Îfadeya ji bo îlana windabûnê hatiye dayîn li Doza Kobanê zêde kirine

img

ENQERE - N.K. ku di sala 2020’an de li Midûriyeta Şaxa TEM’ê ya Enqereyê îfadeya wê hatibû girtin, di Doza Kobanê de weke şahid hat guhdarîkirin. N.K. diyar kir ku tu eleqeyeke wê bi vê dozê re nîne û ev pirs ji şandeyê kir: “Çima weke şahid ez anîme vê derê?” Parêzer Kenan Maçoglu jî bertek nîşan da û got: “Ji kolanê şahid hatine komkirin.” 

Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê ku li dijî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê hatibûn kirin, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê û endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) jî di nav de, derheqê 108 kesan de doz hatibû vekirin. 11’emîn danişîna dozê ku 22 kes tê de girtî tên darizandin, di roja 3’yemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. Di danişînê de xizmên siyasetmedarên girtî tên darizandin, parlamenterên HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemî û Mahmût Togrûl, rêveberên rêxistina partiyê ya bajêr û navçeyên Enqereyê û gelek kes amade bûn. 
 
Siyasetmedarên ku li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin di danişînê de amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Hinek siyasetmedar jî hincet nîşan dan û beşdarî danişînê nebûn. 
 
ŞAHIDÊ NEPEN VEŞARTIN! 
 
Li dosyeya dozê hinek ewraqên nû hatin zêdekirin û danişîn bi agahdarkirina vê rewşê dest pê kir. Serokê dadgehê da zanîn ku wan mînakeke îfadeyê biîmze yê şahidê nepen ê bi nasnavê “HERMES” ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê xwestibûn lê bi hinceta ku “Dê derhî bibe”, mînaka îfadeya biîmze nehatiye şandin. 
 
MÎKROFANA PARÊZER HATE GIRTIN 
 
Danişîn, bi guhdarîkirina şahid N.K. berdewam kir. Di danişînê de hewldan çêbû ku navê tevahiya kesên di dosyayê de tên darizandin bên xwendin. Li ser vê yekê parêzer Kenan Maçoglu xwe nerazî kir û xwest ku tenê navê kesên ku şahid N.K. di 6’ê çileya sala 2020’an de li Şaxa Midûriyeta TEM’ê ya Enqereyê derheqê wan de îfade dayî bên xwendin. 
 
Serokê dadgehê jî mîkrofana Maçoglu girt, daxwazên wî red kir û navê hemû kesên di dozê de tên darizandin xwend. 
 
ŞAHID: EZ ÇIMA LI VIR IM?
 
Şahid N.K., di axaftina xwe de got ku nizane bê ka çima weke şahid tê guhdarîkirin û wiha domand: “Bawerim ez ji bo Selahattîn Demîrtaş li vê derê me. Bi rastî jî nizanim bê ka çima di vê dozê de bûme şahid û beşdarî vê dozê hatime kirin. Bawerim derheqê hevjînê min ê berê de hinek tişt çêbûn. Min derheqê wî de tu îfade jî nedane. Wekî hemû kesan ez jî Selahattîn Demîrtaş weke parlamenterekî nas dikim. Yên ku we navên wan xwendin jî weke parlamenter nas dikim. Ev zêdetirî 12 sal in min û hevjîna xwe hev berda ye. Min ji bo wî jî îfadeyekî wiha neda ye. Emîne Ayna jî tenê weke parlamenter nas dikim.” 
 
‘ELEQEYA MIN A BI DOZÊ RE NÎNE’
 
Piştî ku serokê dadgehê îfadeya wê yê berê bi bîr xistî jî N.K. ev tişt anî ziman: “Belê rast e. Hevjînê min ê berê Nedîm Taş e. Kurê min hatibû revandin û ez tenê ji bo îlana windabûnê çûm qereqolê. Min li wê derê çi bersiv dabin pirsan, îfadeyên min ên din jî heman tişt in. Tu eleqeya min bi vê dozê re nîne.” 
 
Li ser pirsa serokê dadgehê ya “Hevjînê we yê berê kî nas dikirin, kî dihat û diçû” jî N.K. ev bersiv da: “Navên ku min dizanîn ji xwe bi wer re parve kirin. Tenê ev e. Min dikariya gilî jî bikim. Her carê ji bo dozê bangî min dikin. Min derheqê tu kesekî de îfadeyeke dijber nedaye.” 
 
