KCK: Tirkiye û PDK bi hev re amadekariya operasyonê dikin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - KCK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Tirkiye ji bo operasyoneke li derveyî sînor di nava amadekariyên nû de ye û wiha got: “Divê PDK tev li vê vê dagirkeriya qirêj nebe. Ji ber ku ev dagirkerî wê ji bo gelê me û welatê me rê li ber bobelatên mezin veke.”
 
Operasyona ku Tirkiyeyê di 23’yê nîsana sala 2021’an de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê daye destpêkirin, nêzî salek berdewam e. Operasyon, bi hevkariya hêzên taybet ên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tê berdewamkirin. Di demên piştre de pêşmergeyên Roj û komên girêdayî OSO’yê jî beşdarî operasyonê hatin kirin. Lê dîsa jî nekarin pêşbikevin. Berevajî pêşketinê, hêzên artêşa Tirkiyeyê neçar man ku xwe ji gelek cihan vekişînin. 
 
Her ku operasyon xitimî, hevdîtinên dîplomatîk ên di navbera Enqere û Hewlêrê de jî zêdetir bûn. Wezîrê Parastinê Hulusî Akar û Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan piştî hevdîtinên li Herêma Federal a Kurdistanê, vê carê jî Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re hevdîtin kirin. Êdî ev hevdîtin, her ku çû zêdetir bûn. Piştî ku hevdîtinên di navbera Enqere û Hewlêrê de zêde bûn, Komên Civakên Kurdistanê (KCK) daxuyaniyek weşand û diyar kir ku Tirkiye bi hevkariya PDK’ê amadekariya operasyoneke nû dike. 
 
Daxuyaniya KCK’ê wiha ye: 
 
“Di serî de li bakurê Kurdistanê, di Newrozê de li her parçeyên welatê me û li derveyî welat bi milyonan kes daketin qadên azadiyê. Gelê me girêdayîbûna xwe ya bi Rêber Apo re diyar kirin û li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê jî peyamên berxwedan û têkoşînê dan. Newroza 2022’yan diyar dike ku têkoşîna azadiyê ya ku 50 sal in didome, rastiya gel a berxwedêr, azadîxwaz û di her şertan de girêdayî nirxên xwe ava kiriye. Îro dema ku gelê me bi awayekî bi heybet Newrozê pêşwazî dike, ev tişt bandorê li ser dinyayê jî dike. Ji aliyê din ve jî faşîzma AKP û MHP’ê ya ku li hemberî têkoşîna bi heybet a gelê me tehamûla wê nîne, di rojên dawîn de derketiye holê ku biryar daye qetlîamên nû bike û tevgerên dagirker bide destpêkirin.
 
PDK BÛYE ASTENG KU TC TÊK BIÇE
 
Dewleta tirk a faşîst ji sala 1982’yan û vir ve li hemberî tevgera me operasyonên leşkerî dike, di bihara 2021’an de jî Garê di serî de li ser başûrê Kurdistanê tevgereke dagirker dabû destpêkirin. Li hemberî vê tevgera dagirker hêzên me yên gerîla bi berdêlên giran berxwedanek nîşan dan û heta dereceyeke mezin planên dijmin pûç kir. Gerîla li Garê, Werxelê, Mamreşo, Zendûra û Girê Sor qehremaniyeke mezin nîşan dan. Şehîdên me heta kêliya dawî jî li hemberî dagirkeriya dewleta tirk a li ser başûrê Kurdistanê bi qehremanî li ber xwe dan lê PDK’ê piştgirî dida dewleta tirk. PDK’ê di vê serdemê de agahî dida dewleta tirk û bi provokasyonên li hemberî qadên gerîlayan, li pêşiya têkçûna dewleta tirk bûye astengiyeke mezin.
 
