Jinên ku 17 sal in diçin Amarayê: Werin em bi hev re 4'ê Nîsanê pîroz bikin

  • rojane
  • 09:14 2 Nîsan 2022
  • |
img

RIHA - Jinên ku tevli hemû pîrozbahiyên li Amarayê bûne, bang kirin: "Werin em bi hev re 4'ê Nîsanê pîroz bikin."

Dê 73'yemîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê pîrozkirin. Dayika Aştiyê Hadlê Ogûr, Hevseroka HDP'ê ya Xelfetiyê Fatma Korkmaz û aktivîsta TJA'yê Hamîde Goktaş ku 17 sal in tevli pîrozbahiyên li Amarayê dibin, di 4'ê Nîsanê de her kesî vexwandin Amarayê. 
 
Hadlê Ogûr, bilêv kir ku 4'ê Nîsanê ji bo wan girîng e û berê di her 4'ê Nîsanê de ji Pirsûsê heya Elîgorê meşiyane û li Elîgorê 3 rojan rojbûna Ocalan pîroz kirine, lê paşê ev yek li Xelfetiyê domandine. Ogûr got: "Em dixwazin rojbûna Ocalan li gundê wî pîroz bikin. Di sala 2009'an de pêşiya me girtin, êriş kirin. 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes jî birîndar bûn. Lê tevî hemû astengiyan jî gel çû Xelfetiyê. Em di sala 2015'an de ji Rihayê heya Xelfetiyê meşiyan. Te digot qey em ji Gola Masiyan heya Amarayê difiriyan. Coşeke wisa mezin hebû." 
 
'4'Ê NÎSANÊ ROJBÛNA JINÊN KURD E'
 
Ogûr, destnîşan kir ku 4'ê Nîsanê rojbûna Ocalan, di heman demê de rojbûna jinên kurd e jî û got: "Ocalan qîmeta da jinan. Bi Ocalan re jinan mafên xwe nas kir. Zextên li ser Ocaland didomin. Ger niha bê berdan dê ji bo cîhanê firsendek mezin be. Ger Ocalan li derve bûna, dê ji bo qada navneteweyî şensek bûna." 
 
'DIVÊ OCALAN BÊ BERDAN'
 
Ogûr, destnîşan kir ku divê tecrîd bê şikandin û Ocalan bê berdan û got: "Dê hemû pirsgirêkên me bi berdana Ocalan çareser bibin. Divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin. Bi vî awayî dê welêt rihet bibe. Dê şer bi berdana wî bi dawî bibe. Em dixwazin beriya rojbûnê azad be. Em di 4'ê Nîsanê de rojbûna wî pîroz bikin." 
 
Fatma Korkmaz jî bilêv kir ku rojbûna Ocalan tê wateya vejîna gelê kurd û got: "4'ê Nîsanê rojbûna jinên kurd e. Felsefeya birêz Ocalan, fikr û ramanên wî ewilî jinan, jinên kurd azad kir." Korkmaz, bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan jî û got: "Li ser Ocalan tecrîdek gelek mezin heye. Êdî bes e, em dixwazin tecrîd bê rakirin." 
 
Korkmaz, anî ziman ku gava pîrozkirina rojbûna Ocalan tê astengkirin bûyer rû didin û bûyerên berê û kesên di bûyeran de jiyana xwe ji dest dane bibîr xist. Korkmaz got: "4-5 salan serbest bû. Wan salan bi coşek mezin hat pîrozkirin. Bi deh hezaran kes dihatin Amarayê, rojbûna Ocalan pîroz dikirin. Gava qedexe tune bûn tu pirsgirêk rû nedidan. Lê 6 sal in cardin hatiye qedexekirin. Çima tê qedexekirin?" 
 
Korkmaz, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku deriyên Xelfetiyê ji bo pîrozbahiyan vekiriye, deriyê malbata Ocalan vekiriye û got, êdî dixwazin Ocalan jî tevli van pîrozbahiyan bibe. 
 
'BILA OCALAN AZAD BE'
 
Aktivîsta TJA'yê Hamîde Goktaş jî bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan. Goktaş, diyar kir ku gava destûra pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê tê dayîn, pîrozbahî bi girseyî tên kirin. Goktaş got: "Gava destûr tê dayîn tu pirsgirêk rû nadin. Niha qedexe hene. Lê çima? Çima ev qasî ji rojbûna Ocalan ditirsin? Çima ji jinan ditirsin? Ji kincên zarokên 4-5 salî tirsiyan û ew binçav kirin. Çima ev qasî ji gelê kurd ditirsin? Êdî divê jinên kurd netirsin. Em doza aştî û azadiyê dikin. Em dixwazin Ocalan azad be." 
 