‘EM JI KOLANAN ŞAHIDAN KOM BIKIN’
 
Di vê navberê de parêzer Kenan Maçoglu mafê axaftinê girt û ji ewil bertek nîşanî girtina mîkrofonê da. Maçoglu, di berdewamê de wiha got: “Nexwe em li kolanan miletî kom bikin û li vir weke şahid guhdarî bikin. Hûn mîkrofonê li gorî keyfa dilê xwe vedikin û digirin.” Serokê dadgehê jî got ku kesên navborî li kolanan nehatine komkirin û ev kes di îdianameyê de hene. Maçoglu piştre axaftina xwe wiha domand: “Di kîjan devera îdianameyê de hene? Tune ne. Îfadeyê ku berê dayî jî di destê me de heye. Lewma jî me îtîraz kir. Lewma me got ku tenê navên wan kesên di îfadeyê de bixwînin. Hûn nikarin derheqê kesên din de pirsan bikin. Şahid, şahidiya çi kiribe divê hûn wan tiştan jê bipirsin. Hewceye hûn sînorên xwe yên hiqûqî bizanin. Ev rewş ji bo şahidên piştre jî derbasdar e.” 
 
ÎFADEYA N.K. YA LI DOSYAYÊ HATIYE ZÊDEKIRIN
 
N.K. di îfadeya xwe de navên Nedîm Taş, Hûseyîn Cengîz, Emîne Ayna, Nûrsel Aydogan, Hava Ozcan, Hacer Karataş, Halît Boga û Velyettîn Boga dabûn û li ser wan îfade dabûn. N.K. di heman demê de li ser kurê xwe û hevjînê xwe Nedîm Taş de jî îfade dabû. 
 
Danişîn, bi axaftina Sebahat Tuncel berdewam dike. 
 

