Li çar aliyan agirê Newrozê tê hilkirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Agirê Newrozê îro Wan, Stenbol, Êlih, Colemêrg, Dîlok, Riha, Îzmîr, Edene, Silopiya, Bazîd û Farqîn jî di nav de dê li 36 navendan were hilkirin. 

Newroza îsal ku bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê pîrozkirin, li çar aliyan bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Pîrozbahiyên Newrozê bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) tên pîrozkirin û di heman demê de partiyên di Xebata Tifaqa Kurdistanî, partiyên çep û sosyalîst û rêxistinên demokratîk de jî beşdar dibin. Starta Newroza îsal di 15’ê adarê de li Bêşebapê hat dayîn. Îro jî agirê Newrozê li Wan, Stenbol, Êlih, Colemêrg, Dîlok, Riha, Îzmîr, Silopiya, Bazîd û Farqîn jî di nav de dê bi giştî li 36 navendan bê hilkirin. 
 
 
RIHA
 
Yek ji navendên ku dê Newroz lê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” bê pîrozkirin jî Riha ye. Hêj di saetê zû yên serê sibehê de bi hezaran welatiyan berê xwe dan qada Newrozê. Jin, bi cil û bergên xwe yên rengîn herikîn qada Newrozê ya Stadyûma 11’ê Nîsanê. Welatiyên ku beriya pîrozbahiyê hatin qadê, li ber stranan xelekên govendê gerandin. Bi hezaran kesên ku hatine qadê, dirûşmên “Bijî Serok Apo” berz kirin. Di pîrozbahiyê de tevlibûna zêde ya ciwanan balê dikişîne. Di heman demê de “Çerxa Şoreşê” hate xwendin. Di destê welatiyan de flamayên HDP’ê û lolîpopên ku wêneyên Emîne Şenyaşar a 377 roj in li ber Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê digire li ser, hebûn. 
 
Di pîrozbahiyê de Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nusrettîn Maçîn û Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Sînan Çîftyurek dê weke axaftvan beşdar bibin. Li gel axaftvanan, her wiha nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî hatin qadê. 
 
Di pîrozbahiyê de hunermend Kadîr Çat, Erdogan Emîr û Koma Hewra dê derkevin ser dikê. 
 
 
 
DÎLOK
 
Pîrozbahiya Newroza Dîlokê ku bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê pîrozkirin, bi coşeke mezin dest pê kir. Qada Newrozê bi alên HDP’ê hatiye xemilandin. Ji 7 salî heta 70 salî hemû kes bi cil û bergên xwe yên kurdî beşdarî Newrozê bûne. Li qada Newrozê pankarta “Ciwan bi ruhê 68’an li her deverê ye” hatibû daliqandin. Her wiha polîsan nehêlan ku pankarta wêneyên Denîz Poyraz û Kemal Kurkut li ser bûn têxin qadê. Welatî, ji sê aliyan ve ketin qada Newrozê û niha jî li ber stranan govendê digerînin. 
 
Tê payîn ku dê di çarçoveya bernameyê de parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrul û endama Meclisa Jinan Gulcîhan Şîmşek biaxivin. Hunermend Mîkaîl Aslan û Şerzat jî dê piştre derkevin ser dikê û stranên xw bibêjin. 
 
MELETÎ
 
Newroza Meletiyê ku bi şîara "Dem dema serkeftinê ye" li xaçereya Emeksîzê ya girêdayî taxa Paşakoşkuyê tê pîrozkirin, dest pê kir. Meletiyan, di saetên serê sibehê de bi kincên xwe yên herêmî berê xwe dan qadan Newrozê. Beriya ku welatî bên polisan qada Newrozê bi barîkatan dorpêç kir û welatiyan di nuqteyê lêgerînê de derbas kirin û wisa berdan qadê. Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê dest pê kir. Li ser dikê jî wêneyê Kemal Kûrkût ku di sala 2017'an de di Newroza Amedê de ji aliyê polisan ve hatibû kuştin di nav qûrnefîlan de hate bicîhkirin. 
 
Di berdewama pîrozbahiyê de wê Parlementerê HDP'ê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî biaxive û piştre jî Koma Çiya derkeve ser dikê û stranan bibêje.
 
EDENE 
 
Xelkê Edeneyê ji bo pîrozkirina Newrozê ber bi Şanoya Servekirî ya Mîmar Sînan ve diherike. Li qada Newrozê flamayên “Bijî têkoşîna ciwanên şoreşger”, “Ji Kawayê Hesinkar heta Kawayên hemdem, bijî Newroz” û pankartên “Em ê tecrîdê bi dawî bikin û faşîzmê têk bibin”, “Newroz pîroz be” û “Kemal Kurkut nemir e” hatibûn daliqandin. 
 
