Jinan banga 8'ê Adarê kirin: Em nabin aliyê şer

  • jin
  • 15:01 1 Adar 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN  - Platforma Jinan a 8'ê Adarê li Stenbol, Amed, Edene, Mêrsîn, Wan û Nisêbînê daxuyanî dan û bernameyên xwe aşkere kirin. Platforma Jina a Stenbolê bang li hemû jinan kirin ku tev li mîtînga 4'ê Adarê ya Qada Cumhuriyetê a Bakirkoy bibin. Jinên Îdîrî jî bang li hemû jinan kirin ku tev li pîrozbahiyan bibin. Jinan li Nisêbînê qurnefîl belav kirin, li Mêrsînê kart şandin û li Edene û Wanê jî bernameyên xwe aşkere kirin. 

 
Platforma Jinan a 8'ê Adarê ya Stenbolê di çarçoveya bernameyên 8'ê Adarê de li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê kirin. Platformê bang li hemû jinan kirin ku di 4'ê Adarê saet di 12.00’an de li Qada Cumhuriyetê ya Bakirkoyê tev li mîtingê bibin. Di civînê de pankarta “Li dijî şer, OHAL û zayentîperestiyê, ji bo parastina ked, nasname û azadiyê em tê li ber xwe bidin" vekirin û piştre daxuyanî dan. Di civînê de Parlamentera HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemir û Endamên Platformê amade bûn. Li ser navê Platforma Jinan a 8'ê Adarê Endama Platformê Demet Koca, daxuyanî da û xwest jin li her qadê bi ruhê 8'ê Adarê têbikoşin. Koca, anî ziman ku ew bang li jinan dikin ku li dijî feraseta îktîdarê ya li ser her qada jiyanê tundî, zext, îstismar, tacîz, tecavuz, şer, OHAL û komkujigyê pêş dixe dakevin qadan. Koca anî ziman ku ew nabin aliyê şer û dê li dijî hişmeniya şer têbikoşin. 
 
Koca, anî ziman ku her roj li dijî mirovan û xwezayê komkujî pêş dikeve û wiha got: "Yên nabin perçeyên vê komkujiyê her roj tên girtin. Di êrdîş û şerê dagirkeriya li dijî Efrinê herî zêde jin û zarok dikevin bin bandorê. Dewleta ku hêza xwe jin û civaka bê rêxistin digire, ol ji xwe re dike polîtikaya şer û şer rewa dike. 
 
‘EM BERXWEDANÊ HILDIBIJÊRIN
 
Koca, anî ziman ku dewleta bi hişmeniya mêrê serdest tev digere, li dijî jin û zarokan sûc dike û sûcê ku mêr dike nabine û mêr diparêze. Koca, bang li hemû jinan kir ku li dijî polîtîtîkayên paşverû û tundiyê bêdeng nemînin û dakevin qadan. 
 
DI 4'Ê ADARÊ DE LI BAKIRKOY BIN
 
Koca, bang li hemû jinên kurd, tirk, laz, çerkez, boşnak, pomak û ermenî kir ku destûr nedin dengê wan bê qutkirin û li dijî hemû polîtîka û êrîşên paşverû şonenîst û zayendîparêz, di 4'ê Adarê de li Qada Bazara Gel a Bakirkoyê kom bibin û tev li mîtîngê bibin.
 
DÊ LI ÎDIRÊ ROJ ŞEMIYÊ 8'Ê ADARÊ PİROZ BIKIN
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî bi heman armancê daxuyanî da û bang li hemû jinan kir ku tev li pîrozbahiya 8'ê Adarê ya di 3'ê Adarê de li Cafe Balkonê pêk bînin kir. Di bangê de hat diyar kirin ku dê Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dilan Dirayet Taşdemir jî tev li şahiyê bibe. Jinan anîn ziman ku dê bernameya wan roja şemiyê saet di 10.00'an de li Cafe Balkonê pêk bê. 
 
 
LI NISÊBÎNÊ STARTA 8'Ê ADARÊ DAN 
 
Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê bi heman armancê Starta 8'ê Adarê li Nisêbînê dan. Parlamentera HDP'ê ya Bedlisê Mizgîn Irgat, Endama Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Saliha Aydeniz, endam û rêveberên HDP û DBP’ê li ber avahiya HDP'ê ya Nisêbînê kom bûn û piştre li jinên navçeyê qurnefil belav kirin. 
 
