ŞIRNEX - Derket holê ku cenazeyên endamên YPS’ê yên di qedexeya derketina kolanan a Şirnexê de jiyana xwe ji dest dan, li gora komî hatine weşartin.
Li Şirnexê di qedexeya derketina kolanan a di navbera 14’ê Adar û 14’ê Mijdara 2016’an de 8 mehan berdewam kir û şerê dijwar qewimî de gelek endamên Yekineyên Parastinên Sivîl (YPS), polîs û leşker jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên endamên YPS’ê li goristanên bêkasan hatibûn weşartin. Piştî 16 meh li ser rakirina qedexeya derketina kolanan re derbas bû, derket holê ku cenazeyên YPS’iyan di goristanên komî de hatine weşartin.
Hat îdîakirin ku malbatek endamê YPS’ê ji bo standina cenazeya xwe serî li Serdozgeriya Şirnexê da. Li ser derketina DNA’yê cenazeya malbatê hat teşhîskirin û serdozgerî gazî malbatê kir. Malbat jî ji bo standina cenazeya xwe carek din serî li dozgeriyê da û piştre bi polîsan re çûn Goristana taxa Vakifkent a li navenda bajêr. Polîs, goristanê vedike û malbat dibîne ku cenaze li ser hev di goristanek komî de hatiye weşartin. Cenazeya malbatê tê radest kirin û polîs îtîraf dike ku dema qedexeyê de ew 30 cenazeyan heman goristanê de weşartine. Polîs, ji bo ku mijar dernekeve holê gef li malbatê xwar.