‘Yên ku peyamên Newrozê paşguh dikin dê nekarin hebûna xwe bidomînin’

img

AMED - Nûnerên Tifaqa Kurdistanî diyar kirin ku di qadên Newrozê de bi milyonan kesan banga yekitiya neteweyî kirin û wiha gotin: “Yên ku van peyamên Newrozê jinedîtî ve tên dê nekarin hebûna xwe bidomînin.” 

Tevî hemû astengirinên îktîdarê jî Newroza îsal bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” li 72 navendan hate pîrozkirin. Bi milyonan kes herikî qadên Newrozê û di pîrozbahiyan de daxwaza rakirina tecrîda li Îmraliyê, azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, avakirina yekitiya neteweyî ya gelê kurd û perwerdeya bi zimanê dayikê kirin. 
 
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya û Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî têkildarî peyamên ji qadên Newrozê bi ajansa me re axivîn. 
 
‘GEL XWEDÎ LI DEKLARASYONÊ DERKET’
 
Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA’yê Ahmet Kaya anî ziman ku li dijî polîtîkayên zext û tunehesibandinê, bi milyonan kes herikîne qadên Newrozê û wiha got: “Gelê me nîşanî her kesî da ku li ser pêya ye. Gelê me pir baş xwedî li deklarasyona hevpar derket. Li gorî Newrozê berê, di vê Newrozê de taybetiyên kurdan bêhtir derketin pêş. Kurdan nîşanî hemû kesî dan ku dixwazin li ser vê xakê bi nasnameya xwe û di nava biratiyê de bijîn. Gelê me daxwazên xwe yên ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê, çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, rakirina tecrîda li ser Îmraliyê û bidawîkirina binpêkirinên li girtîgehan dîsa dubare anîn ziman. Destpêkirina pêvajoyeke nû ya çareseriyê yek ji daxwazên hevpar ên gelê kurd bû.” 
 
‘NEKARÎN RASTIYÊ VEŞÊRIN’
 
Kaya, bal kişand ser dirûşma “Bijî Serok Apo” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi milyonan kesan ev dirûşm berz kir. Bi vê yekê re jî nîşan dan ku di çareserkirina pirsgirêka kurd de tekane muxatab Ocalan e. Xuyaye ku rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan dê ji bo pêvajoya çareseriyê derfetên baş çêbike. Dema mirov rewşa tecrîdê tenê di şexsekî de vedibêje, ev rewş hinek sivik dibe. Ev, ne bûyereke bi vî rengî ye ji ber ku bandora xwe li hemû kurdan dike. Mimkin nîne ku li Tirkiyeyê bêyî Ocalan qala çareseriyê were kirin. Civak baş di ferqê de ye ku bi paşguhkirina muxatabê yekemîn re ev pêvajo na dome. Dema li qadên Newrozê gel ev dirûşm berz dikirin, hêzên ewlekariyê dixwestin bi dengê muzîkê vî dengî bifetisînin. Aliyekî hewl dida rastiyê binixûme û aliyê din jî rastî dîqiriye. Heke îro qala muxatabiyê ji bo gelê kurd bê kirin, aktorê sereke birêz Ocalan e. Gelê kurd ev rastî qîriya û pêvajoya li dora vê rastiyê teşe digire dikare bi ser keve. Nexwe tu perspektîfên din ser nakevin. Bi milyonan kes di ferqa vê rastiyê de ye.” 
 
‘GEL BERPIRSYARÎ DA’ 
 
Bi domdarî Kaya destnîşan kir ku gelê kurd ji bo xebatên yekitiya neteweyî jî peyamên xurt dane û wiha domand: “Ji bo ku gav bên avêtin, berpirsyarî xistin stûyê hemû derdoran. Tişta ku me li qadên Newrozê şahidî jê re kirî ji xebatên me yên ji bo yekitiya neteweyî gelek wêdetir bû. Çirûskekî herî biçûk ê li vir, li qadan vediguhere agir. Ya ku daxwazên Newrozê hîn xurtir dikir jî ev bû. Tifaqa li vir dê bandorê li her çar parçeyan bike. Hesret û daxwaza gelê kurd a di vê mijarê de xwedî potansiyeleke wisa ye ku dikare gavekî herî biçûk jî pir zêde pêşve bibe. Sînerjiya li qadan dê partiyên kurd neçarî gavavêtinê bike. Qad dibêjin ku serê xwe bi tiştên biçûk neêşînin. Derdorên ku van daxwazên qadan paşguh dikin, dê nekarin hebûna xwe bidomînin. Yên dibînin jî dê bikarin pêşerojê ava bikin.” 
 