PDK JI BO ŞER AMADEKARIYAN DIKE 
 
Di sala nû ya têkoşînê de di nav çapemeniya başûrê Kurdistanê tê nîqaşkirin ku wê dewleta tirk dest bi tevgereke dagirker bike û ji bo vê jî bi PDK’ê re li hev kirine û plansaziyeke hevpar çêkirin. Li gorî nûçeyên di çapemeniya başûrê Kurdistanê de; PDK dê îsal yekser tev li tevgera dagirkeriyê bibe û tê diyarkirin wê pêşmergeyan li hemberî gerîlayan têxin şer. Me bi wesîleyên cihê ev agahî li raya giştî belav kir. Lê ligel van tiştan jî tê nîqaşkirin ku PDK’ê dev ji tevlibûna operasyona dagirker bernedaye û ji bo şer amadekariyan dike.
 
HEWLDANÊN REWAKIRINA ŞER 
 
Li gorî agahiyên di çapemeniyê de derdikeve û gihiştine ber destê me; ji bo PDK karibe bi awayekî çalak tev li operasyona dagirkeriyê ya dewleta tirk bibe û vê tevlibûna xwe rewa nîşan bide, dê hinek çalakiyên provokatîf bike. Li gorî vê yekê; planeke şerê taybet dê bi nûçeyên derew raya giştî ya kurdan li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê sor bike. Heke ev jî bi ser nekeve, wê pêşmerger hinek êrişên ku xisarê bide gelê Başûr bike û wê van êrişan têxin stûyê gerîlayan. Hinek malperên provokator ên girêdayî PDK’ê, ji niha ve ji bo zemîna van êrişan amade dike û dixwaze van tiştan rewa bike. Di çapemeniyê de jî derket holê ku qadên ku 20 sal in di bin kontrola gerîlayan de ye, di rojên dawîn de hêzên taybet ên PDK’ê bi çekên giran xwe li wir bi cih dikin. Ev gaveke gelekî xetere ye û xizmeta armanca dagirkeriya dewleta tirk dike.
 
DÊ RÊ LI BER BOBELETÊN MEZIN VEKE 
 
Em wekî berê dîsa bang dikin ku divê PDK tev li vî şerê qirêj ê dagirker û planên faşîzma AKP û MHP’ê nebe. Heke PDK xwe bide kêleka hêzên dagirker ên dewleta tirk û li hemberî gerîlayan şer bike, dê ev tişt were wateya ku derbên giran li destkeftiyên demokratîk ên neteweyî yên gelê me û Kurdistanê were xistin. Heke PDK tev li dewleta tirk êrişî qadên gerîlayan bike ev tişt tê wateya êrişa li ser statuya Başûr û destkeftiyên wê. Divê PDK tev li vê plana dagirker nebe. Ev plan wê ji bo gelê me û welatê me rê li ber bobelatên mezin veke.
 
Bi vê wesîleyê em bang li Parlamentoya Başûrê Kurdistanê, partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî, saziyên fermî û raya giştî dikin ku li hemberî plana dagirker rabin û PDK’ê hişyar bikin. Em hemû gelê xwe û welatê xwe ji bo vê plana ku tê wateya tiştên xerab agahdar dikin û banga hestiyariyê dikin ku divê PDK tev li vê plana qirêj nebe.”
 

