ÎDIR – Waliyê Îdirê Enver Unlu bi telefonê li endamê Meclîsa HDP’ê Suleyman Oztoprak ku rûpoş xistin serê wan û revandin geriya û got ku dê bûyerê ronî bikin.
Li Îdirê komek kesên nasnameya wan ne diyar maske xistin serê endamê Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sulemyan Oztoprak û Endamê Meclîsa Şaredariya Îdirê Mehmet Kitir û destê wan kelepçekirî revandibûn. Revandina her Oztoprak û Kitir di raya giştî de bi berfirehî deng vedabû. Piştî vê dengvedanê walîtî û emniyet piştî 4 rojan ketin nav tevgerê.
WALÎ Û EMNIYET LI OZTOPRAK GERIYAN
Piştî HDP’ê bûyer veguhezand rojeva Meclîsê, Waliyê Îdirê Enver Unlu bi telefonê li Oztoprak geriya. Oztoprak der barê hevdîtina walî de wiha got: “Walî beg li min geriya. Ji min re xemgîniya xwe anî ziman. Walî got ‘Em ê bûyerê ronî bikin û di rewşa xumam de nehêlin.’ Hevîya me jî ew e ku tiştên qewimîne di tariyê de nemîne û ne bûyerek ji rêzê ye.”
Oztoprak anî ziman ku ji Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Îdirê ji nû ve lê geriyane û got: “Li ser vexwendinê carek din xwestin ez biçim îfade bidim. Ji ber ku ewlehiya min tune bû, ez hatin Êlihê û min got ez dikarim li Êlihê îfade bidim.”