Li navçeyên Amedê govenda Newrozê hat gerandin

img
AMED - Li navçeyên Amedê pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin û bi hezaran kes li derdora agir govend gerand. 
 
Li navçeyên Farqîn, Erxenî û Çinarê pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin. 
 
Pîrozbahiya li Farqînê li Qada Azîzoglu hat kirin û girseyek qelebalix beşdarî pîrozbahiyê bû. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan jî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Kêliyek jî dengê dirûşm û kelecana xelkê ji qadê kêm nebû. Li ser navê Komîteya Amadekar Halîme Soner destpêkê axivî û Newroza xelkê navçeyê pîroz kir. 
 
Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak a qeyûm danîne şûna wê axivî û bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û wê îradeya gelê kurd tu carî serî netewîne. 
 
Dû re hunermend Rênçber Agirî derket ser dikê û strî û welatiyan govend gerand. Polîsan xwest ji hin stranên hunermend Rênçber re astengî derxe. Lê belê hunermend bertek nîşan da û got: “Hûn nikarin stranên me qedexe bikin. Em ê her tim stranên xwe bêjin.” 
 
AZADIYA OCALAN 
 
Hevserokê HDP’a Amedê Zeyad Ceylan axivî û destnîşan kir ku Newroza berxwedana gelê kurd e û gelê kurd tu carî zilmê qebûl nekir û dê ji vê seaetê şûn ve jî qebûl nek. 
 
Parlamenter Remziye Tosûn jî bertek nîşanî dorpêça polîsan da û got: “Ji serê sibehê ve dixwazin pîrozbahiya me asteng bikin. Gelê Farqînê bersiva herî baş da dorpêçê. Gelê Farqînê da nîşandan ku xwedî li nasnameya xwe derdikeve. Em ê li her qadê qîrîna azadiyê bilind bikin. Farqîn çawa di salên 90’î de qîrîna xwe bilind kir dê îro jî bilind bike.” 
 
Tosun diyar kir ku tecrîd li her deverê belav bûye û got: “Îro li zindanan tecrîdek giran heye. Tecrîda li ser Ocalan her roja ku diçe girantir dibe. Em ê vê tecrîdê rakin û birêz Ocalan azad bikin.” 
 
10 KES KIRIN BINÇAVAN 
 
Piştî axaftinan hunermend Baran Çelbî stran gotin. Demek dirêj govend gerand û pîrozbahî bi dawî bû. 
 
Hat zanîn ku 10 welatiyên beşdarî pîrozbahiyê bûne û navê wan nehat zanîn hatine binçavkirin. 
 
ERXENΠ
 
Li navçeya Erxeniyê jî pîrozbahiya Newrozê li Qada Otogarê hat lidarxistin. Polîsan xwest pîrozbahiyê provoke bike. Polîsan bi îdiaya berzkirina dirûşman 8 kes binçav kirin. Her wiha polîsan destûr neda ku zarok beşdarî pîrozbahiyê bibin. Girseyê bertek nîşanî helwesta polîsan da. 
 
Hevşaredarê Erxenî Ahmet Kaya yê ji wezîfeyê hatiye girtin, ji bo dorpêça polîsan bê rakirin bi Midûrê Polîsan re hevdîtin kir. Midûrê Polîsan wiha bersiv da: “Ez dewlet im, wê binçavkirin bên kirin. Pişt re pîrozbahiyê bikin.” 
 
 Welatiyek extiyar ku bertek nîşanî binçavkirinan da dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Kesek jî bi lêdanê hat binçavkirin. 
 
 
Rêveberên HDP’ê li ber avahiya xwe daxuyanî dan. Hevserokê HDP’a Erxenî Zulkuf Bîrgul diyar kir ku polîsan tehamûlî pîrozbahiya Newrozê nekirin û polîsan pîrozbahiya wan provoke kiriye. 
 
 ‘EM Ê DI NEWROZA AMEDÊ DE BESIV BIDIN’ 
 
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dêrsim Dag jî anî ziman ku polîsên ku ji coşa gel tirsiya êrişî ciwanan kirin û  dibe ku li Erxenî îro pîrozbahî hatibe provokirin lê sibê wê di Newroza Amedê bersiva vê yekê bê dayîn. Dag hemû gelê Erxenî vexwend Newroza Amedê û got divê sibê gelê Amedê agirê azadiyê vêxe û peyama azadiyê bide. 
 
ÇINAR
 
Li navçeya Çinarê jî li Parka Nûjiyan pîrozbahiya Newrozê bi kelecaniyek mezin hat lidarxistin. Parlementerê HDP’ê yê Amedê İmam Taşçier, Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy, rêveberên HDP’ê û DBP’ê û bi sedan kes tevli pîrozbahiyê bûn. Xelkê Çinarê bi kelecan hat qadê û dirûşma “Bijî serok Apo" berz kirin. Polîsan ji welatiyên ku şal û şepik li xwe kiribûn re astengî derxistin. Girseyê bertek nîşan da.
 
