ENQERE- Di dema qedexeya derketina kolanan de, ji kesên bi dîmenên "mîzansenî" hatin binçavkirin 3 jê jî zarok bûn. Ji roja ku hatine binçavkirin heta niha bi awayekî sîstematîk bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin. Parêzer Gulan Çagin Kalelî, got zarokan xistine cem zilamên ji ber sûcên îstismarê girtî ne.
Li Nisêbîna Mêrdînê, di dema qedexeya derketina kolanan de, ji kesên di 26'ê Gulana 2016'an de hatin binçavkirin 3 jê zarok bûn. Tiştên ku zarokên bi navê F.A, F.O. û S.P. ji roja hatine binçavkirin heta niha bi wan re rû bi rû mane, Parêzer Gulan Çagin Kalelî vegot. Pêşî zarok şandine Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê û paşê birine Girtîgeha Tîpa H a Hatayê û ji wir jî wan şandine Girtîgeha Jinan a Sîncanê. Endama Platforma Huqûqnasên Azadîxwaz Parêzer Gulan Çagin Kalelî hefteya borî li Girtîgeha Sîncanê serdana zarokan kir. Kalelî got, zarokan jê re gotiye: "Li Nisêbînê cendirmeyan sixêf ji me re gotin û em binçav kirin. Li ber kamerayan tiştek nekirin, lê belê piştî kamera hatin girtin muameleya nebaş dest pê kir."
‘HEFTEYEKÊ AV Û XWARIN NEHAT DAYÎN'
Kalelî, got ji zarokan S.P. gotiye: "Dema li Nisêbînê ez girtim, bi cismekî hişk li serê min dan û ez ji ser hişê xwe çûm. Heta demekê wisa mame. Ji ber vê derbê diranên min jî şikiyan. Rojekê me di hundurê dibistanê de dan sekinandin. Tim sirûd bi me didan guhdarîkirin. Dema sirûd diqediyan, dengê hevalên me yên îşkence li wan dikirin didan guhdarîkirin. Destê me ji paş ve kelemçe kirin û em li eywana sporê dan sekinandin. Em hefteyekê li vir man û hema bêje hefteyekê xweşikî ne av ne jî xwarin dan me."
'BI ZORÊ KINCÊN ME JI ME KIRIN'
Kalelî, diyar kir ku piştî eywana sporê zarok birine TEM'a Nisêbînê û got: "Zarokan got, bijîşkên ku hatine TEM'ê ji wan xwestiye xwe tazî bikin. Zarokan gotiye, 'Em jin û mêr tev li hev in. Em xwe rihet hîs nakin û em hatin derbkirin. Ji şopên li ser ruyê me diyar e. Hûn jî dibînin. Hûn dikarin van tiştan di girtekê de binivîsînin.' Wê kêliyê cendirme mudaxile dikin. Zarokên keç jî di nav de, cendirme bi zorê kincên wan ji wan dike. Zarokan got, 'Me li cem hevalên me yên mêr tazî kirin. Me û hevalên me mêr xistin odeyekê û gotin canê we xwîn e divê hûn xwe bişon û avê li serê me kirin.' Bijîşk dibe şahidên van tiştan, lê li TEM'ê rapora 'derb tune ne' amade dike."
GEF LI WAN HATIN XWARIN
Kalelî, anî ziman ku malbatên zarokan hatine Şaxa TEM'ê û got: "Li TEM'ê polîsekî ji zarokan re gotiye, 'Me we ji wir anî, lê hûn ê nikaribin ji vir derkevin. Malbatên we li ber derî ne, lê me ji wan re got ne li vir in. Tenê dema em bêjin wê zanibin hûn li vir in. Ya hûn ê biaxivin an jî hûn ê nikaribin ji vir derkevin."
EW TAZÎ KIRIN Û ÎŞKENCE KIRIN!
