Parlamenter Kaçmaz: Divê berpirsiyarên mirina Aksem bên cezakirin

img
ENQERE - Hevberdevkê Komîsyona Zarokan a HDP’ê Huseyîn Kaçmaz diyar kir ku kesên tevdîrên pêwîst negirtîn berpirsyarên mirina Muharrem Aksem in û wiha got: “Divê desthilatdarî di zûtirin dem de rastiyê aşkere bike û berpirsyaran ceza bike.” 
 
Hevberdevkê Komîsyona Zarokan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huseyîn Kaçmaz li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. Kaçmaz, têkildarî mirina Muharrem Aksem (16) ku li navçeya Eyûbiye ya Rihayê li cihê telîma guleberdanê hatibû kuştin daxuyanî da. Kaçmaz, diyar kir ku israra desthilatdariya ya di polîtîkaya neçareserkirina pirsgirêka kurd û şer de, Kurdistan veguherandiye qada şer û wiha got: “Li gorî Rapora Binpêkirinên Mafên Jiyanê yê Zarokan ku Navenda Dokumantasyonê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di 19’ê mijdara sala 2021’an de weşand û binpêkirinên di navbera salên 2011 û 2021’an de digire dest, di nava van salan de li Kurdistanê 228 zarokan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî rapora Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê jî di navbera salên 2011-2021’an de ji ber sedemên ‘mayin, pevçûn û bermahiyên şer’ 45 zarokan jiyana xwe ji dest dane.” 
 
POLÎTÎKAYÊN ŞER 
 
Di berdewamê de Kaçmaz anî ziman ku di nava 10 salan de li Kurdistanê nêzî 300 zarokan jiyana xwe ji dest da ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Israra dewletê ya di şer de dike ku hema hema her roj zarokek were qetilkirin. Mixabin, herî dawî di 24’ê adarê de zarokê bi navê Muharrem Aksem ê 16 salî piştî ku êvarê nehatî malê, malbata wî îlana windabûnê dide û piştre jî li Taxa Mîcît a navçeya Eyûbiye ya Rihayê cenazeyê wî hat dîtin. Cenazeyê Muharrem di nîva şevê de rakirin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê. Li gorî pêşotopsiyê; destekê Muharrem pê ve nebû, di rû û laşê wî de jî ji ber parçeyên metalan 12 birînên vekirî çêbûne. Di hesabên medyaya civakî ya Muharrem de wêneyên bombeyên xazê û çekên neteqiyayî hene. Ev jî nîşan dide bê ka li deverên ku zarokên kurd lê dijîn muhîmat çiqas bi hêsanî tên dîtin.” 
 
‘YÊN KU TEVDÎR NEGIRTIN BÛNE SEDEMA CÎNAYETÊ’ 
 
Walîtiya Rihayê di daxuyaniya xwe ya têkildarî bûyerê gotibû ku qada navborî ji sala 2005’an heta niha weke qada perwerdeyê tê bikaranîn. Kaçmaz, bal kişand ser daxuyaniya walîtiyê û wiha domand: “Lê dema em li mewzûatê dinihêrin, dibînin ku ji bo vê qadê tevdîrên li gorî mewzûatê nehatine girtin. Lewma em dipirsin; çima ji bo devera ku Muharrem lê miriye tevdîr nehatine girtin? Çima alayên sor li dora qadê nehatine danîn û têla direhî lê dora wê nehatiye kirin. Heta xelkê herêmê jî ser negihandine ku ev dever qada telîma guleberdanê ye. Kes û saziyên ku di vê mijarê de tenê yek berpirsiyariyeke xwe pêk ne anîn, bûne sedema vê cînayetê.” 
 
ZIRXÊ NECEZAKIRINÊ
 
Bi domdarî Kaçmaz destnîşan kir ku sedema negirtina tevdîran polîtîkaya necezakirinê ye û wiha pê de çû: “Daxuyaniyên Baroya Rihayê û ÎHD’ê jî van agahiyan piştrast dike. Ji ber ku ev qadên telîma guleberdanê li nava jîngehan de ne û divê ji wir bên derxistin. Em dipirsin; gelo ji bilî erdnîgariya kurdan cihekî din heye ku bêyî tevdîran telîma guleberdanê lê hatiye vekirin? Berpirsyarên vê cînayetê, ew kes in ku tu tevdîr negirtine. Bi taybet jî polîtîkaya şer a desthilatdariya AKP-MHP’ê, li erdnîgariya kurdan gihiştiye asta dijminatiya zarokan. Êdî ewqas bêperwa bûne ku di roja cejnê de zarokên 2 salî di lêgerîna tazî re derbas dikin, ji dehan zarokan mînaka xwînê girtin û şopa tiliyê ya zarokên 5 salî girtin. Ev kiryare tevek jî bingeha xwe ji israra desthilatdariyê ya di şer û neçareseriyê de û zirxê necezakirinê digire.” 
 
