Çelîk ê ÎHD’î: Divê ji bo girtîgehan xebatên encamgir bên destpêkirin

img

ÎZMÎR - Rêveberê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çelîk diyar kir ku divê ji bo bidawîkirina binpêkirinên li girtîgehan xebatên encamgir bên destpêkirin û wiha got: “Bi binpêkirinên heyî re dixwazin girtiyan di girtîgehê de birizînin.” 

Binpêkirinên li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibin. Di van salên dawî de li gel mirina girtiyên nexweş, her wiha mirinên biguman ên weke “xwekuştin” tên pênasekirin jî lê zêde bûne. Herî dawî yek jê li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê û yê din jî li Girtîgeha Tîpa F a Wanê, du girtiyan bi rengekî guman jiyana xwe ji dest dan. Li hêla din, agahiyên îşkence, tecrîd û nêzikatiya xerab a li girtîgehan her ku diçe bêhtir dikevin rojevê. 
 
Qedexeyên ku bi taybet jî bi pandemiyê re hatine destpêkirin, hêj jî li girtîgehan berdewam in. Girtiyên nexweş nayên dermankirin û nikarin dermanan hilgirin. Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD); li girtîgehan 605 jê giran bi giştî herî kêm hezar û 604 girtiyên nexweş hene. Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xerabtir dibe û li gorî daneyên ÎHD’ê, ji serê salê heta niha herî kêm 8 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Di serî de Mehmet Emîn Ozkan û Aysel Tugluk, Saziya Tipa Edlî (ATK) raporê nade gelek girtiyên nexwe. 
 
ÎŞKENCE Û NÊZIKATIYA XERAB
 
Li gorî “Rapora Binpêkirinên Mafên Mirovan ên li Girtîgehan” ku Komîsyona Şopandina Mafên Mirovan ên Girtîgehên Navendî ya Baroya Amedê di dawiya sala 2021’an de amade kiribû û daneyên Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Edaletê dabûn; ji 30’ê mijdara 2021’an ve 295 hezar û 754 girtî û hikûmxwar li Tirkiyeyê hene. Li gorî “Rapora Binpêkirina Mafan ên Herêma Marmarayê yên 2021’an” ku Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê amade kiribû, binpêkirinên li girtîgehan di sala 2021’an de gelek zêde bûne. Di sala 2020’an de 450 serlêdan bo komeleyê hatine kirin û di van serlêdanan de 4 hezar û 805 binpêkirin hatine tespîtkirin. Di sala 2021’an de 326 serlêdan ji komeleyê re hatine kirin û ji van serlêdanan 6 hezar û 222 binpêkirin hatine tespîtkirin. Di serlêdanên sala 2020’an de 810 binpêkirinên tenduristiyê û di sala 2021’an de jî 1013 binpêkirinên mafê tenduristiyê hatine tespîtkirin. Bûyerên weke nêzikatiya xerab, derb kirin û îşkenceyê di sala 2021’an de li gorî sala 2020’an du qat zêdetir bûne û 1605 binpêkirin hatine tespîtkirin. 
 
Têkildarî binpêkirinên li girtîgehan, Rêveberê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çelîk bi ajansa me re axivî. 
 
TECRÎD BERBELAV BÛ 
 
Çelîk, diyar kir ku binpêkirinên li girtîgehan dikare di bin 3 sernavan de bên komkirin û wiha got: “A ewilî tecrîd e. Ev peyv, piştî ku Abdullah Ocalan birin Girtîgeha Îmraliyê derket holê. Ev tecrîd bi demê re li hemû girtîgehan hat ferzkirin. Tecrîd ne tenê ew e ku girtî bi mirovên din re hevdîtinê nekin. Her wiha destûrê nadin ku hem li hundirê girtîgehê û hem jî li derve bi kesekî re peywendiyan daynin. Mînak; cezayê hevdîtinê û ragihandinê didin girtiyan. Van cezayan dirêj dikin. Şêweyekî cuda yê tecrîdê di meriyetê de ye. Girêdayî tecrîdê, qadeke civakî tune ye ku girtî hem bi girtiyên din re sihbetê bikin û hem jî sporê bikin. Bi hinceta pandemiyê jî van binpêkirinan didomînin. Heta name jî bi hinceta pandemiyê hatin qedexekirin. Dixwazin girtiyan ji hêla psîkolojîk ve birizînin.” 
 