MA / Mujdat Can

Sernavên din

05/04/2022
12:53 Doza Kobanê: Hûn di şexsê me de gelê me didarizînin
12:40 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:26 7 salên piştî 5’ê Nîsanê: Şer, krîzên piralî û têkçûn
12:18 Şaredariya Wêranşarê ku 80 TL'yî simît kirî ji bo polisan wesayît kirê kir
11:54 Li Bodrumê 30 kes hatin binçavkirin
10:35 Doza SES’ê xwe dispêre beyanên ‘şahidên’ Doza Kobanê
10:30 Jin Jinnewsê çeteleya tundiyê: Di adarê de 26 jin hatin kuştin
10:20 Ji girtîgehê derket, du jin qetil kirin, zarokek birîndar kir
10:07 Gelek navdarên cîhanê ji bo Ocalan banga azadiyê kirin
09:04 'Heya tecrîd hebe dê rewşa Kurdistan û Tirkiyeyê xerabtir be'
09:03 'Kes nizane Remezan e, mirov her roj birçî ne'
09:03 Pirsa 'Hûn ji bo weazan xoce dixwazin an na?' ji girtiyan kirine
09:03 Masîvan ji ber bihabûnê kelekên xwe difiroşin
09:03 Kesî xwe neda ber îhaleya qeyûm
09:03 Kamaç: Berjewendiyên partiyê zirarê didin destkeftiyên kurdan
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2022'YAN
04/04/2022
17:24 ÎHD’ê bertek nîşanî îşkenceya eskeran a li Timoqê da
17:06 Serokê TBB'ê serdana HDP'ê kir
16:58 Li Mêrdînê 2 karker birîndar bûn
16:57 Li Ewropa û Rûsyayê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin
16:42 DÎSK’ê bo 1’ê Gulanê bang kir: Têkoşîna me dê pergalê biguherîne
16:28 Li gelek navendan pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê: Divê Ocalan azad bibe
16:09 Di Nobeta Edaletê de rojbûna Ocalan pîroz kirin
16:03 Ciwanên kurd li pêşiya CPT’yê bûn: Azadî ji Ocalan re
15:42 Leşkeran kîs xist serê wî û 4 rojan îşkence lê kirin!
15:35 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
15:20 Jinên ku xwe gihandin Xelfetiyê: Azadiya Ocalan azadiya me ye
15:18 HDP’ê şerh danî ber teklîfa qanûnê
14:43 Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê: Serokê dadgehê delîl tune kirin
14:28 Li gundê Kobanê ku Ocalan lê mabû 4’ê Nîsanê bi coş hate pîrozkirin
14:24 Dadgehê cezayê li rojnameger Dogan hatibû birîn betal kir
14:24 Doza Kobanê: Şahid îfadeya xwe ya li emniyetê red kir
14:23 Malbata Şenyaşar: Em bang li rayedaran dikin ku biwijdan bin
13:53 Li Xelfetiyê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê: Kurdan li Kurdistanê dîsa aj da
13:40 Rojbûna Ocalan li mala ku lê ji dayik bû hate pîrozkirin
13:39 'Em ê her xelatê bidin nûçeyên xwe’
13:32 16 binçavkiriyên li Îzmîrê hatin berdan
13:14 Îşkence lê kirin, hêstira wî kuştin û rapora derbkirinê jî nedanê
12:58 Li Colemêrgê zexta ‘operasyona derveyî sînor’ li cerdevanan tê kirin
12:35 MXDŞ: Civaka êzdî bi saya fikrên Ocalan rê li ber fermanan girt
12:20 Li Erziromê 3 endamên HDP’ê hatin binçavkirin
12:02 Li Colemêrgê yek jê zarokê 3 salî 6 kes hatin binçavkirin
11:48 Gelê kurd diherike Amarayê
11:27 TUÎK: Enflasyon ji sedî 61 e
ENAG: Enflasyon ji sedî 142 ye
11:26 Lîstikvana Amedsporê: Em ê serê xwe netewînin
11:15 Îstînafê rojnameya Sabahê mehkûm kir
11:04 Li Esenyurtê jinek hate qetilkirin
10:53 Kaya: Ji ber ku em pêşeng in em di hedefê de ne
10:45 Li gundê Amarayê şitil hatin danîn
10:33 Di Doza Kobanê de bêyî ku dozname bê xwendin beyanên gilîkeran tê girtin
