EFRÎN – Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) têkildarî şerê duh li Efrînê pêş ket diyar kir ku di bûyerê de helîkopterek wan derb xwariye û got: "8 şehîd, 13 birîndar hene”. Lê Endamên Tevgera Taybet a Cendirmeyan (JOH) jî li ser hesabên xwe yên medya diyar kirin ku zêdeyî 10 leşker mirin û bi dehan leşker jî birîndar bûn.
Tevî biryara agirbesta Konseya Neteweya Yekbûyî jî êrîşên TSK'ê û OSO li ser Efrînê di roja 42'an de berdewam dike. Duh di 1'ê Adarê de TSK'ê bi hêjmarek mezin xwest têkevin Raco û di navbera TSK û YPG'ê de şer derket. Leşker li Girê Hec Bîlal a girêdayê herêma Hec Bîlal a navçeya Recoyê kîteyên operasyona di pêşengtiya şervanên YPG/YPJ ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) derketin holê. Kîteyên encama pêvçûnên ku ji aliyê TSK’ê ve daxuyaniya “8 şehîd, 13 birîndar” dabû, nivîsên li ser înternetê ku tîmên girêdayên Tevgera Taybet a Jendirmayan (JOH) bi hev re kirine aşkere bû. Di nivîsandina tîman a bi hev re de hat dîtin ku bi 10’an leşker hatine kuştin, bi 10’an jî birîndar bûne û helîkoptêreke bi tîpa ATAK jî bi çeka tîpa Zagros hatiye xistin.
Di yekemîn nivîsa tîmên taybet a ji fermandarê xwe yê bi navê Çawişê Pispor Suleyman re radigihîne wiha dibêje: “Fermandarê min me xwest em bigirin lê roketan davêjin me. Helîkoptêra ATAK xistin, aqubeta wê ne diyare, bi Zagrosê lê dan. Em heremên aliyê pêş in, em nikarin bikevin wir. Hema ser hev davêjin, em paşde dikişin. Em vedikişin yekîneya xwe. Jixwe muhîmatên me jî xilas bûye. Ji vir ekîbeke teqwiyê û 3 kirpî ketine rê. Ma derkeve rê wê çi bibe, waye terorîst banga teslîmbûnê li me dikin. Hed û hesabên avêtina roketan tuneye.”
Yek ji endamê JOH ku li ser navê wî hatiye sîlkirin jî di nivisa wî de jî wiha dibêje: “Niha tenê li cem me 12 şehîd, 25 birîndar hene em dûr in. Niha li ser me ji cebheya 8 km êrîş û di 50 metre jî ser bi ser temas heye, muhîmatên sîlahan xilas bûye, ez bawerim tîmên piştgiriyê ketine rê teqwiye tê kirin. Dibe ku hejmara şehîd û birîndaran zêde bibe, niha ji qevdê em ewqas dibihîsin, tam nakişîne. ATAK bi Zagrosê hat hingavtin. JOH a ji Diyarbekir hatine şehîd û birîndarên wan hene, lê agahiya me zêde ji wan tune ye.”
Ji endamê JOH Serkan jî ev tişt hatiye nivisandin: “Abê rewş pir xirab e, em di rewşek pir xirab de ne. Nêzî 30 birîndarên me hene, 10 şehîd hene. Tunel heye, ji asîmanan mirov nikare tiştekî bike. Fermandarê min evder pir berbat e. Li jora me tepeyek heye em nikarin bigirin. Kobra û kîrpî (wesayîta zirxî ya bi navê juju) em nikarin hereket bikin. Tow davêjin, her derê girê tunel heye. Personel pir acemî ne tîm pir nebaşin, niha roket hatin tîmên taybet, ew derdikevin serê gir. Em gir nikarin bigirin lê me birîndaran girt. Roket û polîs derketin teqwiyeyê.”
AGAHIYA NASNAMEYÊN KUŞTÎ Û BIRÎNDARAN PARVE KIRIN
Piştî bûyer pêk hat çend saet şûnde TSK'ê daxuyanî da û hêjmar wekî "8 leşker şehît bûn 13 leşker birîndar bûn" dan. Lê li aliyê din tê gotin ku hêjmara kuştî û miriyan vediyêrin. Agahiyên ku li ser medya civaki hatin parvekirin piştras dike ku agahî tên veşartin. Hesabê medya yê bi nave “Turkiye Gerçekleri” yê bikarînerê twîtterê “@Mustafaselanik3” agahiyên nasnameyên kuştî û birîndaran parvekir. Di vî hesabî de girtekek fermî hat parvekirin. li gorî vê parvekirinê nav, paşnav, nûmara TC ya nasnameyê hat parvekirin.
Di belgeyê de hat diyar kirin ku 8 leşker, 2 OSO bi tevahî 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û Yek jê sûbay 20 çawîşê pispor ên cendirmeyan jî birîndar bûne. Dîsa 3 Tevgera taybet a Polîsan (POH), 3 cerdevan û 2 endamên OSO bi giştî 28 kes birîndar bûne. Belgeya ku hat parvekirin wiha ye:
“Roja 01,03.2018 li hemberî Qereqola Hidûd a Akbaba ya navçyea Hassa ya Hatayê. Li dora gundê Şeyh Memedlî, Bilalko û El Maskî yên Sûriye, li Girê bilindahiya wî 1083 metre, (Nêzî 37SBA 93335 68912 koordinatan). Di encama şerê endamên rêxistinê PYD/YPG'ê yên girêdayî PKK/KCK'ê ku li Sûriye hatiye avakirin de wiha ye: x
8 kesên bi nav û paşnavê
1 - J.Uzm.Çavuş Arif Demirel (TC…Kastamonu)
2 - J.Uzm.Çavuş Burhan Açıkkol (TC..-Isparta)
3 - J.Uzm.Onbaşı Rıdvan Çevik (TC…Van)
4 - J.Asb.Çavuş Uğur Palancı (TC…Mardin)
5 - J.Ast.Çavuş Mehmet Dinel (TC…Denizli)
6 - J.Asb.Çavuş Abdullah Taha Koç (TC…Konya)
7 - J.Uzm.Çavuş Recep Çetin (TC…Eskişehir)
8 - J.Uzm.Çavuş Mustafa Özen (TC…Hatay) di bûyerê de şehît bûne.
