Bûldan: Di Newrozê de bi milyonan kesî çareseriyê nîşan da

img

SÊRT - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di kongreya partiya xwe ya Sêrtê de axivî û anî ziman k udi pîrozbahiyên Newrozê de bi milyonan kesî rêya çareseriyê û aştiyê nîşan daye. 

 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Sêrtê bi dirûşma “Niha Dema HDP’ê ye” Kongreya xwe ya Asayî ya 4’emîn li dar xist. Kongre li eywanek dawetê pêk hat. Di kongreyê de gelek pankart hatin daliqandin. Pankartên “Em ê tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin” û “Tecr3idê rakin deriyê Îmraliyê vekin, aştiyê ava bikin” hatibûn daliqandin balê dikişandin ser xwe. Her wiha pankarta ku wêneyê siyasetmedara kurd Aysel Tugluk li serê bi nivîsa “Girtiyên nexweş rûmeta me ne” hat daliqandin. 
 
Bi sedan welatî bi reng û xemla xwe tevli kongreyê bûn. Welatiyan beriya kongre dest pê bike li ber stranan govend gerandin.
 
RUHÊ NEWROZÊ 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di kongreyê de axivî û destnîşan kir ku ew mêvanên ezîz ên kongreyê bi germahî û dilgeşiya Newrozê silav dike û wiha got: “Em bi hêza xwe ya Newrozê vê kongreya xwe pêk tînin. Hemû kongreyên me gelek bicoş bûn. Kongreyên me biryardarî û dibin destpêka pêvajoyek nû. Her ku em vê biryardarî û coşa we dibînin em mezintir dibin, bi hêz dibin û em xwe bi vê hêzê ji bo pêşerojek ronî amade dikin. Lewma em spasiya we yek bi yek dikin. Baş e ku hûn hene û HDP bi we re mezin dibe. Dengê we yê bi hêz nîşaneya ku me gav bi gav ber bi guhertinek mezin ve dibe ye. Newroz jî wiha bi dilgeşî li her derê hat pîrozkirin. Bi ked û têkoşîna salan a gelê kurd û dostên wan Newroz hat pîrozkirin. Newroz ji bo me nîşaneya her tiştî ye.” 
 
RÊYA AŞTÎ Û ÇARESERIYÊ 
 
Bûldan bal kişand ser peyamên di Newrozê de hatin dayîn û wiha got: “Gelê me di Newrozê de carek din gelek daxwazên xwe qîr kirin û xwe nîşan da. Wêneyê mezin ê Newrozê azadiya gelan nîşan dide. Newrozê îradeyek mezin derxist holê û Newrozê nîşan da ku polîtîkaya înkar, îmha, tecrîd, şer, qeyûm, bêhiqûqî, girtîgeh, feqîriyê bi kêrî tu tiştekî nayê. Vê îradeyê rêya çareserî û aştiyê nîşan da û di heman demê de berê siyasetê jî diyar kir. Wêneyê Newrozê wêneyê aştiya mezin e. Di heman demê de wêneyê edaleta rasteq3in e. Çend gotinên me ji siyaseta Enqereyê ku îrade, daxwaz û wêneyên mezin di Newrozê de derketin holê û naxwaze bibîne re heye. Em carek din li Sêrtê dixwazin destnîşan bikin, guh bidin daxwaz bi milyonan kesî û ji îradeya wan re hurmetê nîşan bidn. Siyaseta Enqereyê ji daxwaza bi milyonan kesî direve. Dibe ku hûn rojek, du roj birevin lê hûnê ji derketina heqîqetê re qet û qet nikaribin bibin asteng. Çimkî wê gelê me destûra viya nede.”
 
‘TECRÎDÊ RAKIN’
 
Buldan anî ziman ku li Tirkiyê gelek pirsgirêk berdewam dikin û wiha axivî: “Ez careke din van mijar û pirsgirêkan bi bîr dixim. Li qadên Newrozê gelê me bi taybetî pirsî û gotin, 'Ez li vir im' gotin, 'Ma hûn min nabînin Enqere?’ Gelê me gazî aqilê dewletê û îradeya siyasî kir. Bang li muxalefeta demokratîk kir. Gelê me bang li hemû Tirkiyeyê û raya giştî kir û got, 'Hûn nikarin vî welatî bi desteserkirina îradeya min, bi şirîkên xwe û bi qeyûmên we tayîn kirine re birêve bibin, em qeyûmên we nas nakin’. Em jî ji vê derê ji Enqereyê bipirsin, ‘Gelo we ev deng bihîst?’ Gelê me peyamên xwe eşkere rave kir û got, ‘Zimanê min ê zikmakî nasnameya min e, rûmeta min e. Ez ê tu carî dev ji zimanê xwe zikmakî û nasnameya xwe bernedin’. Enqere we viya bihîst? Em dixwazin vê bipirsin, gel peyama, ‘Bi darizandinên komplo, girtin, binçavkirin, bêhiqûqî, desteserkirina îradeyê û darbeyê hûn nikarin pêşiya HDP’ê û siyaseta wê ya demokratîk bigirin. Em ji Enqereyê dipirsin, we deng û daxwazên gel bihîst. Gelê me bi coş û kelecan ev pirs pirsîn û dê bidomin. Di heman demê de gelê me got, 'Em li dijî tecrîda li ser birêz Ocalan qebûl nakin. Em dixwazin demildest tecrîd bê rakirin’. Em dixwazin li vir careke din vê bipirsin. Gel êdî jiyanek wekhev û azad dixwaze.” 
 
