Xelkê Amedê: Girtî û malbatên nobeda edaletê digirin rûmeta me ne

img

AMED - Xelkê Amedê têkildarî rewşa girtiyên siyasî û nobedên edaletê axivîn û gotin: “Malbatên ku nobeda edaletê digirin û girtiyên siyasî rûmeta me ne.” 

Li girtîgehan ji ber binpêkirina mafan her ku diçe rewşa girtiyan dikeve xetereyê. Li girtîgehan mafên girtiyan tên binpêkirin û zilm û tahde li girtiyan tê kirin. Di nav salêkî de bi dehan girtî, heman demê de di nav hefteya dawî de jî 2 girtî jiyana xwe ji dest dan. Malbatên girtiyan ji bo girtî nemirin û girtiyên cezayê wan qediyaye bên berdan bi mehane nobeda edaletê digirin. Nobedên edaletê yên li Amed, Wan, Îzmîrê û Stenbolê berdewam dikin û malbat dixwazin girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin bên berdan. Me rewşa girtiyan û nobedên edaletê ji xelkê Amedê pirsî.
 
‘DÊ RÊÇA WAN JÎ LI AMEDÊ NEMÎNE’
 
Metîn Uzum anî ziman li Tirkiyê ji her alî ve bêhiqûqî heye û got: “Edalet hebûya em îro wisa nedibûn û ewqas bêhiqûqî jî nedibû. Em dibînin ku ji bêedeletiyê gelek kes di girtîgehan de ne û nayên berdan. Ev rewşekî kêfî ye û biryarên siyasî ne. Ev kêfiyet wekî îşkenceyê li ser kurdan tê meşandin. Ew ên ku van tiştan dikin gişt li ber çûyînê ne. Wê tu şopa wan jî li Amedê namîne. Malbatên ku nobeda edaletê digirin jî ji aliyê kesekî ve nayên dîtin. Ne ji aliyê muxalefetê ve ne jî ji aliyê partiyên din ve dengek nayê derxistin.” 
 
'40 SALIN LI DIJÎ ZEXTAN TÊKOŞÎN HEYE’ 
 
Recep Aydin jî destnîşan kir ku desthilatdar dixwaze bi polîtîkaya zextan bi ser bikeve û wiha axivî: “Di girtîgehê de merivên bêsûc û bêguneh hene. Em dibînîn ku polîtîkayên tundî û fişarê tên meşandin. 40 sal e tekoşînek heye û hê jî berdawam dike. Endamek û rêveberek AKP’ê di girtîgehan de tune ye. Hemû siyasetmedar, endam û rêveberên HDP’ê û partiyên muxalîf girtî ne.” 
 
‘MIRINA GIRTIYAN HOVÎTÎ YE’ 
 
Bayram Engîn mirina girtiyan wek “hovîtiyê” pênase kir û wiha axivî: “Pergal bi hişmendiya tolhildanê nezîkê girtiyan dibe û ev ne insanî ye. Li Tirkiyê peyva edaletê bûye peyvek bêwate. Tirkiye bi hişmendiya çetebûnê tê birêvebirin. Em dibînin ku li cihekî daxwaza edaletê heye lê li aliye din muxatab tune ye. Dema mijar dibin kurd, îktidar jî muxalafet jî dibin yek. Her du jî ji bo kurdan çareseriyê naxwazin.” 
 
‘MALBAT RUMETA ME NE’
 
Rêdar Taş jî anî ziman ku girtî li girtîgehan ji ber polîtîkaya qirkirinê jiyana xwe ji dest didin û wiha got: “Ji ber ku em kurd in em di vî halî de ne. Em vê qabûl nakin. Malbatên ku nobeda edaletê digirin ez têm destê wan ji ber ku ew rûmeta me ne. Hem li girtîgehan hem jî li derve zextekî zêde heye. Em van zext û zordariyan qebûl nakin. Yê ku Tirkiyê bi rê ve dibin, ne bi aqilane wisa dikin, tenduristiya wan ne baş e. Pêwîste rêya azadî û mirovatiyê bê vekirin.” 
 
‘EDALET BÛYE WEKÎ LASTÎKÊ’
 
Hakim Taş jî bal kişand ser rewşa siyasetmedara kurd Aysel Tugluk û got: “Aysel Tugluk nikare pêdiviyên xwe bîne cih. Pêwîste tavilê bê berdan. Gelek girtiyên wekî Aysel Tugluk hene ku sûcê wan çi dibe bila bibe divê bên berdan. Em vê yekê wek polîtîkayên pergalê dibînin. Edalet bûye wekî lastîkê û tu bi kîjan alî ve bikişînî dê bi wî alî ve velize.” Taş anî ziman ku desthilatdar dixwaze gel bitirsîne, terbiye bike û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Newroz çêbû û destûr jî hatibû girtin lê ji bo ku gel nekeve qadê çi ji destê wan hat kirin. Lê tevî vê yekê jî gel li qadê kom bû û li hemberê vê yekê bertek nîşan da, tirsê şikand. Gava ku gel were ba hev, her zext û astengî dikare bê şikandin.” 
 
