Rojnameger Denîz: Bi dîwar re Şengalê dorpêç dikin

  • rojane
  • 09:48 1 Nîsan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Rojbîn Denîz diyar kir ku dîwarê ku di navbera Şengal û Rojava de hatiye çêkirin berdewama fermanê ye û wiha got: "Di nava planên êrişên Tirkiyeyê yên li dijî başûrê Kurdistanê de Şengal jî heye. Bi vî diwarî re Şengal hat dorpêçkirin." 
 
Operasyona leşkerî ku Tirkiyeyê di 23'yê nîsana 2021'an de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistanê dabû destpêkirin hema hema salek li pey xwe hişt. Tevî hemû hewldanan jî di operasyonên ku bi piştevaniya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tên kirin de pêşketinek çênebû. Di van demên dawî de hevdîtinên di navbera Enqere û Hewlêrê de jî zêde bûn û nîşaneyên operasyoneke berfireh tê dayîn. Li hêla din ve êrişên li ser Şengal û Mexmûrê jî berdewam dikin. Piştî "Peymana Şengalê" ya di 9'ê cotmeha 2021'an de ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hate mohrkirin, êrişên li ser herêmê jî zêdetir bûn. Herdu aliyên ku bi daxwaza Tirkiyeyê dixwazin li herêmê peymanê bi cih bînin, di nava amadekariyên nû de ne. 
 
Hêzên Artêşa Iraqê di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dîwarekî bi bilindahiya 3 mîtroyan, 75 santîmîtroyan stûr û bi dirêjahiya 250 km’an çê dikin. Bi vî dîwarî re tê xwestin ku têkiliya di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gundên ereban de qut bikin. Rojnameger Rojbîn Denîz têkildarî geşedanên dawî yên li herêmê bi ajansa me re axivî. 
 
'XWESTIN VÎNA ÊZDIYAN BIŞIKÎNIN’
 
Rojnameger Rojbîn Denîz diyar kir ku hêzên ku dixwazin peymana 9’ê Cotmehê li Şengalê pêk bînin, her carê têk diçin û wiha got: “Mirov nikare bibêje tiştên ku di 2014’an de bi destê DAIŞ’ê hatine kirine bi dawî bûne. Hêzên ku rê li ber vê êrişa çeteyên DAIŞ’ê vekiribûn, serî li gelek planan dan. Di nava van de hêzên pêşeng PDK, tifaqa AKP-MHP’ê ya li ser dijminatiya kurd-êzdiyan li hev kirine û hêzên derve yên ku xwe weke dost nîşan didin hebûn. Her plan û cihê ku êrişên wan pêk dihatin qadên berxwedanê bûn. Hewlêr-Bexda û weke hêza veşarî Tirkiyeyê, di 9’ê cotmeha 2021’an de di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî (NY) peymanek îmze kir û xwestin vîna civaka êzdî bişikînin û fermanê temam bikin.”
 
‘PLANA AVAKIRINA HIKÛMETA NÎV-DAIŞ’
 
Bi domdarî Denîz destnîşan kir ku bi peymana 9’ê Cotmehê re hewl tê dayîn ku polîtîkaya qirêjî ya li ser Şengalê xurtir bikin û wiha domand: “Di hêla leşkerî de heta niha encamek negirtine. Di hêla siyasî de jî xitimîne ku nikarin hikûmeta xwe ava bikin. Planên dîzaynkirina Iraqê bi rêya gendeliya siyasî hebûn lê ev yek niha li tevahiya Iraqê veguherî qeyraneke kûr a siyasî û civakî. Plana avakirina hikûmeteke nîv-DAIŞ ku bi hevkariya PDK û suniyan tê kirin, bi ser neket. Xuyaye ku şîeyên di vê planê de cih digirin dê para xwe ji windakirinê bigirin. Hewl dan bi lîstikên xwe teşe bidin Şengalê lê bi ser neketin. Vegera li Şengalê û xweseriya demokratîk, ji bo îstiqrar û zindîkirina çanda berxwedanê ya êzdiyan, roleke girîng dilîze." 
 
