Ozturk: Ev Newroz Newroza azadiya Ocalan e

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk qada Newroza Amedê ku milyonekê zêdetir kes tevlî bûn nîşanda û wiha got: “Ev Newroz, Newroza azadiya birêz Ocalan e.”
 
Newroza Amedê piştî deklarasyona Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd di 21’ê Adara 2015’an de hat xwendin, ji rojeke din a dîrokî re malovanî kir. Bi milyonan kesên ku astengî yek bi yek derbas kirin û bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” herikîn qada Newroza Amedê, ji heman qadê azadiya Ocalan qîr kirin. 
 
Li Qada ku coş derket asta herî jorî, Servet Kocakaya derket ser dike. Kocakaya, ku ji bo bîranîna Kemal Kûrkût ê di Newroza Amedê ya 2017’an de bi guleya polîsan hat qetilkirin strana xwe ya ewil got û Newroza gelê kurd pîroz kir. Di qada ku milyonekê zêdetir kes tê de bûn de dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bê nav ber hat berzkirin. 
 
KEMAL KÛRKÛT BI BÎR XIST 
 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Kemal Kûrkût ê di Newroza 2017’an a Amedê de hatibû qetilkirin bi bîr anî û wiha got: “Kesên ku Kemal qetilkirin, li eywanên dadgehê bêsûc hatin îlankirin. Em sûcdaran dizanin, ev pergala faşîst û nijadperest e. Hûn ê hesabê bidin gelê kurd. Di kesayeta Kemal Kûrkût de hemû şehîdên Newrozê bi bîr tînim.”
 
‘QADA NEWROZÊ XELASBÛNA WAN E’
 
Ozturk, qala “Plana Çokdanînê” ya di civîna Lijneya Ewlehiya Netewî de biryara wê hatibû wergirtin kir û wiha berdewam kir: “Kesên dixwazin gelê kurd, biqedînin, bila li qadên Newrozan binêrin. Kê çok danî bila bibînin. Gelê me çok nadeyne. Qada Newrozê wê bibe xelasbûna wan. Ji ber vê yekê hewldan asteng bikin. Dayikên me ciwanên me herîkin qada azadiyê. Newroz ji bo me cejna hebûnê ye. Hûn di xeletiyê de israr dikin. Dengê birêz Ocalan bû dengê azadî û wekheviyê. Ev nayê hesaba wan. Gelê kurd û hêzên demokrasiye bi hêz dibin. Desthilata wan dixeteriyê de ye. Dest bi dagirkirinê kirin. Li Rojava û li Başûr dagirkirina xwe didomînin. Hûn ê ji Efrînê ji Başûrê Kurdistanê derkevin. Wê gelê me azad bibe. Wê Kurdistan azad bibe.
 
MIFTEYA AZADIYÊ DI DESTÊ OCALAN DE YE
 
Neçin ber deriyê Pûtîn û Biden. Pêşeroja gelên Tirkiyeyê nefiroşin. Wê kurd berxwedana xwe bidomînin. Rêberê Gelê Kurd rê nîşanî gelê kurd da. Mifteya azadiyê, demokrasiye, jiyaneke birûmet di destê birêz Ocalan de ye. Dest ji xeletiyan berdin. We gotin em kurdan tasfiye bikin hûn hatin ber tasfiyebûnê. Gelê kurd çok nedanî, vaye li vê qadê ye. Divê pirsgirêka kurd were çareserkirin. 
 
‘RÊYA DEMOKRASIYÊ DI ÎMRALIYÊ DE DERBAS DIBE’
 
Partiyên muxalefetê jî dibêjin rêya demokrasiyê di Amedê de derbas dibe. Mirov hinek şerm dike. 7 sal in li Kurdistanê zilma nehatiye jiyan nemaye. Mesût Yilmaz, Suleyman Demîrel, Tayyîp Erdogan hatin û çûn. Dest ji derewan berdin. Rêya demokrasiyê jî ya azadiyê jî di Îmraliyê de derbas dibe. Ne xwe ne jî gelê kurd nexapînin. Gelê kurd gelek şans dan we. Hûn ê werin rûnin, divê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hûn gavên şênber biavêjin. Rojên berê çûn. Hûn nikarin kesê bixapînin. Ev Newroz Newroza ‘Dem dema serkeftinê ye’. Ev Newroz, Newroza azadiya birêz Ocalan e. Newroz pîroz be.”
 