Welatiyan li qadê govend gerand û kelecana xelkê her ku çû zêdetir bû. Girseyê bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serop Apo” agirê Newrozê vêxist û li dora agir govend gerand. 
 
'KURD AZADIYÊ DIXWAZIN’ 
 
Parlamenter Îmam Taşçier axivî û diyar kir ku bi hezarên salan e kurd li Rojhilata Navîn li dijî zilm û zorê serê xwe radike û li ber xwe dide û got: “Dibêjin kurd tine ne, zimanê wan tine ye, vaye kurd li vir in û bi zimanê xwe bi hebûna xwe hene. Kurd li ser pêya ne û azadiya xwe dixwazin.” 
 
Taşçier bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Birêz Ocalan got pirsgirêk bi rêya muzakere û aştiyê tê çareserkirin. Lê îro li ser Ocalan û hezaran girtî tecrîd heye. Divê tavilê ev tecrîd rabe. Em tecrîdê qebûl nakin.” 
 
Piştî axaftvanan, Koma Dengê Amara derket ser dikê ku stranên xwe bêjin lê polîsan astêngî derxist. Girse bi berzkirina dirûşmayan bertek nîşan da. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

21/03/2022
20:38 Li Nisêbînê polîsan piştî Newrozê avêt ser malan
19:54 Li Newroza Amedê posterê Ocalan
18:22 Li Geverê girse bi berzkirina dirûşmeyan meşiya
17:46 Kemal Kurkut li cihê hatiye qetilkirin bi bîr anîn
17:35 Ozturk: Ev Newroz Newroza azadiya Ocalan e
17:24 Mizrakli: Bi agirê Newrozê em ê teqez bi ser kevin
17:23 Ji Cizîra Botan ji bo Amedê: Amed navend be Cizîr jî ruh e
17:14 Xizmên girtiyan: Qadên Newrozê hêz dan me
16:53 Newroza Sêrtê: Bila deriyên Îmraliyê vebin û bihar bê
16:47 Temel: Ev sê roj in gelê kurd li qadan azadiya Ocalan diqîre
16:24 Li Geverê piştî Newrozê meş
16:17 Bûldan: Tecrîdkirina Ocalan nayê qebûlkirin, dem dema çareseriyê ye
16:07 Ji Leyla Guven peyama Newrozê
16:06 Li Newroza Amedê ruhê Tifaqê: Em ê ji bo azadiyê têbikoşin
15:42 Ji sed hezaran kes banga yekitiya neteweyî: Êdî dem dema yekîtiyê ye
15:25 Gelê Konyayê bi tililiyan agirê Newrozê vêxist
15:13 Bertek nîşanî girtina 11 jinan dan: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinkirî ye
15:12 Xelkê Mûşê guh neda astengiyan û agirê Newrozê vêxist
15:11 Gelê Wêranşarê azadiya Ocalan xwest
14:53 Agirê Newroza dîrokî ya Amedê hat hilkirin
14:49 Li Tatosê agirê Newrozê: Bila tecrîd bi dawî bibe
14:48 Li Hezexê pîrozkirinek bi çoş: Çareserî di Îmraliyê re derbas dibe
14:33 Newroza Sêrtê bi tevlibûna hezaran dest pê kir
14:26 Newroza Amedê dest pê kir: Ji Ocalan re azadî
14:21 Li Aydinê hunermend hatin binçavkirin
14:15 Ji Ceyhanê bertek li dijî astengiya Newroza Amedê: Berxwedan li her derê ye
13:22 Amediyan bersiv da astengiyan: Dê hemû kuçe bibin qada Newrozê
13:05 Li Geverê bi kelecanî pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
13:02 Îşkenceya ku polîsan li endamên Weqfa Fûrkan kiribû xist rojeva Meclisê
13:01 Xelkê Agiriyê agirê Newrozê vêxist
12:24 Li Çînê balefireke rêwiyan a 133 kes têde bûn ket
11:57 Newroza Amedê tu astengî nas nekir û ciwanan barîkat hilweşandin
11:36 Gelê Amedê diherike qada Newrozê
11:31 Peyama Yenîkapiyê: Ocalan vîna me ye
11:18 Ji bo ku 21'ê Adarê bibe betlaneya fermî HDP'ê peşniyarqanûn da meclisê
11:10 Gelê Cizîrê bi ruhê Newroza 92’yan diherike qada pîrozbahiyê
11:07 Li Nisêbîna Rengîn coşa Newrozê
10:58 Ji Mezopotamyayê heta Anatoliyayê pîrozbahiyên Newrozê
10:52 Malbat Şenyaşar: Em Newrozê bi edaletê tacîdar bikin
08:30 Nûjiyan li pey xwe rojnivîskeke bi alfabeyeke cuda nivîsandî hiştiye
08:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2022'YAN
20/03/2022