JINAN ASTENGÎ NAS NEKIRIN 
 
Tevî polîsan der û dorê avahiya HDP'ê girtin jî dîsa jinan bi cilên herêmî û qurnefilên di destê xwe de bi siloganên “Jin, jiyan, azadî” meşiyan û qurnefil belav kirin. Dema polîsan xwest jinan asteng bike, jinan bertek nîşanî polîsan dan û gotin jinekê bertek nîşanî polîsan da û got: "Ma gotina Jin, jiyan, azadî jî qedexe ye" û bertekên xwe anî ziman. Jinan piştî qurnefil belav kirin, dîsa hatin avahiya HDP'ê û li vir şahî pêk anîn. Jinan bi dîmenên rengî bernameya şahiya 8'ê Adarê pêk anîn. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat, 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û diyar kir ku jin bibin yek dê hemû zext û zordariyê li ser xwe bişkînin. Irgat,  jinên Efrînê yên di bin êrîşên TSK'ê de jî silav kirin û got: "Em dê bi hevre têkoşîan xwe berdewam bikin. Em 8'ê Adarê li Jinên Efrinê û hemû jinên rojava pîroz dikin. Têkoşîna me ya mafdar dê dirokê binivîse." 
 
BERNAMEYA WANÊ AŞKERE KIRIN
 
Platforma Jinan a Ahtamara ya Wanê jî li avahiya Platforma Şaxan a KESK'ê bicivîna çapemeniyê bernameya xwe aşkere kirin. Endama Platforma Jinan a Ahtamara Parêzer Sevda Aydin bernameya dinavbera 1-8'ê Adarê de aşkere kir û wiha got: 
 
* 2'ê Adarê saet di 13.00'an de em dê li PTT’ê ji jinên girtî re name bişînin. 
 
* 3'ê Adar3e saet di 13.00'an de em dê li Salona KESK'ê pêşengeha resîman a jinan vekin. 
 
* 4'ê Adar3e saet di 11.00'an de li Qada Îskeleyê Tûra Bîsîkletan û firandina Balonên Xemrî. Saet di 14.00'an de jî li KESK'ê Panela Jinan. 
 
* 5'ê Adarê saet di 13.00'an de Li Tekstil Kentê ziyareta Nexweşxaneya Welidandinê
 
* 6'ê Adarê saet di 13.00'an de li Tiyatro Mencelê Lîstika "Mala Bernarda Alba’ 
 
* 7'ê Adarê saet di 12.00'an de li Beşyolê dê bi erbaneyê qurnefilan belav bikin. 
 
* 8'ê Adarê saet di 11.00 -17.00'an de em dê li li Parka Musa Anter Mîtînga jinan li dar bixin. Hemû jin dawetî ne. "
 
BERNAMEYA EDENE AŞKERE KIRIN
 
Platforma Jinan a Edeneyê jî bi heman armancê bernameya xwe aşkere kirin. Endamên Platformê Li şaxa Egîtîm Sen'ê ya Edeneyê daxuyanî dan. Jinan li salonê pankartên "Em li dijî şer, tundî, zayendîparêziyê ji bo ked, nasname û azadiyê di ber xwe didin" vekirin. 
 
Li ser navê Platforma  Jinan a Edeneyê Prz. Sevil Aracı Bek, diyar kir ku ew dê li dijî şer, tacîz, tecawiz tundî û zextên li ser jinan dakevin qadan û li ser piyan bin. Bek, diyar kir ku di sala 2017'an de 409 jin û 20 zarok hatin kuştin û 387 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin. Bek, anî ziman ku heta hemû daxwazên jinan pêk bê dê li qadan bin.
 
Bek daxwazên xwe wiha rêz kir: 
 
* Em li dijî tundî, tacîz, tecawiz û kuştina jinan ewlehiya xwe dixwazin.
 
* Em dixwazin dawî li halê baş ê bersûcên ku mafê jinan binpê dike bînin. 
 