Sernavên din

24/03/2022
15:28 Li Girtîgeha Akçadagê gardiyanan girtiyek derb kir
15:27 Li Stenbolê jî Nobeda Edaletê dest pê kir
14:57 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê dest pê dike
14:52 Medya Çinar li ser gora xwe hat bibîranîn
14:46 ÎHD: Girtiyên ji Efrînê nayên tedawîkirin
14:39 Qeyûmê Êlihê şaredarî 134 milyon lîreyên din deyndar kir
13:52 Girtiyê nexweş ê 80 salî jiyana xwe ji dest da
13:47 Malbatên girtiyan li ber Edliyeya Amedê çalakiya rûniştinê li dar xistin
13:42 Îfadeyên 5 binçavkiriyên Bolûyê hatin girtin
13:30 Di doza Efe Tektekîn de ji polîsê bersûc re ceza hat xwestin
13:27 Li Basayê 2 kes hatin binçavkirin
13:26 Tevî ji sedî 98 astengdar bû jî hate girtin û ev 2 meh in di beşa lênihêrîna awarte de ye
12:59 Di danişîna rojnamegeran de mutalaa hat dayîn
12:51 'Rexneyên Li Ser Civaknasiya Nûjen' li bersivên rola civaknasiyê digere
12:47 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdaneke din kirin
11:50 Yureklî: Divê rastiya Ocalan a li qadên Newrozê derketiye holê bê dîtin
11:35 Malbata Şenyaşar: Dê edalet bi ser bikeve
11:30 Li Dêrikê hefteyeke ceyrana mezreya Xanîka Meşkînan tune ye
11:30 Rojnamevana rûsî Baulina di bombebaranê de hat kuştin
10:47 Li Rihayê xelk ji bo birincê erzan kete rêzê
10:28 Bi hinceta meşê gazî kirin ji ber axaftina Newrozê binçav kirin
10:20 Malbata Ayten Beçet: Tecrîd nayê qebûlkirin
10:12 Aydenîz: Divê partiyên muxalîf bo xwe ji peyamên Newrozê dersan bigire
10:03 Endamên Weqfa Fûrkanê: Polîsan xwest me bikujin
10:02 Qanûna hilbijartina nû di Komîsyona Destûra Bingehîn de hat qebûlkirin
09:42 Girtiyên ku hatin sewqkirin bi lêgerîna tazî û tundiyê re rûbirû mane
09:42 Li Sîteya Pîşesaziyê ya 3'yemîn a Amedê teqîn çêbû
09:02 Dengbêjekî ku dengê wî li zozanên Îdirê olan dide
09:01 Dûman ê piştî 28 salan hat berdan: Ev trajediyek e
09:01 Mehmet Ocalan: Dem dema azadiya birêz Ocalan e
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2022'YAN
23/03/2022
23:43 Wesayîta cenaze nedan malbata Guderê ku li Girtîgeha Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
21:40 Encu: Kesên Newrozê hezim nakin êriş dikin
21:21 Li Êlihê ciwanê ku trên lê qelibî jiyana xwe ji dest da
18:51 Doza Dayikên Şemiyê: Pirsa rapora ne di îdianameyê de hat kirin
18:15 Bi hinceta 'pesindayîna sûc û sûcdar' avêtine ser Rêxistina HDP'ê ya Kartalê
17:22 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
17:11 Xwendekarên Hacettepeyê ku êriş li wan hatibû kirin: Em bi rêxistinkirî tên
16:54 Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi milyonan kes xwedî li Ocalan derketin
16:33 Kesên di Newrozê de hatine binçavkirin rastî îşkenceyê hatin
16:33 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 97’emîn de ye
16:13 Nobeta Edaletê: Her kesê xwedî wijdan divê xwedî li malbatan derkeve
16:01 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Kartalê de girtin
16:01 Li ber ATK’ê bang kirin: Bi qanûnên xwe bikin
15:47 Doza ku Dayikên Şemiyê lê tên darizandin dest pê kir
15:43 ‘Tayînên bêliyakat li her aliyên welat tên kirin’
15:27 Kozagaçli: Ev doz, dozeke kompasê ye