‘JIN RÊ NADIN PEYMANA 9'Ê COTMEHÊ’
 
Bi domdarî Denîz destnîşan kir ku di têkbirina plana 9’ê Cotmehê de jinên êzdî roleke mezin lîstin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Civaka êzdî Şengal a xweser hembêz kir û hewl dide birînên xwe derman bike. Çawa ku jin pêşeng û parêzvanên azadiyê ne, jinên Şengalê jî xweseriya demokratîk diparêzin. Jinan xwe birêxistin kirin û di 8’ê Adarê de soza berxwedana li dijî hemû tifaq û polîtîkayên îmhayê yên mîna 9’ê Cotmehê dan. Û niha ji bo Şengaleke xweser têdikoşin. Jin dibêjin ku dê nehêlin tifaqa 9’ê Cotmehê bi ser keve.”
 
'BABAŞÊX SIYASETA PDK'Ê DIMEŞÎNE’
 
Denîz anî ziman ku hinek kesayetên di civaka êzdatiyê de xwedî rol û mîsyon, ji hêla PDK'ê ve tên bikaranîn û wiha derbirî: “Çendek roj berê Babaşêx ku yek ji kesayetên ruhanî yên civaka êzdî ye, ji welatên Ewropayê re got; ‘deriyên xwe ji êzdiyan re vekin ku ji Rojhilata Navîn derkevin. Bila li welatekî bêşer bijîn û deştê bidin wan.’ Ev gotin, niha di rojeva xelkê Şengalê de ye. Bangekî pir balkêş e. Weke amûrekî siyasî tê bikaranîn. Ev bang, ji tifaqa 9’ê Cotmehê berî nîne. Êzdiyên ku tevî fermanan jî xaka xwe neterikandîn, dixwazin bi destê Babaşêx êzdiyan ji xaka wan derxînin. Asta herî qirêj a tifaqa 9'ê Cotmehê ye. Bi kar anîna baweriyê, hewldanekî bêexlaqî ye. Tifaqa 9’ê Cotmehê nîşaneya bêexlaqiya siyasî bû. Rêber Ehmedî li ser navê PDK’ê peymana 9’ê Cotmehê îmze kir û niha dixwazin bikin serokomar. Civaka êzdî vê banga Babaşêx red dikin û dibêjin; ‘em ê dev ji xaka xwe bernedin.’ Babaşêx niha siyaseta PDK’ê dimeşîne.” 
 
'ŞENGAL HAT DORPÊÇKIRIN'
 
Rojnameger Denîz bal kişand ser dîwarê di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tê çêkirin û ev nirxandin kir: “Tifaqa 9’ê Cotmehê dixwaze Şangelê dorpêç bike. Hewl didin Şengalê ji Rojava qut bikin. Ev dîwar ji sînorê şêniyên êzdiyên Rebîayê anku ji başûrê Şengalê heta sînorê Baacê ku 30 km’yan dûrî navenda Şengalê ye tê çêkirin. Bi giştî 250 km ye. Faşîzma AKP-MHP’ê jî bi heman dîwarî xwest Bakur û Rojava ji hev veqetîne. Lîwaya 18’emîn a Parêzvanên Sînor vî dîwarî çê dikin ku ev hêz girêdayî serokwezîr Kazimî ye. Bi lêkirina vî dîwarî re dê kesek nekare bi hewara Şengalê biçe.”
 
'BI DÎWARÊN SER SÎNOR RE MIRINÊ FERZ DIKIN’ 
 
Rojbîn Denîz daxuyand ku çêkirina dîwar, fermana komkujiyeke nû ye û axaftina xwe wiha qedand: “Îxtîmal heye ku di nava planên Tirkiyeyê yên êrişên ser başûrê Kurdistanê de Şengal jî hebe. Dibe ku faşîzma AKP-MHP’ê û PDK ji aloziya Iraqê sûd bigirin û rê li ber êrişa Kazimî vekin. Rêveberiya Xweser a Demokratîk vî dîwarî qebûl nake. Dayikên êzdî dibêjin; ‘di dema fermanê de Rojava bo me rêya xelasiyê bû. Lê niha hemû derî hatin girtin. Yên ji Rojava hatibûn em parastin. Iraq û PDK rêyan digirin û dibêjin xaka xwe berdin nexwe dê bimrin.’ Bi çêkirina vî dîwarî re ji gelê êzdî re dibêjin; ‘an herin Ewropayê yan jî li Şengalê bimînin û bimrin.’ Ev dîwar, berdewamiya fermanê ye û mezintirîn îxanet e.”
 
