AGIRÎ - Danişîna doza 89 kesên dinavê de Hevşaredarên Kop’ê yên du salin girtîne Fîgen Yaşar û Rahmî Çelîk jî heyîn, hat dîtin. Dadgehê biryara berdewa girtina hevşaredaran da, cezayê girtîhê li 14 kesan birî û beraeta 73 kes jî da.
Danişîna doza 89 kesên dinavê de 6 jê girtî yên di operasyonekê li Mûşê de hatin binçavkirin, li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Potnosa Agiriyê hat dîtin. Dinava 6 kesên girtî de Hevşaredarên DBP’a Kopa navçeya Mûşê Fîgen Yaşar û Rahmî Çelîk ên di 23’yê Nîsana 2016’an ve girtîne jî, hene.
Hevşaredar Fîgen Yaşar û Serokê Meclîsa Giştî ya Bajêr Zaynep Topçu yên bi îdîaya “Endamên rêxistinê” li Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê tên girtin, bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. Hevşaredar Rahmî Çelîk û 3 kesên girtî beşdarî danişînê nebûn. Danişîna malbat û parêzer beşdar bûn, piştî danasîna nasnemeyan berdewam kir. Di parastina parêzeran de daxwaza berdan û beraetê cardin hatin nûkirin.
14 KES CEZA KIRIN Û BERAET DAN 73 KESAN
Piştî parastina parêzaran dadgehê biryar da. Dadgehê ji bo 3 kesên girtî her yek ji wan 6 sal û 3 meh ceza da û ew berdan û ji bo 10 kesên ne girtî jî her yek ji wan 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê da. Dadgehê dosyaya Hevşaredar Fîgen Yaşar û Rahmî Çelîk jî ji dosyeya bersûcên din cûda kir û biryara domandina girtina wan da. Cardin dadgehê 8 sal û 3 meh cezayê girtîgehê da Seroka Meclîsa Giştî ya Bajêr Zeynep Topçû û biryara domandina girtina wê da. Di heman demê dadgehê biryara beraeta 73 kesan da û danişîn bi dawî bû.