EDENE - Li Edeneyê ji ber îfadeya şahidek nediyar, 4 kesên bi îdîaya “Li ser navê PKK’ê dadgeh avakirin” hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Li Edeneyê di 27’ê Sibatê di serdegirtina malan de ji ber îfadeyên şahidek nediyar, bi îdîaya “Li ser navê PKK’ê dadgeh avakirin” Selahattîn Y, Abdulmutelîp K, Sadettîn Y û Alettîn Y. hatin binçavkirin û piştî îfadeyên wan ên li Ewlekariya Polîsan hatin girtin û şûn de sewqî Edliya Edeneyê kirin. 4 kesên îfade dan dozger, bi îdîaya “Endamên rêxistinê” û “Propagandeya rêxistinê kirin” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê bi heman îdîayan 4 kes girtin û şandin Girtîgeha Tîpa F a Kurçulerê.