Apê Aksemê ku li qada telîmê cenazeyê wî hat dîtin: Em şikê dibin ser midûriyeta polîsan

img

RIHA - Li Rihayê li devera telîmê ya polîsan cenazeyê şivan Mûharrem Aksem bi awayekî perçekirî hatibû dîtin. Apê wî Bakir Aksem got: "Ji sibehê heya êvarî li vira telîm hebû. Gumana me tenê diçe ser midûriyeta polîsan." 

Li Taxa Micit a navçeya Eyyubiye ya Rihayê di 23'yê Adarê de li cihê telîmî yê polîsên tevgera taybet cenazeyê şivan Mûharrem Aksem ê 16 salî hativû dîtin. Cenazeyê Aksem ku tê gotin perçe bûye û dewsa gelek guleyan li ser hebûye, duh hat veşartin. Derketibû holê ku polîs heftê du rojan li mêrga di navbera taxa Mict û Qinegûrê de telîm kirine û di dema telîmêd e tu tevdîr negirtine. 
 
Xizmên Aksem û şêniyên taxê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re behsa bûyerê kirin. 
 
‘ÇEKÊN MEZIN DIŞIXULÎNIN'
 
Mûzaffer Aksem (19), pismamê Mûharrem Aksem, anî ziman ku bi salan e şivantiyê dike û di dema telîmê de gule di ser serê wan re diçin. Aksem, bilêv kir ku bombeyên tên avêtin bandorê li wan dikin û got: "Em şivan nikarin biçin wî aliyî. Li cem şivanan çekan dişixulînin. Ji me re dibêjin ji vir biçin. Em duh dîsa li wir bûn. Çekên giran dişixulandin." 
 
‘SIBÊ YÊ MIN JÎ BIKUJIN'
 
Aksem, destnîşan kir ku duh gava çûne ser cenaze li ser laşê Mûharrem dewsa guleyan dîtine û got: "Duh cihê cenaze gelek fîşek hebûn. Em naxwazin polîsên tevgera taybet bên mezra me. Duh pismamê min kuştin, sibê dê min bikujin. Demildest divê ev mesele bê çareserkirin. Hêleke me pîşesaziya organîzeyê, hêlek me sîteya galerîvanan û hêla din jî bax û baxçeyên gel in."
 
Aksem, anî ziman ku 2 sal in polîs tên herêmê û heya nehatibûn tu pirsgirêk tune bûn. 
 
‘TEVDÎRAN NAGIRIN'
 
Şêniyê taxê Bahaddîn Demîr jî destnîşan kir ku li cihê telîmê tu tevdîr nayên girtin û got: "Me çend caran telefonî qereqolê kir û got gule bi ser me de tên. Qereqolê got, guleyan bibînin, paşê werin.' Ma piştî em bimirin dê werin? Em nabêjin ji qestîka berdane, lê tu tevdîran jî nagirin." Demîr, anî ziman ku polîs rastgele berdidin û got: "Em naxwazin bên vira. Duh kesek kuştin, sibê dê hin kesên din bikujin." 
 
‘VÊ MESELEYÊ ÇARESER BIKIN'
 
Şêniyê Taxa Keberlî ya li hemberî Taxa Micitê Ramazan Karabacak jî bang li rayedaran kir û got: "Ev der gund e. Ma qey qeymeqam û walî tune ne? vê meseleyê çareser bikin. Em diçin cem kê, di ser guhê xwe re davêjin. Ev der cihekîb içûk e û gule tên hey vira. Guleyên wan di ser serê me re derbas dibin."
 
AP: CENAZE PERÇEWESLE BÛ
 
Bakir Aksem, apê Mûharrem Aksem jî bibîr xist ku biraziyê wî şivantî dikir. Aksem, anî ziman ku polîsên çevîkê li mrêgê telîmê dikin û got: "Li vir ne îxtarek heye, ne jî polîgon. Ji girê hember ber bi vir, ji vir jî ber bi wir ve berdidin. Gund jî li pişt gir e. Ev der zeviyê fisteqan e. Qet nebe mirov îxtarê dike. Lewheyekê diçikîne. Dibêje ev der qada telîmê ye." Aksem, diyar kir ku gava çûne ser cenaze dîtine ku cenaze perçewesle bûye û got: "Em ne bêxwedî ne. Heya niha tiştek wiha çênebûbû. Tu dijminên me tune ne. Ma ev der cihê perwerdehiyê ye? Xwîna biraziyê min hê li erdê ye. Em gundî ji niha û pê ve qethiyen naxwazim midûriyeta polîsan li vir telîmê bike. Ji sibehê heya êvarî li vira telîm hebû. Gumana me tenê diçe ser midûriyeta polîsan. Cenaze perçewesle bû. Dibe madeyeke teqemeniyê yan jî çekek be. Hê jî li wir bombeyên neteqeiyayî hene." 
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