‘GIRTIYAN QETIL DIKIN’ 
 
Bîlgî Ulke jî bal kişand ser girîngiya tenduristiya girtiyan û got: “Heke cezayê girtîyek biqede hûn nikarin wî/wê li girtîgehê bigrin. Bi kîjan sedemê hûn van girtiyan bernadin? Girtîgeh û rayedar nikarin girtiyan bi rewşek mirinê re rûbirû bihêlin. Dema ev bê kirin, hûn girtiyan qetil dikin.”
 
‘NOBEDÊN EDALETÊ WÊREKIYEK MEZINE’
 
Bayram Cabîr jî da zanin ku demên berê jî ev zext û zordarî li ser girtiyan pêk dihatin û wiha axivî: “Dîrok dubare dibe ev polîtîkayên êriş, zext û îşkenceyê her tim li ser kurdan hat meşandin. Li girtîgehan biryarên bi kêfî tên girtin û pêkanîn. Dema ku girtiyek ji bo girtîgeheke din neqla xwe dixwaze, daxwaza wî/wê nayên bicihanîn û bi awayekî kêfî neqlî girtîgehekî din dikin. Ev yek ji malbatên girtiyan re jî nayê gotin. Ev polîtîkaya tenêhiştinê ye. Bi taybetî jî îktidar herî zêde polîtîkaya tenêhiştinê dimeşîne. Dixwazin bi tirs û birçîhiştinê gel terbiye bikin. Bi rastî jî mirovahî çi ye nizanin. Hiqûqa nawnetewî jî nas nakin. Malbatên ku li dijî neheqî û zilma li ser girtiyan nobeda edaletê digirin, pîroz dikim.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî 
 

