STENBOL – Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên her sê girtiyên din ên li Îmraliyê re bi boneya hevdîtinê cara 65’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Xwişk û birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Fatma û Mehmt Ocalan ji bo roja duşemê hevdîtinê bikin bi riya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Malbatên her sê girtiyên din jî serlêdana hevdîtinê kirin. Birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş, Sabîha Aslan ji bo hevdîtinê bi riya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Ji 11’ê îlona 2016’an ve ev bû 65 car malbat serlêdana hevdîtinê dikin.