27/03/2022
16:37 Mihrîcana Fîlmên Kurd di roja 4'an de berdewam dike
16:21 TÛAY-DER: Girtiyên nexweş bi pêkanînên dijî hiqûqê re rû bi rû ne
16:07 Nobeda Edaletê ya Wanê: Em tecrîdê qebûl nakin
15:36 Di kongreya OHD'ê de balê kişandin ser tecrîda li dijî Ocalan
14:58 Latîfecî ku beriya 27 salan hat kuştin li ser gora xwe hat bibîranîn
13:55 Ajansa me hêjayî 25'emîn Xelata Metîn Goktepe hat dîtin
13:28 Êrişî avahiya HDP'ê ya Erdemliyê hat kirin
13:02 Malbata Şenyaşar: Peywira darazê ne parastina sûcdaran e
13:02 Koma HDP'ê ya Meclisê nexşerêya xwe ya dema nû nîqaş kir
12:11 Doza Kobanê sibê dest pê dike: Wê ji bo serokê berê yê dadgehê daxwaz bên kirin
11:12 Cerdevanên ku dest dirêjî zarokê kirin parastvanê şaredarê AKP'î derket
10:17 Rêya mezrayê 10 roj in girtî ye
10:16 Şanoger Ûlûsoy: Xwedîderketina şanoyê ji berê xurtir e
09:18 Xizmên malbata Dedeogûllari: Em mafê xwe dixwazin
09:17 Rexmî biryara AYM'ê jî lêpirsîna "polisên îşkencekar" hat girtin
09:17 'Em ê destûr nedin ku nebaşî bibe ji rêze'
09:16 Dayikên Aştiyê: Ji bo aşitiyê deriyê Îmraliyê vekin
09:08 Êdî dixwaze stranên aştiyê bibêje
09:03 'Guh bidin dengê gel ku ji qadên Newrozê bilind bû'
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2022'YAN
26/03/2022
21:45 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:45 Berham Salih: Divê qrîza siyasî ya li Iraqê bi dawî bibe
17:54 Ji DFG'ê kurtefîlmê binpêkirina mafên rojnamegeran
17:33 Ji karkerên ku birîndar bûbûn yek jê jiyana xwe ji dest da
17:00 Muhtac e ku malbata wê li wê binêre lê dikare di girtîgehê de bimîne!
16:35 Nobeda Edaletê ya Wanê 100 roj li pey xwe hişt
16:31 Hilbijartina Serokomariyê ya Iraqê dîsa hat taloqkirin
16:26 Başaran: Bi ruhê Newrozê tecrîd dikare bê rakirin
16:24 Fîncanci: Heke demokrasî nebe tenduristî jî nabe
15:59 Walîtiya Rihayê derbarê Aksem de daxuyanî da
15:55 Rêxistinên jinan: Polîsan gef li malbatên jinên tevli çalakiyên 8’ê Adarê bûne xwar
15:53 Jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar di xetereyê de ye
15:52 Dayikên Şemiyê: Dema dosyeya Nezîr Acar hate borandin
15:38 Tedawiya girtiyê nexweş Çîçek nayê kirin
15:09 2 kesên li Stenbolê hatibûn kuştin, li Colemêrgê veşartin
15:02 Veysel Îlhan ê 30 sal girtî ma hat berdan
14:51 Li Girtîgeha Wanê lepik û stûmal hatin qedexekirin
14:50 Li bakurê Kurdistanê rapirsiya hilbijartinê: Rayên HDP’ê zêde dibin û AKP dihele
14:49 ‘Ocalan îradeya bi milyonan mirov e’
14:34 TUAY-DER’a Çukurova xwest rayedar bikevin tevgerê
14:09 KESK’ê xwest endamên wan ên îxrackirî vegerin karê xwe
13:51 Xizmên Windayan li aqûbeta Alî Muldir û Alî Gunduz pirsîn
13:48 ‘Divê binpêkirinên ji pergala esnaf-kurye diqewimin ji holê bên rakirin’
13:36 ‘Gelo hêceta girtina şopa tiliyên zarokên 5 salî çi ye?’
13:18 ‘Yên ku peyamên Newrozê paşguh dikin dê nekarin hebûna xwe bidomînin’
12:51 Ji Çîftçî yê li Hewlêrê hatibû binçavkirin agahî nayê girtin
12:24 Cismên ku li bedena Aksem ketine nehat diyarkirin
12:11 KCK: Tirkiye û PDK bi hev re amadekariya operasyonê dikin
12:10 ‘Çima tu pere ji hevalê xwe yê zarokatiyê re dişînî?’
11:38 Siyasetmedarê misrî: Divê Ocalan azad bibe