JI BO POLÎTÎKAYÊN NECEZAKIRINÊ ÇENDEK MÎNAK
 
Kaçmaz, ji polîtîkayên necezakirinê çendek mînak rêz kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ku lêpirsîneke edlî ya adilane neyê destpêkirin û cezayeke pereyan a sivik bê dayîn, walî, qeymeqam û saziyên têkildar serî li rêyên cuda didin. Heta duh jî polîsê ku Efe Tektekîn qetil kirî beraet kir. Muhammet û Furkan Yildirim, Mîraç Mîroglu, Cemîle Çagirga, Mazlum Akay, Dogan Teyboga, Umut Furkan, Îzzettîn Boz, Mehmet Nûrî, Ceylan Onkol, Ugur Kaymaz, 17 zarokên li Roboskê hatine qetilkirin... Ev zarok, çendek zarokên ku ji sala 1988’an heta niha hatine kuştin in. Gelemperiya berpirsyaran nehatin darizandin û cezayek lê nehat birîn.” 
 
‘DIVÊ LÊKOLÎNÊN PÊWÎST BÊN KIRIN’ 
 
Parlamenter Kaçmaz, daxuyaniya Walîtiya Rihayê jî weke hewldana “nixûmandina sûc” pênase kir û axaftina xwe wiha xelas kir: “Li gorî me bi daxuyaniyên xwe hewl didin ku heqîqet neyê zanîn. Wek HDP’ê em ê vê dozê bişopînin. Banga me ji walîtî û saziyên dewletê yên pêwendîdar ew e ku berpirsyariya xwe bi cih bînin û lêkolîn û lêpirsîna xwe bidin destpêkirin. Divê desthilatdarî di zûtirin dem de heqîqetê derxîne holê û têkildarî mirina Muharrem hem malbata wî û hem jî raya giştî agadar bike.”
 

