ERZIROM – Leşkeran bi ser gelek malên gundê Reşa Sebrî yê Qereyaziya Erziromê de girtin. Hat zanîn ku di kêliya serdegirtinê de pevçûn derketiye û leşkeran malek şewitandin.
Leşkeran bi maşîneyên zirxî serê sibê bi ser gelek malên gundê Reşa Sebrî yê navçeya Qereqaziya Erziromê de girtin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li malek vala pevçûn derketiye û malê şewitandine. Li gund dorpêç û pevçûn dewam dike. Nahêlin kes derkeve derve. Hat ragihandin ku li gund der barê gelek kesan de biryara binçavkirinê hatiye derxistin.