Welatî ji du noqteyên kontrolê ketin qada Newrozê û kesên ku bi cil û bergên kurdî hatibûn qadê rastî astengiyên polîsan hatin. Li ser vê yekê welatiyan sekneke xurt raber kir û bi dirûşman ev kiryara polîsan protesto kir. Polîs neçar man ku paşde gav biavêjin. Welatî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” ketin qadê û li ber stranan xelekên govendê gerandin. 
 
STENBOL
 
Gelên ku ji saetên zû yên serê sibehê ve berê xwe dayîn qada Newrozê ya Yenîkapiyê, li ber stranan xelekên govendê gerandin, dirûşman berz dikin û Newroza xwe bi coşeke mezin pîroz dikin. Li qadê gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” tên berzkirin û welatî azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diqîrin.  
 
Dema welatî ber bi qada Newrozê ve dihatin, li ketina Metroya Yenîkapiyê û li noqteyên lêgerînê govend gerandin. Li van deveran welatiyan sirûda “Çerxa Şoreşê” xwendin û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Azadî ji Ocalan re” berz kirin. 
 
Hem li derketina metroyan û hem jî li deverên cuda yên daketina qada mitîngê de Komîteya Amadekar a Newrozê noqteyên kontrolê danîbûn. Tevî hewldanên astengkirinê yên polîsan jî welatî bi pankart û flamayan daketin qada Newrozê.
 
 

