Jinên Botanê dê 8'ê Adarê bi ruhê Binevş, Berivan û Asyayan piroz bikin

  • jin
  • 10:46 1 Adar 2018
  • |
img

ŞIRNEX - Jinên Botanê, 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dê bi ruhê Binevş Agal (Bêrîvan), berxwedana Bêrîvan û têkoşîna Asya Yuksel pêşwazî û pîroz bikin. 

Jina kurd ên her dem li dijî polîtîkayên qirkirina jinê serhildanê hilbijartî û li Botanê bi nasnameyek nû pêşketî carek din 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pêşwazî dikin. Bi taybetî jinên Botanê yên di 30 salên dawî de pêşengiya têkoşînê dikin, îsal dîsa amadekariya daketina qadan dikin. Ruhê têkoşîna jinên Botanê di sala 1988'an de bi pêşengiya Binevş Agal (Bêrîvan) derket pêş. Bû ‘Efsaneya Bêrîvan’ û bû remza berxwedana jinan. Binevş a ku wekî sembola têkoşîna jinên Botanê piştî tevlê rafên PKK’ê bû û derbasê navçeya Cizîrê ya Şirnexê bû, hezaran jin navê Binevş û Bêrîvan li xwe kirin. Ji wê rojê û şûnde pêşengiya tekoşina jinê dike. 
 
TÊKOŞÎNA JI EWROPA HEYA CIZÎRÊ
 
Binevş Agal, di sala 1966’an li navçeya Qûbînê ya Êlihê ji dayik bû. Malbata Binevş, navê wê ji destana evîniya kurdan “Cembeliyê Mirê Hekkarî û Binevşa Narin” bandor bûn û ev nav li keça xwe kirin. Malbata Binevş li ser zordestiyên dema 12’ê Îlona 1980’an wekî gelek malbatên Êzidiyan koçberê Ewropayê kirin. Sala 1984’an ku ji bo kurdan salên dîrokî komek ji kurdan pêk tê li hemberî darbeya 12’ê Îlonê û zordestiyên li hemberî kurdan ji Hannoverê heya Bonn’ê 300 kîlometrê meşiyan. Di nava vê meşê de tenê jinek hebû. Ew jî Binevş bû. Binevş hêj 17 salî bû di nava meşê de cih girt. Di heman salê de tev li rafên PKK’ê bû. Meşa xwe li Cizîrê berdewam kir. 
 
‘EFSANEYA BÊRÎVAN’
 
Dema Binevş tev li PKK’ê bû rastî bertekên Êzidiyan hatibû. Ji ber ku di nava çanda êzîdîyan de wê demê tevlîbûna jinê ya şoreşê balkêş bû. Binevş sala 1985’an tevlê xebatê ‘Qada Rojhilatanavin a PKK’ê’ bû. Li Rojavayê welat yekem xebatên rêxistinkirina jinê kir. Binevş, li Rojava bû sembola jinan û piştre jî derbasê Qantona Cizîrê bû. Binevş salan li Qantona Cizîrê xebatên rêxistin kirina jinê dimeşîne û piştre sînoran derbas dike û sala 1988’an şûnde êdî xebatên xwe li navçeya Cizîrê ya Şirnexê dide destpê kirin û li ew der navê Zozan li xwe dike. Bineşv li Cizîrê çîrûskên tekoşîna jinê pêxist û mohra xwe bi navê xwe ‘Efsaneya Bêrîvan’ li kolanên Cizîrê da. 
 
ZAROKÊN NAVÊ BÊRÎVAN LÊ HATİN KİRİN BÛN PÊŞENGÊ TÊKOŞÎNA JİNÊ
 
Li çoltera Cizîrê şikeftên PKK’iyan de debanceya li ser ‘Zozan’ nivîsandî ji aliyê polîs û leşkeran ve tê dîtin. Polîs êdî dizane ku jineke PKK’yî di kolanên Cizîrê de ye. Di roja 18’ê Çileya 1989’an polîs li ser avahiya Emîn Elçî Torun de digire û sereke Emîn bi poşeta nan ve tê gulebaran kirin û şûna poşeta nan çek dênin ber kêleka wî. Binevş jî bi polisan re dikeve pevçûnê û di encamê de jiyana xwe ji dest dide. Li ser vê yekê Cizîr teqîna hêrs çêdibe û ji vê rojê şûnde hezaran malbat zarokên xwe Binevş, Bêrîvan û Zozan bi nav dike. Zarokên wan navan li xwe dike îro roj pêşengiya têkoşîna jinê dike. 
 
