OGK’ê vexwend konferansê: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinbûyî ye

  • jin
  • 09:30 1 Nîsan 2022
  • |
img

STENBOL - Endama OGK’ê Tayan Kara ku ji bo Konferansa Jinên Ciwan bang kir, diyar kir ku yekane rêya xelasiyê ya li dijî hişmendiya dewlet û zilam, têkoşîna jinan a birêxistinbûyî ye û  hemû jinên ciwan vexwend konferansê. 

 
Jinên Ciwan ên Azad (OGK), wê bi dirûşmeya “Ji bo azadiyê serhildanê mezin bike” di 2’yê Nîsanê de Konferansa Jinên Ciwan li Mala Çand a Avahî ya Balatê ya li navçeya Fatîh a Stenbolê li dar bixe. Di konferansa ku wê ji gelek bajaran jinên ciwan tevlî dibin de pirsgirêkên jinan, daxwazên wan, rewşa wan a niha û rewşa tevgerên jinan ên cîhanê dê bên niqaşkirin. 
 
Endama Koordînasyona Navendî ya OGK’ê Tayan Kara têkildarî girîngî û naveroka konferansê nirxandin kir û diyar kir ku konferans wê bibe bingeheke ku jinên ciwan pirsgirêkên xwe bi xwe niqaş bikin. 
 
PIRSGIRÊK Û ÇARESERÎ WÊ BÊN NIQAŞKIRIN
 
Kara, bi lêv kir ku wê têkildarî têkoşîna bi rêxistinkirî çawa tê birevibirin niqaş bên kirin û wiha got: “Ji Kurdistan û Tirkiyeyê wê gelek jin beşdar bin. Di konferansê de em nîqaşên li ser jinên ciwan û faşîzmê, rewşa heyî ya tevgera jinê ya cîhanê, rewş û derfetên têkoşîna me ya azadiyê jî di nav de plan dikin. Em hewl didin ku pirsgirêk û daxwazên jinên ciwan li kolanê li dora çarçoveyeke siyasî birêxistin bibin û çareseriyan peyda bikin. Me ev bi hin kampanyayên cûrbicûr û di çarçoveya xebatan de pêk anî. Me di paşêrojê de Ji Bo Şûle Çet Komîsyona Edaletê ava kir. Me li danişîna Enqereyê bi sedan jin rêxistin kirin û di darizandina kujeran de rast e rast rol lîst.”
 
‘DEWLETA ZILAM JINAN DIKUJE’
 
Kara, bal kişand ku bi taybetî li bajarên Bakurê Kurdistanê tacîz û tecawiz kirina jinan zêde bûye. Kara, bi bîr xist ku ji bo Gulistan Dokû ya beriya du salan li Dêrsimê hat windakirin “Komîsyona Windakiriyan” ava kirine û wiha berdewam kir: “Di serî de li Dêrsîm, Stenbol û Îzmîrê me li gelek cihan çalakî li dar xistin. Em dizanin ku îro li pişt faîlên jinan rast e rast dewleta zilam heye. Em dikarin hesaba van bi derketina kolanan bipirsin. Weke jinên ciwan ji bo ku aqûbeta hevalên xwe bipirsin dixebitin ku têkoşînê ji zanîngehan û lîseyan mezin bikin.”
 
‘BEDELÊ HEMÛ NEYÎNIYAN JIN DIDIN’
 
Kara, anî ziman ku ji perwerdehiya zanîngeh û lîseyan a zayenperest heta qeyrana aborî bedelê hemû neyîniyan jin didin û wiha pê de çû: “Îro ji bo bikaranîna petan ji sedî 18 bacê distînin û dixwazin jineke ciwan pêdiviyên xwe yên xanî, xwarin û vexwarinê bi bursa 850 lîreyan pêşwazî bike. Jinên ciwan bi gelek pirsgirêkan re rûbirû ne. Em dizanin ku van jî bi têkoşînê dikarin biguherînin. Ji bo di vê çarçoveyê de têkoşîna xwe ya azadiya jinê mezin û fireh bikin xebatên pêwîst bi rê ve dibin.” 
 
BANGA RÊXISTINKIRINÊ
 
Kara, destnîşan kir ku yekane rêya xelasiyê ya li dijî hişmendiya dewlet û zilam, têkoşîna jinan a birêxistinbûyî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em weke jinên ciwan, li dijî hişmendiya serwer a zilam ji zanîngehan ji lîseyan, jinên karker û bêkar vedixwînin ku têkoşîna birêxistinkirî mezin bikin. Em ê azadiya xwe kolan bi kolan, qad bi qad bidestbixin. Em hemû jinên ciwan vedixwînin ku tev li têkoşîna bi rêxistinbûyî bibin û ji bo xelasiya jinan têbikoşin. Em bawer dikin ku wê ev konferans jî xizmeta vê yekê bike.”
 