10:12 Wezaret xwedî li DEDAŞ’ê derket û got: Di mirina Yûnûs ê 2 salî de xemsarî tune ye!
10:10 Qeyûm li Geverê erseyan derxist ber firotinê
09:22 Celalettîn Can: Ocalan vîneke siyasî ya dîrokî ye
09:03 Xûça girtiyê nexweş Yilmaz: Heke bimire jî bila li mala xwe bimire!
09:03 Malbatên li Stenbolê Nobeta Edaletê digirin: Em ê qedexeyan nas nekin
09:03 Amedî: Heke şer hebe halxweşî tuneye
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2022'YAN
03/04/2022
22:28 Li Qamişlo teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn
20:41 Sifreya fitarê ya Malbata Şenyaşar fireh bû
18:44 Li Qoserê hemşîrekî întihar kir
18:33 Otela tomarkirî ku Mûsa Anter midurtiya wê kiribû hat hilweşandin
17:51 Serokê Odeya Bijîşkan a Şirnexê Kûnî ji peywirê hat dûrxistin
17:40 Ji girtiyan peyama 4'ê Nîsanê
17:08 AYM’ê girtina Yuksekdag a ji Doza Kobanê weke binpêkirin qebûl nekir
16:24 Li Wanê Nobeta Edaletê: Daxwazên malbatan qebûl bikin
16:08 Artêşa Iraqê li Şengalê bi ser gundên ereban de girtin û gef lê xwarin
15:55 Girtiya jin tedawiya bikelemçe red kir û bijîşk gef lê xwar
15:31 Jinan ji bo rojbûna Ocalan şitil danîn
15:11 Bi hezaran kes tev li Kongreya Meletiyê bû: Çareserî, Rêya 3’yemîn e
14:16 Xelkê Îslahiyeyê ji bo protestokirina kanên madenê rê girt
13:30 Zilamekî hevjîn û kurê xwe qetil kir
12:54 Malbata Şenyaşar: Hiqûq, ezmûna xwe ya herî girîng li pêşiya edliyeyê dide
12:46 TJA: Em ê 4’ê Nîsanê bi coşa Newrozê pîroz bikin
12:31 JINNEWS hat astengkirin: Nûçeyên me wan aciz dike
11:51 Amara bi şilêran xemilî
11:32 Tirkiye û komên girêdayî wê êrişî Eyn Îsayê kir
11:22 Partî û rêxistinan bo azadiya Ocalan bang kir û gel jî piştgirî da
10:40 Ocalan: Azadiya min girêdayî azadiya gelê kurd e
10:00 TJA’yê ji bo Amarayê bang kir: Di 4’ê Nîsanê de qedera kurdan guherî
09:33 Ji ber wêneyên Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya doz li muzîkjen Bayrakoglû hat vekirin
09:17 Ji bo girtî derve nebînin paceyan bi qartonan digirin
09:15 ‘Armanceke Ocalan hebû û ji bo bigihê wê armancê hewl dida'
09:12 Qadeke nû ya tecrîdê: Girtîgehên Tîpa S
09:10 Hatûn Alataş: Metîn hat îşkencekirin lê paş de gav neavêt
09:08 Bêyî ku haya wî jê hebe ew kirine endamê AKP'ê
09:04 Qileban a mîna bihûştê bi bendavan talan dikin
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamus: Hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re ne rewa ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2022'YAN
02/04/2022
18:15 Nivîskarê ermenî Migirdîç Marosyan jiyana xwe ji dest da
16:45 Nobeda Edaletê ya Wanê berdewam dike
16:45 Di meha Adarê de li 13 rojnamevanan 32 sal ceza hat birîn
15:58 Jinan bi boneya 4’ê Nîsanê şitil çandin
15:39 Rewşa Menteş ê ji sedî 68 astengdar e xerab dibe
15:31 Xizmên Windakiriyan: Ji bo edaletê wê têkoşîn bidome
15:14 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî banga berdanê
15:01 Li Hezroyê 3 kes hatin binçavkirin
14:50 Yuksekdag: Em ê berxwedana xwe zêdetir bikin
14:38 PENa Kurd êrişa li dijî Ferhad Merdê şermezar kir
14:16 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsî
13:50 Malbata Turkoglu yê 26 sal berê hat windakirin: Em dest jê bernadin