* Em dixwazin li her qadê stargeh û navendên ku jin karibin bi hêsani xwe bigîninê bên vekirin û avakirin. 
 
* Li şûna cezayê îdam û xesandinê yê li dijî îstîsmara zarokan, divê bernameyê parastina zarokan û perwerdehiyê têxin meriyetê. 
 
* Di qada perwerde, tenduristî û xizmeta civakî ya ji bo zarokan divê polîtîkayên parastinê bên pêşxistin. Divê li dijî zewaca zarokan bê tawîz têkoşîn bê dayîn. 
 
* Divê mafê LGBTÎ yan bi zagonan bê parastin. 
 
* Em dixwazin li herêmê û li welat pirsgirêka kurd bi riya aştî, adîl, demokratîk û wekheviyê bê çareserkirin. 
 
* Em dixwazin polîtîkayên şer ên bêtir mafê jinê ji destê wê digire û dengê wê qut dike bi dawî bibe. 
 
* Em karên bi nîtelîk û ewle dixwazin. Dîsa mafê kedê yê mirovane dixwazin. Dîsa em dixwazin kreşên bê heq û her kes karibe sûdê jê bigirin dixwazin." 
 
* Em şert û mercên kar yên em rastî cudahiyê neyên û neyên tacîz û tecawizkirin dixwazin. Em dixwazin li dijî qeza û cînayetên kar ewlehiya jinê bê girtin û tenduristiya wê bê parastin. 
 
* Mafê perwerde û tenduristiya bê heq em dixwazin. Disa mafê zimanê zikmakî em dixwazin. 
 
*  Em mafê rêxistina sendîkayî ya bi hişmendiya jinê ya bê sînor dixwazin. 
 
* Bila 8'ê Adarê bibe roja destûrê ya fermî."  
 
Bek piştî daxwaz rêz kirin bernameya hefteyê bi raya giştî re parve kir. 
 
 
LI MÊRSÎNÊ KART JI JINÊN GIRTÎ RE ŞANDIN
 
Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Mêrsînê jî bi heman armancê ji girtiyên jin re kartên 8'ê Adarê şandin. Jin li ber PTT'ê ya Navendê kom bûn û berî kartan bişînin li ser girîngî û wateya 8'ê Adarê axivîn. Jinan ji Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Figen Yuksekdag, Parlamenterên HDP'ê Çaglar Demirel, Selma Irmak, Burcu Çelik û hevşaredarên jin ên girtî re kart şandin. 
 
LI AMEDÊ PÊŞENGEH VEKIRIN
 
Li Amedê jî Platforma Dîlce Amed ya Jinan de Pêşangeha wênyeyan a bi navê "Ji objektîfkên jinan" hat pêşandan di pêşangekê de wêneyên ji aliyê jinan ve ên deraberê 8'ê Adarê de ku li bajarên cuda cuda haitibûn kişandin dan pêşandan. Platforma Dîcle Amedê ya Jinan, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Diyar Galeryayê pêşangeha wêneyan a bi navê "Ji objetîfkên jinan" da pêşandan.  Ji bo merasîma pêşangehê ku hat kirin, parlamentera Amedê ya HDP'ê Feleknas Uca, Hevseroka HDP'ê Fîlîz Buluttekîn,  Endamên Platforma Dîcle Amdê û gelek jin tevli bûn. Wêneyên ku ji bi objektîfa jinan derabrê 8'ê Adarê de li bajarên cuda cuda hatibûn kirşandin ên jinên berxwedêr hatin pêşandan. Di merasîmê de aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zekiye Yilmaz axîvî. Zekiye bang li hemû jian kir ku tevli çalakiyên 8'ê Adarê bibin, got ku tirsa wan ji tu kesî tune ye û got ku ew ê tişta divê bê kirin bikin.
 
DESTÛR NEDAN QURNEFILAN BELAV BIKIN
 
Jinan piştî pêşengeha wêneyan vekirin, derbasî Sûrê bûn û xwestin li vir qurnefilan belav bikin. Jin ji aliyê sedan polîsan ve haten asteng kirin. Jinan jî bi tîlîliyan barîkata polîsan şermezar kirin û qurnefilên di destê xwe de li jinên di rêyan de belav bikin.b Jinan bê navber silogana “Jin jiyan azadî” berz kirin. Jin piştre meşiyan avahiya DBP'ê ya Sûrê. 
 
