EFRÎN - Rastiya nûçeyên Ajansa Anadolu ya dewletê ya welatiyên Gudê Muskê yên destê wan li pişt wan girêdayî pêşkêş kirin û got "Endamên YPG'ê wekî mertalên zindî dan pêş xwe" nîşan dan aşkere bû. Derket holê ku OSO destê welatiyan li pişt wan girê daye û AA jî kiriye nûçe û parve kiriye.
Şerê li ser Efrînê di roja 41'an de berdewam dike. TSK û OSO bi hemû tang, top, balafirên xwe û medya xwe û êrîşî Efrînê dike. Ji ber ku nikare pêş ve biçin vê carê bi riya medya dixwaze rastiyên xwe veşêre û lîstikên nû pêş bixe. Derewa nûçeya Ajansa Anadolu (AA) a dewletê ku gundiyên Muskê yên OSO destê wan li pişt wan girê dan û wekî ku YPG'ê destê wan li pişt wan girê dabe nişan da derket holê. Welatiya gundê Muskê Fatma Mihemed ku bû şahidê buyerê rastî vegot. Fatma Mihemed, diyar kir ku endamên OSO bi ser gund de girtin û destê welatiyan li pişt wan girê dan û pêşkêşî Ajansa Anadolu (AA) kir. Mihemed wiha got: “YPG, bi salan e li vir e. Çima mirovan dîl bigire. Dewleta tirk ji bo reş bike lîstikên wisa li Efrînê pêş dixe.
AA, hefteya borî nûçeyek ji gundê Muskê yê Raco bi raya giştî re parve kir. 4 gundiyên Muskê yên ji aliyê OSO ve destê wan li pişt wan hatin girêdan AA dîmenê wan kişand û wekî ku YPG'ê destê wan li pişt wan girêdabin bi raya giştî re parve kir. Welatiya Gunde Muskê ya 40 salî Fatma Mihemed rastiya bûyerê vegot. Fatma Mihemed, diyar kir ku endamên OSO bi ser gundê Muskê ve girdin û welatî Hesen Osman, Nazlîye Osman, Mizgin Şikri Sino û Şikri Sino Mislim dîl girtin û destê wan li pişt wan gire da û wiha got: "Wê rojê TSK û OSO gund ji hewa û bejayî de bombe kir. Ji ber vê yekê welatiyen gund, gundê xwe vala kirin û çûn gundê Meydankê. 4 welatiyên din ji ber nexweş, kal û pîr bûn, OSO ew dîl girtin û destê wan li pişt wan girê da. Pitre gotin YPG'ê destê wan li pişt wan gire daye. Ev ne rast e. Ji xwe YPG gundê me diparast."
‘YPG BI SALAN E GUNDÊ ME DIPARÊZE'
Mihemed, bal kişand ser wêne û dîmenên ku bi raya giştî re parve kirin jî û wiha got: "Piştî 2 rojan wan bi xwe dîmen parve kirin. Gotin binerin 'YPG'ê gundî dîl girtine. Ji xwe bi salan e YPG gund diparêze û welatiyan diparêze. Çima gundiyan dîl bigire. Ez van mirovan baş nas dikim. Em hemû cîranên hev in. Leşker tên destê wan vedikin û wekî ku alîkariyê bi wan re dikin xwe didin nîşan. Ev hemû lîstika OSO û TSK'ê ye. Leşkerên TSK û OSO yên bi ser gund de girtin li talanê me xistin. Çi tişta li gund hebû tev desteser kirin û birin. Dixwazin me ser axa me û gundê me koçber bikin. Em li ser vê axê ij dayik bûn û em dixwazin li ser vê axê bimirin. Em bimirin jî ji ser vê axê naçin. Em dê bi ser bikevin. Em dê gundê xwe dîsa azad bikin. Em dê dîsa li gundên xwe vegerin."
MA / Erdogan Altan - Nazim Daştan