BÊRÎVAN BI KEFIYA XWE BÛ EFSANEYA CIZÎRÊ 
 
Salên 90’î li bajarên herêmê zext û zor zêde bûbûn. Li Cizîrê jî heman polîtîka pêş ketibû. Zarokên navên Bêrîvan, Bîşeng û Zozan li xwe kirin, êrîş û zordestiyên dewletê nas nekirin û li dijî wan derketin. Piştî Binevş jiyana xwe ji dest da, Besna ya 14 salî ket bin bandorê û PKK nas kir. Besna bi navê Bêrîvan li xwe kir. Di Newroza 1992’an a Cizîrê pêşengiya gel kir. Li hemberi êrîşên giran a hêzên dewletê ya li ser gel Bêrîvan agirê Newrozê pêxist. Li gel gulebarana panzeran û bi erdê kaş kirina gel Bêrîvan bi kefiya xwe destê xwe yê birîndar, tekoşîna Binevş Agal li kolanên Cizîrê dubare bû. 
 
ASYA YUKSEL BI TÊKOŞÎNA XWE BÛ SEMBOL
 
Jinên Botanê ala tekoşîna Binevş û Bêrîvan hildan û heya sala 2015’an bilind kirin. Hiekûmetê di sala 2015’an de polîtîkayên qirkirinê ji nû ve xistin meriyetê. Piştî şerê di 24’ê Tirmeha 2015’an dest pê kir, Meclîsa Gel a Cizîrê di  10’ê Tebaxa 2015’an de ’Rêveberiya cewherî’ îlan kir. Di berdewama vê pêvajoyê de qedexeyên derketina kolanan li Cizîrê tê îlankirin û cihê panzerên salên 90’î gulebaran li ser gel dikir, tanq û top girt. Meşa Binevş li Ewropa dayî destê pê kirin êdî pêşengiya Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel de berdewam kir. Di 14 Kanûna 2015’an qedexeya derketina kolanan îlan kirin û vê carê gel di encama êrîşên dewletê de di jêrzemînan de hat şewitandin. Asya bi gotina “Ez dayikim, çawa dest ji zarokên xwe berdim” heya dawiyê pêşengiya berxwedanê kir. Asya êdî bi jiyana xwe ya tekoşer û tekoşîna li hemberî êrîşên dewletê bû sembola Cizîrê. Asya tekoşîna xwe ya li hemberî hişmendiya zilam a serdest bi xebatên xwe yên siyasetê re meşand û herî dawî di jêrzêmînê wahşetê yên Cizîrê hat şewitandin. 
 
Têkoşîna jinên Botanê ku bi çîrûska Binevş Agal destpê kir, bi agirê têkoşîna Bêrîvan Cizîr bilind dibe û bi têkoşîna Asya Yuksel digihije asta herî bilind, piştî 30 sal din bi heman rihê roja 8’ê Adarê pêşwazî dikin.
 