BANG LI MÎTÎNGA ÊLÎHÊ KIRIN
 
Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Êlihê jî li avahiya HDP'ê ya Navçeya Navendî kom bûn û banga mîtînga 8'ê Adarê kirin. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, rêveberên HDP, KCD, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek nûnerên din amade bûn. Li salonê fîlemayên "Biji 8'ê Adare"  vekirin. Jinan cilên gelêrî li xwe kirin û tev li daxuyanyê bûn Li ser navê jinan Aktîvîsta TJA Songul Korkmaz bernameya 8'ê Adarê parve kir. 
 
Yilmaz, anî ziman ku dê di 8'ê Adarê de li Êlihê mîtîngê li dar bixin û Endama Meclîsa HDP'ê Serpil Kemalbay, Parlamenterên HDP'ê Ayşe Acar Başaran û Saadet Becereklî tev li daxuyaniyê bibin. Yilmaz bang li hemû jinên Êlihî kir û xwest tev li mitînga 8'ê Adarê bibin. 
 
Bernameya 8'ê Adarê ya Êlihê wiha ye: 
 
* 2 Adar: Dê ji jinên girtî re kartan bişînin. 
 
* 3 Adar: Dê li dijî cînayetên jinan bi posterên jinan li Kozlukê bimeşin. 
 
* 4 - 8 Adar: Dê esnafan ziyaret bikin. 
 
* 8 Adar: Li Stadyuma 16'ê Gulanê mîtînê pêk bînin. 
 
 
BERNAMEYA RIHAYÊ AŞKERE KIRIN
 
 
Platforma Jinan a Rihayê jî li şaxa ÎHD'ê ya Rihayê bi cîna çapemenyê bernameya xwe aşkere kirin. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dilek Ocalan, diyar kir ku ew dê li her qadê tekşîna xwe bilind bikin û bi bernameyên panel, şahî, civîn û mîtîngan dengê xwe bilind bikin. 
 
Bernameya Rihayê wiha ye: 
 
* 2'ê Adarê: Dê li Navend û navçeyan ji jinên girtî re kart bên şandin. (14.00)
 
* 3 Adar: Li Mala Mamosteyan şahiya jinan (13.00)
 
* 8 Adar: Li Avahiya Egîtîm Sen'ê dê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00) 
 
* 9 Adar: Li Salona Konferansê ya Tahir Elçî ya Baroya Rihayê pêşandana sînemayê. 
 
* 10 Adar: li salona Konferansê ya Tahir Elçî ya Baroya Rihayê bi tevlêbûna Parlamentera HDP'ê Huda Kaya panela ‘Jin û OHAL’ dê bê lidarxistin. 
 
 
DÊ LI GEVERÊ ŞAHÎ BÊ LIDARXISTIN
 
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî jin dê bi bernameyên cuda 8'ê Adarê pîroz bikin. 
 
Bernameya 8'ê Adarê ya Geverê wiha ye: 
 
* “2'ê Adarê: Dê kartan ji jinên girtî re bişînin û malbatên rastî tundiyê hatine ziyaret bikin. 
 
*5 Adar: Bi tevlêbûna parlamenteran dêli navenda sûkê li esnafan belavok bên belavkirin û esnafan ziyaret bikin. 
 
*6 Adar: Dê li Navenda Kar a Zagrosê li Metro Kafe şahî bê lidarxistin. " 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