‘GEL NEKET XEFIKÊ’ 
 
Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî jî da zanîn ku ji bo sabotekirina pîrozbahiyên Newroza îsal, îktîdar kete nava gelek hewldanan û ev tişt anî ziman: “Lê gelê me ev rastî ferq kir û nekete xefikê. Van hewldanên astengkirinê bi xwe re hêzeke dijber jî ava kir. Bi vê yekê re hêza berxwedêriyê ya li dijî êrişên dewletê jî derket holê. Gelê kurd êdî gelekî têgehiştî ye. Bêguman deklarasyonê jî bandoreke mezin kir ku Newroz ewqas bi girseyî derbas bibe. Hatina cem hev a partiyan û deklarasyona hevpar, hêz û moraleke mezin da gel. Yekitiya navxweyî ya partiyên kurd pir girînge. Fikr û baweriyên wan çi dibin bila bibin, kurd neçarin bi hev re tevbigerin. Di Newrozê de jî min bal kişand ser vê mijarê. Gelên mazlum neçarin ku di rêya azadiyê de bi hev re tevbigerin. Ya ku dê serkeftinê bi xwe re bîne jî ev rastiye ye.” 
 
‘YEKITÎ ÊDÎ FERZ BÛYE’ 
 
Aşitî, diyar kir ku êdî partiyên kurd neçarin ku tifaqa neteweyî mayînde bikin û axaftina xwe wiha xelas kir: “Ji bo mayîndekirina vê tifaqê hewceye em bixebitin. Di qonaxeke wiha girîng de divê kurd yekitiya xwe ava bikin. Di serdema heyî de êdî teknolojî gelek pêş ketiye. Lewma divê çapemeniya kurd dengê me bigihîne her deverê. Divê girîngiya vê yekitiyê ji gel re vebêje. Barekî mezin dikeve ser milên çapemeniya kurd jî.” 
 
