OHD’ê bertek nîşanî êrişa li ser parêzeran da

img
NAVENDA NÛÇEYAN - OHD’ê diyar kir ku bi binçavkirina parêzeran dixwazin bi destê darazê parastinê bê bandor bikin û bang kir ku parêzer Alîşan Şahîn demildest bê berdan. 
 
Rêveberê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) yê Enqereyê Parêzer Alîşan Şahîn, di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Bolûyê daye destpêkirin de bi hêceta xebatên xwe yên pîşeyî duh li mala xwe ya li Enqereyê hatibû binçavkirin. OHD’ê bi armanca bertek nîşandana binçavkirinê li Stenbol, Riha, Mêrsîn, Îzmîr, Wan û Amedê daxuyanî da çapemeniyê. 
 
Şaxa OHD’ê ya Stenbolê li avahiya xwe daxuyanî da. Gelek hiqûqnas tevlî daxuyaniyê bûn. Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa OHD’ê ya Stenbolê Esra Erîn metnê daxuyaniyê xwend. Erîn, bal kişand ku bi destê darazê tê xwestin ku parastin bê bandor were hiştin û wiha got: “Ji sala 2015’an ve parêzer ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên darizandin û di encama darizandinên ne adil û girtinan tên cezakirin. 
 
‘DIVÊ DEMILDEST BÊ BERDAN’
 
Erîn, da zanîn ku weke OHD tu caran ji têkoşîna ji bo azadiya lêgerîna maf û mafê darizandina adil didin paşve gavê naavêjin. Erîn, bi lêv kir ku di civakeke ku parêzer azad nebin de tu kes di bin garantiyê de nîne û wiha axivî: “Em bang dikin ku hempîşeyê me Alîşan Şahîn ku bi awayekî neheqî di bin çavan de tê girtin demildest bê berdan.”
 
RIHA
 
Parêzer Îbrahîm Halîl Oyke yê di daxuyaniya li Şaxa OHD’ê ya Rihayê hatiye dayîn de axivî, diyar kir ku endamê OHD’ê Alîşan Şahîn ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatiye binçavkirin û got: “Parêzer temînata mafên mirovan, azadiyan û dewleta hiqûqê ne. Divê hempîşeyê me Alîşan Şahîn demildest bê berdan. 
 
MÊRSÎN 
 
Şaxa OHD’ê ya Mêrsînê jî li pêş Edliyeya Mêrsînê daxuyanî da. Li ser fermana Serdozgeriya Mêrsînê nehiştin rojnamevan bikevin ber deriyê edliyeyê. Li ser vê yekê parêzeran daxuyanî qeyd kir. Rêveberên Baroya Mêrsînê, Hevserokê HDP’a Mêrsînê Prz. Hoşyar Sariyildiz û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê ku bi kurdî û tirkî pankarta “Parastin bîat nake” hate vekirin de Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Mêrsînê Serap Angay axivî. Angay, bi lêv kir ku desthilat li aliyekî bi paketên darazê gel mijûl dike li aliyê din hewl dide bi destê darazê parastinê bê bandor dike. 
 
ÎZMÎR 
 
Şaxên OHD’ê, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Îzmîrê jî ji bo endamê OHD’ê Alîşan Şanli ê di bin çavan de li pêş Edliyeya Bayrakliyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Parastin dê serî netewîne” hate vekirin û dirûşmeya “Parastin bêdeng nebû wê bêdeng nebe” hate berzkirin. Endamên HDP’ê jî piştgirî da daxuyaniyê. 
 
Endamê OHD’ê Ozcan Sarioglû yê daxuyanî xwend, diyar kir ku Alîşan Şahîn bi sûcdariyên “endamtiya rêxistinê” û “alîkariya rêxistinê” hatiye binçavkirin û wiha got: “Delîl jî hevdîtinên hempîşeyên me yên li girtîgehê û xebatên wî yên pîşeyî ne. Dozgerî ev binçavkirin li gorî helwesta polîtîk a desthilatê kiriye ne li gorî hiqûqê kiriye.” Sarioglû, bi lêv kir ku wê li dijî hemû bêedaletiyên dozgeriyan têbikoşin û wê li dijî van bêdeng nemînin. 
 
WAN 
 
Hevserokê Şaxa OHD’ê yê Wanê Harûn Gur jî bi lêv kir ku desthilat dixwaze komareke tirsê ava bike û got: “Em bang li endamên darazê ên lêpirsînên alîgir vedikin û biryarên binçavkirinan didin ku rûmeta pîşeyê biparêzin. Em dixwazin ku parêzer Alîşan Şahîn ê neheqî hatiye girtin demildest bê berdan.”
 