Sernavên din

02/04/2022
15:14 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî banga berdanê
15:01 Li Hezroyê 3 kes hatin binçavkirin
14:50 Yuksekdag: Em ê berxwedana xwe zêdetir bikin
14:38 PENa Kurd êrişa li dijî Ferhad Merdê şermezar kir
14:16 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsî
13:50 Malbata Turkoglu yê 26 sal berê hat windakirin: Em dest jê bernadin
13:42 SES’a Bakirkoyê xelat da ajansa me
13:05 Iraq Şengalê dorpêç dike: Li ser sînor baregeh tên avakirin
12:46 Rojnamevan Evîn Bûldan li ser gora xwe hat bibîranîn
11:47 Helbestvan Merdê yê birîndar bûbû: Nikarin vîna me bişikînin
11:43 Malbata Şenyaşar wê li pêş edliyeyê fitara xwe bike
11:29 Têkildarî kuştina Mehmet Aslan gilî hatkirin
11:28 Ji bo Ocalan 73 şitil hatin çandin
10:48 Têkoşîna komek ciwan a li metropolan: Bihara Bêdawî
10:34 Rewşa 3 rojnamevanên girtî giran e: Divê demildest bên berdan
10:33 'Em ê pênûsa Evîn Bûldan û xeyalên wê li erdê nehêlin'
10:16 ‘Jidayikbûna birêz Ocalan jidayikbûna kurdbûna îradeya azad e’
09:14 Lêpirsîneke 13 salan: Wezaret û walîtî lîsteya personelan naşîne
09:14 Jinên ku 17 sal in diçin Amarayê: Werin em bi hev re 4'ê Nîsanê pîroz bikin
09:14 'Bi ruhê berxwedêr ê Newrozê ber bi 4'ê Nîsanê ve'
09:14 Darazê ji bo gotina 'duzimanî dê bibe sedema perçebûnê' got ne sûc e
09:14 Girtiyê her du gurçikên wî xera bûne ji ber rapora ATK'ê nayê berdan
09:03 Guneş ê hat berdan: Bi ser qawîşan de dihat girtin, pirtûk dihatin desteserkirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2022'YAN
01/04/2022
19:27 Rojnamevan Yilmaz xelata xwe diyarî Emîne Şenyaşarê kir
18:56 Li Sîlopyayê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin
17:50 Li Êlihê hewldanên provakasyonê
17:10 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê kampanyaya danîna daran da destpêkirin
17:08 Li Girtîgeha Bakirkoyê gef li girtiyên jin xwarin
16:36 'Heta daxwazên dayikan pêk neyên dê aştî neyê vî welatî’
16:31 Li Erziromê jinek hat kuştin
16:16 Di êrişa Tirkiyeyê de li Tirbêspiyê welatiyek hate kuştin
15:59 Ji ber twîta 9 sal berê xwest doz li Demîrtaş bê vekirin
15:58 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê derbasî qonaxek din bû
14:52 TTB’ê li ser ekolojiyê û tenduristiya jinan civat li dar xist
14:31 Ji Başaran banga tifaqa jinan: Werin em bi hev re biaxivin
13:39 Malbata Şenyaşar di rojeva Meclîsê de ye: Em nadin jibîrkirin
13:36 Hefteya pêşiyê dê di Doza Kobanê de îtîrafkar bên guhdarîkirin
13:30 Li Amedê û Êlihê xebatkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
12:58 Ser qetlîama Pasûrê bi hêceta ‘demboriyê’ hat girtin
12:35 Dîsa cezayê qedexeya hevdîtinê dan Ocalan
12:18 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:04 Tirkiyê li Tirbêspiyê êrişî wesayitekê kir
12:02 Li Stewrê 6 kes hatin berdan
11:43 Malbata Şenyaşar: Ya ku pîroz, jiyaneke birûmet û adilane ye
11:32 Lêpirsîna fîkandinê bi dozvenekirinê bi encam bû
11:32 Li Pêrtagê 7 kes ji sûcê “îstîsmara zayendî” hatin girtin
11:32 Ciwanê ku di Newrozê de hatibû binçavkirin li ser îtîrazê hate berdan
10:50 Xwendekarên kurd hatin berdan
10:20 Surçî: Ji bilî PDK’ê hemû kurd li dijî şerê navxweyî ne
10:15 Mafê berdana Kara yê 29 sal in girtî ye tê astengkirin
10:06 Gundê Dewşenê bi tariyê û bêaviyê re dikeve meha Remezanê
09:48 Rojnameger Denîz: Bi dîwar re Şengalê dorpêç dikin
09:30 OGK’ê vexwend konferansê: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinbûyî ye
09:05 Bi daxwaza azadiya Ocalan di 4'ê Nîsanê de ber bi Amarayê ve
09:03 Doza cenazeyê xwe kirin, gef li wan hat xwarin!
09:03 Cotkar ji neçarî dê biçin ber Îş-Kûrê!
09:00 Lêpirsîna Mahsûm Karaoglan 13 sal in 'veşarî' ye
09:00 Ozturk: Em di 4'ê Nîsanê de peyama xwe li Amarayê bidin
09:00 Dayikên Aştiyê: Serok, ruh û canê me ye
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2022'YAN
31/03/2022
21:08 Cenazeyê Kûbîlay Acet li Êlihê hat definkirin
19:33 Mela Saît Ozdemîr hat berdan
19:11 Îstinafê cezayê ku li kiryarê destdirêjiyê Orhan hatibû birîn erê kir
18:46 Kesên li Şirnex,Wan û Erdexanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:59 SYKP: Em li dor Nobeta Edaletê bibin xelek
16:55 Şahidên ku di Doza Kobanê de axivî: Tenê yek çalakî jî derqanûnî nebû
16:33 HDP’ê ji bo kêmtirîn heqdest teklîf da Meclisê
16:33 Ji bo lêpirsîna Mîraç Mîroglu re biryara neşopandinê hat dayîn
16:21 ‘Bila tecrîda li ser girtîgehan demildest bi dawî bibe’
16:03 Ozturk: Aştiyeke birûmet bi Ocalan pêkan e
15:37 Rojnameger Gok: Dixwazin ji ber wêneyên Kurkut ceza bidin min
15:25 Ji bo Aksem serî li Meclisê da
15:04 Koma nîjadperest êriş kir polîsan xwendekarên kurd binçav kirin
15:01 Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di hefteya duyemîn de ye
15:00 ‘Mirina Mûharrem Aksem çima nayê zelalkirin?’
14:36 Sebahat Tuncel: Pêbaweriya vê dadgehê nema ye
14:29 Bûldan: Di Newrozê de bi milyonan kesî çareseriyê nîşan da
14:16 Ji ber xelata ku da Jin TV'yê doz li Odeya Avahîsazan hat vekirin
14:02 Dayika Sîbel Balaç: Keça min 25 kîlo dane
13:43 Salek û 6 meh ceza dan nivîskar Yavuz Ekîncî
13:40 Doza parêzerên ku qeyûman protesto kiribûn hat paşxistin
13:36 Bijîjkê ku dest dirêjî nexweşa xwe kir hat girtin
13:33 Îfadeya ji bo îlana windabûnê hatiye dayîn li Doza Kobanê zêde kirine
13:12 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:45 Ferît Şenyaşar: Xelk wê vê neheqiyê ji bîra neke
12:40 Danişîna rojnameger Canozer taloq bû
12:23 Arteşa tirk li herêma Biradostê gef li gundiyan xwar
12:10 Gunay: Newrozê tifaq nîşan da divê tifaqa netewî pêk were
11:37 Doza derbarê kuştina Hantaş de hat taloqkirin
11:26 Bernameya Yenîsahneyê ya meha nîsanê eşkere bû
11:23 Li Stewrê 6 kes hatin binçavkirin
11:22 Malbata Ocalan li benda mêvanên 4'ê Nîsanê ye
10:53 Ji Alî Dogan Gonultaş albûmek: Gêxî
10:51 DBP: Xwedî derketina Qazî Mihemed bi xebatên yekitiya neteweyî pêkan e
10:29 Li ser cenazeyên li Newala Qesaba vîla tên lêkirin!
09:45 Daxwaza dayika 100 salî ew e ku cara dawî kurê xwe bibîne
09:14 Ji ava Gola Wanê sabûnê çêdike
09:13 Avahiyên Sûrê kirin platoya TRT'ê
09:10 Rapora girtiyê jiyana xwe ji dest da: Girtîgeh ji bo jiyana wî talûke ye