STENBOL – Sê akademîsyenên bi boneya belavoka “Em ê nebin şîrîkê vî sûcî” îmze kirin derketin pêşberî dadger. Dadger hişyar kir ku akademîsyen bi darê zorê beşdarî danişînan bibin.
Sê akademîsyenên ji Zanîngeha Stenbolê bi boneya belavoka “Em ê nebin şîrîkê vî sûcî” îmze kirin Li 37’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê derketin pêşberî dadger. Danişîna ewil a peywîrdarên lêkolînê yên Zanîngeha Stenbolê Ferda Karagoz Ozenç, Egemen Kepekçî û Alîkara Doç. Dr. Hediye Esra Arcan hat dîtin.
Dadger danişîna her sê akademîsyenan taloq kir. Dadger hişyar kir ku akademîsyen bi darê zorê beşdarî danişînan bibin.