02/03/2018
09:11 Zarokên li Nisêbînê hatin girtin xistin cem bersûcên îstismarê
09:10 Serokê Baskên Ciwanan ê AKP'ê yê berê bû mudurê nivîsgehê yê qeyûm
09:00 ROJEVA 02'YÊ ADARA 2018'AN
01/03/2018
17:38 Jinan di nobeta edaletê ya Roboskiyê de starta 8’ê Adarê da
17:12 Serê sibê binçav kirin, êvarê girtin
16:07 Nûçegihana Jinnewsê Durket Suren hat binçavkirin
15:55 Wêneyên bandora şer a li ser cih û warên sivîlan
15:01 Jinan banga 8'ê Adarê kirin: Em nabin aliyê şer
14:42 ‘Yildirim û Ayhan wekîlen gel in’
14:35 ‘402 jê giran 1154 girtiyên nexweş hene’
14:15 Di doza Kopê ceza dan 14 kesen û 73 kes jî beraet kirin
13:49 Li Amed û Semsûrê binçav kirin
13:44 Walî piştî 4 rojan li HDP’iyan geriya
13:40 Jinên Îzmîrî, di 8’ê Adarê de dê bi xwe ewlekariya xwe bigirin
13:20 Doza Serêkaniyê ya ‘Pêvajoya çareseriyê' bi dawî kir betal bû
13:17 Dê akademîsyenan bi zorê beşdarî danişînan bikin
13:16 Fatmaya Muskêyê: OSO cîranên me girê dan û dora wan mayin kirin
12:41 Dadger 2 sal û 6 meh ceza li Ocalan birî
12:32 Duh li Uruk, Kartaca; îro li Kobanê û Efrinê
12:18 Piştevaniya derûnî didin zarokên Efrînê
12:00 Îfadeya şahid 4 kes dan girtin
11:48 DBP: Em ê di 8’ê Adarê û Newrozê de berxwedanê bilind bikin
10:48 Jinan peyam dan rayedarên OHAL’ê: Em qadan bernadin
10:46 Jinên Botanê dê 8'ê Adarê bi ruhê Binevş, Berivan û Asyayan piroz bikin
10:45 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya meha adarê aşkere kir
10:14 Amadekariya qeyûm tayînî Amedsporê bikin
10:07 Walîtiya Amedê gav paş de avêt û destûr da çalakiyên 8’ê Adarê
10:07 Serokê Şeker Îş'ê: Bi arizîkirina fabrîqeyên şekir, derî li fîrmayên DYA vedikin
09:47 Nanê xwe ji keviran derdixin, lê şer karê wan asteng kir
09:32 Partiyên muxalif hişyar kir: Ewlehiya hilbijartinê namîne
09:30 Uca: Dixwazin pêşiya rexneyan bigrin!
09:28 Penaber bi fikar in: Em naçin Efrînê
09:27 Ji ber endamtiya TÛGVA'yê qebûl nakin gef li wan tê xwarin!
09:26 'Li Girtîgeha Sîlîvriyê tu ewlehiya girtiyan tune ye'
09:26 Tenê jin lê dixebitin
09:25 Bû remza ked, şîfa û bereketê
09:24 Jinên endamên Malên Gel: Em ji bo 8'ê Adarê amade ne
09:23 Derhêner Demîr: Cano fîlmê hevrûbûyînê ye
09:23 SP: Tifaqa AKP-MHP'ê bi kêrî Tirkiyeyê neyê
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2018'AN
28/02/2018
17:23 Hevserok û rêveberên Malên Gel hatin berdan
16:55 Dîmenên êrîşa li dijî Gundê Yelanqozê derketin
16:13 'Berfîn li dijî tariyê mizgîniya biharê ye'
16:09 Bîlgen: Helwesta Tirkiyeyê ya li dijî biryara NY’yê neberpirsî ye
15:38 Êrîşên 40 rojin li ser Efrînê didome gelek şerên cîhanê derbas kir
15:28 Mamosteyê tacizî xwendekaran kir hat girtin
15:07 Serokê AKP’ê yê berê û 4 Roboskiyî hatin binçavkirin
14:49 Jinên KESK'î dê dîsa bêjin 'Cîhanek din pêkan e'
14:49 Walîtiya Amedê li qadên vekirî çalakiyên 8’ê Adarê qedexe kir
14:15 'Betalkirina parlamenteriya Yildirim û Ayhan bêhurmetiya li dijî vîna gel e'
14:14 Li Îzmîrê 4 kes berdan li Edeneyê kesek binçav kirin