Piştî axaftina Bûldan hilbijartin bi yek lîsteyê pêk hat û ji bo hevserokatiya Rêxistina HDP'a Sêrtê Hatîce Tay û Mehmet Kaysi hatin bijartin. Kongre li ber stranên Hozan Kazo û gerandina govendê bi dawî bû. 
 

Sernavên din

02/04/2022
15:14 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî banga berdanê
15:01 Li Hezroyê 3 kes hatin binçavkirin
14:50 Yuksekdag: Em ê berxwedana xwe zêdetir bikin
14:38 PENa Kurd êrişa li dijî Ferhad Merdê şermezar kir
14:16 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsî
13:50 Malbata Turkoglu yê 26 sal berê hat windakirin: Em dest jê bernadin
13:42 SES’a Bakirkoyê xelat da ajansa me
13:05 Iraq Şengalê dorpêç dike: Li ser sînor baregeh tên avakirin
12:46 Rojnamevan Evîn Bûldan li ser gora xwe hat bibîranîn
11:47 Helbestvan Merdê yê birîndar bûbû: Nikarin vîna me bişikînin
11:43 Malbata Şenyaşar wê li pêş edliyeyê fitara xwe bike
11:29 Têkildarî kuştina Mehmet Aslan gilî hatkirin
11:28 Ji bo Ocalan 73 şitil hatin çandin
10:48 Têkoşîna komek ciwan a li metropolan: Bihara Bêdawî
10:34 Rewşa 3 rojnamevanên girtî giran e: Divê demildest bên berdan
10:33 'Em ê pênûsa Evîn Bûldan û xeyalên wê li erdê nehêlin'
10:16 ‘Jidayikbûna birêz Ocalan jidayikbûna kurdbûna îradeya azad e’
09:14 Lêpirsîneke 13 salan: Wezaret û walîtî lîsteya personelan naşîne
09:14 Jinên ku 17 sal in diçin Amarayê: Werin em bi hev re 4'ê Nîsanê pîroz bikin
09:14 'Bi ruhê berxwedêr ê Newrozê ber bi 4'ê Nîsanê ve'
09:14 Darazê ji bo gotina 'duzimanî dê bibe sedema perçebûnê' got ne sûc e
09:14 Girtiyê her du gurçikên wî xera bûne ji ber rapora ATK'ê nayê berdan
09:03 Guneş ê hat berdan: Bi ser qawîşan de dihat girtin, pirtûk dihatin desteserkirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2022'YAN
01/04/2022
19:27 Rojnamevan Yilmaz xelata xwe diyarî Emîne Şenyaşarê kir
18:56 Li Sîlopyayê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin
17:50 Li Êlihê hewldanên provakasyonê
17:10 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê kampanyaya danîna daran da destpêkirin
17:08 Li Girtîgeha Bakirkoyê gef li girtiyên jin xwarin
16:36 'Heta daxwazên dayikan pêk neyên dê aştî neyê vî welatî’
16:31 Li Erziromê jinek hat kuştin
16:16 Di êrişa Tirkiyeyê de li Tirbêspiyê welatiyek hate kuştin
15:59 Ji ber twîta 9 sal berê xwest doz li Demîrtaş bê vekirin
15:58 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê derbasî qonaxek din bû
14:52 TTB’ê li ser ekolojiyê û tenduristiya jinan civat li dar xist
14:31 Ji Başaran banga tifaqa jinan: Werin em bi hev re biaxivin
13:39 Malbata Şenyaşar di rojeva Meclîsê de ye: Em nadin jibîrkirin
13:36 Hefteya pêşiyê dê di Doza Kobanê de îtîrafkar bên guhdarîkirin
13:30 Li Amedê û Êlihê xebatkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
12:58 Ser qetlîama Pasûrê bi hêceta ‘demboriyê’ hat girtin
12:35 Dîsa cezayê qedexeya hevdîtinê dan Ocalan
12:18 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:04 Tirkiyê li Tirbêspiyê êrişî wesayitekê kir
12:02 Li Stewrê 6 kes hatin berdan
11:43 Malbata Şenyaşar: Ya ku pîroz, jiyaneke birûmet û adilane ye
11:32 Lêpirsîna fîkandinê bi dozvenekirinê bi encam bû
11:32 Li Pêrtagê 7 kes ji sûcê “îstîsmara zayendî” hatin girtin
