* Îdirê sewalvan, bi çar çavan li benda çûyîna zozanan e. Tekane tengezariya zozanvanan ew e ku herêmên zozanên wan qedexekirî ne. Zozanvanî diyar kirin ku li gel hemû qedexe û astengiyan jî ji bo ew amade ne biçin zozanan.
* Dikandarên Sîteya Pîşesaziyên Biçûk ên Dîlokê, diyar kirin ku ji ber kargehên neqeydkirî û tevgera kûra dowîzî li ber topavêtinê ne û gotin: “Gotınön ‘Aborî mezin dibe, nîşaneyên aboriyê baş in’ tu fêdeyê li berîka me nake. Wê demê çima rewşa karên me xerab e?”
*Li Şaredariya Şirnexê ya qeyûm tayînî wê hatiye kirin, hat hînbûn ku Serokê Baskên Ciwanan ê AKP'ê yê Şirnexê yê berê Resûl Kolûman bûye Mudurê Nivîsgehê.
* Di dema qedexeya derketina kolanan de, ji kesên bi dîmenên "mîzansenî" hatin binçavkirin 3 jê jî zarok bûn. Ji roja ku hatine binçavkirin heta niha bi awayekî sîstematîk bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin. Parêzer Gulan Çagin Kalelî, got zarokan xistine cem zilamên ji ber sûcên îstismarê girtî ne.
*Biryara doza ku Parlementerê HDP'ê Abdûllah Zeydan dîsa pê hat darizandin hat daxuyandin. Dadgehê bêyî ku hinceta doza ku hat xerakirin biguherîne bi heman awayî da û parêziyên ku Zeydan kiribûn tev li hev kir.
*Hevberdevkê OHP'ê yê Stenbolê Serhat Çakmak, anî ziman ku ji 267 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin û ew birin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê, 2 jê radestî malbatên wan hatine kirin û xwest hemû cenaze radestî malbatan bên kirin.
* Li Samandagiya Hatayê, Fatma Yûrdagula ku berên xwezayî yên ji nav erdê xwe bi dest dixe difiroşe û debara xwe dike, got: "Dema navê Hatayê tê gotin mirov dibêjin qey li her derî şer heye. Her çi qas şer li Hatayê tunebe, dîsa jî mirov ditirsin."
*Li Mala Pirtûkan a Lîlavê, ji bo girtîgehan kampanyaya pirtûkan hat destpêkirin. Xebatkara Lîlavê Evîn Erzî bang li herkesî kir ku tev li kampanyayê bibin, got: "Mirov dikarin li girtîgehan di grevên birçîbûnê de dikarin birçî bimînin, lê nikarin bê pirtûk bimînin."
* Danişîna doza kesên êrîşî cenazeyê dayika parlamentera HDP'ê ya berê Aysel Tugluk Hatun Tugluk kirin dê li Dadgeha Golbaşi berdewam bike. (10.00)
* 1'emîn danişîna doza nûçegîhanê DÎHA Ziya Ataman dê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bê dîtin. (10.00)
* Platforma Jinan û meclîsê jinan, dê di çarçoveya pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dê li gelek navçe û bajaran ji girtiyên jin re kartan bişînin û bernameyên cuda pêk bînin. (11.00/17.00)
* 3'emîn danişîna doza Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya dê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bê ditin. (11.00)
* Rêxistina DBP'ê, dê têkildarî tundî û îşkenceya li dijî Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan ê şandin Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere dê li avahiya navendî ya Amedê civîna çapemeniyê pêk bîni. (12.00)
* Baroya Amedê dê di hefteya 116'an de Tahir Elçî bi daxuyaniyekê bibîr Bînin. (13.30)