TECRÎDEKE GIRAN LI TÎPÊN S HEYE 
 
Di berdewamê de Çelîk destnîşan kir ku tecrîdeke girankirî li girtîgehên Tîpa S hene û wiha domand: “Li Tîpên S’yê hucreyên 3’yê 1 û 1’ê bi 1 hene. Li hucreyên 3’yê 1’ê de 3 hucreyên yekkesî hene û ji bo meşê qadeke wan a hevpar heye. Li hucreyên 1’ê 1 de jî tenê cihekî meşê heye. Tecrîda li ser hucreyên yekkesî hîn girantir e. Qet nebe dema her sê kesên din dixwazin bimeşin, îxtîmala hevdîtinê heye. Niha Tîpên S li Îdir û Bodrumê hene. Em fêm nakin bê ka bi kîjan aqilî ev girtîgeh çêkirine. Tecrîda li Tîpên S’yê, ji yên Tîpa F hîn girantir in.” 
 
MIRINÊN LI GIRTÎGEHAN 
 
Bi domdarî Çelîk bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û ev tişt anî ziman: “Girtiyên nexweş ber bi mirinê ve diçin. Girtiyên muebbetê û yên muebbeta giran li girtîgehê nexweş dibin. Gelemperiya van beriya girtîgehê nexweş nebûn. Bi demê re ji ber şert û mercên girtîgehê nexweş bûn. Ev nexweşiyên wan veguherîn nexweşiyên kronîk. Li girtîgehan pirsgirêka derman, tedawî û xwarinê heye. Ev jî rê li ber mirinan vedike. Ji serê vê salê heta niha 10 kes mirin. Navberekê raporeke ATK’ê hate ber destê me. Di raporê de qala sûcên girtî tê kirin. Lê weke bijîşkekî ne karê te ye ku tu wan sûcan li wir binivîsî. Karê te ew e ku tu li gorî pirsgirêkên tenduristiyê biryar bidî. Nexwe tu li gorî hiqûqa dijminatiyê tevdigerî. Em dixwazin ku êdî ne tenê raporên ATK’ê lê raporên nexweşxaneyên baş jî bên esasgirtin.” 
 
NEBERDANA GIRTIYAN 
 
Çelîk, bal kişand ser neberdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûye û wiha pê de çû: “Bi taybet jî mafê berdana bikontrol ê girtiyên siyasî tê binpêkirin. Qanûn û bi kirina wan ne wekî hev in. Komîsyonên ji bo berdana bikontrol pir bi keyfî nêz dibin. Pirsên vala dikin. Bi astengkirina bikaranîna vî mafî re jî rewşa girtî 8 mehan dirêj dikin. Bi vê yekê re girtî ji cezayê xwe bêhtir di girtîgehê de dimîne. Her wiha girtiyên nexweş ên divê bên berdan jî nayên berdan. Mehmet Emîn Ozkan û Aysel Tugluk çend mînakên nêz in.” 
 
RUXÎNA PSÎKOLOJÎK
 
Têkildarî neberdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî jî Çîçek wiha got: “Hem girtî û hem jî malbatên wan di hêla psîkolojîk de perîşe dibin. Malbat dibêjin qey bo berdana xizmê wan 2 roj man e. Odeya wî/wê amade dikin û amadekariyan dikin ku biçin bînin. Heta hinek malbat hene ku heta ber deriyê girtîgehê jî diçin lê destvala vedigerin. Hemû kes bi yek carê têk diçin. Li hêla din girtî ji dayik û bavê xwe re dibêje dê were berdan. Roja dawî jî nayê berdan. Hinek kes tevî ku 8 mehên mafê berdana bikontrol xelas kirine jî bi hincetên cuda nayên berdan. Ev jî girtiyan bêhtir ber bi mirinê ve dibe. Di hêla psîkolojîk de hem girtî û hem jî malbatê têk dibe.” 
 
BINPÊKIRINÊN BI ZANEBÛN 
 
Çelîk, daxuyand ku binpêkirinên li girtîgehan bi zanebûn tên kirin û bi van binpêkirina jî terikî rizînê dikin. Çîçek, bi domdarî bal kişand ser Newrozê û axaftina xwe wiha xelas kir: “Di qadên Newrozê de ji bo girtiyan dirûşm hatin berzkirin û xwedî li girtiyan hat derketin. Ev tiştekî erênî ye lê divê xebatên encamgir bên kirin. Divê çav û guhê her kesî li ser girtîgehan be. Divê qanûn bên guherandin. Divê parastvanên mafên mirovan ên serbixwe biçin girtîgehan biçin girtîgehan. Dema giliyek ji me re tê em ji saziyên peywendîdar re nivîsê dişînin. Lê diçin ji rêveberiyên girtîgehan dipirsin bê ka tiştekî wiha heye yan na. Piştre jî ji me re dibêjin tiştekî wisa nîne. Baş e çima ji kesê gilîker napirsin? Di heman demê de hewceye şandeyên serbixwe yên Yekitiya Bijîşkan jî bikarin têkildarî nexweşiyan lêkolînan bikin.” 
 