11:32 Ciwanê ku di Newrozê de hatibû binçavkirin li ser îtîrazê hate berdan
10:50 Xwendekarên kurd hatin berdan
10:20 Surçî: Ji bilî PDK’ê hemû kurd li dijî şerê navxweyî ne
10:15 Mafê berdana Kara yê 29 sal in girtî ye tê astengkirin
10:06 Gundê Dewşenê bi tariyê û bêaviyê re dikeve meha Remezanê
09:48 Rojnameger Denîz: Bi dîwar re Şengalê dorpêç dikin
09:30 OGK’ê vexwend konferansê: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinbûyî ye
09:05 Bi daxwaza azadiya Ocalan di 4'ê Nîsanê de ber bi Amarayê ve
09:03 Doza cenazeyê xwe kirin, gef li wan hat xwarin!
09:03 Cotkar ji neçarî dê biçin ber Îş-Kûrê!
09:00 Lêpirsîna Mahsûm Karaoglan 13 sal in 'veşarî' ye
09:00 Ozturk: Em di 4'ê Nîsanê de peyama xwe li Amarayê bidin
09:00 Dayikên Aştiyê: Serok, ruh û canê me ye
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2022'YAN
31/03/2022
21:08 Cenazeyê Kûbîlay Acet li Êlihê hat definkirin
19:33 Mela Saît Ozdemîr hat berdan
19:11 Îstinafê cezayê ku li kiryarê destdirêjiyê Orhan hatibû birîn erê kir
18:46 Kesên li Şirnex,Wan û Erdexanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:59 SYKP: Em li dor Nobeta Edaletê bibin xelek
16:55 Şahidên ku di Doza Kobanê de axivî: Tenê yek çalakî jî derqanûnî nebû
16:33 HDP’ê ji bo kêmtirîn heqdest teklîf da Meclisê
16:33 Ji bo lêpirsîna Mîraç Mîroglu re biryara neşopandinê hat dayîn
16:21 ‘Bila tecrîda li ser girtîgehan demildest bi dawî bibe’
16:03 Ozturk: Aştiyeke birûmet bi Ocalan pêkan e
15:37 Rojnameger Gok: Dixwazin ji ber wêneyên Kurkut ceza bidin min
15:25 Ji bo Aksem serî li Meclisê da
15:04 Koma nîjadperest êriş kir polîsan xwendekarên kurd binçav kirin
15:01 Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di hefteya duyemîn de ye
15:00 ‘Mirina Mûharrem Aksem çima nayê zelalkirin?’
14:36 Sebahat Tuncel: Pêbaweriya vê dadgehê nema ye
14:29 Bûldan: Di Newrozê de bi milyonan kesî çareseriyê nîşan da
14:16 Ji ber xelata ku da Jin TV'yê doz li Odeya Avahîsazan hat vekirin
14:02 Dayika Sîbel Balaç: Keça min 25 kîlo dane
13:43 Salek û 6 meh ceza dan nivîskar Yavuz Ekîncî
13:40 Doza parêzerên ku qeyûman protesto kiribûn hat paşxistin
13:36 Bijîjkê ku dest dirêjî nexweşa xwe kir hat girtin
13:33 Îfadeya ji bo îlana windabûnê hatiye dayîn li Doza Kobanê zêde kirine
13:12 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:45 Ferît Şenyaşar: Xelk wê vê neheqiyê ji bîra neke
12:40 Danişîna rojnameger Canozer taloq bû
12:23 Arteşa tirk li herêma Biradostê gef li gundiyan xwar
12:10 Gunay: Newrozê tifaq nîşan da divê tifaqa netewî pêk were
11:37 Doza derbarê kuştina Hantaş de hat taloqkirin
11:26 Bernameya Yenîsahneyê ya meha nîsanê eşkere bû
11:23 Li Stewrê 6 kes hatin binçavkirin
11:22 Malbata Ocalan li benda mêvanên 4'ê Nîsanê ye
10:53 Ji Alî Dogan Gonultaş albûmek: Gêxî
10:51 DBP: Xwedî derketina Qazî Mihemed bi xebatên yekitiya neteweyî pêkan e
10:29 Li ser cenazeyên li Newala Qesaba vîla tên lêkirin!
09:45 Daxwaza dayika 100 salî ew e ku cara dawî kurê xwe bibîne
09:14 Ji ava Gola Wanê sabûnê çêdike
09:13 Avahiyên Sûrê kirin platoya TRT'ê
09:10 Rapora girtiyê jiyana xwe ji dest da: Girtîgeh ji bo jiyana wî talûke ye