AMED
 
Li Amedê jî li avahiya OHD’ê daxuyanî hate dayîn. Parêzerên Baroya Amedê jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniya ku pankarta “Parastin dê serî netewîne” hate vekirin de Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Amedê Ozum Vûrgûn axivî. Vûrgûn diyar kir ku ew ê ji mafê xwe yê parastinê paş ve gavê neavêjin û bang kir ku parêzer Alîşan Şahîn were berdan. 
 
 

Sernavên din

24/03/2022
15:28 Li Girtîgeha Akçadagê gardiyanan girtiyek derb kir
15:27 Li Stenbolê jî Nobeda Edaletê dest pê kir
14:57 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê dest pê dike
14:52 Medya Çinar li ser gora xwe hat bibîranîn
14:46 ÎHD: Girtiyên ji Efrînê nayên tedawîkirin
14:39 Qeyûmê Êlihê şaredarî 134 milyon lîreyên din deyndar kir
13:52 Girtiyê nexweş ê 80 salî jiyana xwe ji dest da
13:47 Malbatên girtiyan li ber Edliyeya Amedê çalakiya rûniştinê li dar xistin
13:42 Îfadeyên 5 binçavkiriyên Bolûyê hatin girtin
13:30 Di doza Efe Tektekîn de ji polîsê bersûc re ceza hat xwestin
13:27 Li Basayê 2 kes hatin binçavkirin
13:26 Tevî ji sedî 98 astengdar bû jî hate girtin û ev 2 meh in di beşa lênihêrîna awarte de ye
12:59 Di danişîna rojnamegeran de mutalaa hat dayîn
12:51 'Rexneyên Li Ser Civaknasiya Nûjen' li bersivên rola civaknasiyê digere
12:47 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdaneke din kirin
11:50 Yureklî: Divê rastiya Ocalan a li qadên Newrozê derketiye holê bê dîtin
11:35 Malbata Şenyaşar: Dê edalet bi ser bikeve
11:30 Li Dêrikê hefteyeke ceyrana mezreya Xanîka Meşkînan tune ye
11:30 Rojnamevana rûsî Baulina di bombebaranê de hat kuştin
10:47 Li Rihayê xelk ji bo birincê erzan kete rêzê
10:28 Bi hinceta meşê gazî kirin ji ber axaftina Newrozê binçav kirin
10:20 Malbata Ayten Beçet: Tecrîd nayê qebûlkirin
10:12 Aydenîz: Divê partiyên muxalîf bo xwe ji peyamên Newrozê dersan bigire
10:03 Endamên Weqfa Fûrkanê: Polîsan xwest me bikujin
10:02 Qanûna hilbijartina nû di Komîsyona Destûra Bingehîn de hat qebûlkirin
09:42 Girtiyên ku hatin sewqkirin bi lêgerîna tazî û tundiyê re rûbirû mane
09:42 Li Sîteya Pîşesaziyê ya 3'yemîn a Amedê teqîn çêbû
09:02 Dengbêjekî ku dengê wî li zozanên Îdirê olan dide
09:01 Dûman ê piştî 28 salan hat berdan: Ev trajediyek e
09:01 Mehmet Ocalan: Dem dema azadiya birêz Ocalan e
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2022'YAN
23/03/2022
23:43 Wesayîta cenaze nedan malbata Guderê ku li Girtîgeha Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
21:40 Encu: Kesên Newrozê hezim nakin êriş dikin
21:21 Li Êlihê ciwanê ku trên lê qelibî jiyana xwe ji dest da
18:51 Doza Dayikên Şemiyê: Pirsa rapora ne di îdianameyê de hat kirin
18:15 Bi hinceta 'pesindayîna sûc û sûcdar' avêtine ser Rêxistina HDP'ê ya Kartalê
17:22 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
17:11 Xwendekarên Hacettepeyê ku êriş li wan hatibû kirin: Em bi rêxistinkirî tên
16:54 Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi milyonan kes xwedî li Ocalan derketin
16:33 Kesên di Newrozê de hatine binçavkirin rastî îşkenceyê hatin
16:33 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 97’emîn de ye
16:13 Nobeta Edaletê: Her kesê xwedî wijdan divê xwedî li malbatan derkeve
16:01 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Kartalê de girtin
16:01 Li ber ATK’ê bang kirin: Bi qanûnên xwe bikin