15:07 OHD’ê bertek nîşanî êrişa li ser parêzeran da
14:40 Di doza Peymana Stenbolê de ji bo 33 jinan biryara beraetê hat dayîn
14:31 Soylu êrişa nîjadperest parast
14:17 Doza sereke ya JÎTEM’ê: Wezaret dixwaze bi demê re doz bikeve
13:56 Li endamê Egîtîm Sen’ê û ÎHD’ê Akdenîz cezayê hefsê hate birîn
13:17 Parlamenter Dede mirina Guder xist rojeva Meclisê
12:54 Şandeya IPPNW'ê çû serdana malbata Şenyaşar
12:47 AYM: Nedayîna rojnameyan a girtiyan binpêkirina maf e
11:56 Muslim: Şerê li Ûkraynayê dê bandorê li Sûriyeyê jî bike
11:17 Midûr ferman da mamosteyan: Divê keç û kur li kêleka hev nerûnin
11:06 Vîna ku di Newrozê de derketî pêş: Ocalan, rêya xelasiya ji aloziyê ye
09:42 Aydogan ku milê wî hatiye şikandin giliyê Soylu kir
09:06 30 sal in li heman cihî bi 4 darikên şixatê agirê Newrozê hil dike
09:04 Berxwedana 8'ê Adarê veguhest qada Newrozê
09:01 Hiqûqa neteweyî û navneteweyî saleke tu xeberê ji Îmraliyê nagire!
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2022'YAN
22/03/2022
21:41 Li Girtîgeha Wanê girtî Guder bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
20:33 Rojnamevan Ertûş û Barût hatin berdan
19:25 Ji NÇM'ê berteka dijî qedexekirina stran û kincên neteweyî
19:03 Bûldan, li girtîgehê serdana Leyla Guvenê kir
18:15 Rojanemavan Nûjiyan Erhan hat bibîranîn
16:52 Girtîgehê qertên 8'ê Adarê desteser kir
16:40 Piştgirî dan Nobeta Edaletê: Daxwaz rewa ne
16:39 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 96'an de ye
16:39 Ji bo Doza Mûsa Anter bang hate kirin: Demborî sûcê mirovahiyê ye
16:38 Danişîna hevşaredar Elîk û Oncu taloq bû
16:18 Tedawiya girtiyê nexweş Akbabatê astengkirin
15:42 Binçavkirina parêzer Alîşan Şahîn hate şermezarkirin
15:18 ÎHD'ê êrişa li dijî endamên Weqfa Fûrkanê şermezar kir
15:16 Emîne Şenyaşar: Em li benda edaletê ne
15:08 Di qezaya balefirê ya Çînê de kes xelas nebû
15:04 Rojnamevan Eryîgît li ser gora xwe hat bibîranîn
14:41 AYM'ê serlêdana takekesî ya Semra Guzel red kir
14:40 Rapora pisporan a kuştina Kûrkût: Dewletê erka xwe ‘binpê’ kir
14:24 Li Afganîstanê jinan bi awayekî sembolîk Newroz pîroz kirin
14:24 Li ber derê girtîgehê banga azadiya girtiyan kirin
13:55 HDP: Hişkesalî wê di sala 2022'yan de bibe pirsgirêkeke mezin
13:40 Li Bolûyê 20 kes hatin binçavkirin
13:39 Faîlê destdirêjiyê Erkmen hat girtin
13:21 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
13:17 Ji ber beşdarbûna Newrozê Hevserokên HDP’ê spasiya milyonan kirin
13:16 Danişîna Araç ku di bin çavan de jiyana xwe ji dest dabû dîsa taloq bû
12:31 Ji Yenîkapiyê peyama Rêya 3’yemîn hate dayîn
12:30 TTB: Li Tirkiyeyê çavkaniyên avê di bin êrişa rantê de ne
11:46 Astengî nas nekir û tevlî Newrozê bû
11:13 Bi wêneyan Newroza Amedê ya 2022’yan
10:51 Ji ber talûkeya aşûtê taxek hat valakirin
10:02 Amedî çareseriyê di azadiya Ocalan de dibînin
10:01 ‘Jin wê desthilatê hilweşînin, Serokatiya xwe azad bikin’
09:02 Vegan Kadîroglû: Em dev ji awayê îstismarkirinê berdin
09:00 ROJEVE 22'YÊ ADARA 2022'YAN
21/03/2022
23:05 Li Newroza Amedê 150 jê zarok 298 kes hatin binçavkirin
21:58 Bûldan, bi heyetên ji welatên cuda hatin re hevdîtin kir