MA / Tolga Guney
 
 

Sernavên din

27/03/2022
16:37 Mihrîcana Fîlmên Kurd di roja 4'an de berdewam dike
16:21 TÛAY-DER: Girtiyên nexweş bi pêkanînên dijî hiqûqê re rû bi rû ne
16:07 Nobeda Edaletê ya Wanê: Em tecrîdê qebûl nakin
15:36 Di kongreya OHD'ê de balê kişandin ser tecrîda li dijî Ocalan
14:58 Latîfecî ku beriya 27 salan hat kuştin li ser gora xwe hat bibîranîn
13:55 Ajansa me hêjayî 25'emîn Xelata Metîn Goktepe hat dîtin
13:28 Êrişî avahiya HDP'ê ya Erdemliyê hat kirin
13:02 Malbata Şenyaşar: Peywira darazê ne parastina sûcdaran e
13:02 Koma HDP'ê ya Meclisê nexşerêya xwe ya dema nû nîqaş kir
12:11 Doza Kobanê sibê dest pê dike: Wê ji bo serokê berê yê dadgehê daxwaz bên kirin
11:12 Cerdevanên ku dest dirêjî zarokê kirin parastvanê şaredarê AKP'î derket
10:17 Rêya mezrayê 10 roj in girtî ye
10:16 Şanoger Ûlûsoy: Xwedîderketina şanoyê ji berê xurtir e
09:18 Xizmên malbata Dedeogûllari: Em mafê xwe dixwazin
09:17 Rexmî biryara AYM'ê jî lêpirsîna "polisên îşkencekar" hat girtin
09:17 'Em ê destûr nedin ku nebaşî bibe ji rêze'
09:16 Dayikên Aştiyê: Ji bo aşitiyê deriyê Îmraliyê vekin
09:08 Êdî dixwaze stranên aştiyê bibêje
09:03 'Guh bidin dengê gel ku ji qadên Newrozê bilind bû'
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2022'YAN
26/03/2022
21:45 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:45 Berham Salih: Divê qrîza siyasî ya li Iraqê bi dawî bibe
17:54 Ji DFG'ê kurtefîlmê binpêkirina mafên rojnamegeran
17:33 Ji karkerên ku birîndar bûbûn yek jê jiyana xwe ji dest da
17:00 Muhtac e ku malbata wê li wê binêre lê dikare di girtîgehê de bimîne!
16:35 Nobeda Edaletê ya Wanê 100 roj li pey xwe hişt
16:31 Hilbijartina Serokomariyê ya Iraqê dîsa hat taloqkirin
16:26 Başaran: Bi ruhê Newrozê tecrîd dikare bê rakirin
16:24 Fîncanci: Heke demokrasî nebe tenduristî jî nabe
15:59 Walîtiya Rihayê derbarê Aksem de daxuyanî da
15:55 Rêxistinên jinan: Polîsan gef li malbatên jinên tevli çalakiyên 8’ê Adarê bûne xwar
15:53 Jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar di xetereyê de ye
15:52 Dayikên Şemiyê: Dema dosyeya Nezîr Acar hate borandin
15:38 Tedawiya girtiyê nexweş Çîçek nayê kirin
15:09 2 kesên li Stenbolê hatibûn kuştin, li Colemêrgê veşartin
15:02 Veysel Îlhan ê 30 sal girtî ma hat berdan
14:51 Li Girtîgeha Wanê lepik û stûmal hatin qedexekirin
14:50 Li bakurê Kurdistanê rapirsiya hilbijartinê: Rayên HDP’ê zêde dibin û AKP dihele
14:49 ‘Ocalan îradeya bi milyonan mirov e’
14:34 TUAY-DER’a Çukurova xwest rayedar bikevin tevgerê
14:09 KESK’ê xwest endamên wan ên îxrackirî vegerin karê xwe
13:51 Xizmên Windayan li aqûbeta Alî Muldir û Alî Gunduz pirsîn
13:48 ‘Divê binpêkirinên ji pergala esnaf-kurye diqewimin ji holê bên rakirin’
13:36 ‘Gelo hêceta girtina şopa tiliyên zarokên 5 salî çi ye?’
13:18 ‘Yên ku peyamên Newrozê paşguh dikin dê nekarin hebûna xwe bidomînin’
12:51 Ji Çîftçî yê li Hewlêrê hatibû binçavkirin agahî nayê girtin
12:24 Cismên ku li bedena Aksem ketine nehat diyarkirin
12:11 KCK: Tirkiye û PDK bi hev re amadekariya operasyonê dikin
12:10 ‘Çima tu pere ji hevalê xwe yê zarokatiyê re dişînî?’