15:47 Doza ku Dayikên Şemiyê lê tên darizandin dest pê kir
15:43 ‘Tayînên bêliyakat li her aliyên welat tên kirin’
15:27 Kozagaçli: Ev doz, dozeke kompasê ye
15:07 OHD’ê bertek nîşanî êrişa li ser parêzeran da
14:40 Di doza Peymana Stenbolê de ji bo 33 jinan biryara beraetê hat dayîn
14:31 Soylu êrişa nîjadperest parast
14:17 Doza sereke ya JÎTEM’ê: Wezaret dixwaze bi demê re doz bikeve
13:56 Li endamê Egîtîm Sen’ê û ÎHD’ê Akdenîz cezayê hefsê hate birîn
13:17 Parlamenter Dede mirina Guder xist rojeva Meclisê
12:54 Şandeya IPPNW'ê çû serdana malbata Şenyaşar
12:47 AYM: Nedayîna rojnameyan a girtiyan binpêkirina maf e
11:56 Muslim: Şerê li Ûkraynayê dê bandorê li Sûriyeyê jî bike
11:17 Midûr ferman da mamosteyan: Divê keç û kur li kêleka hev nerûnin
11:06 Vîna ku di Newrozê de derketî pêş: Ocalan, rêya xelasiya ji aloziyê ye
09:42 Aydogan ku milê wî hatiye şikandin giliyê Soylu kir
09:06 30 sal in li heman cihî bi 4 darikên şixatê agirê Newrozê hil dike
09:04 Berxwedana 8'ê Adarê veguhest qada Newrozê
09:01 Hiqûqa neteweyî û navneteweyî saleke tu xeberê ji Îmraliyê nagire!
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2022'YAN
22/03/2022
21:41 Li Girtîgeha Wanê girtî Guder bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
20:33 Rojnamevan Ertûş û Barût hatin berdan
19:25 Ji NÇM'ê berteka dijî qedexekirina stran û kincên neteweyî
19:03 Bûldan, li girtîgehê serdana Leyla Guvenê kir
18:15 Rojanemavan Nûjiyan Erhan hat bibîranîn
16:52 Girtîgehê qertên 8'ê Adarê desteser kir
16:40 Piştgirî dan Nobeta Edaletê: Daxwaz rewa ne
16:39 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 96'an de ye
16:39 Ji bo Doza Mûsa Anter bang hate kirin: Demborî sûcê mirovahiyê ye
16:38 Danişîna hevşaredar Elîk û Oncu taloq bû
16:18 Tedawiya girtiyê nexweş Akbabatê astengkirin
15:42 Binçavkirina parêzer Alîşan Şahîn hate şermezarkirin
15:18 ÎHD'ê êrişa li dijî endamên Weqfa Fûrkanê şermezar kir
15:16 Emîne Şenyaşar: Em li benda edaletê ne
15:08 Di qezaya balefirê ya Çînê de kes xelas nebû
15:04 Rojnamevan Eryîgît li ser gora xwe hat bibîranîn
14:41 AYM'ê serlêdana takekesî ya Semra Guzel red kir
14:40 Rapora pisporan a kuştina Kûrkût: Dewletê erka xwe ‘binpê’ kir
14:24 Li Afganîstanê jinan bi awayekî sembolîk Newroz pîroz kirin
14:24 Li ber derê girtîgehê banga azadiya girtiyan kirin
13:55 HDP: Hişkesalî wê di sala 2022'yan de bibe pirsgirêkeke mezin
13:40 Li Bolûyê 20 kes hatin binçavkirin
13:39 Faîlê destdirêjiyê Erkmen hat girtin
13:21 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
13:17 Ji ber beşdarbûna Newrozê Hevserokên HDP’ê spasiya milyonan kirin
13:16 Danişîna Araç ku di bin çavan de jiyana xwe ji dest dabû dîsa taloq bû
12:31 Ji Yenîkapiyê peyama Rêya 3’yemîn hate dayîn
12:30 TTB: Li Tirkiyeyê çavkaniyên avê di bin êrişa rantê de ne
11:46 Astengî nas nekir û tevlî Newrozê bû
11:13 Bi wêneyan Newroza Amedê ya 2022’yan
10:51 Ji ber talûkeya aşûtê taxek hat valakirin
10:02 Amedî çareseriyê di azadiya Ocalan de dibînin
10:01 ‘Jin wê desthilatê hilweşînin, Serokatiya xwe azad bikin’
09:02 Vegan Kadîroglû: Em dev ji awayê îstismarkirinê berdin
09:00 ROJEVE 22'YÊ ADARA 2022'YAN
21/03/2022
23:05 Li Newroza Amedê 150 jê zarok 298 kes hatin binçavkirin
21:58 Bûldan, bi heyetên ji welatên cuda hatin re hevdîtin kir