Gundê Dewşenê bi tariyê û bêaviyê re dikeve meha Remezanê

  • rojane
  • 10:06 1 Nîsan 2022
  • |
img

RIHA - Li gundê Dewşenê yê bi ser navçeya Pirsûsê ve trafoyê ceyranê teqiya û DEDAŞ bi hêceta “deynê gund heye” trafo çênake. Xelkê gund bertek nîşanî DEDAŞ’ê da û gotin 15 roj in bêceyran û bêav mane û bi vî awayî dikevin meha Remezanê. 

 
Gundê Dewşenê yê bi ser navçeya Pirsûsa Rihayê ve 60 mal lê hene û 500 kes lê dijî. Li gund trafoyê ceyranê teqiya û gundî 15 roj in bêceyran û bêav mane. Şirketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) bi hêceta “deynê gund heye” trafoyê ceyranê çênake û ji ber vê yekê xelkê gund 15 roj in perîşan bûye. Xelkê gund pêdiviya xwe ya ava vexwarinê û ji bo sewalên xwe bi bîdonan ji gundên derdora xwe ava xwe temîn dikin. 
 
KABLO GUNDIYAN DIXIN TALÛKEYÊ 
 
Têlên ceyranê yên ku ji sala 1968’an ve mane xelkê gund dixe talûkeyê. Tevî ku şêniyên gund ji bo pirsgirêka ceyranê çareser bibe serlêdanan dike jî lê dîsa pirsgirêka wan nayê çareserkirin. Ji ber ceyran tune ye av jî nîne û gundî 15 roj in ji bo jiyanê têdikoşe. 
 
'BILA TAVILÊ BÊN TRAFO TAMÎR BIKIN’ 
 
Mehmet Alî Aslan ê ji dunê Dewşenê diyar kir ku bi rojane trafoyê wan nayê çêkirin û got: “Di nava du mehan de 3 car in trafoyê me diteqe. Xetên ceyranê ji sala 1968’an ve kişandin gundê me. Têlên ceyranê ji wê çaxê ve mane. Hema bayek jî tê têl li hev dikevin û trafo diteqin. 15 roj in em di tariyê de mane û ava me tune ye. Me serî li rayedaran da jî lê nebûn çare. Em dixwazin bên trafoyê me tamîr bikin. Bi hêceta deynê gund heye, nayên tamîr nakin. Cezayê ceyranê li her kesî dibirin. Ji 4 hezar lîreyî bigire heta 15 hezar lîreyî ceza li xelkê birîne. Em dixwazin tavilê werin trafoyê me tamîr bikin. Em wek zemanê berê em ji bîran avê dikişînin. Ava bîra nepaqij e lê em ji neçarî vedixwin. Halê me perîşan e.” 
 
TRAFO TÊR NAKE 
 
Mustafa Aslan ê ji gundê Dewşenê jî anî ziman ku ew dixwazin tavilê trafoyê wan bê tamîrkirin û trafoyê mezintir bidin gundiyan nexwê trafo li ber gund nade û titeqe. Aslan bang li DEDAŞ’ê kir ku divê vê zilmê li xelkê neke û bang li parlamenter û rayedaran jî kir da ku ji bo wan bibin alîkar. 
 
DI TARIYÊ DE DIKEVIN MEHA REMEZANÊ 
 
Aslan diyar kir kul i gund extiyar hene, nexweş hene û xwendekar di tariyê de li dersên xwe dixebitin û got: “Pêşiya me meha Remezanê ye. Bila demildest vê pirsgirêkê çareser bikin. Avê me nayên. Berpirsiyarê vê jî Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Rihayê ye. Divê trafoyê ava me cuda be. Em diçin ji gundên cîran avê tînin.” 
 
XELK PERÎŞAN BÛYE
 
Abdulkadîr Korkmaz ê ji heman gundî jî da zanîn ku trafoyê wan heyî gund rangire û her tim diteqe û tevî ku wan berê jî ji DEDAŞ’ê re gotiye ev trafo têra wan nake lê guh nedane gundiyan û ji ber vê yekê niha xelkê gund perîşan bûye. Korkmaz got ew dixwazin ku DEDAŞ tavilê pirsgirêka wan ceyranê çareser bike û trafoyê mezintir bîne gund. 
 
