Endamên Weqfa Fûrkanê: Polîsan xwest me bikujin

img
EDENE - Endamên Weqfa Fûrkanê ku li Edenê polîsan bi çoyan li wan da, diyar kirin ku polisan xwestiye wan bikujin û xwestin ku polisên li wan dane bên darizandin. 
 
Di 20'ê adarê de endamên Weqfa Fûrkanê li Edenê xwestibûn ji bo 8 endamên xwe yên girtî meş li dar bixin. Polisan destûr nedabû vê meşa wan û bi çoyan li endamên weqfê dabûn û îşkence li wan kiribûn. Di encama vê êrişa polisan de kurê damezrînerê weqfê Alparslan Kûytûl jî di nav de 600 endamên weqfê birînda bûbûn. Waliyê Edenê, îşkence polisan parast û tenê derbarê 2 polisan de lêpirsîn da destpêkirin. Ji bilî Waliyê Edenê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû û Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî jî derbarê êrişa li endamên weqfê de axivîn û îşkenceya ku hatibû kirin parastin û endamên weqfê û endamên wê sûcdar kirin. 
 
'BÊYÎ KU HIŞYAR BIKIN ÊRIŞ KIRIN'
 
Endamên weqfê yên polisan li wan da û birîndar bûbûn, serboriya xwe vegotin. 
 
Endamê Weqfa Fûrkanê Hasan Çelîk ku di êrişa polisan de birîndar bûbû, diyar kir ku di 20'ê adarê de bi êrişeke dijwar a polisan re rû bi rû mane û wiha got: "Bêyî ku hişyarî bikin polisan bi guleyên plastîk û çoyan êriş kirin. Gazê berî ser çavê me dan û bi pihînan li ser û newqa me xistin. Polisan hewl da me bikujin. Di êrişa polisan de pozê min şikiya û di serê min de xesar heye. Kesên ku bi telefona dîmen kişandin polisan zêdetir li wan da. Me rapora lêdanê girtiye em ê giliya polisan bikin."
 
'KESEK JI XWEDÊ RE KESEK JÎ JI MIROVAN RE SECDE DIKE'
 
Endama weqfê Fatma Kardaş, destnîşan kir ku ji ber êrişa polisan matmayî maye û ev tişt got: "Polisan êrişî me kir û heqaret û çêr li me kirin. Me tiştekî ku polisan sor bikin nekiribû. Lê polisan li kuçeyê îşkence li me kirin. Poliseke sergirtî îşkence li min kir. Bi salan e ez têkoşîna sergirtinê didim. Kesek ji Xwedê re kesek jî ji mirovan re secde dike."
 
'EM NAYÊN WÊ QADÊ'
 
Endama weqfê Sumeyya Ûçar, bi lêv kir ku polisên jin û zilam tev li wan dane û wiha got: "Dema ku min xwest alîkariya kesekê ku ji gazê bibandor bûbû bikim polisan êrişî min kir. Şerpa min qetandin. Rexmî ku min ji polisan re got ez nexweşa şekir im jî du polisên jin ji nêz ve gazê li min reşandin. Ez ji xwe ve çûm. Ekîbin tenduristiyê ku hatin cihê bûyerê jî mudaxaleyî min nekirin. Ambûlansê jî got, 'Em we aresteyî polisan dikin, em nikarin bên wê qadê'. Min rapora lêdanê girt û ez ê gilî bikim."
 
XWESTIN POLIS BÊN CEZAKIRIN
 
Endama weqfê Zelîha Taş ku polisan lê da, xwest ku tundî li tu kesî neyê kirin û polisên tundî li wan kirin bên cezakirin. Endamê weqfê Umît Karasû jî da zanîn ku rexmî di destê wî de qamera hebûye jî polisan lê daye û got ku polisan hewl daye wan bikujin û xwest ku polisan li wan dane bên cezakirin. 
 