Sernavên din

27/03/2022
16:37 Mihrîcana Fîlmên Kurd di roja 4'an de berdewam dike
16:21 TÛAY-DER: Girtiyên nexweş bi pêkanînên dijî hiqûqê re rû bi rû ne
16:07 Nobeda Edaletê ya Wanê: Em tecrîdê qebûl nakin
15:36 Di kongreya OHD'ê de balê kişandin ser tecrîda li dijî Ocalan
14:58 Latîfecî ku beriya 27 salan hat kuştin li ser gora xwe hat bibîranîn
13:55 Ajansa me hêjayî 25'emîn Xelata Metîn Goktepe hat dîtin
13:28 Êrişî avahiya HDP'ê ya Erdemliyê hat kirin
13:02 Malbata Şenyaşar: Peywira darazê ne parastina sûcdaran e
13:02 Koma HDP'ê ya Meclisê nexşerêya xwe ya dema nû nîqaş kir
12:11 Doza Kobanê sibê dest pê dike: Wê ji bo serokê berê yê dadgehê daxwaz bên kirin
11:12 Cerdevanên ku dest dirêjî zarokê kirin parastvanê şaredarê AKP'î derket
10:17 Rêya mezrayê 10 roj in girtî ye
10:16 Şanoger Ûlûsoy: Xwedîderketina şanoyê ji berê xurtir e
09:18 Xizmên malbata Dedeogûllari: Em mafê xwe dixwazin
09:17 Rexmî biryara AYM'ê jî lêpirsîna "polisên îşkencekar" hat girtin
09:17 'Em ê destûr nedin ku nebaşî bibe ji rêze'
09:16 Dayikên Aştiyê: Ji bo aşitiyê deriyê Îmraliyê vekin
09:08 Êdî dixwaze stranên aştiyê bibêje
09:03 'Guh bidin dengê gel ku ji qadên Newrozê bilind bû'
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2022'YAN
26/03/2022
21:45 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:45 Berham Salih: Divê qrîza siyasî ya li Iraqê bi dawî bibe
17:54 Ji DFG'ê kurtefîlmê binpêkirina mafên rojnamegeran
17:33 Ji karkerên ku birîndar bûbûn yek jê jiyana xwe ji dest da
17:00 Muhtac e ku malbata wê li wê binêre lê dikare di girtîgehê de bimîne!
16:35 Nobeda Edaletê ya Wanê 100 roj li pey xwe hişt
16:31 Hilbijartina Serokomariyê ya Iraqê dîsa hat taloqkirin
16:26 Başaran: Bi ruhê Newrozê tecrîd dikare bê rakirin
16:24 Fîncanci: Heke demokrasî nebe tenduristî jî nabe
15:59 Walîtiya Rihayê derbarê Aksem de daxuyanî da
15:55 Rêxistinên jinan: Polîsan gef li malbatên jinên tevli çalakiyên 8’ê Adarê bûne xwar
15:53 Jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar di xetereyê de ye
15:52 Dayikên Şemiyê: Dema dosyeya Nezîr Acar hate borandin
15:38 Tedawiya girtiyê nexweş Çîçek nayê kirin
15:09 2 kesên li Stenbolê hatibûn kuştin, li Colemêrgê veşartin
15:02 Veysel Îlhan ê 30 sal girtî ma hat berdan
14:51 Li Girtîgeha Wanê lepik û stûmal hatin qedexekirin
14:50 Li bakurê Kurdistanê rapirsiya hilbijartinê: Rayên HDP’ê zêde dibin û AKP dihele
14:49 ‘Ocalan îradeya bi milyonan mirov e’
14:34 TUAY-DER’a Çukurova xwest rayedar bikevin tevgerê
14:09 KESK’ê xwest endamên wan ên îxrackirî vegerin karê xwe
13:51 Xizmên Windayan li aqûbeta Alî Muldir û Alî Gunduz pirsîn
13:48 ‘Divê binpêkirinên ji pergala esnaf-kurye diqewimin ji holê bên rakirin’
13:36 ‘Gelo hêceta girtina şopa tiliyên zarokên 5 salî çi ye?’
13:18 ‘Yên ku peyamên Newrozê paşguh dikin dê nekarin hebûna xwe bidomînin’
12:51 Ji Çîftçî yê li Hewlêrê hatibû binçavkirin agahî nayê girtin
12:24 Cismên ku li bedena Aksem ketine nehat diyarkirin
12:11 KCK: Tirkiye û PDK bi hev re amadekariya operasyonê dikin
12:10 ‘Çima tu pere ji hevalê xwe yê zarokatiyê re dişînî?’