HAYA DEDAŞÊ JÊ HEYE LÊ XEMSAR E 
 
Em derbarê mijarê de li DEDAŞ’ê geriyan. Rayedarên DEDAŞ’ê diyar kirin ku haya wan ji pirsgirêka li gund heye û ew ê dema gundî baweriyê bidin wan dê biçin trafo çêbikin. 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

02/04/2022
15:14 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî banga berdanê
15:01 Li Hezroyê 3 kes hatin binçavkirin
14:50 Yuksekdag: Em ê berxwedana xwe zêdetir bikin
14:38 PENa Kurd êrişa li dijî Ferhad Merdê şermezar kir
14:16 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsî
13:50 Malbata Turkoglu yê 26 sal berê hat windakirin: Em dest jê bernadin
13:42 SES’a Bakirkoyê xelat da ajansa me
13:05 Iraq Şengalê dorpêç dike: Li ser sînor baregeh tên avakirin
12:46 Rojnamevan Evîn Bûldan li ser gora xwe hat bibîranîn
11:47 Helbestvan Merdê yê birîndar bûbû: Nikarin vîna me bişikînin
11:43 Malbata Şenyaşar wê li pêş edliyeyê fitara xwe bike
11:29 Têkildarî kuştina Mehmet Aslan gilî hatkirin
11:28 Ji bo Ocalan 73 şitil hatin çandin
10:48 Têkoşîna komek ciwan a li metropolan: Bihara Bêdawî
10:34 Rewşa 3 rojnamevanên girtî giran e: Divê demildest bên berdan
10:33 'Em ê pênûsa Evîn Bûldan û xeyalên wê li erdê nehêlin'
10:16 ‘Jidayikbûna birêz Ocalan jidayikbûna kurdbûna îradeya azad e’
09:14 Lêpirsîneke 13 salan: Wezaret û walîtî lîsteya personelan naşîne
09:14 Jinên ku 17 sal in diçin Amarayê: Werin em bi hev re 4'ê Nîsanê pîroz bikin
09:14 'Bi ruhê berxwedêr ê Newrozê ber bi 4'ê Nîsanê ve'
09:14 Darazê ji bo gotina 'duzimanî dê bibe sedema perçebûnê' got ne sûc e
09:14 Girtiyê her du gurçikên wî xera bûne ji ber rapora ATK'ê nayê berdan
09:03 Guneş ê hat berdan: Bi ser qawîşan de dihat girtin, pirtûk dihatin desteserkirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2022'YAN
01/04/2022
19:27 Rojnamevan Yilmaz xelata xwe diyarî Emîne Şenyaşarê kir
18:56 Li Sîlopyayê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin
17:50 Li Êlihê hewldanên provakasyonê
17:10 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê kampanyaya danîna daran da destpêkirin
17:08 Li Girtîgeha Bakirkoyê gef li girtiyên jin xwarin
16:36 'Heta daxwazên dayikan pêk neyên dê aştî neyê vî welatî’
16:31 Li Erziromê jinek hat kuştin
16:16 Di êrişa Tirkiyeyê de li Tirbêspiyê welatiyek hate kuştin
15:59 Ji ber twîta 9 sal berê xwest doz li Demîrtaş bê vekirin
15:58 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê derbasî qonaxek din bû
14:52 TTB’ê li ser ekolojiyê û tenduristiya jinan civat li dar xist
14:31 Ji Başaran banga tifaqa jinan: Werin em bi hev re biaxivin
13:39 Malbata Şenyaşar di rojeva Meclîsê de ye: Em nadin jibîrkirin
13:36 Hefteya pêşiyê dê di Doza Kobanê de îtîrafkar bên guhdarîkirin
13:30 Li Amedê û Êlihê xebatkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
12:58 Ser qetlîama Pasûrê bi hêceta ‘demboriyê’ hat girtin
12:35 Dîsa cezayê qedexeya hevdîtinê dan Ocalan
12:18 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:04 Tirkiyê li Tirbêspiyê êrişî wesayitekê kir
12:02 Li Stewrê 6 kes hatin berdan
11:43 Malbata Şenyaşar: Ya ku pîroz, jiyaneke birûmet û adilane ye
11:32 Lêpirsîna fîkandinê bi dozvenekirinê bi encam bû