MA / Hamdûllah Yagiz Kesen - Selman Guzelyuz

Sernavên din

27/03/2022
16:37 Mihrîcana Fîlmên Kurd di roja 4'an de berdewam dike
16:21 TÛAY-DER: Girtiyên nexweş bi pêkanînên dijî hiqûqê re rû bi rû ne
16:07 Nobeda Edaletê ya Wanê: Em tecrîdê qebûl nakin
15:36 Di kongreya OHD'ê de balê kişandin ser tecrîda li dijî Ocalan
14:58 Latîfecî ku beriya 27 salan hat kuştin li ser gora xwe hat bibîranîn
13:55 Ajansa me hêjayî 25'emîn Xelata Metîn Goktepe hat dîtin
13:28 Êrişî avahiya HDP'ê ya Erdemliyê hat kirin
13:02 Malbata Şenyaşar: Peywira darazê ne parastina sûcdaran e
13:02 Koma HDP'ê ya Meclisê nexşerêya xwe ya dema nû nîqaş kir
12:11 Doza Kobanê sibê dest pê dike: Wê ji bo serokê berê yê dadgehê daxwaz bên kirin
11:12 Cerdevanên ku dest dirêjî zarokê kirin parastvanê şaredarê AKP'î derket
10:17 Rêya mezrayê 10 roj in girtî ye
10:16 Şanoger Ûlûsoy: Xwedîderketina şanoyê ji berê xurtir e
09:18 Xizmên malbata Dedeogûllari: Em mafê xwe dixwazin
09:17 Rexmî biryara AYM'ê jî lêpirsîna "polisên îşkencekar" hat girtin
09:17 'Em ê destûr nedin ku nebaşî bibe ji rêze'
09:16 Dayikên Aştiyê: Ji bo aşitiyê deriyê Îmraliyê vekin
09:08 Êdî dixwaze stranên aştiyê bibêje
09:03 'Guh bidin dengê gel ku ji qadên Newrozê bilind bû'
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2022'YAN
26/03/2022
21:45 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:45 Berham Salih: Divê qrîza siyasî ya li Iraqê bi dawî bibe
17:54 Ji DFG'ê kurtefîlmê binpêkirina mafên rojnamegeran
17:33 Ji karkerên ku birîndar bûbûn yek jê jiyana xwe ji dest da
17:00 Muhtac e ku malbata wê li wê binêre lê dikare di girtîgehê de bimîne!
16:35 Nobeda Edaletê ya Wanê 100 roj li pey xwe hişt
16:31 Hilbijartina Serokomariyê ya Iraqê dîsa hat taloqkirin
16:26 Başaran: Bi ruhê Newrozê tecrîd dikare bê rakirin
16:24 Fîncanci: Heke demokrasî nebe tenduristî jî nabe
15:59 Walîtiya Rihayê derbarê Aksem de daxuyanî da
15:55 Rêxistinên jinan: Polîsan gef li malbatên jinên tevli çalakiyên 8’ê Adarê bûne xwar
15:53 Jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar di xetereyê de ye
15:52 Dayikên Şemiyê: Dema dosyeya Nezîr Acar hate borandin
15:38 Tedawiya girtiyê nexweş Çîçek nayê kirin
15:09 2 kesên li Stenbolê hatibûn kuştin, li Colemêrgê veşartin
15:02 Veysel Îlhan ê 30 sal girtî ma hat berdan
14:51 Li Girtîgeha Wanê lepik û stûmal hatin qedexekirin
14:50 Li bakurê Kurdistanê rapirsiya hilbijartinê: Rayên HDP’ê zêde dibin û AKP dihele
14:49 ‘Ocalan îradeya bi milyonan mirov e’
14:34 TUAY-DER’a Çukurova xwest rayedar bikevin tevgerê
14:09 KESK’ê xwest endamên wan ên îxrackirî vegerin karê xwe
13:51 Xizmên Windayan li aqûbeta Alî Muldir û Alî Gunduz pirsîn
13:48 ‘Divê binpêkirinên ji pergala esnaf-kurye diqewimin ji holê bên rakirin’
13:36 ‘Gelo hêceta girtina şopa tiliyên zarokên 5 salî çi ye?’
13:18 ‘Yên ku peyamên Newrozê paşguh dikin dê nekarin hebûna xwe bidomînin’
12:51 Ji Çîftçî yê li Hewlêrê hatibû binçavkirin agahî nayê girtin
12:24 Cismên ku li bedena Aksem ketine nehat diyarkirin
12:11 KCK: Tirkiye û PDK bi hev re amadekariya operasyonê dikin
12:10 ‘Çima tu pere ji hevalê xwe yê zarokatiyê re dişînî?’