13:34 Jinan bernameya 8’ê Adarê ya Edeneyê aşkere kir
13:28 HDP'ê bûyera revandina li Îdirê ji meclîsê pirsî
12:43 HDP’yî li kêliya revandina xwe temaşe kirin, polîsan jî got ‘çîroka nebêjin’
12:42 Elewiyên Efrînê: Ji bilî berxwedanê çare tune
12:22 Endamên Malên Gel anîn edliyê: Pirsa hûn çima li cem TTB'ê ne? pirsîn
11:21 ‘Bi 8’ê Adarê divê em polîtîkaya tecrîdê bişkînin’
10:57 Dadgeha Herêmê 10 sal cezayê Selma Irmak a HDP’î erê kir
10:06 Malên Gel banga 8'ê Adarê kirin: Li dijî qedexeyan derkevin kolanan
10:04 'Em ê li malê heps nebin, em ê li qada bin’
09:45 ‘Heta edalet pêk neyê agirê Aladagê venamire'
09:44 Li Sûriyeyê şer li Hatayê qirîz
09:43 Pirtûka ku nivîsandiye nadinê
09:42 Ji bo neçe Efrînê firar kir: Bila her kes guh bide dengê wîjdanê xwe
09:42 Misilmanên Antîkapitalîst: Êrîşa li dijî Efrînê, êrîşa li dijî Hevpeymana Medîneyê ye
09:41 Parêzerê Ocalan Taşçi: Efrîn bi perspektîfên Ocalan li ber xwe dide
09:40 'Li Girtîgeha Xarpêtê dijminekî sondxwarî heye'
09:27 'Em ê di rêça Pakîzeyan de têbikoşin'
09:26 Dayika girtiyê nexweş: Osmaniye ne girtîgeh e, îşkencexane ye
09:26 Ji ber leşkerî nekir ji welatîniyê hat avêtin
09:25 Bîlîcî: Rêvekirina li ber mirina girtiyên nexweş darvekirin e
09:24 Rojnamevan Dogrû: Em ê rûmeta rojnamevaniyê biparêzin
09:23 Ji mecbûrî şîrê havînê, zivistanê bi 'pêşin' difiroşin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2018'AN
27/02/2018
17:51 Li Sêgirkê û Agiriyê 8 siyasetmedar hatin binçavkirin
17:47 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cara 734’an hat redkirin
17:40 HDP: Tenê karê noterê ji meclîsê re maye
16:35 Parlamenteriya Yildirim û Ayhan ên HDP'î xistin
16:14 Di binçavkirina Salih Muslim de çi qewimî?
15:58 3’ê jê zarok 5 kesên xwestin sînor derbas bikin mirin
15:50 Muslim: Nikarin gelê kurd bêdeng bikin
15:43 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegertiya Metîn Goktepe destpê kirin
15:15 HDK: Li dijî hemû zextan têkoşîna me dê bidome
15:15 Besîme Konca hat berdan
14:33 Temellî: Mexdûrê tangên 28’ê Sibatê, îro hawarê ji tangan dixwazin
14:28 Parlamenterê berê yê HDP’a Agiriyê hat binçavkirin
14:08 Salîh Muslim hat berdan
13:57 Sazumankara AKP'ê Bostan: Yek ji faîlên 28'ê Sibatê îtîfaqê AKP'ê Bahçelî ye
13:32 Gundiyên Efrînê: Mal û milkên me talan kirin
13:17 Xwendekarê Lîse yê du lingên wî jêbûn li Efrînê li pêşe
13:02 Turkiye ya 81 salî: Tişta nehat serê min nema
12:39 Parêzarên Ocalan cara 734’emîn serî li dozgeriyê dan
12:20 Li 4 girtîgehên cuda bi dehan îhlal
11:10 Konca banga 8’ê Adarê kir: Ji bo azadiyê divê em li kolanan bin
10:51 Karkerê xwe şewitand: Karker rabin ser piyan dê hemû pirsgirêk çareser bibin
10:25 Parêzer Ergul: Ji bo rûmeta mirovahiyê divê em bêdeng nemînin
10:17 Dayika Baymiş: Heb jî nedan kurê min
09:09 Tiştên ku Miraz li derve hîn dibe, li hundur dibêje
09:08 Şener: AK Partî hilbijêrên kurd tune dihesibîne, dê winda bike
09:08 ‘Xesandina kîmyawî ne çareserî ye'