11:38 Siyasetmedarê misrî: Divê Ocalan azad bibe
11:38 Malbata Şenyaşar: Israra dayikan wê edaletê bîne
11:03 Li dijî ANHA’yê êrişa sîber hat kirin
10:52 Li navçeya Basa 4 kes kirin binçavan
10:19 Twitterê, hesaba ajansa me rawestand
10:15 Bektaş felc bûye û dermanê nexweşiya Çardak jî nîne lê nayên berdan
09:08 Li Wan û Colemêrgê qedexekirina zozanan: Ên 'lêpirsîna ewlehiyê' derbas nekin dê nikaribin şivantiyê bikin
09:06 Ahmet Turk: Divê Tûglûk bê berdan
09:05 Apê Aksemê ku li qada telîmê cenazeyê wî hat dîtin: Em şikê dibin ser midûriyeta polîsan
09:04 Nobeda Edaletê ya Stenbolê: Bibin dengê girtiyan
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2022'YAN
25/03/2022
18:35 Mîhrîcana Fîlmên Kurdî didome
17:34 Li Bolûyê 7 kes din jî hatin berdan
17:15 ‘Divê binpêkirinên li girtîgehan bên teşhîrkirin’
16:19 Rojnamevan Aydin Engîn hat veşartin
15:20 Derbarê êrişkarê avahiya HDP’ê de doz hat vekirin
14:46 Li cihê ku cenazeyê Aksem hatibû dîtin qalikên guleyan û xwîn heye
14:25 Ji bo hevşaredara ku ji peywirê hat girtin ceza hat xwestin
13:38 Bernameya heyva nîsanê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
13:29 'Di Newrozê de cihêkarî li jinan hat kirin'
13:27 Doza parvekirina nîgara jinên Zapatîsta bi beraetê encam bû
12:22 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Hevdîtina bi Ocalan re berpirsiyariya organên dewletê ye
12:02 Serokê dadgeha Doza Kobanê yê berê hat berdan
12:01 Malbata Şenyaşar: Em jî mîna Diyojen di nava rojê de li ber edliyeyê li edaletê digerin
12:01 Salek û 6 meh ceza li parlamenterê HDP'ê Sarisaç hat birîn
11:52 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:33 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:07 Zarokek li cihê guleberdanê ya polîsan mirî hat dîtin
10:55 Xwestin hevserokê DBP’a Qoserê birevînin
10:52 Xelkê Wanê: Me bersiveke baş da dijminên gelê kurd
10:34 ‘Werin em bi ruhê Newrozê tevli kongreyê bibin’
10:23 Çelîk ê ÎHD’î: Divê ji bo girtîgehan xebatên encamgir bên destpêkirin
09:49 Genç: Newroz ji bo Tirkiyeyê dikare bibe destpêkeke nû
09:36 Bûrhan Babaoglû piştî 30 salan ji girtîgehê derket
09:09 Li Êlihê di qezaya trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da
09:09 'Bi milyonan kes xwedî li Ocalan derket'
09:08 Heqê tamîra wesayîta xwe jî ji binçavkiriyan xwestin
09:06 Cêwiyên 5 salî ji ber cilên kurdî hatin binçavkirin!
09:05 Ji ber çepik û pankartan derbarê 20 jinan de doz hat vekirin
09:04 Dayikên girtiyan: Berî bi derengî bikeve dengê wan bibihîsin
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2022'YAN
24/03/2022
23:58 Mihrîcana Fîlmên Kurdî bi fîlma 'Kurdên Êzidî' dest pê kir
21:02 Agir bi Girtîgeha Eyyubiyeyê ket
19:23 Derbarê Guzel a HDP'î ya parêzbendiya wê hat betalkirin de biryara berdestkirinê
17:01 HDP’a Şirnexê ji bo kongreya xwe bang kir
16:53 Rojnamevan Aydin Engîn koça dawî kir
16:28 Şandeya HABER-SEN'ê çû serdana malbata Şenyaşar
16:19 Di Nobeda Edaletê de azadiya Ocalan û girtiyan hat xwestin
15:57 Ji binçavkiriyên Newroza Amedê yek jê hate girtin
15:38 Hevşaredarên HDP’î: Em qeyûman nas nakin
15:35 'Bila mirinên li girtîgehan bên ronîkirin'