ENQERE - Danişîna doza 19 kesên erîşî merasima cenazeyê Hatun Tugluk kirin hat dîtin. Heyeta dadgehê ji TRT'ê xwestibû ku dîmenên êrîşa cenaze analîz bike û rapor ji wan rebişîne. Lê rayedarên TRT'ê îdîa kir ku elemanê wan tune û zanayê dîmenan analîz bike tune ye.
5'emîn danişîna doza 19 bersûcên ku ji êrîşa merasima cenazeyê dayika siyasetmedara kurd Aysel Tugluk Hatun Tugluk tên darizandin li 2'emin Dadgeha Golbaşi ya Enqereyê hat dîtin. Di danişina dozê de 19 kesên tên darizandin amade bûn. Polîsê roja bûşerê erkdar bû wekî şahid hat guhdar kirin. Polîs Ercan Karsli, ku li Şaxa TEM'ê erkdar bû, îdîa kir ku ji her hewa tarî bû tenê deng bihîstine û tu kesî nas nake.
Polîsê ku li Şaxa TEM'ê erkdar Vural Tuna jî îdîa kir ku ji der bûrî cihê bûyerê bû ji dûr ve bûyer temaşe kiriye.
TRT: ELEMANÊ ME TUNE
Heyeta dadgehê ji TRT'ê xwestibû ku dîmenên video yên di bûyerê de hatine kişandin analîz bike û bike rapor. Lê TRT'ê li hemberî vê daxwazê bersîva 'Hejmara elemanê me kêm e. Elemanê me yê karibe van dîmenan analîz bike tune ye.' da heyeta dadgehê.
Heyeta dadgehê jî bi daxwaza polîsê din ê şahid li dadgehê îfade bide danişîna dozê taloqî 22'ê Gulanê kir.