Sernavên din

02/04/2022
15:14 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî banga berdanê
15:01 Li Hezroyê 3 kes hatin binçavkirin
14:50 Yuksekdag: Em ê berxwedana xwe zêdetir bikin
14:38 PENa Kurd êrişa li dijî Ferhad Merdê şermezar kir
14:16 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsî
13:50 Malbata Turkoglu yê 26 sal berê hat windakirin: Em dest jê bernadin
13:42 SES’a Bakirkoyê xelat da ajansa me
13:05 Iraq Şengalê dorpêç dike: Li ser sînor baregeh tên avakirin
12:46 Rojnamevan Evîn Bûldan li ser gora xwe hat bibîranîn
11:47 Helbestvan Merdê yê birîndar bûbû: Nikarin vîna me bişikînin
11:43 Malbata Şenyaşar wê li pêş edliyeyê fitara xwe bike
11:29 Têkildarî kuştina Mehmet Aslan gilî hatkirin
11:28 Ji bo Ocalan 73 şitil hatin çandin
10:48 Têkoşîna komek ciwan a li metropolan: Bihara Bêdawî
10:34 Rewşa 3 rojnamevanên girtî giran e: Divê demildest bên berdan
10:33 'Em ê pênûsa Evîn Bûldan û xeyalên wê li erdê nehêlin'
10:16 ‘Jidayikbûna birêz Ocalan jidayikbûna kurdbûna îradeya azad e’
09:14 Lêpirsîneke 13 salan: Wezaret û walîtî lîsteya personelan naşîne
09:14 Jinên ku 17 sal in diçin Amarayê: Werin em bi hev re 4'ê Nîsanê pîroz bikin
09:14 'Bi ruhê berxwedêr ê Newrozê ber bi 4'ê Nîsanê ve'
09:14 Darazê ji bo gotina 'duzimanî dê bibe sedema perçebûnê' got ne sûc e
09:14 Girtiyê her du gurçikên wî xera bûne ji ber rapora ATK'ê nayê berdan
09:03 Guneş ê hat berdan: Bi ser qawîşan de dihat girtin, pirtûk dihatin desteserkirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2022'YAN
01/04/2022
19:27 Rojnamevan Yilmaz xelata xwe diyarî Emîne Şenyaşarê kir
18:56 Li Sîlopyayê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin
17:50 Li Êlihê hewldanên provakasyonê
17:10 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê kampanyaya danîna daran da destpêkirin
17:08 Li Girtîgeha Bakirkoyê gef li girtiyên jin xwarin
16:36 'Heta daxwazên dayikan pêk neyên dê aştî neyê vî welatî’
16:31 Li Erziromê jinek hat kuştin
16:16 Di êrişa Tirkiyeyê de li Tirbêspiyê welatiyek hate kuştin
15:59 Ji ber twîta 9 sal berê xwest doz li Demîrtaş bê vekirin
15:58 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê derbasî qonaxek din bû
14:52 TTB’ê li ser ekolojiyê û tenduristiya jinan civat li dar xist
14:31 Ji Başaran banga tifaqa jinan: Werin em bi hev re biaxivin
13:39 Malbata Şenyaşar di rojeva Meclîsê de ye: Em nadin jibîrkirin
13:36 Hefteya pêşiyê dê di Doza Kobanê de îtîrafkar bên guhdarîkirin
13:30 Li Amedê û Êlihê xebatkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
12:58 Ser qetlîama Pasûrê bi hêceta ‘demboriyê’ hat girtin
12:35 Dîsa cezayê qedexeya hevdîtinê dan Ocalan
12:18 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:04 Tirkiyê li Tirbêspiyê êrişî wesayitekê kir
12:02 Li Stewrê 6 kes hatin berdan
11:43 Malbata Şenyaşar: Ya ku pîroz, jiyaneke birûmet û adilane ye
11:32 Lêpirsîna fîkandinê bi dozvenekirinê bi encam bû
11:32 Li Pêrtagê 7 kes ji sûcê “îstîsmara zayendî” hatin girtin
11:32 Ciwanê ku di Newrozê de hatibû binçavkirin li ser îtîrazê hate berdan
10:50 Xwendekarên kurd hatin berdan
10:20 Surçî: Ji bilî PDK’ê hemû kurd li dijî şerê navxweyî ne
10:15 Mafê berdana Kara yê 29 sal in girtî ye tê astengkirin
10:06 Gundê Dewşenê bi tariyê û bêaviyê re dikeve meha Remezanê
09:48 Rojnameger Denîz: Bi dîwar re Şengalê dorpêç dikin
09:30 OGK’ê vexwend konferansê: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinbûyî ye
09:05 Bi daxwaza azadiya Ocalan di 4'ê Nîsanê de ber bi Amarayê ve
09:03 Doza cenazeyê xwe kirin, gef li wan hat xwarin!
09:03 Cotkar ji neçarî dê biçin ber Îş-Kûrê!
09:00 Lêpirsîna Mahsûm Karaoglan 13 sal in 'veşarî' ye
09:00 Ozturk: Em di 4'ê Nîsanê de peyama xwe li Amarayê bidin
09:00 Dayikên Aştiyê: Serok, ruh û canê me ye
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2022'YAN
31/03/2022
21:08 Cenazeyê Kûbîlay Acet li Êlihê hat definkirin
19:33 Mela Saît Ozdemîr hat berdan
19:11 Îstinafê cezayê ku li kiryarê destdirêjiyê Orhan hatibû birîn erê kir
18:46 Kesên li Şirnex,Wan û Erdexanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:59 SYKP: Em li dor Nobeta Edaletê bibin xelek
16:55 Şahidên ku di Doza Kobanê de axivî: Tenê yek çalakî jî derqanûnî nebû
16:33 HDP’ê ji bo kêmtirîn heqdest teklîf da Meclisê
16:33 Ji bo lêpirsîna Mîraç Mîroglu re biryara neşopandinê hat dayîn
16:21 ‘Bila tecrîda li ser girtîgehan demildest bi dawî bibe’
16:03 Ozturk: Aştiyeke birûmet bi Ocalan pêkan e
15:37 Rojnameger Gok: Dixwazin ji ber wêneyên Kurkut ceza bidin min
15:25 Ji bo Aksem serî li Meclisê da
15:04 Koma nîjadperest êriş kir polîsan xwendekarên kurd binçav kirin
15:01 Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di hefteya duyemîn de ye
15:00 ‘Mirina Mûharrem Aksem çima nayê zelalkirin?’
14:36 Sebahat Tuncel: Pêbaweriya vê dadgehê nema ye
14:29 Bûldan: Di Newrozê de bi milyonan kesî çareseriyê nîşan da
14:16 Ji ber xelata ku da Jin TV'yê doz li Odeya Avahîsazan hat vekirin
14:02 Dayika Sîbel Balaç: Keça min 25 kîlo dane
13:43 Salek û 6 meh ceza dan nivîskar Yavuz Ekîncî
13:40 Doza parêzerên ku qeyûman protesto kiribûn hat paşxistin
13:36 Bijîjkê ku dest dirêjî nexweşa xwe kir hat girtin
13:33 Îfadeya ji bo îlana windabûnê hatiye dayîn li Doza Kobanê zêde kirine
13:12 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:45 Ferît Şenyaşar: Xelk wê vê neheqiyê ji bîra neke
12:40 Danişîna rojnameger Canozer taloq bû
12:23 Arteşa tirk li herêma Biradostê gef li gundiyan xwar
12:10 Gunay: Newrozê tifaq nîşan da divê tifaqa netewî pêk were
11:37 Doza derbarê kuştina Hantaş de hat taloqkirin
11:26 Bernameya Yenîsahneyê ya meha nîsanê eşkere bû
11:23 Li Stewrê 6 kes hatin binçavkirin
11:22 Malbata Ocalan li benda mêvanên 4'ê Nîsanê ye
10:53 Ji Alî Dogan Gonultaş albûmek: Gêxî
10:51 DBP: Xwedî derketina Qazî Mihemed bi xebatên yekitiya neteweyî pêkan e
10:29 Li ser cenazeyên li Newala Qesaba vîla tên lêkirin!
09:45 Daxwaza dayika 100 salî ew e ku cara dawî kurê xwe bibîne
09:14 Ji ava Gola Wanê sabûnê çêdike
09:13 Avahiyên Sûrê kirin platoya TRT'ê
09:10 Rapora girtiyê jiyana xwe ji dest da: Girtîgeh ji bo jiyana wî talûke ye