STENBOL- Biryara doza ku Parlementerê HDP'ê Abdûllah Zeydan dîsa pê hat darizandin hat daxuyandin. Dadgehê bêyî ku hinceta doza ku hat xerakirin biguherîne bi heman awayî da û parêziyên ku Zeydan kiribûn tev li hev kir.
Dadgeha Cezayê Giran a 5'emîn di biryara cezayê ku li Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Abdûllah Zeydan ê di Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê de ye îmze avêt bin skandalekê. Zeydan di 23'ê Gulana 2017'an de bi riya SEGBÎS'ê tev li danişînê bibû û îfade dabû. Dadgehê di 14'ê Tîrmeha 2017'an de biryara xwe daxuyand û 8 sal û 45 roj ceza li Zeydan birî. Biryara ku Dadgeha Îstinafê aya Dîlokê ew xera kir, ji Dadgeha Cezayê Giran a 5'emîn a Amedê re hat şandin.
QEYD NEDAN PARÊZERAN
Piştî biryar hat xerakirin, Zeydan di 13'ê Kanûna 2017'an de li Dadgeha Cezayê Giran a 5'emîn a Amedê derket pêşberî dadwer. Zeydan bi riya SEGBÎS'ê nêzî 6 saetan parêzî kir. Dadgehê piştî parêziyê 8 sal û meh û 15 roj ceza li Zeydan birî. Deşîfrasyona qeyda SEGBÎS'ê wekî 17'ê Çileya 2018'an hat qeydkirin. Her çi qas parêzeran doza girtekên vê danişînê kirin jî, dadgehê daxwaza wan esas negirt.
ÇI BI QEYDA SEGBÎSÊ YA 13'Ê KANÛNÊ HAT?
Girtekên danişînê yên parêzeran daxwaza wan kiribû lê nehatibûn dayîn, di biryara ku dadgehê di 14'ê Sibata 2018'an de daxuyand cih girtin. Di girtekên danişînê de dadgehê îmze avêt bin skandalekê. Ji dêvla parêziya Zeydan a di 13'ê Kanûnê de kiriye, parêziya wî ya 23'ê Gulana 2017'an cih girt. Dadgehê ji dêvla ku qeyda SEGBÎS'ê ya 13'ê Kanûna 2017'an deşîfre bike, parêziya 23'yê Gulana 2017'an bi temamî di biryarê de bi cih kiriye.
MA / Yasin Kobulan