MA/ Dogan Kaynak
 

Sernavên din

02/04/2022
15:14 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî banga berdanê
15:01 Li Hezroyê 3 kes hatin binçavkirin
14:50 Yuksekdag: Em ê berxwedana xwe zêdetir bikin
14:38 PENa Kurd êrişa li dijî Ferhad Merdê şermezar kir
14:16 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsî
13:50 Malbata Turkoglu yê 26 sal berê hat windakirin: Em dest jê bernadin
13:42 SES’a Bakirkoyê xelat da ajansa me
13:05 Iraq Şengalê dorpêç dike: Li ser sînor baregeh tên avakirin
12:46 Rojnamevan Evîn Bûldan li ser gora xwe hat bibîranîn
11:47 Helbestvan Merdê yê birîndar bûbû: Nikarin vîna me bişikînin
11:43 Malbata Şenyaşar wê li pêş edliyeyê fitara xwe bike
11:29 Têkildarî kuştina Mehmet Aslan gilî hatkirin
11:28 Ji bo Ocalan 73 şitil hatin çandin
10:48 Têkoşîna komek ciwan a li metropolan: Bihara Bêdawî
10:34 Rewşa 3 rojnamevanên girtî giran e: Divê demildest bên berdan
10:33 'Em ê pênûsa Evîn Bûldan û xeyalên wê li erdê nehêlin'
10:16 ‘Jidayikbûna birêz Ocalan jidayikbûna kurdbûna îradeya azad e’
09:14 Lêpirsîneke 13 salan: Wezaret û walîtî lîsteya personelan naşîne
09:14 Jinên ku 17 sal in diçin Amarayê: Werin em bi hev re 4'ê Nîsanê pîroz bikin
09:14 'Bi ruhê berxwedêr ê Newrozê ber bi 4'ê Nîsanê ve'
09:14 Darazê ji bo gotina 'duzimanî dê bibe sedema perçebûnê' got ne sûc e
09:14 Girtiyê her du gurçikên wî xera bûne ji ber rapora ATK'ê nayê berdan
09:03 Guneş ê hat berdan: Bi ser qawîşan de dihat girtin, pirtûk dihatin desteserkirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2022'YAN
01/04/2022
19:27 Rojnamevan Yilmaz xelata xwe diyarî Emîne Şenyaşarê kir
18:56 Li Sîlopyayê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin
17:50 Li Êlihê hewldanên provakasyonê
17:10 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê kampanyaya danîna daran da destpêkirin
17:08 Li Girtîgeha Bakirkoyê gef li girtiyên jin xwarin
16:36 'Heta daxwazên dayikan pêk neyên dê aştî neyê vî welatî’
16:31 Li Erziromê jinek hat kuştin
16:16 Di êrişa Tirkiyeyê de li Tirbêspiyê welatiyek hate kuştin
15:59 Ji ber twîta 9 sal berê xwest doz li Demîrtaş bê vekirin
15:58 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê derbasî qonaxek din bû
14:52 TTB’ê li ser ekolojiyê û tenduristiya jinan civat li dar xist
14:31 Ji Başaran banga tifaqa jinan: Werin em bi hev re biaxivin
13:39 Malbata Şenyaşar di rojeva Meclîsê de ye: Em nadin jibîrkirin
13:36 Hefteya pêşiyê dê di Doza Kobanê de îtîrafkar bên guhdarîkirin
13:30 Li Amedê û Êlihê xebatkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
12:58 Ser qetlîama Pasûrê bi hêceta ‘demboriyê’ hat girtin
12:35 Dîsa cezayê qedexeya hevdîtinê dan Ocalan
12:18 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:04 Tirkiyê li Tirbêspiyê êrişî wesayitekê kir
12:02 Li Stewrê 6 kes hatin berdan
11:43 Malbata Şenyaşar: Ya ku pîroz, jiyaneke birûmet û adilane ye
11:32 Lêpirsîna fîkandinê bi dozvenekirinê bi encam bû
11:32 Li Pêrtagê 7 kes ji sûcê “îstîsmara zayendî” hatin girtin
11:32 Ciwanê ku di Newrozê de hatibû binçavkirin li ser îtîrazê hate berdan