MA / Ergîn Çaglar
 

Sernavên din

27/03/2022
16:37 Mihrîcana Fîlmên Kurd di roja 4'an de berdewam dike
16:21 TÛAY-DER: Girtiyên nexweş bi pêkanînên dijî hiqûqê re rû bi rû ne
16:07 Nobeda Edaletê ya Wanê: Em tecrîdê qebûl nakin
15:36 Di kongreya OHD'ê de balê kişandin ser tecrîda li dijî Ocalan
14:58 Latîfecî ku beriya 27 salan hat kuştin li ser gora xwe hat bibîranîn
13:55 Ajansa me hêjayî 25'emîn Xelata Metîn Goktepe hat dîtin
13:28 Êrişî avahiya HDP'ê ya Erdemliyê hat kirin
13:02 Malbata Şenyaşar: Peywira darazê ne parastina sûcdaran e
13:02 Koma HDP'ê ya Meclisê nexşerêya xwe ya dema nû nîqaş kir
12:11 Doza Kobanê sibê dest pê dike: Wê ji bo serokê berê yê dadgehê daxwaz bên kirin
11:12 Cerdevanên ku dest dirêjî zarokê kirin parastvanê şaredarê AKP'î derket
10:17 Rêya mezrayê 10 roj in girtî ye
10:16 Şanoger Ûlûsoy: Xwedîderketina şanoyê ji berê xurtir e
09:18 Xizmên malbata Dedeogûllari: Em mafê xwe dixwazin
09:17 Rexmî biryara AYM'ê jî lêpirsîna "polisên îşkencekar" hat girtin
09:17 'Em ê destûr nedin ku nebaşî bibe ji rêze'
09:16 Dayikên Aştiyê: Ji bo aşitiyê deriyê Îmraliyê vekin
09:08 Êdî dixwaze stranên aştiyê bibêje
09:03 'Guh bidin dengê gel ku ji qadên Newrozê bilind bû'
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2022'YAN
26/03/2022
21:45 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:45 Berham Salih: Divê qrîza siyasî ya li Iraqê bi dawî bibe
17:54 Ji DFG'ê kurtefîlmê binpêkirina mafên rojnamegeran
17:33 Ji karkerên ku birîndar bûbûn yek jê jiyana xwe ji dest da
17:00 Muhtac e ku malbata wê li wê binêre lê dikare di girtîgehê de bimîne!
16:35 Nobeda Edaletê ya Wanê 100 roj li pey xwe hişt
16:31 Hilbijartina Serokomariyê ya Iraqê dîsa hat taloqkirin
16:26 Başaran: Bi ruhê Newrozê tecrîd dikare bê rakirin
16:24 Fîncanci: Heke demokrasî nebe tenduristî jî nabe
15:59 Walîtiya Rihayê derbarê Aksem de daxuyanî da
15:55 Rêxistinên jinan: Polîsan gef li malbatên jinên tevli çalakiyên 8’ê Adarê bûne xwar
15:53 Jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar di xetereyê de ye
15:52 Dayikên Şemiyê: Dema dosyeya Nezîr Acar hate borandin
15:38 Tedawiya girtiyê nexweş Çîçek nayê kirin
15:09 2 kesên li Stenbolê hatibûn kuştin, li Colemêrgê veşartin
15:02 Veysel Îlhan ê 30 sal girtî ma hat berdan
14:51 Li Girtîgeha Wanê lepik û stûmal hatin qedexekirin
14:50 Li bakurê Kurdistanê rapirsiya hilbijartinê: Rayên HDP’ê zêde dibin û AKP dihele
14:49 ‘Ocalan îradeya bi milyonan mirov e’
14:34 TUAY-DER’a Çukurova xwest rayedar bikevin tevgerê
14:09 KESK’ê xwest endamên wan ên îxrackirî vegerin karê xwe
13:51 Xizmên Windayan li aqûbeta Alî Muldir û Alî Gunduz pirsîn
13:48 ‘Divê binpêkirinên ji pergala esnaf-kurye diqewimin ji holê bên rakirin’
13:36 ‘Gelo hêceta girtina şopa tiliyên zarokên 5 salî çi ye?’
13:18 ‘Yên ku peyamên Newrozê paşguh dikin dê nekarin hebûna xwe bidomînin’
12:51 Ji Çîftçî yê li Hewlêrê hatibû binçavkirin agahî nayê girtin
12:24 Cismên ku li bedena Aksem ketine nehat diyarkirin
12:11 KCK: Tirkiye û PDK bi hev re amadekariya operasyonê dikin
12:10 ‘Çima tu pere ji hevalê xwe yê zarokatiyê re dişînî?’
11:38 Siyasetmedarê misrî: Divê Ocalan azad bibe
11:38 Malbata Şenyaşar: Israra dayikan wê edaletê bîne
11:03 Li dijî ANHA’yê êrişa sîber hat kirin
10:52 Li navçeya Basa 4 kes kirin binçavan
10:19 Twitterê, hesaba ajansa me rawestand
10:15 Bektaş felc bûye û dermanê nexweşiya Çardak jî nîne lê nayên berdan
09:08 Li Wan û Colemêrgê qedexekirina zozanan: Ên 'lêpirsîna ewlehiyê' derbas nekin dê nikaribin şivantiyê bikin
09:06 Ahmet Turk: Divê Tûglûk bê berdan
09:05 Apê Aksemê ku li qada telîmê cenazeyê wî hat dîtin: Em şikê dibin ser midûriyeta polîsan
09:04 Nobeda Edaletê ya Stenbolê: Bibin dengê girtiyan
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2022'YAN
25/03/2022
18:35 Mîhrîcana Fîlmên Kurdî didome
17:34 Li Bolûyê 7 kes din jî hatin berdan
17:15 ‘Divê binpêkirinên li girtîgehan bên teşhîrkirin’
16:19 Rojnamevan Aydin Engîn hat veşartin
15:20 Derbarê êrişkarê avahiya HDP’ê de doz hat vekirin
14:46 Li cihê ku cenazeyê Aksem hatibû dîtin qalikên guleyan û xwîn heye
14:25 Ji bo hevşaredara ku ji peywirê hat girtin ceza hat xwestin
13:38 Bernameya heyva nîsanê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
13:29 'Di Newrozê de cihêkarî li jinan hat kirin'
13:27 Doza parvekirina nîgara jinên Zapatîsta bi beraetê encam bû
12:22 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Hevdîtina bi Ocalan re berpirsiyariya organên dewletê ye
12:02 Serokê dadgeha Doza Kobanê yê berê hat berdan
12:01 Malbata Şenyaşar: Em jî mîna Diyojen di nava rojê de li ber edliyeyê li edaletê digerin
12:01 Salek û 6 meh ceza li parlamenterê HDP'ê Sarisaç hat birîn
11:52 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:33 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:07 Zarokek li cihê guleberdanê ya polîsan mirî hat dîtin
10:55 Xwestin hevserokê DBP’a Qoserê birevînin
10:52 Xelkê Wanê: Me bersiveke baş da dijminên gelê kurd
10:34 ‘Werin em bi ruhê Newrozê tevli kongreyê bibin’
10:23 Çelîk ê ÎHD’î: Divê ji bo girtîgehan xebatên encamgir bên destpêkirin
09:49 Genç: Newroz ji bo Tirkiyeyê dikare bibe destpêkeke nû
09:36 Bûrhan Babaoglû piştî 30 salan ji girtîgehê derket
09:09 Li Êlihê di qezaya trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da
09:09 'Bi milyonan kes xwedî li Ocalan derket'
09:08 Heqê tamîra wesayîta xwe jî ji binçavkiriyan xwestin
09:06 Cêwiyên 5 salî ji ber cilên kurdî hatin binçavkirin!
09:05 Ji ber çepik û pankartan derbarê 20 jinan de doz hat vekirin
09:04 Dayikên girtiyan: Berî bi derengî bikeve dengê wan bibihîsin
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2022'YAN
24/03/2022
23:58 Mihrîcana Fîlmên Kurdî bi fîlma 'Kurdên Êzidî' dest pê kir
21:02 Agir bi Girtîgeha Eyyubiyeyê ket
19:23 Derbarê Guzel a HDP'î ya parêzbendiya wê hat betalkirin de biryara berdestkirinê
17:01 HDP’a Şirnexê ji bo kongreya xwe bang kir
16:53 Rojnamevan Aydin Engîn koça dawî kir
16:28 Şandeya HABER-SEN'ê çû serdana malbata Şenyaşar
16:19 Di Nobeda Edaletê de azadiya Ocalan û girtiyan hat xwestin
15:57 Ji binçavkiriyên Newroza Amedê yek jê hate girtin
15:38 Hevşaredarên HDP’î: Em qeyûman nas nakin
15:35 'Bila mirinên li girtîgehan bên ronîkirin'