20 leşkerên me yên bi nav û paşnavê
1 - J.Ast.Kd.Çavuş Bugra Kaan (TC..Elazig)
2 - J.Uzm.Çavuş Mesut Doğan (TC…Amasya)
3 - J.Uzm.Çavuş Bekir Kerkez (TC..Gaziantep)
4 - J.Uzm.Çavuş Uğur Günaydın (TC…Zonguldak)
5 - J.Uzm.Çavuş Kayhan Tan (TC…Mardin)
6 - J.Uzm.Çavuş Abdullah Kılıç (TC..Giresun)
7 - J.Uzm.Çavuş Sezer Oğuzhan (TC..Trabzon)
8 - J.Uzm.Çavuş Talha Çakır (TC…Eskişehir)
9 - J.Uzm.Çavuş Fuat Demir (TC…Muğla)
10- J.Uzm.Çavuş Tuna Altun (TC…Burdur)
11 - J.Uzm.Çavuş Şevket Özdemir (TC..Düzce)
12- J.Uzm.Çavuş Erhan Kuşçu (TC…Ordu)
13 - J.Uzm.Çavuş Osman Görür (TC…Konya)
14- J.Uzm.Çavuş Özgür Ercan (TC…Konya)
15 - J.Uzm.Çavuş Mahmut Küçük (TC…Yozgat)
16- J.Uzm.Çavuş İsmail Polat (TC…Niğde)
17- J.Uzm.Çavuş Bahadır Özkan (TC…Kayseri)
18 - J.Uzm.Çavuş Selçuk Güllüce (TC…Kahramanmaraş)
19 - J.Uzm.Çavuş Abdulhamit Doğan (TC… Kahramanmaraş)
20 - J.Uzm.Çavuş Sedat Sarıgül (TC…Kahramanmaraş)
3 polîsên midûriyeta polîsan ên bi nav û paşnavê
21- PÖH Sinan Yaşar (TC…Mersin)
22 - PÖH Salih Yaş (TC…Adana)
23 - PÖH Onur Yılmazok (TC…Giresun)
3 cerdevanên bi nav û paşnavê
24 - Muzaffer Duva (TC…Mardin, GKK)
25 - Hasip Tan (TC…Mardin, GKK)
26 - Mehmet Reşit Ovet (TC…Mardin, GKK) birîndar bûne.
Di berdewama belgeyê de dîsa wiha got: "Di bûyerê de endamêm OSO yên bi TSK û POH'ê re şer kirine Abdulkadîr Haif ê 28 salî û Salih Mizyet ê 20 salî birîndar bûne û endamên OSO Yahya Omer û Hasan Haddin şehît bûne..."
Dîsa li ser tweeter ê jî Îzmîr Serbest Firka vê tweetê parve kiriye “Ji Îzmîrê agahiyên pir bi êş hene…. 15 şehîd, 18 birîndar.” Dîsa Mehmet Aslan ê îdea dike ku Tîmê Taybet e vê tweetî parve kiriye: “Dibêjin 34 şehîd hene li Efrînê ev rast e? Xwedayê min tu wan biparêze, îşalah derew be…”
Dîsa di derbarê kesên hatine kuştin û birîndarên di pêvçûnan de ev lîste hatiye parve kirin:
1-Mustafa Duva (Cerdevanê Ewlekariyê)- Nexweşxaneya Dewletê ya Hatay
2- Mesûd Dogan (Jandarma)- Nexweşxana Kirikhan
3-Bekir Kerkez (TSK Bornova)- Nexweşxaneya Kirikhan
4-Ugur Gunaydin (TSK Bornova) – Nexweşxaneya Dewletê ya Hassa
5- Kayhan Tan (TSK Bornova) - Nexweşxaneya Dewletê ya Hassa
6- Hasîp Tan – (Cerdevan) - Nexweşxaneya Dewletê ya Hassa
7- Mehmet Reşît Uver (Bornova) Nexweşxaneya Dewletê ya Hassa
8- Abdullah Soker (Bornova 3.Tîm) - Nexweşxaneya Dewletê ya Hassa
9- Fuat Demîr (Bornova 4.tîm)
11- Şevket Ozdemîr (Bornova 2.tîm)
12- Erhan Kuşçu (Bornova)
13- Osman Gorur (Bornova)
14- Sînan Yilmaz (Hatay POH)
15- Sedat Sarigul (Bornova)
16- Mahmut Kuçuk (Bornova)
17- Îsmaîl Polat (Bornova)
18- Sînan Yaşar (Bornova)
Dîsa gelek daneyên ku di hesabê medya civakî de hatin parvekirin hêjmar gelek zêde ye.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) jî di encama şerê li Herêma Gundê Baflorê yê navçeya Cindirêsê 26, li navçeya Raco 30 bi giştî 56 leşkerên POH, OSO û cerdevan hatin kuştin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF)'jî li herêma gundê Bililka yê navçeya Raco zêdeyî 30 leşker hatin kuştin.
Li gorî qeydên ku hatin bi destxistin lîsteya 13 kesên ku jiyana xwe ji dest dane û rakirine heman nexweşxaneyê û dîsa lîsteya 27 kesên birîndar bûne û rakirine heman nexweşxaneyê hat parvekirin.