MA/Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

02/04/2022
15:14 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî banga berdanê
15:01 Li Hezroyê 3 kes hatin binçavkirin
14:50 Yuksekdag: Em ê berxwedana xwe zêdetir bikin
14:38 PENa Kurd êrişa li dijî Ferhad Merdê şermezar kir
14:16 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsî
13:50 Malbata Turkoglu yê 26 sal berê hat windakirin: Em dest jê bernadin
13:42 SES’a Bakirkoyê xelat da ajansa me
13:05 Iraq Şengalê dorpêç dike: Li ser sînor baregeh tên avakirin
12:46 Rojnamevan Evîn Bûldan li ser gora xwe hat bibîranîn
11:47 Helbestvan Merdê yê birîndar bûbû: Nikarin vîna me bişikînin
11:43 Malbata Şenyaşar wê li pêş edliyeyê fitara xwe bike
11:29 Têkildarî kuştina Mehmet Aslan gilî hatkirin
11:28 Ji bo Ocalan 73 şitil hatin çandin
10:48 Têkoşîna komek ciwan a li metropolan: Bihara Bêdawî
10:34 Rewşa 3 rojnamevanên girtî giran e: Divê demildest bên berdan
10:33 'Em ê pênûsa Evîn Bûldan û xeyalên wê li erdê nehêlin'
10:16 ‘Jidayikbûna birêz Ocalan jidayikbûna kurdbûna îradeya azad e’
09:14 Lêpirsîneke 13 salan: Wezaret û walîtî lîsteya personelan naşîne
09:14 Jinên ku 17 sal in diçin Amarayê: Werin em bi hev re 4'ê Nîsanê pîroz bikin
09:14 'Bi ruhê berxwedêr ê Newrozê ber bi 4'ê Nîsanê ve'
09:14 Darazê ji bo gotina 'duzimanî dê bibe sedema perçebûnê' got ne sûc e
09:14 Girtiyê her du gurçikên wî xera bûne ji ber rapora ATK'ê nayê berdan
09:03 Guneş ê hat berdan: Bi ser qawîşan de dihat girtin, pirtûk dihatin desteserkirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2022'YAN
01/04/2022
19:27 Rojnamevan Yilmaz xelata xwe diyarî Emîne Şenyaşarê kir
18:56 Li Sîlopyayê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin
17:50 Li Êlihê hewldanên provakasyonê
17:10 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê kampanyaya danîna daran da destpêkirin
17:08 Li Girtîgeha Bakirkoyê gef li girtiyên jin xwarin
16:36 'Heta daxwazên dayikan pêk neyên dê aştî neyê vî welatî’
16:31 Li Erziromê jinek hat kuştin
16:16 Di êrişa Tirkiyeyê de li Tirbêspiyê welatiyek hate kuştin
15:59 Ji ber twîta 9 sal berê xwest doz li Demîrtaş bê vekirin
15:58 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê derbasî qonaxek din bû
14:52 TTB’ê li ser ekolojiyê û tenduristiya jinan civat li dar xist
14:31 Ji Başaran banga tifaqa jinan: Werin em bi hev re biaxivin
13:39 Malbata Şenyaşar di rojeva Meclîsê de ye: Em nadin jibîrkirin
13:36 Hefteya pêşiyê dê di Doza Kobanê de îtîrafkar bên guhdarîkirin
13:30 Li Amedê û Êlihê xebatkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
12:58 Ser qetlîama Pasûrê bi hêceta ‘demboriyê’ hat girtin
12:35 Dîsa cezayê qedexeya hevdîtinê dan Ocalan
12:18 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:04 Tirkiyê li Tirbêspiyê êrişî wesayitekê kir
12:02 Li Stewrê 6 kes hatin berdan
11:43 Malbata Şenyaşar: Ya ku pîroz, jiyaneke birûmet û adilane ye
11:32 Lêpirsîna fîkandinê bi dozvenekirinê bi encam bû
11:32 Li Pêrtagê 7 kes ji sûcê “îstîsmara zayendî” hatin girtin
11:32 Ciwanê ku di Newrozê de hatibû binçavkirin li ser îtîrazê hate berdan