10:50 Xwendekarên kurd hatin berdan
10:20 Surçî: Ji bilî PDK’ê hemû kurd li dijî şerê navxweyî ne
10:15 Mafê berdana Kara yê 29 sal in girtî ye tê astengkirin
10:06 Gundê Dewşenê bi tariyê û bêaviyê re dikeve meha Remezanê
09:48 Rojnameger Denîz: Bi dîwar re Şengalê dorpêç dikin
09:30 OGK’ê vexwend konferansê: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinbûyî ye
09:05 Bi daxwaza azadiya Ocalan di 4'ê Nîsanê de ber bi Amarayê ve
09:03 Doza cenazeyê xwe kirin, gef li wan hat xwarin!
09:03 Cotkar ji neçarî dê biçin ber Îş-Kûrê!
09:00 Lêpirsîna Mahsûm Karaoglan 13 sal in 'veşarî' ye
09:00 Ozturk: Em di 4'ê Nîsanê de peyama xwe li Amarayê bidin
09:00 Dayikên Aştiyê: Serok, ruh û canê me ye
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2022'YAN
31/03/2022
21:08 Cenazeyê Kûbîlay Acet li Êlihê hat definkirin
19:33 Mela Saît Ozdemîr hat berdan
19:11 Îstinafê cezayê ku li kiryarê destdirêjiyê Orhan hatibû birîn erê kir
18:46 Kesên li Şirnex,Wan û Erdexanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:59 SYKP: Em li dor Nobeta Edaletê bibin xelek
16:55 Şahidên ku di Doza Kobanê de axivî: Tenê yek çalakî jî derqanûnî nebû
16:33 HDP’ê ji bo kêmtirîn heqdest teklîf da Meclisê
16:33 Ji bo lêpirsîna Mîraç Mîroglu re biryara neşopandinê hat dayîn
16:21 ‘Bila tecrîda li ser girtîgehan demildest bi dawî bibe’
16:03 Ozturk: Aştiyeke birûmet bi Ocalan pêkan e
15:37 Rojnameger Gok: Dixwazin ji ber wêneyên Kurkut ceza bidin min
15:25 Ji bo Aksem serî li Meclisê da
15:04 Koma nîjadperest êriş kir polîsan xwendekarên kurd binçav kirin
15:01 Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di hefteya duyemîn de ye
15:00 ‘Mirina Mûharrem Aksem çima nayê zelalkirin?’
14:36 Sebahat Tuncel: Pêbaweriya vê dadgehê nema ye
14:29 Bûldan: Di Newrozê de bi milyonan kesî çareseriyê nîşan da
14:16 Ji ber xelata ku da Jin TV'yê doz li Odeya Avahîsazan hat vekirin
14:02 Dayika Sîbel Balaç: Keça min 25 kîlo dane
13:43 Salek û 6 meh ceza dan nivîskar Yavuz Ekîncî
13:40 Doza parêzerên ku qeyûman protesto kiribûn hat paşxistin
13:36 Bijîjkê ku dest dirêjî nexweşa xwe kir hat girtin
13:33 Îfadeya ji bo îlana windabûnê hatiye dayîn li Doza Kobanê zêde kirine
13:12 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:45 Ferît Şenyaşar: Xelk wê vê neheqiyê ji bîra neke
12:40 Danişîna rojnameger Canozer taloq bû
12:23 Arteşa tirk li herêma Biradostê gef li gundiyan xwar
12:10 Gunay: Newrozê tifaq nîşan da divê tifaqa netewî pêk were
11:37 Doza derbarê kuştina Hantaş de hat taloqkirin
11:26 Bernameya Yenîsahneyê ya meha nîsanê eşkere bû
11:23 Li Stewrê 6 kes hatin binçavkirin
11:22 Malbata Ocalan li benda mêvanên 4'ê Nîsanê ye
10:53 Ji Alî Dogan Gonultaş albûmek: Gêxî
10:51 DBP: Xwedî derketina Qazî Mihemed bi xebatên yekitiya neteweyî pêkan e
10:29 Li ser cenazeyên li Newala Qesaba vîla tên lêkirin!
09:45 Daxwaza dayika 100 salî ew e ku cara dawî kurê xwe bibîne
09:14 Ji ava Gola Wanê sabûnê çêdike
09:13 Avahiyên Sûrê kirin platoya TRT'ê
09:10 Rapora girtiyê jiyana xwe ji dest da: Girtîgeh ji bo jiyana wî talûke ye