MÊRDÎN - Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya, ku salek e girtî ye nehat berdan.
3'emîn danişîna doza Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya, li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat dîtin. Kaya dîsa nehat berdan.
Saya Kaya ku di 13'ê Çileya 2017'an de di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û 14 roj şûnde hat girtin li 4'emin Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê berdewam kir. Dozger der barê Kaya de bi îdîaya “yekîtî û tevahiya dewletê xera kiriye, cezayê muebetê dixwaze. Kaya ku li Girtîgeha Tipa E ya Jinan a Wanê girtî ye bi riya SEGBİS'ê tev li danişînê bû. Parêzerên Kaya û Hevşaredarê Nisêbînê Cengiz Kok jî danişîna dozê şopand.
Kaya bi kurdî parastin kir û îfadeya şahid Bahattin İlhan ya der barê wê de daye red kir û wiha got: "Bahattin İlhan li ser 180 kesan îfade daye. Gelek kesên ku li ser wan îfade hatiye dayîn beraet bûne. Ez di 2015'an de disa girtî bûm. Ez îdîayên der barê xwe de qebûl nakim. Parêzeran jî parastin kir û xwest Sara Kaya bê berdan.
Heyeta dadgehê jî bi hinceta delîlên kurd der barê Kaya de hene, biryara berdewama girtinê da û doz taloqî 11'ê Gulanê kir.