Kalelî, destnîşan kir ku li gor zarokan gotiye, zarok bi awayekî tazî li TEM'a Nisêbînê hatine sekinandin û domand: "Paşê li ber sirûda mehterê zarokan dibin edliyeyê. Paşê ji zarokan re dibêjin 'b...... ermeniyan' û gelek sixêfan ji wan re dibêjin. Zarok li emniyetê îfade nadin, lê dozger bi daxwaza girtinê sewq dike. Zarok li dadweriya lêpirsînê jî îfadeyê nadin û yekser tên girtin. Zarokan dişînin girtîgehên cuda û hinan jê jî dişînin Girtîgeha Mêrdînê." Kalelî, diyar kir ku di Cotmeha 2016'an de zarokan sewqî Girtîgeha Tîpa T a Hatayê dikin û li wir lêgerîna tazî li wan ferz dikirin. Kalelî got: "Ji zarokan yek jê got 'nikaribûm li odeya xwe rakevim.' Dema min sedema wê pirsî got 'Piştî saetekê şûn de em derbasî odeya xwe dibûn. dema em derbasî odeyê dibûn cendirmeyan ronî davêt ser me. Paşê dengê vîdeoyê li Nisêbînê hatibû kişandin didan guhdarîkirin. Gelek gardiyanên mêr diketin odeyê û em tehrîk dikirin.'"
Kalelî, diyar kir ku zarokan gotiye 20-30 gardiyanên mêr diketin odeyê û sixêf ji wan re digotin û gefên wekî "hûn ê ji vir dernekevin" li wan xwarine. Kalelî bi lêv kir ku zarokan gotiye wan çend caran daxwazname nivîsandine û wan bi dozger re jî hevdîtin çê kiriye, lê belê dîsa jî tiştek nehatiye kirin û daxwazanameyên wan esas nehatine girtin.
JI PAŞ VE DESTÊN WAN KELEMÇE KIRIN Û EW ÎŞKENCE KIRIN
Kalelî, destnîşan kir ku li Girtîgeha Hatayê jimariya li ser piyan û nîzama leşkerî li zarokan hatiye ferzkirin. Kalelî, destnîşan kir ku zarokan bertek nîşanî vê yekê de ye û camên qawîşê şikandine. Piştî cam şikandine komeke qelebalix bi copan êrîşî wan kiriye. Kalelî destnîşan kir ku zarokan gotiye ewil sergardiyan Mûrat êrîşî wan kiriye û tam rojekê bêyî nan û avê bidin wan, destê wan ji paş ve kelemçekirine û li odeyeke tarî ragirtine.
‘WAN Û KESÊN JI BER ÎSTISMARA ZAYENDÎ TÊN DARIZANDIN XISTINE HEMAN CIHÎ'
Kalelî, destnîşan kir ku mêrên ji ber îstismara zayendî û tacizê tên darizandin anîne qawîşa li kêleka qawîşa zarokan û bi taciza devkî ya van kesan re rû bi rû mane. Kalelî, diyar kir ku piştî li odeya tarî hatine derbkirin, zarokan xwestiye biçin revîrê, lê belê bijîşk tevî gardiyanan û mudur hatiye qawîşê û zarokan got: "Bi awayekî qelebalix hatin û gef li me xwarin. Paşê dema gotin 'tiştekî we tune ye ne wisa?' Me ji tirsan got 'tune ye'." Her wiha Kalelî diyar kir ku dema zarok sewqî Girtîgeha Sîncanê hatine kirine jî bi awayekî fizîkî û derûnî hatine îşkencekirin.
‘EM DEV JI BERPIRSIYARAN BERNEDIN'
Kalelî, destnîşan kir ku tu daxwaznameyeke zarokan nayê qebûlkirin û zarokan jî daxwazanmeyên xwe yên nehatine qebûlkirin dane ber kamereyên li qada hevpar. Kalelî, diyar kir ku wê bi sê zarokan re hevdîtin çê kiriye û hersêyan jî xwestiye giliyê tiştên hatine serê wan bikin. Kalelî got wan beyanên zarokên ku sewqî girtîgehên din hatine kirin jî girtine û ew ê giliyê bijîşk, karmendên înfazê û rêveberiya girtîgehê bikin û ew ê daxwaz bikin ku dîmenên li girtîgehên bên lêkolînkirin. Kalelî diyar kir ku ew ê şopdarê vê yekê bin û derv ji berpirsiyaran bernedin.
MA / Berivan Altan