Sernavên din

02/04/2022
15:14 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî banga berdanê
15:01 Li Hezroyê 3 kes hatin binçavkirin
14:50 Yuksekdag: Em ê berxwedana xwe zêdetir bikin
14:38 PENa Kurd êrişa li dijî Ferhad Merdê şermezar kir
14:16 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsî
13:50 Malbata Turkoglu yê 26 sal berê hat windakirin: Em dest jê bernadin
13:42 SES’a Bakirkoyê xelat da ajansa me
13:05 Iraq Şengalê dorpêç dike: Li ser sînor baregeh tên avakirin
12:46 Rojnamevan Evîn Bûldan li ser gora xwe hat bibîranîn
11:47 Helbestvan Merdê yê birîndar bûbû: Nikarin vîna me bişikînin
11:43 Malbata Şenyaşar wê li pêş edliyeyê fitara xwe bike
11:29 Têkildarî kuştina Mehmet Aslan gilî hatkirin
11:28 Ji bo Ocalan 73 şitil hatin çandin
10:48 Têkoşîna komek ciwan a li metropolan: Bihara Bêdawî
10:34 Rewşa 3 rojnamevanên girtî giran e: Divê demildest bên berdan
10:33 'Em ê pênûsa Evîn Bûldan û xeyalên wê li erdê nehêlin'
10:16 ‘Jidayikbûna birêz Ocalan jidayikbûna kurdbûna îradeya azad e’
09:14 Lêpirsîneke 13 salan: Wezaret û walîtî lîsteya personelan naşîne
09:14 Jinên ku 17 sal in diçin Amarayê: Werin em bi hev re 4'ê Nîsanê pîroz bikin
09:14 'Bi ruhê berxwedêr ê Newrozê ber bi 4'ê Nîsanê ve'
09:14 Darazê ji bo gotina 'duzimanî dê bibe sedema perçebûnê' got ne sûc e
09:14 Girtiyê her du gurçikên wî xera bûne ji ber rapora ATK'ê nayê berdan
09:03 Guneş ê hat berdan: Bi ser qawîşan de dihat girtin, pirtûk dihatin desteserkirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2022'YAN
01/04/2022
19:27 Rojnamevan Yilmaz xelata xwe diyarî Emîne Şenyaşarê kir
18:56 Li Sîlopyayê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin
17:50 Li Êlihê hewldanên provakasyonê
17:10 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê kampanyaya danîna daran da destpêkirin
17:08 Li Girtîgeha Bakirkoyê gef li girtiyên jin xwarin
16:36 'Heta daxwazên dayikan pêk neyên dê aştî neyê vî welatî’
16:31 Li Erziromê jinek hat kuştin
16:16 Di êrişa Tirkiyeyê de li Tirbêspiyê welatiyek hate kuştin
15:59 Ji ber twîta 9 sal berê xwest doz li Demîrtaş bê vekirin
15:58 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê derbasî qonaxek din bû
14:52 TTB’ê li ser ekolojiyê û tenduristiya jinan civat li dar xist
14:31 Ji Başaran banga tifaqa jinan: Werin em bi hev re biaxivin
13:39 Malbata Şenyaşar di rojeva Meclîsê de ye: Em nadin jibîrkirin
13:36 Hefteya pêşiyê dê di Doza Kobanê de îtîrafkar bên guhdarîkirin
13:30 Li Amedê û Êlihê xebatkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
12:58 Ser qetlîama Pasûrê bi hêceta ‘demboriyê’ hat girtin
12:35 Dîsa cezayê qedexeya hevdîtinê dan Ocalan
12:18 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:04 Tirkiyê li Tirbêspiyê êrişî wesayitekê kir
12:02 Li Stewrê 6 kes hatin berdan
11:43 Malbata Şenyaşar: Ya ku pîroz, jiyaneke birûmet û adilane ye
11:32 Lêpirsîna fîkandinê bi dozvenekirinê bi encam bû
11:32 Li Pêrtagê 7 kes ji sûcê “îstîsmara zayendî” hatin girtin
11:32 Ciwanê ku di Newrozê de hatibû binçavkirin li ser îtîrazê hate berdan
10:50 Xwendekarên kurd hatin berdan
10:20 Surçî: Ji bilî PDK’ê hemû kurd li dijî şerê navxweyî ne
10:15 Mafê berdana Kara yê 29 sal in girtî ye tê astengkirin
10:06 Gundê Dewşenê bi tariyê û bêaviyê re dikeve meha Remezanê
09:48 Rojnameger Denîz: Bi dîwar re Şengalê dorpêç dikin
09:30 OGK’ê vexwend konferansê: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinbûyî ye
09:05 Bi daxwaza azadiya Ocalan di 4'ê Nîsanê de ber bi Amarayê ve
09:03 Doza cenazeyê xwe kirin, gef li wan hat xwarin!
09:03 Cotkar ji neçarî dê biçin ber Îş-Kûrê!
09:00 Lêpirsîna Mahsûm Karaoglan 13 sal in 'veşarî' ye
09:00 Ozturk: Em di 4'ê Nîsanê de peyama xwe li Amarayê bidin
09:00 Dayikên Aştiyê: Serok, ruh û canê me ye
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2022'YAN
31/03/2022
21:08 Cenazeyê Kûbîlay Acet li Êlihê hat definkirin
19:33 Mela Saît Ozdemîr hat berdan
19:11 Îstinafê cezayê ku li kiryarê destdirêjiyê Orhan hatibû birîn erê kir
18:46 Kesên li Şirnex,Wan û Erdexanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:59 SYKP: Em li dor Nobeta Edaletê bibin xelek
16:55 Şahidên ku di Doza Kobanê de axivî: Tenê yek çalakî jî derqanûnî nebû
16:33 HDP’ê ji bo kêmtirîn heqdest teklîf da Meclisê
16:33 Ji bo lêpirsîna Mîraç Mîroglu re biryara neşopandinê hat dayîn
16:21 ‘Bila tecrîda li ser girtîgehan demildest bi dawî bibe’
16:03 Ozturk: Aştiyeke birûmet bi Ocalan pêkan e
15:37 Rojnameger Gok: Dixwazin ji ber wêneyên Kurkut ceza bidin min
15:25 Ji bo Aksem serî li Meclisê da
15:04 Koma nîjadperest êriş kir polîsan xwendekarên kurd binçav kirin
15:01 Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di hefteya duyemîn de ye
15:00 ‘Mirina Mûharrem Aksem çima nayê zelalkirin?’
14:36 Sebahat Tuncel: Pêbaweriya vê dadgehê nema ye
14:29 Bûldan: Di Newrozê de bi milyonan kesî çareseriyê nîşan da
14:16 Ji ber xelata ku da Jin TV'yê doz li Odeya Avahîsazan hat vekirin
14:02 Dayika Sîbel Balaç: Keça min 25 kîlo dane
13:43 Salek û 6 meh ceza dan nivîskar Yavuz Ekîncî
13:40 Doza parêzerên ku qeyûman protesto kiribûn hat paşxistin
13:36 Bijîjkê ku dest dirêjî nexweşa xwe kir hat girtin
13:33 Îfadeya ji bo îlana windabûnê hatiye dayîn li Doza Kobanê zêde kirine
13:12 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:45 Ferît Şenyaşar: Xelk wê vê neheqiyê ji bîra neke
12:40 Danişîna rojnameger Canozer taloq bû
12:23 Arteşa tirk li herêma Biradostê gef li gundiyan xwar
12:10 Gunay: Newrozê tifaq nîşan da divê tifaqa netewî pêk were
11:37 Doza derbarê kuştina Hantaş de hat taloqkirin
11:26 Bernameya Yenîsahneyê ya meha nîsanê eşkere bû
11:23 Li Stewrê 6 kes hatin binçavkirin
11:22 Malbata Ocalan li benda mêvanên 4'ê Nîsanê ye
10:53 Ji Alî Dogan Gonultaş albûmek: Gêxî
10:51 DBP: Xwedî derketina Qazî Mihemed bi xebatên yekitiya neteweyî pêkan e
10:29 Li ser cenazeyên li Newala Qesaba vîla tên lêkirin!
09:45 Daxwaza dayika 100 salî ew e ku cara dawî kurê xwe bibîne
09:14 Ji ava Gola Wanê sabûnê çêdike
09:13 Avahiyên Sûrê kirin platoya TRT'ê
09:10 Rapora girtiyê jiyana xwe ji dest da: Girtîgeh ji bo jiyana wî talûke ye