11:38 Siyasetmedarê misrî: Divê Ocalan azad bibe
11:38 Malbata Şenyaşar: Israra dayikan wê edaletê bîne
11:03 Li dijî ANHA’yê êrişa sîber hat kirin
10:52 Li navçeya Basa 4 kes kirin binçavan
10:19 Twitterê, hesaba ajansa me rawestand
10:15 Bektaş felc bûye û dermanê nexweşiya Çardak jî nîne lê nayên berdan
09:08 Li Wan û Colemêrgê qedexekirina zozanan: Ên 'lêpirsîna ewlehiyê' derbas nekin dê nikaribin şivantiyê bikin
09:06 Ahmet Turk: Divê Tûglûk bê berdan
09:05 Apê Aksemê ku li qada telîmê cenazeyê wî hat dîtin: Em şikê dibin ser midûriyeta polîsan
09:04 Nobeda Edaletê ya Stenbolê: Bibin dengê girtiyan
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2022'YAN
25/03/2022
18:35 Mîhrîcana Fîlmên Kurdî didome
17:34 Li Bolûyê 7 kes din jî hatin berdan
17:15 ‘Divê binpêkirinên li girtîgehan bên teşhîrkirin’
16:19 Rojnamevan Aydin Engîn hat veşartin
15:20 Derbarê êrişkarê avahiya HDP’ê de doz hat vekirin
14:46 Li cihê ku cenazeyê Aksem hatibû dîtin qalikên guleyan û xwîn heye
14:25 Ji bo hevşaredara ku ji peywirê hat girtin ceza hat xwestin
13:38 Bernameya heyva nîsanê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
13:29 'Di Newrozê de cihêkarî li jinan hat kirin'
13:27 Doza parvekirina nîgara jinên Zapatîsta bi beraetê encam bû
12:22 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Hevdîtina bi Ocalan re berpirsiyariya organên dewletê ye
12:02 Serokê dadgeha Doza Kobanê yê berê hat berdan
12:01 Malbata Şenyaşar: Em jî mîna Diyojen di nava rojê de li ber edliyeyê li edaletê digerin
12:01 Salek û 6 meh ceza li parlamenterê HDP'ê Sarisaç hat birîn
11:52 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:33 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:07 Zarokek li cihê guleberdanê ya polîsan mirî hat dîtin
10:55 Xwestin hevserokê DBP’a Qoserê birevînin
10:52 Xelkê Wanê: Me bersiveke baş da dijminên gelê kurd
10:34 ‘Werin em bi ruhê Newrozê tevli kongreyê bibin’
10:23 Çelîk ê ÎHD’î: Divê ji bo girtîgehan xebatên encamgir bên destpêkirin
09:49 Genç: Newroz ji bo Tirkiyeyê dikare bibe destpêkeke nû
09:36 Bûrhan Babaoglû piştî 30 salan ji girtîgehê derket
09:09 Li Êlihê di qezaya trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da
09:09 'Bi milyonan kes xwedî li Ocalan derket'
09:08 Heqê tamîra wesayîta xwe jî ji binçavkiriyan xwestin
09:06 Cêwiyên 5 salî ji ber cilên kurdî hatin binçavkirin!
09:05 Ji ber çepik û pankartan derbarê 20 jinan de doz hat vekirin
09:04 Dayikên girtiyan: Berî bi derengî bikeve dengê wan bibihîsin
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2022'YAN
24/03/2022
23:58 Mihrîcana Fîlmên Kurdî bi fîlma 'Kurdên Êzidî' dest pê kir
21:02 Agir bi Girtîgeha Eyyubiyeyê ket
19:23 Derbarê Guzel a HDP'î ya parêzbendiya wê hat betalkirin de biryara berdestkirinê
17:01 HDP’a Şirnexê ji bo kongreya xwe bang kir
16:53 Rojnamevan Aydin Engîn koça dawî kir
16:28 Şandeya HABER-SEN'ê çû serdana malbata Şenyaşar
16:19 Di Nobeda Edaletê de azadiya Ocalan û girtiyan hat xwestin
15:57 Ji binçavkiriyên Newroza Amedê yek jê hate girtin
15:38 Hevşaredarên HDP’î: Em qeyûman nas nakin
15:35 'Bila mirinên li girtîgehan bên ronîkirin'