11:38 Siyasetmedarê misrî: Divê Ocalan azad bibe
11:38 Malbata Şenyaşar: Israra dayikan wê edaletê bîne
11:03 Li dijî ANHA’yê êrişa sîber hat kirin
10:52 Li navçeya Basa 4 kes kirin binçavan
10:19 Twitterê, hesaba ajansa me rawestand
10:15 Bektaş felc bûye û dermanê nexweşiya Çardak jî nîne lê nayên berdan
09:08 Li Wan û Colemêrgê qedexekirina zozanan: Ên 'lêpirsîna ewlehiyê' derbas nekin dê nikaribin şivantiyê bikin
09:06 Ahmet Turk: Divê Tûglûk bê berdan
09:05 Apê Aksemê ku li qada telîmê cenazeyê wî hat dîtin: Em şikê dibin ser midûriyeta polîsan
09:04 Nobeda Edaletê ya Stenbolê: Bibin dengê girtiyan
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2022'YAN
25/03/2022
18:35 Mîhrîcana Fîlmên Kurdî didome
17:34 Li Bolûyê 7 kes din jî hatin berdan
17:15 ‘Divê binpêkirinên li girtîgehan bên teşhîrkirin’
16:19 Rojnamevan Aydin Engîn hat veşartin
15:20 Derbarê êrişkarê avahiya HDP’ê de doz hat vekirin
14:46 Li cihê ku cenazeyê Aksem hatibû dîtin qalikên guleyan û xwîn heye
14:25 Ji bo hevşaredara ku ji peywirê hat girtin ceza hat xwestin
13:38 Bernameya heyva nîsanê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
13:29 'Di Newrozê de cihêkarî li jinan hat kirin'
13:27 Doza parvekirina nîgara jinên Zapatîsta bi beraetê encam bû
12:22 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Hevdîtina bi Ocalan re berpirsiyariya organên dewletê ye
12:02 Serokê dadgeha Doza Kobanê yê berê hat berdan
12:01 Malbata Şenyaşar: Em jî mîna Diyojen di nava rojê de li ber edliyeyê li edaletê digerin
12:01 Salek û 6 meh ceza li parlamenterê HDP'ê Sarisaç hat birîn
11:52 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:33 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:07 Zarokek li cihê guleberdanê ya polîsan mirî hat dîtin
10:55 Xwestin hevserokê DBP’a Qoserê birevînin
10:52 Xelkê Wanê: Me bersiveke baş da dijminên gelê kurd
10:34 ‘Werin em bi ruhê Newrozê tevli kongreyê bibin’
10:23 Çelîk ê ÎHD’î: Divê ji bo girtîgehan xebatên encamgir bên destpêkirin
09:49 Genç: Newroz ji bo Tirkiyeyê dikare bibe destpêkeke nû
09:36 Bûrhan Babaoglû piştî 30 salan ji girtîgehê derket
09:09 Li Êlihê di qezaya trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da
09:09 'Bi milyonan kes xwedî li Ocalan derket'
09:08 Heqê tamîra wesayîta xwe jî ji binçavkiriyan xwestin
09:06 Cêwiyên 5 salî ji ber cilên kurdî hatin binçavkirin!
09:05 Ji ber çepik û pankartan derbarê 20 jinan de doz hat vekirin
09:04 Dayikên girtiyan: Berî bi derengî bikeve dengê wan bibihîsin
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2022'YAN
24/03/2022
23:58 Mihrîcana Fîlmên Kurdî bi fîlma 'Kurdên Êzidî' dest pê kir
21:02 Agir bi Girtîgeha Eyyubiyeyê ket
19:23 Derbarê Guzel a HDP'î ya parêzbendiya wê hat betalkirin de biryara berdestkirinê
17:01 HDP’a Şirnexê ji bo kongreya xwe bang kir
16:53 Rojnamevan Aydin Engîn koça dawî kir
16:28 Şandeya HABER-SEN'ê çû serdana malbata Şenyaşar
16:19 Di Nobeda Edaletê de azadiya Ocalan û girtiyan hat xwestin
15:57 Ji binçavkiriyên Newroza Amedê yek jê hate girtin
15:38 Hevşaredarên HDP’î: Em qeyûman nas nakin
15:35 'Bila mirinên li girtîgehan bên ronîkirin'