina Yûnûs ê 2 salî de xemsarî tune ye!
10:10 Qeyûm li Geverê erseyan derxist ber firotinê
09:22 Celalettîn Can: Ocalan vîneke siyasî ya dîrokî ye
09:03 Xûça girtiyê nexweş Yilmaz: Heke bimire jî bila li mala xwe bimire!
09:03 Malbatên li Stenbolê Nobeta Edaletê digirin: Em ê qedexeyan nas nekin
09:03 Amedî: Heke şer hebe halxweşî tuneye
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2022'YAN
03/04/2022
22:28 Li Qamişlo teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn
20:41 Sifreya fitarê ya Malbata Şenyaşar fireh bû
18:44 Li Qoserê hemşîrekî întihar kir
18:33 Otela tomarkirî ku Mûsa Anter midurtiya wê kiribû hat hilweşandin
17:51 Serokê Odeya Bijîşkan a Şirnexê Kûnî ji peywirê hat dûrxistin
17:40 Ji girtiyan peyama 4'ê Nîsanê
17:08 AYM’ê girtina Yuksekdag a ji Doza Kobanê weke binpêkirin qebûl nekir
16:24 Li Wanê Nobeta Edaletê: Daxwazên malbatan qebûl bikin
16:08 Artêşa Iraqê li Şengalê bi ser gundên ereban de girtin û gef lê xwarin
15:55 Girtiya jin tedawiya bikelemçe red kir û bijîşk gef lê xwar
15:31 Jinan ji bo rojbûna Ocalan şitil danîn
15:11 Bi hezaran kes tev li Kongreya Meletiyê bû: Çareserî, Rêya 3’yemîn e
14:16 Xelkê Îslahiyeyê ji bo protestokirina kanên madenê rê girt
13:30 Zilamekî hevjîn û kurê xwe qetil kir
12:54 Malbata Şenyaşar: Hiqûq, ezmûna xwe ya herî girîng li pêşiya edliyeyê dide
12:46 TJA: Em ê 4’ê Nîsanê bi coşa Newrozê pîroz bikin
12:31 JINNEWS hat astengkirin: Nûçeyên me wan aciz dike
11:51 Amara bi şilêran xemilî
11:32 Tirkiye û komên girêdayî wê êrişî Eyn Îsayê kir
11:22 Partî û rêxistinan bo azadiya Ocalan bang kir û gel jî piştgirî da
10:40 Ocalan: Azadiya min girêdayî azadiya gelê kurd e
10:00 TJA’yê ji bo Amarayê bang kir: Di 4’ê Nîsanê de qedera kurdan guherî
09:33 Ji ber wêneyên Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya doz li muzîkjen Bayrakoglû hat vekirin
09:17 Ji bo girtî derve nebînin paceyan bi qartonan digirin
09:15 ‘Armanceke Ocalan hebû û ji bo bigihê wê armancê hewl dida'
09:12 Qadeke nû ya tecrîdê: Girtîgehên Tîpa S
09:10 Hatûn Alataş: Metîn hat îşkencekirin lê paş de gav neavêt
09:08 Bêyî ku haya wî jê hebe ew kirine endamê AKP'ê
09:04 Qileban a mîna bihûştê bi bendavan talan dikin
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamus: Hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re ne rewa ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2022'YAN
02/04/2022
18:15 Nivîskarê ermenî Migirdîç Marosyan jiyana xwe ji dest da
16:45 Nobeda Edaletê ya Wanê berdewam dike
16:45 Di meha Adarê de li 13 rojnamevanan 32 sal ceza hat birîn
15:58 Jinan bi boneya 4’ê Nîsanê şitil çandin
15:39 Rewşa Menteş ê ji sedî 68 astengdar e xerab dibe
15:31 Xizmên Windakiriyan: Ji bo edaletê wê têkoşîn bidome
15:14 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî banga berdanê
15:01 Li Hezroyê 3 kes hatin binçavkirin
14:50 Yuksekdag: Em ê berxwedana xwe zêdetir bikin
14:38 PENa Kurd êrişa li dijî Ferhad Merdê şermezar kir
14:16 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsî
13:50 Malbata Turkoglu yê 26 sal berê hat windakirin: Em dest jê bernadin