MA / Ozgur Paksoy

Sernavên din

02/03/2018
09:11 Zarokên li Nisêbînê hatin girtin xistin cem bersûcên îstismarê
09:10 Serokê Baskên Ciwanan ê AKP'ê yê berê bû mudurê nivîsgehê yê qeyûm
09:00 ROJEVA 02'YÊ ADARA 2018'AN
01/03/2018
17:38 Jinan di nobeta edaletê ya Roboskiyê de starta 8’ê Adarê da
17:12 Serê sibê binçav kirin, êvarê girtin
16:07 Nûçegihana Jinnewsê Durket Suren hat binçavkirin
15:55 Wêneyên bandora şer a li ser cih û warên sivîlan
15:01 Jinan banga 8'ê Adarê kirin: Em nabin aliyê şer
14:42 ‘Yildirim û Ayhan wekîlen gel in’
14:35 ‘402 jê giran 1154 girtiyên nexweş hene’
14:15 Di doza Kopê ceza dan 14 kesen û 73 kes jî beraet kirin
13:49 Li Amed û Semsûrê binçav kirin
13:44 Walî piştî 4 rojan li HDP’iyan geriya
13:40 Jinên Îzmîrî, di 8’ê Adarê de dê bi xwe ewlekariya xwe bigirin
13:20 Doza Serêkaniyê ya ‘Pêvajoya çareseriyê' bi dawî kir betal bû
13:17 Dê akademîsyenan bi zorê beşdarî danişînan bikin
13:16 Fatmaya Muskêyê: OSO cîranên me girê dan û dora wan mayin kirin
12:41 Dadger 2 sal û 6 meh ceza li Ocalan birî
12:32 Duh li Uruk, Kartaca; îro li Kobanê û Efrinê
12:18 Piştevaniya derûnî didin zarokên Efrînê
12:00 Îfadeya şahid 4 kes dan girtin
11:48 DBP: Em ê di 8’ê Adarê û Newrozê de berxwedanê bilind bikin
10:48 Jinan peyam dan rayedarên OHAL’ê: Em qadan bernadin
10:46 Jinên Botanê dê 8'ê Adarê bi ruhê Binevş, Berivan û Asyayan piroz bikin
10:45 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya meha adarê aşkere kir
10:14 Amadekariya qeyûm tayînî Amedsporê bikin
10:07 Walîtiya Amedê gav paş de avêt û destûr da çalakiyên 8’ê Adarê
10:07 Serokê Şeker Îş'ê: Bi arizîkirina fabrîqeyên şekir, derî li fîrmayên DYA vedikin
09:47 Nanê xwe ji keviran derdixin, lê şer karê wan asteng kir
09:32 Partiyên muxalif hişyar kir: Ewlehiya hilbijartinê namîne
09:30 Uca: Dixwazin pêşiya rexneyan bigrin!
09:28 Penaber bi fikar in: Em naçin Efrînê
09:27 Ji ber endamtiya TÛGVA'yê qebûl nakin gef li wan tê xwarin!
09:26 'Li Girtîgeha Sîlîvriyê tu ewlehiya girtiyan tune ye'
09:26 Tenê jin lê dixebitin
09:25 Bû remza ked, şîfa û bereketê
09:24 Jinên endamên Malên Gel: Em ji bo 8'ê Adarê amade ne
09:23 Derhêner Demîr: Cano fîlmê hevrûbûyînê ye
09:23 SP: Tifaqa AKP-MHP'ê bi kêrî Tirkiyeyê neyê
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2018'AN
28/02/2018
17:23 Hevserok û rêveberên Malên Gel hatin berdan
16:55 Dîmenên êrîşa li dijî Gundê Yelanqozê derketin
16:13 'Berfîn li dijî tariyê mizgîniya biharê ye'
16:09 Bîlgen: Helwesta Tirkiyeyê ya li dijî biryara NY’yê neberpirsî ye
15:38 Êrîşên 40 rojin li ser Efrînê didome gelek şerên cîhanê derbas kir
15:28 Mamosteyê tacizî xwendekaran kir hat girtin
15:07 Serokê AKP’ê yê berê û 4 Roboskiyî hatin binçavkirin
14:49 Jinên KESK'î dê dîsa bêjin 'Cîhanek din pêkan e'
14:49 Walîtiya Amedê li qadên vekirî çalakiyên 8’ê Adarê qedexe kir
14:15 'Betalkirina parlamenteriya Yildirim û Ayhan bêhurmetiya li dijî vîna gel e'
14:14 Li Îzmîrê 4 kes berdan li Edeneyê kesek binçav kirin