11:32 Li Pêrtagê 7 kes ji sûcê “îstîsmara zayendî” hatin girtin
11:32 Ciwanê ku di Newrozê de hatibû binçavkirin li ser îtîrazê hate berdan
10:50 Xwendekarên kurd hatin berdan
10:20 Surçî: Ji bilî PDK’ê hemû kurd li dijî şerê navxweyî ne
10:15 Mafê berdana Kara yê 29 sal in girtî ye tê astengkirin
10:06 Gundê Dewşenê bi tariyê û bêaviyê re dikeve meha Remezanê
09:48 Rojnameger Denîz: Bi dîwar re Şengalê dorpêç dikin
09:30 OGK’ê vexwend konferansê: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinbûyî ye
09:05 Bi daxwaza azadiya Ocalan di 4'ê Nîsanê de ber bi Amarayê ve
09:03 Doza cenazeyê xwe kirin, gef li wan hat xwarin!
09:03 Cotkar ji neçarî dê biçin ber Îş-Kûrê!
09:00 Lêpirsîna Mahsûm Karaoglan 13 sal in 'veşarî' ye
09:00 Ozturk: Em di 4'ê Nîsanê de peyama xwe li Amarayê bidin
09:00 Dayikên Aştiyê: Serok, ruh û canê me ye
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2022'YAN
31/03/2022
21:08 Cenazeyê Kûbîlay Acet li Êlihê hat definkirin
19:33 Mela Saît Ozdemîr hat berdan
19:11 Îstinafê cezayê ku li kiryarê destdirêjiyê Orhan hatibû birîn erê kir
18:46 Kesên li Şirnex,Wan û Erdexanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:59 SYKP: Em li dor Nobeta Edaletê bibin xelek
16:55 Şahidên ku di Doza Kobanê de axivî: Tenê yek çalakî jî derqanûnî nebû
16:33 HDP’ê ji bo kêmtirîn heqdest teklîf da Meclisê
16:33 Ji bo lêpirsîna Mîraç Mîroglu re biryara neşopandinê hat dayîn
16:21 ‘Bila tecrîda li ser girtîgehan demildest bi dawî bibe’
16:03 Ozturk: Aştiyeke birûmet bi Ocalan pêkan e
15:37 Rojnameger Gok: Dixwazin ji ber wêneyên Kurkut ceza bidin min
15:25 Ji bo Aksem serî li Meclisê da
15:04 Koma nîjadperest êriş kir polîsan xwendekarên kurd binçav kirin
15:01 Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di hefteya duyemîn de ye
15:00 ‘Mirina Mûharrem Aksem çima nayê zelalkirin?’
14:36 Sebahat Tuncel: Pêbaweriya vê dadgehê nema ye
14:29 Bûldan: Di Newrozê de bi milyonan kesî çareseriyê nîşan da
14:16 Ji ber xelata ku da Jin TV'yê doz li Odeya Avahîsazan hat vekirin
14:02 Dayika Sîbel Balaç: Keça min 25 kîlo dane
13:43 Salek û 6 meh ceza dan nivîskar Yavuz Ekîncî
13:40 Doza parêzerên ku qeyûman protesto kiribûn hat paşxistin
13:36 Bijîjkê ku dest dirêjî nexweşa xwe kir hat girtin
13:33 Îfadeya ji bo îlana windabûnê hatiye dayîn li Doza Kobanê zêde kirine
13:12 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:45 Ferît Şenyaşar: Xelk wê vê neheqiyê ji bîra neke
12:40 Danişîna rojnameger Canozer taloq bû
12:23 Arteşa tirk li herêma Biradostê gef li gundiyan xwar
12:10 Gunay: Newrozê tifaq nîşan da divê tifaqa netewî pêk were
11:37 Doza derbarê kuştina Hantaş de hat taloqkirin
11:26 Bernameya Yenîsahneyê ya meha nîsanê eşkere bû
11:23 Li Stewrê 6 kes hatin binçavkirin
11:22 Malbata Ocalan li benda mêvanên 4'ê Nîsanê ye
10:53 Ji Alî Dogan Gonultaş albûmek: Gêxî
10:51 DBP: Xwedî derketina Qazî Mihemed bi xebatên yekitiya neteweyî pêkan e
10:29 Li ser cenazeyên li Newala Qesaba vîla tên lêkirin!
09:45 Daxwaza dayika 100 salî ew e ku cara dawî kurê xwe bibîne
09:14 Ji ava Gola Wanê sabûnê çêdike
09:13 Avahiyên Sûrê kirin platoya TRT'ê
09:10 Rapora girtiyê jiyana xwe ji dest da: Girtîgeh ji bo jiyana wî talûke ye