11:38 Malbata Şenyaşar: Israra dayikan wê edaletê bîne
11:03 Li dijî ANHA’yê êrişa sîber hat kirin
10:52 Li navçeya Basa 4 kes kirin binçavan
10:19 Twitterê, hesaba ajansa me rawestand
10:15 Bektaş felc bûye û dermanê nexweşiya Çardak jî nîne lê nayên berdan
09:08 Li Wan û Colemêrgê qedexekirina zozanan: Ên 'lêpirsîna ewlehiyê' derbas nekin dê nikaribin şivantiyê bikin
09:06 Ahmet Turk: Divê Tûglûk bê berdan
09:05 Apê Aksemê ku li qada telîmê cenazeyê wî hat dîtin: Em şikê dibin ser midûriyeta polîsan
09:04 Nobeda Edaletê ya Stenbolê: Bibin dengê girtiyan
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2022'YAN
25/03/2022
18:35 Mîhrîcana Fîlmên Kurdî didome
17:34 Li Bolûyê 7 kes din jî hatin berdan
17:15 ‘Divê binpêkirinên li girtîgehan bên teşhîrkirin’
16:19 Rojnamevan Aydin Engîn hat veşartin
15:20 Derbarê êrişkarê avahiya HDP’ê de doz hat vekirin
14:46 Li cihê ku cenazeyê Aksem hatibû dîtin qalikên guleyan û xwîn heye
14:25 Ji bo hevşaredara ku ji peywirê hat girtin ceza hat xwestin
13:38 Bernameya heyva nîsanê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
13:29 'Di Newrozê de cihêkarî li jinan hat kirin'
13:27 Doza parvekirina nîgara jinên Zapatîsta bi beraetê encam bû
12:22 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Hevdîtina bi Ocalan re berpirsiyariya organên dewletê ye
12:02 Serokê dadgeha Doza Kobanê yê berê hat berdan
12:01 Malbata Şenyaşar: Em jî mîna Diyojen di nava rojê de li ber edliyeyê li edaletê digerin
12:01 Salek û 6 meh ceza li parlamenterê HDP'ê Sarisaç hat birîn
11:52 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:33 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:07 Zarokek li cihê guleberdanê ya polîsan mirî hat dîtin
10:55 Xwestin hevserokê DBP’a Qoserê birevînin
10:52 Xelkê Wanê: Me bersiveke baş da dijminên gelê kurd
10:34 ‘Werin em bi ruhê Newrozê tevli kongreyê bibin’
10:23 Çelîk ê ÎHD’î: Divê ji bo girtîgehan xebatên encamgir bên destpêkirin
09:49 Genç: Newroz ji bo Tirkiyeyê dikare bibe destpêkeke nû
09:36 Bûrhan Babaoglû piştî 30 salan ji girtîgehê derket
09:09 Li Êlihê di qezaya trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da
09:09 'Bi milyonan kes xwedî li Ocalan derket'
09:08 Heqê tamîra wesayîta xwe jî ji binçavkiriyan xwestin
09:06 Cêwiyên 5 salî ji ber cilên kurdî hatin binçavkirin!
09:05 Ji ber çepik û pankartan derbarê 20 jinan de doz hat vekirin
09:04 Dayikên girtiyan: Berî bi derengî bikeve dengê wan bibihîsin
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2022'YAN
24/03/2022
23:58 Mihrîcana Fîlmên Kurdî bi fîlma 'Kurdên Êzidî' dest pê kir
21:02 Agir bi Girtîgeha Eyyubiyeyê ket
19:23 Derbarê Guzel a HDP'î ya parêzbendiya wê hat betalkirin de biryara berdestkirinê
17:01 HDP’a Şirnexê ji bo kongreya xwe bang kir
16:53 Rojnamevan Aydin Engîn koça dawî kir
16:28 Şandeya HABER-SEN'ê çû serdana malbata Şenyaşar
16:19 Di Nobeda Edaletê de azadiya Ocalan û girtiyan hat xwestin
15:57 Ji binçavkiriyên Newroza Amedê yek jê hate girtin
15:38 Hevşaredarên HDP’î: Em qeyûman nas nakin
15:35 'Bila mirinên li girtîgehan bên ronîkirin'