10:50 Xwendekarên kurd hatin berdan
10:20 Surçî: Ji bilî PDK’ê hemû kurd li dijî şerê navxweyî ne
10:15 Mafê berdana Kara yê 29 sal in girtî ye tê astengkirin
10:06 Gundê Dewşenê bi tariyê û bêaviyê re dikeve meha Remezanê
09:48 Rojnameger Denîz: Bi dîwar re Şengalê dorpêç dikin
09:30 OGK’ê vexwend konferansê: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinbûyî ye
09:05 Bi daxwaza azadiya Ocalan di 4'ê Nîsanê de ber bi Amarayê ve
09:03 Doza cenazeyê xwe kirin, gef li wan hat xwarin!
09:03 Cotkar ji neçarî dê biçin ber Îş-Kûrê!
09:00 Lêpirsîna Mahsûm Karaoglan 13 sal in 'veşarî' ye
09:00 Ozturk: Em di 4'ê Nîsanê de peyama xwe li Amarayê bidin
09:00 Dayikên Aştiyê: Serok, ruh û canê me ye
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2022'YAN
31/03/2022
21:08 Cenazeyê Kûbîlay Acet li Êlihê hat definkirin
19:33 Mela Saît Ozdemîr hat berdan
19:11 Îstinafê cezayê ku li kiryarê destdirêjiyê Orhan hatibû birîn erê kir
18:46 Kesên li Şirnex,Wan û Erdexanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:59 SYKP: Em li dor Nobeta Edaletê bibin xelek
16:55 Şahidên ku di Doza Kobanê de axivî: Tenê yek çalakî jî derqanûnî nebû
16:33 HDP’ê ji bo kêmtirîn heqdest teklîf da Meclisê
16:33 Ji bo lêpirsîna Mîraç Mîroglu re biryara neşopandinê hat dayîn
16:21 ‘Bila tecrîda li ser girtîgehan demildest bi dawî bibe’
16:03 Ozturk: Aştiyeke birûmet bi Ocalan pêkan e
15:37 Rojnameger Gok: Dixwazin ji ber wêneyên Kurkut ceza bidin min
15:25 Ji bo Aksem serî li Meclisê da
15:04 Koma nîjadperest êriş kir polîsan xwendekarên kurd binçav kirin
15:01 Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di hefteya duyemîn de ye
15:00 ‘Mirina Mûharrem Aksem çima nayê zelalkirin?’
14:36 Sebahat Tuncel: Pêbaweriya vê dadgehê nema ye
14:29 Bûldan: Di Newrozê de bi milyonan kesî çareseriyê nîşan da
14:16 Ji ber xelata ku da Jin TV'yê doz li Odeya Avahîsazan hat vekirin
14:02 Dayika Sîbel Balaç: Keça min 25 kîlo dane
13:43 Salek û 6 meh ceza dan nivîskar Yavuz Ekîncî
13:40 Doza parêzerên ku qeyûman protesto kiribûn hat paşxistin
13:36 Bijîjkê ku dest dirêjî nexweşa xwe kir hat girtin
13:33 Îfadeya ji bo îlana windabûnê hatiye dayîn li Doza Kobanê zêde kirine
13:12 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:45 Ferît Şenyaşar: Xelk wê vê neheqiyê ji bîra neke
12:40 Danişîna rojnameger Canozer taloq bû
12:23 Arteşa tirk li herêma Biradostê gef li gundiyan xwar
12:10 Gunay: Newrozê tifaq nîşan da divê tifaqa netewî pêk were
11:37 Doza derbarê kuştina Hantaş de hat taloqkirin
11:26 Bernameya Yenîsahneyê ya meha nîsanê eşkere bû
11:23 Li Stewrê 6 kes hatin binçavkirin
11:22 Malbata Ocalan li benda mêvanên 4'ê Nîsanê ye
10:53 Ji Alî Dogan Gonultaş albûmek: Gêxî
10:51 DBP: Xwedî derketina Qazî Mihemed bi xebatên yekitiya neteweyî pêkan e
10:29 Li ser cenazeyên li Newala Qesaba vîla tên lêkirin!
09:45 Daxwaza dayika 100 salî ew e ku cara dawî kurê xwe bibîne
09:14 Ji ava Gola Wanê sabûnê çêdike
09:13 Avahiyên Sûrê kirin platoya TRT'ê
09:10 Rapora girtiyê jiyana xwe ji dest da: Girtîgeh ji bo jiyana wî talûke ye