13:34 Jinan bernameya 8’ê Adarê ya Edeneyê aşkere kir
13:28 HDP'ê bûyera revandina li Îdirê ji meclîsê pirsî
12:43 HDP’yî li kêliya revandina xwe temaşe kirin, polîsan jî got ‘çîroka nebêjin’
12:42 Elewiyên Efrînê: Ji bilî berxwedanê çare tune
12:22 Endamên Malên Gel anîn edliyê: Pirsa hûn çima li cem TTB'ê ne? pirsîn
11:21 ‘Bi 8’ê Adarê divê em polîtîkaya tecrîdê bişkînin’
10:57 Dadgeha Herêmê 10 sal cezayê Selma Irmak a HDP’î erê kir
10:06 Malên Gel banga 8'ê Adarê kirin: Li dijî qedexeyan derkevin kolanan
10:04 'Em ê li malê heps nebin, em ê li qada bin’
09:45 ‘Heta edalet pêk neyê agirê Aladagê venamire'
09:44 Li Sûriyeyê şer li Hatayê qirîz
09:43 Pirtûka ku nivîsandiye nadinê
09:42 Ji bo neçe Efrînê firar kir: Bila her kes guh bide dengê wîjdanê xwe
09:42 Misilmanên Antîkapitalîst: Êrîşa li dijî Efrînê, êrîşa li dijî Hevpeymana Medîneyê ye
09:41 Parêzerê Ocalan Taşçi: Efrîn bi perspektîfên Ocalan li ber xwe dide
09:40 'Li Girtîgeha Xarpêtê dijminekî sondxwarî heye'
09:27 'Em ê di rêça Pakîzeyan de têbikoşin'
09:26 Dayika girtiyê nexweş: Osmaniye ne girtîgeh e, îşkencexane ye
09:26 Ji ber leşkerî nekir ji welatîniyê hat avêtin
09:25 Bîlîcî: Rêvekirina li ber mirina girtiyên nexweş darvekirin e
09:24 Rojnamevan Dogrû: Em ê rûmeta rojnamevaniyê biparêzin
09:23 Ji mecbûrî şîrê havînê, zivistanê bi 'pêşin' difiroşin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2018'AN
27/02/2018
17:51 Li Sêgirkê û Agiriyê 8 siyasetmedar hatin binçavkirin
17:47 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cara 734’an hat redkirin
17:40 HDP: Tenê karê noterê ji meclîsê re maye
16:35 Parlamenteriya Yildirim û Ayhan ên HDP'î xistin
16:14 Di binçavkirina Salih Muslim de çi qewimî?
15:58 3’ê jê zarok 5 kesên xwestin sînor derbas bikin mirin
15:50 Muslim: Nikarin gelê kurd bêdeng bikin
15:43 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegertiya Metîn Goktepe destpê kirin
15:15 HDK: Li dijî hemû zextan têkoşîna me dê bidome
15:15 Besîme Konca hat berdan
14:33 Temellî: Mexdûrê tangên 28’ê Sibatê, îro hawarê ji tangan dixwazin
14:28 Parlamenterê berê yê HDP’a Agiriyê hat binçavkirin
14:08 Salîh Muslim hat berdan
13:57 Sazumankara AKP'ê Bostan: Yek ji faîlên 28'ê Sibatê îtîfaqê AKP'ê Bahçelî ye
13:32 Gundiyên Efrînê: Mal û milkên me talan kirin
13:17 Xwendekarê Lîse yê du lingên wî jêbûn li Efrînê li pêşe
13:02 Turkiye ya 81 salî: Tişta nehat serê min nema
12:39 Parêzarên Ocalan cara 734’emîn serî li dozgeriyê dan
12:20 Li 4 girtîgehên cuda bi dehan îhlal
11:10 Konca banga 8’ê Adarê kir: Ji bo azadiyê divê em li kolanan bin
10:51 Karkerê xwe şewitand: Karker rabin ser piyan dê hemû pirsgirêk çareser bibin
10:25 Parêzer Ergul: Ji bo rûmeta mirovahiyê divê em bêdeng nemînin
10:17 Dayika Baymiş: Heb jî nedan kurê min
09:09 Tiştên ku Miraz li derve hîn dibe, li hundur dibêje
09:08 Şener: AK Partî hilbijêrên kurd tune dihesibîne, dê winda bike
09:08 ‘Xesandina kîmyawî ne çareserî ye'