23:35 Ji ciwanan meşa ji bo Newrozê
20:51 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin
20:08 Amadekariyên ji bo Newroza Amedê temam bûn
19:36 Li gelek bajarên Ewropayê Newroz hat pîrozkirin
18:54 Polîsan êriş bir ser endamên Weqfa Fûrkanê
18:42 Ji ber Newroza Amedê sibê dê hin rê bên girtin
18:12 Girtî Sînan Kaya bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
18:04 Li Silopiyayê piştî pîrozbahiyê meşeke girseyî
17:51 Li quntarên Toros û Amanosan Newroz: Bila qesr baş li van qadan binêre
17:40 Newroza Enqereyê: Em bi milyonan kes in û serî natewînin
17:22 Qurbaniyên Newroza 92’yan a Nisêbinê hatin bibîranîn
17:20 Li bajarên Egeyê bi hezaran kes agirê Newrozê vêxist
17:19 Ji Newroza Semsûr û Mereşê peyama berxwedanê
17:13 Newroza Stenbolê bi meşa bi sed hezaran bi dawî bû
17:02 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hat bibîranîn
17:00 Li navçeyên Amedê govenda Newrozê hat gerandin
16:48 Li Êlihê girse piştî pîrozbahiyê berê xwe da kolanan
16:44 Li quntarê Çiyayê Cudî Newroza biheybet
16:42 Newroza Serhedê: Gelê kurd serî natewîne
16:41 Sedema binçavkirina rojnamegeran: Îxbara bênav
16:21 Pîrozbahiyên Newrozê yên li Mêrdîn, Meletî û Çewlikê: Kesên kurdan înkar dikin wê têk biçin
16:18 Di Newroza Eskîşehîrê de têkoşîna hevpar derket pêş
16:15 Li Amedê girtina jinan hat protestokirin
15:57 Ji xelkê Dîlokê peyama Newrozê: Em ê Ocalan azad bikin
15:56 Leyla Guven ji Newroza Colemêrgê re peyam şand: Gelê kurd ne bêçare ye
15:56 Li Yenîkapiyê xîtabî sed hezaran kirin: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
15:30 Li Keleha Wanê bi sed hezaran kesî bang kir: Çareserî bi rakirina tecrîdê pêkan e
15:20 Li Êlihê cih li qada Newrozê nema: Dengê Ocalan olan da
15:20 Li Wanê bi deh hezaran kes meşiyan navenda bajar
15:14 Ji Rihayê peyama Newrozê: Ji Ocalan re azadî
15:14 Chomsky ji bo Newrozê peyam şand: Gelê kurd tevî zextan jî bi ser ket
14:55 DFG’ê ji bo 2 rojnamevanên hatin binçavkirin banga lezgîn kir
14:55 Xelkê Edeneyê li qada Newrozê azadiyê diqîre
14:47 Li bajarên Herêma Marmarayê agirê Newrozê geş bû
14:41 Agirê Newrozê yê Stenbolê Dayikên Aştiyê vêxist
14:26 Li Enqereyê Newroza 50 saliyê tê pîrozkirin
14:20 Li Îzmîrê malbata Denîz Poyraz agirê Newrozê pêxist
13:48 Li Îzmîrê çoşa Newrozê ya 10 hezaran
13:41 Silopiyayê di Newrozê de peyama xwe da: Bê Serok jiyan nabe
13:40 Li Xarpêtê walîtiyê Newroz qedexe kir!
13:25 Bi sedhezaran kesî li Wanê agirê Newrozê hil kir: Dem dema azadiya Ocalan e
13:24 Xelkê Çewligê tevî sir û seqemê jî Newrozê pîroz dike
12:54 Gel bi agirê Newrozê govenda azadiyê digerînin
12:53 Bi berzkirina dirûşmên Ocalan herikîn Newrozê
12:42 Gel diherikin qada Newrozê ya Yenîkapiyê: Ji Ocalan re azadî
12:23 Li quntara Çiyayê Sumbul coşa Newrozê
12:19 Li Wanê Newrozê dest pê kir
11:40 Xelkê Wanê ber bi agirê Newrozê ve diherike
11:27 Li Stenbolê bi deh hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:23 Li çar aliyan agirê Newrozê tê hilkirin
11:11 Girtiyan Newroz pîroz kir
10:09 Jinek li Antalyayê hate qetilkirin
09:44 Hejmara jinên hatine girtin derket 11’an
09:44 Dê 189 rojnamevan Newroza Amedê bişopînin
09:05 'Ez ê piştî 30 salan cara ewil li derve Newrozê pîroz bikim'
09:03 ZMO: Deynê cotkaran 230 milyar TL ye
09:01 Dayika Kûrkût: Gava agirê Newrozê hat vêxistin bila Kemal neyê jibîrkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2022'YAN
08:42 Li gundê cerdevanan mala welatiyê êzdî hat şewitandin