ENQERE – Komîsyona OHAL’ê daxuyand ku ji serlêdana 107 hezar û 76 kesî serlêdana 6 hezar û 400 kesî lêpirsîne û tenê daxwaza 100 kesî hatiye qebûlkirin. Yên serlêdana wan hat qebûlkirin dê di 15 rojan de vegerin karê xwe.
Komîsyona Rewşa Awarte (OHAL), aşkere kir ku ji 28’ê Sibatê şûn ve 107 hezar û 76 kes serî li wan daye. Komîsyonê da zanîn ku biryar ji bo 6 hezar û 400 kesî hatiye dayîn û 100 serlêdan hatine qeûlkirin. Komîsyonê diyar kir ku kesên serlêdana wan qebûl bûye dê Serokatiya Personelên Dewletê û Serokatiya Lîjneya Hîndekariya Bilind di 15 rojan de li gorî pênasa wan dê paş de bigirin kar.