Sernavên din

21/03/2022
20:38 Li Nisêbînê polîsan piştî Newrozê avêt ser malan
19:54 Li Newroza Amedê posterê Ocalan
18:22 Li Geverê girse bi berzkirina dirûşmeyan meşiya
17:46 Kemal Kurkut li cihê hatiye qetilkirin bi bîr anîn
17:35 Ozturk: Ev Newroz Newroza azadiya Ocalan e
17:24 Mizrakli: Bi agirê Newrozê em ê teqez bi ser kevin
17:23 Ji Cizîra Botan ji bo Amedê: Amed navend be Cizîr jî ruh e
17:14 Xizmên girtiyan: Qadên Newrozê hêz dan me
16:53 Newroza Sêrtê: Bila deriyên Îmraliyê vebin û bihar bê
16:47 Temel: Ev sê roj in gelê kurd li qadan azadiya Ocalan diqîre
16:24 Li Geverê piştî Newrozê meş
16:17 Bûldan: Tecrîdkirina Ocalan nayê qebûlkirin, dem dema çareseriyê ye
16:07 Ji Leyla Guven peyama Newrozê
16:06 Li Newroza Amedê ruhê Tifaqê: Em ê ji bo azadiyê têbikoşin
15:42 Ji sed hezaran kes banga yekitiya neteweyî: Êdî dem dema yekîtiyê ye
15:25 Gelê Konyayê bi tililiyan agirê Newrozê vêxist
15:13 Bertek nîşanî girtina 11 jinan dan: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinkirî ye
15:12 Xelkê Mûşê guh neda astengiyan û agirê Newrozê vêxist
15:11 Gelê Wêranşarê azadiya Ocalan xwest
14:53 Agirê Newroza dîrokî ya Amedê hat hilkirin
14:49 Li Tatosê agirê Newrozê: Bila tecrîd bi dawî bibe
14:48 Li Hezexê pîrozkirinek bi çoş: Çareserî di Îmraliyê re derbas dibe
14:33 Newroza Sêrtê bi tevlibûna hezaran dest pê kir
14:26 Newroza Amedê dest pê kir: Ji Ocalan re azadî
14:21 Li Aydinê hunermend hatin binçavkirin
14:15 Ji Ceyhanê bertek li dijî astengiya Newroza Amedê: Berxwedan li her derê ye
13:22 Amediyan bersiv da astengiyan: Dê hemû kuçe bibin qada Newrozê
13:05 Li Geverê bi kelecanî pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
13:02 Îşkenceya ku polîsan li endamên Weqfa Fûrkan kiribû xist rojeva Meclisê
13:01 Xelkê Agiriyê agirê Newrozê vêxist
12:24 Li Çînê balefireke rêwiyan a 133 kes têde bûn ket
11:57 Newroza Amedê tu astengî nas nekir û ciwanan barîkat hilweşandin
11:36 Gelê Amedê diherike qada Newrozê
11:31 Peyama Yenîkapiyê: Ocalan vîna me ye
11:18 Ji bo ku 21'ê Adarê bibe betlaneya fermî HDP'ê peşniyarqanûn da meclisê
11:10 Gelê Cizîrê bi ruhê Newroza 92’yan diherike qada pîrozbahiyê
11:07 Li Nisêbîna Rengîn coşa Newrozê
10:58 Ji Mezopotamyayê heta Anatoliyayê pîrozbahiyên Newrozê
10:52 Malbat Şenyaşar: Em Newrozê bi edaletê tacîdar bikin
08:30 Nûjiyan li pey xwe rojnivîskeke bi alfabeyeke cuda nivîsandî hiştiye
08:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2022'YAN
20/03/2022
23:35 Ji ciwanan meşa ji bo Newrozê
20:51 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin
20:08 Amadekariyên ji bo Newroza Amedê temam bûn
19:36 Li gelek bajarên Ewropayê Newroz hat pîrozkirin
18:54 Polîsan êriş bir ser endamên Weqfa Fûrkanê
18:42 Ji ber Newroza Amedê sibê dê hin rê bên girtin
18:12 Girtî Sînan Kaya bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
18:04 Li Silopiyayê piştî pîrozbahiyê meşeke girseyî
17:51 Li quntarên Toros û Amanosan Newroz: Bila qesr baş li van qadan binêre
17:40 Newroza Enqereyê: Em bi milyonan kes in û serî natewînin
17:22 Qurbaniyên Newroza 92’yan a Nisêbinê hatin bibîranîn
17:20 Li bajarên Egeyê bi hezaran kes agirê Newrozê vêxist
17:19 Ji Newroza Semsûr û Mereşê peyama berxwedanê
17:13 Newroza Stenbolê bi meşa bi sed hezaran bi dawî bû
17:02 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hat bibîranîn
17:00 Li navçeyên Amedê govenda Newrozê hat gerandin
16:48 Li Êlihê girse piştî pîrozbahiyê berê xwe da kolanan
16:44 Li quntarê Çiyayê Cudî Newroza biheybet
16:42 Newroza Serhedê: Gelê kurd serî natewîne
16:41 Sedema binçavkirina rojnamegeran: Îxbara bênav
16:21 Pîrozbahiyên Newrozê yên li Mêrdîn, Meletî û Çewlikê: Kesên kurdan înkar dikin wê têk biçin
16:18 Di Newroza Eskîşehîrê de têkoşîna hevpar derket pêş
16:15 Li Amedê girtina jinan hat protestokirin
15:57 Ji xelkê Dîlokê peyama Newrozê: Em ê Ocalan azad bikin
15:56 Leyla Guven ji Newroza Colemêrgê re peyam şand: Gelê kurd ne bêçare ye
15:56 Li Yenîkapiyê xîtabî sed hezaran kirin: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
15:30 Li Keleha Wanê bi sed hezaran kesî bang kir: Çareserî bi rakirina tecrîdê pêkan e
15:20 Li Êlihê cih li qada Newrozê nema: Dengê Ocalan olan da
15:20 Li Wanê bi deh hezaran kes meşiyan navenda bajar
15:14 Ji Rihayê peyama Newrozê: Ji Ocalan re azadî
15:14 Chomsky ji bo Newrozê peyam şand: Gelê kurd tevî zextan jî bi ser ket
14:55 DFG’ê ji bo 2 rojnamevanên hatin binçavkirin banga lezgîn kir
14:55 Xelkê Edeneyê li qada Newrozê azadiyê diqîre
14:47 Li bajarên Herêma Marmarayê agirê Newrozê geş bû
14:41 Agirê Newrozê yê Stenbolê Dayikên Aştiyê vêxist
14:26 Li Enqereyê Newroza 50 saliyê tê pîrozkirin
14:20 Li Îzmîrê malbata Denîz Poyraz agirê Newrozê pêxist
13:48 Li Îzmîrê çoşa Newrozê ya 10 hezaran
13:41 Silopiyayê di Newrozê de peyama xwe da: Bê Serok jiyan nabe
13:40 Li Xarpêtê walîtiyê Newroz qedexe kir!
13:25 Bi sedhezaran kesî li Wanê agirê Newrozê hil kir: Dem dema azadiya Ocalan e
13:24 Xelkê Çewligê tevî sir û seqemê jî Newrozê pîroz dike
12:54 Gel bi agirê Newrozê govenda azadiyê digerînin
12:53 Bi berzkirina dirûşmên Ocalan herikîn Newrozê
12:42 Gel diherikin qada Newrozê ya Yenîkapiyê: Ji Ocalan re azadî
12:23 Li quntara Çiyayê Sumbul coşa Newrozê
12:19 Li Wanê Newrozê dest pê kir
11:40 Xelkê Wanê ber bi agirê Newrozê ve diherike
11:27 Li Stenbolê bi deh hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:23 Li çar aliyan agirê Newrozê tê hilkirin
11:11 Girtiyan Newroz pîroz kir
10:09 Jinek li Antalyayê hate qetilkirin
09:44 Hejmara jinên hatine girtin derket 11’an
09:44 Dê 189 rojnamevan Newroza Amedê bişopînin
09:05 'Ez ê piştî 30 salan cara ewil li derve Newrozê pîroz bikim'
09:03 ZMO: Deynê cotkaran 230 milyar TL ye
09:01 Dayika Kûrkût: Gava agirê Newrozê hat vêxistin bila Kemal neyê jibîrkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2022'YAN
08:42 Li gundê cerdevanan mala welatiyê êzdî hat şewitandin